Pêşenga xeta artêşbûn û fermandariya jin rêheval Bêrîtan (Gulnaz Karataş), bi boneya salvegera 29. A şehadatê em bi heskirin, minet û rêzdarî bibîrtînin. Di şexsê fermandar û milîtanên li ser xeta berxwedanê ya ku Bêrîtanan li dijî teslîmiyetê pêşxist, şehîd Tolhildan Raman û Şîlan Goyî de em tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê bibîrtînin.
Di her rûpelekî dîroka jina Kurd de, her serdem, sal û kêliyên wê de, kesayetên mohra xwe li berxwedana dîrokî dane derketine. Rêheval Bêrîtan jî bi ruhê milîtanî, li dijî xeta îxanetkar û teslîmliyetê li Kurdistanê bû heqîqeta xeta berxwedanê. Bi şêwazê tekoşîn, jiyan û şerê xwe, di avakirina hişmendiya jiyana azad de rolekî pêşeng leyîst. Deng vedana berxwedana fermandara mezin Bêrîtan, di demekî kin de li ser hest û hizrên jina Kurd û li ser tevahî gelê me bandorekî mezin ava kir. Li pişt şehadetê wê bi hezaran keçên Kurd herikîn çiyayên azad, bi evîna Bêrîtan xeta wê jiyan, mezin kirin û parastin.
Di her pêvajo û pêngavên tekoşîna me de li dijî êrîşan, li dijî xeta îxanetkar û dagirkeriyê, kesayetên xwedî karektera dîrokî ne mohra xwe li dîrokê dane û bi rola pêşengiyê rabûne. Rêheval Bêrîtan jî di nav kevneşopiya civaka berxwedêr a Dêrsimê de mezin bûbû. Bi çanda wê civaka ku tu carî serî li dijî êrîşan netewandî karektera xwe ya kesayetî digre. Di ruh û giyana fermandara mezin rêheval Bêrîtan de şopên serhildêriya Besê û Zarîfeyan veşartîbû. Tekoşînvan û dildara azadiyê heval Bêrîtan, di tekoşîna xwe ya gerîla de ew daneheva dîrokî bi çand û bîroziya azadiyê jinê re kir yek ruh û beden. Rêheval Bêrîtan, bû sembola rastiya berxwedana jina Kurd, di binhiş û bîra gelê Kurdistanê de wateya jiyana azad afirand.
Dilsoza xeta jinê rêheval Bêrîtan di şerê azadiyê de, bi rêbaza çalakiyekî dîrokî mohra xwe li pêşxistina şerê gerîlatiyê û tekoşîna azadiya jinê xist, bû pîvana xeta jina şer dike, li ber xwe dide û azad dibe. Li ser hîmê kesayetiya heval Bêrîtan û xeta wê karekterê tekoşîn û şerê azadiyê hate domdar kirin. Rêheval Bêrîtan, çanda berxwedanê bi felsefe û bîrdoziya Rêber Apo re kire yek û bû yek ji pêşengê wê. Bi kesayetiya xwe ya berxwedêr û pîvanên bilind yê şoreşgerî bû yek ji pêşenga artêşbûna jinê. Rêber Apo, çalakiya fermandara mezin Bêrîtan û şêwaza wê di şer û tekoşîna tevgera azadiyê de, weke destpêka demekî nû pênase kir. Ji bo xeta azadiya jinê pêvajoyekî ceribandinên nû yê şêwazê tekoşîn û şerkirina jinê bi nav kir û li ser wê esasê artêşa jin hat ava kirin.
Di sala 1992’an de dewleta Tirk bi desteta mezin ya Nato, li ser tevgera me û bi taybet xeta şerê azadiyê yê ku di pêşengiya jin de li Kurdistanê pêşdiket bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşekî topyekûn da dest pê kirin. Dewleta Tirk di wê konspta tinekirinê de, weke roja îro cadin bi hevkariya PDK’ê ku xeta îxanetkar temsîl dike, li hemberî tevgera azadiyê êrîşên tinekirinê xistibûn meriyetê. Li dijî xeta îxanet û hevkariya PDK’ê û banga ‘werin teslîm bibin’ rêheval Bêrîtan bi sekna Berxwedanê bersiv da. Di roja îro de jî, ev çanda berxwedanê bi ruhê fedaîyên li Werxelê, Girê Sor, Zendûre û tevahî çiyayên Kurdistanê bi berdewamî mezin dibe.
Îro li ser heman çand û ruhê berxwedanê şerekî dîrokî yê bêhempa li ser xeta berxwedêriya fermandar Bêrîtan tê meşandin. Berxwedana bêhempa ya îro tê meşandin çavkaniya xwe ji vê rastiya dîrokî digre. Di serdema şerê gel ê şoreşgerî de, îro gerîlayên YJA Star ku bingeha xwe ji vê rastiya berxwedanê digrin bi ruhê fedaî li dijî dewleta Tirk a dagirker, faşîst û qirker şer dikin û li ber xwe didin. Berxwedana dîrokî a ku di vê serdemê de bi pêşengiya gerîlayên YJA Star tê nivîsandin, bingeha xwe ji daneheva mîrateya tije berxwedan ya 30 salî. Her kêliya tekoşîna azadiyê bi keda sedan fermandar û milîtanên li ser xeta Bêrîtanan şer kirin û gihêştin şehadetê hate bi wate kirin û bû perspektîfa tekoşîn, şerkirin û biryardariya mezinkirina xeta azadiyê.
Xeta şer û berxwedanê çawa ku di sala 1992’an de di pêşengiya xeta Bêrîtanan de, plangeriya şerê topyekûn ya ku xwestin li dijî bîrdoziya Rêber Apo pêş bixînin têk çû, di serdema îro de jî wê bi mîsogerî û mayîndekirina xeta şerkirina Bêrîtanan, plangeriya qirkirina li dijî tevgera me, jinan û gelên azadîxwaz têk biçe û xeta îxanetkar bi binbikeve.
Divê di serî de her jineke Kurd, xeta Bêrîtanan bi tekoşîna roja îro tê xwestin re bike perspektîfa serkeftina tekoşînê. Dijminên gelê Kurd, îro carekî din dixwezin bi hevkariya xeta îxanetkar darbeye li tevgera azadiyê bixînin û destkeftiyên gelê Kurd têk bibin. PDK’ê li dijî berxwedana dîrokî ku ev şeş mehe bê rawestandin bi ked û fedekariyeke mezin tê meşandin bi awayekî eşkere hevkariya xwe ya li gel dewleta tirk a faşîst bi şehîd xistina grûpa di bin fermandariya rêheval Tolhildan Raman û Şoreş Mardîn de ragihandiye. Li dijî vê xeteriya mezin û bi tehlûke divê em weke tevgera azadiya jin û gelê Kurd bi perspektîfa pîvanên xeta Bêrîtanan tekoşîna xwe bilindtir bikin. Di serî de divê em plangeriya li dijî berxwedana dîroka a Rêbertiya me pêşxistiye pûç bikin, bi ruh, girêdan û sekna Bêrîtanan ya berxwedêr tekoşînê bilind bikin û xeta berxwedanê mezin bikin.
Em li ser vê bingehê weke partiya azadiya jin û her milîtanekî li ser xeta fermandar û pêşenga gerîlayên azadiyê Bêrîtan têdikoşîn carekî din soza girêdaniya xwe a bi xeta şehîdan re nû dikin. Di şexsê rêheval Bêrîtan de, hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bibîrtinin û dibêjin wê bi mîsogerî xeta Bêrîtanan a berxwedanê û tekoşîna şehîdên me da ye bi ser bikeve.
Koordinasyona PAJK