Xemiliye Gulberfîna Welatê Me
Evîn Serhed
Çirûska asoyan
Berbanga siberoja me
Cardin xemiliye berfînek birengên spî û sor
Bi rengên aştî û tekoşînên bi dilşewat
Cardin xemiliye bi eşqa gelan û mirovên azad
Cardin xemiliye bi biharên bibaran
Û hinek şil
Bilind bûye gulberfîna welatê me
Bilind bûye bi ala Kurdistanê
Dilerize dil
Li şûna me kî/kê wê çawa bide dayînên me
Di watê de zorahî heye…
Cardin xemiliye bi neqşên Diljînan
Bi bêhna gulên bi silav
Dengên berfînan çiya hildaye
Zarok di îsyanan de ne
Dayîk di lorînên melodiyan de
Bav di bilindbûna ala
Gul di berfîna welatê me de ne
Cîhan mînak digrin bi şoreşgertiya narîncoka berfînan
Dijmin şaş maye bi dengên kilêşên me
Ax qelişiye ji şerma me
Çiya berxwe dide
Da ku bişopînin şopên me
Xemiliye gulberfîna welatê me
Ji bo bîranîna Berfîn Roza…