Dizlar Dîlok
Çalekiya dizî ya ku bi pêşengtiya zilamê fêrbaz û zordest hatî kirin, bi pirozbûnên nû ku afirandî ve hate rewakirin. Îro ev bêdadî, dizî, bêmafî û hemû rêbazên qirkirinên civakî, di bin siya îdeolojiyên netewperest, olperest, zayendperest û zanistperest de têne meşandin.
Hêzên desthilatdariyê, wekî aliyekî xwezayî ya civakî hatine nişandan û bi afirandina dubendiyên baş-nebaş, bihêz-bêhêz û hwd. ve aliyê dubendiyan ya serdest, ji civakê re, wekî têgînekê li ser civakê hatine ferzkirin. Exlaq û wîjdana cewherî ku di xwezaya civakê de cih girtiye, li hember bêmafiyên çêbûyî jî, ticar teslîmiyetekî giştî nejîne. Lê belê ya hatî jiyîn dide nîşandan ku, dad di destên desthilatdaran de bûye alavekî mijokdariyê.
Dewlet-netew bi înkarkirina exlaq û polîtîkaya civakan xwe saz dikin. Li şûna exlaqê huqûq, li şûna polîtîkayê jî feraseta siyaseta desthilatdarî û dewletperest tê û şêwêyê rêveberiya burokratîk tê bi cihkirin. Armanca pergala huqûqê, di cewher de serrastkirina navendên hêzê yên dewlet-netewê ye. Bi îstîsmara huqûqê re qirkirina civakî tê pêşxistin û civakên ku têne qirkirin, heqîqeta xwe ji wenda dikin.
Li hember civakên ku, heqîqeta xwe wenda kirine, tiştên derveyî civakê, wek heqîqet têneferzkirin. Gava yekemîn a dîtina heqîqeta xwe ewe ku, di destpêkê de mirov bizanibe ev taybetmendiyên dij-civakê, ne heqîqeta civakê ne û li ser vê bingehê, vê rastiyê danin holê û wê redbikin. Di qirkirina civakê de, şêwêyê herî zêde hatî bikaranîn afirandina rêbazê jiyana zayendperest ku hêza civakê bixîne jêr destên zilam, e. Bêmafiya herî mezin wekî bêdadî, îro j berdewam e. Ti rêbazên ku jiyanê dikujin, di rêgezên dadê de cih nagirin. Di rewşekî bi vî rengî de, ger hişmendiya baviksalar a serdest, talanker û diz ku di bin siya pergala kapitalizmê de ye neyê çareserkirin, lêgera mafê xwe di dadgehan de şaşitiyekî mezin e. Têkoşîna ji heqîqet û dadê bi rengekî rast, bi zanebûn û derxistina hêza cewherî û bi redkirina hişmendiya qirkirina civakê re gengaz dibe. Ji bo vê jî têgihîştin û zanebûna maf û dadê ya rast û lêgera li ser bingeheke exlaqê azadiyê pêwist dike.
Di sedsala 21. de têkoşîneke huqûqî tê meşandin. Dema ku em, rengê wê sedsalê bi giştî dimêzînin, wer difikirin ku di vê dinyayê de ku şer, kuştin, xirabiyên menewi, zilm û zordariyê her der dagir kirine, têkoşîna ji bo huqûqê wê çawa bê dayîn? Armanca gotûbejên li ser dadê çi ne? Dixwaze kijan bêmafiyan ji holê rakê? Îro, pir bûyerên rojanê hene ku, di feraseta dadê de jî qet cihê wan tine ye. Mînakên ku bi navên skandala huqûqî têne nasîn her zêde dibin. Pergala dadê ya heyî jî şertên xwe bi xwezaya xwe re jî nikare pêk bîne. Doz û darizandina di mijara plangeriya li ser Rêber APO jî pir eşkere dide nîşandan ku, pergala huqûqê, di bicihanîna dadê de çiqas bêçare ye. Di vê wateyê de rola pergala huqûqa heyî ewe ku li ser bêmafi û bêdadiyên ku têne kirin, binixumîne. Ev rewş nayê pejrandin ku, derew ji aliyê saziyên fermî ve bê kirin, bêmafiyên li ser civakê bi biryara saziyên dewletê ve bê kirin. Wekî bêzariya pergala huqûqê jî, astengî û aliyê lawaz jî heman e. Mirovahî ji ber ku cewhera xwe ya exlaqî bi giştî wenda nekiriye, li hember van bêmafiyan nerazîbûna xwe tîne zimên. Bi şêwêyên cuda, bi armanca ji pirsgirekên xwe re bi xwe çareserî pêşbixîne, di nava lêgeran de ye. Îro heke em li gor encaman binêrin rewşekî bi vî rengî derkeve pêşberî me.
Di pergala dadê de ku bi desthilatdariyê ve girêdayî ye, şaşitiya bingehin ewe ku, bêmafiyên li hemberî jinê têne kirin dipejirîne. Heta pêşî lê vedike û dijmirovahiya li ser jinê dixîne jêr ewlehiyê. Îro spartgeha herî mezin a tund û tûjiya zilam, saziyen dewletê ne, pergala huqûqê, şêwêye darizandinan, polîs, karmend, dozger û bi giştî dewlet e. Keda jinê, beden, nasname û şaxsiyeta wê, her roj bi kuştin, şikestin û qirkirinê re rû bi rû dibe. Kuştin jî bi destên zilamê ku li jêr ewlehiya dewletê de ne, tê kirin. Îro ev kuştin li ber çavên hemû cihanê têne kirin. Ji ber ku, pergala zilam wek heqîqeta civakê tê ferzkirin. Ev ferzkirin bi rêyên yekdestî, zordestî û bi hemû encamên xwe ve, li ser civakê bi giştî têne pêkanîn. Ev ferzkirin, ji ber ku civak nebe nikare hebûna xwe bimeşîne, dema ku pêwîst dike bi şikandinê, dema hewce dike bi xapandin, bi zordestiyê civakê dike qada pêkanîna pergala xwe.
Îro, peyvên maf, dad û hwd. pir têne bikaranîn, lê wate û peyv ji hev pir cuda ne. Ji ber ku, ji feraseta exlaqa civaka xwezayî qutbûyîn di astekî jor de ye. Ne gengaze maf û huqûqa ji feraseta exlaqê qutbûyi hebe. Îro pir lewaz be jî em dikarin behsa exlaqê bikin. Ev yek hebûna civakê diparêze. Meşandina têkoşîna maf û dadê bi jiyîna rêgezên exlaqê û parastina van rêgezan ji bo ewlekariya civakê ve gengaz e. Dad, dema ku bi azadî û lêgera heqîqetê ve bibe yek, wateya xwe ya rast ji derdixîne hole. Ev jî bi dûrketin ji hişmendiya pergala kapîtalîzmê, pêkanîn rêgezên exlaqî û zêdekirina wan ve misoger dibe. Ji bo têkoşîna heqîqet û exlaqa civakê bigihîje armancê, pêwîste li beramberî hişmendiya baviksalar, saziyên çandî û hemû mînakên wê yên ku xwe belavkirine re têkoşîn bêkirin.
Huqûqa li Kurdistana xweser û demokratîk de pêk bê, heta civak bi rêgezên exlaqî û polîtîk, cewhera xwe bijî, wê hebûna xwe biparêze. Di vê demê de pêwîste têgîna ku wîjdana civakê esas bigre û bi feraseta ku ‘wendakirina wîjdana xwe, tinebûn e.” nêzik bibe, were esasgirtin. Wiha xebat bê meşandin ku huqûq nebe qadekî ku saziyên civakê qireja xwe bi rêya wê derxînin paqijiyê. Rêxistinên huqûqî nayêne redkirin, lê belê divê rêgezên exlaqî wek dilê civakê, wek wîjdana civakê bêne bi dest girtin. Di navenda dilê civakê de jî paradîgmeya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî cih digre.
Di civakê de ya ku di destpêkê de hatî şikandin jin e. Lewma kesên ku li hember bêmafiya li ser jinê stûyê xwe bitawînin, wê li hemberî hemû bêmafiyan jî bêdeng bimînin. Kesên ku nikaribin li hemberî şikandina jinê bisekinin, li pêşberî ti bêmafiyan jî nikarin têkoşîn bikin. Di vê wateyê de em dikarin bêjin ku, giredana têkoşîna maf, huqûq û heqîqetê bi azadiya jinê re jiyanî ye. Li hember qetlkirina beden, nasname, nirx û çanda jinê, têkoşîna edaletê, wê bibe gava yekem da ku hemû bêmafî û bêdadiyan ji holê rake. Li şûna makezagona netew-dewletê, çêkirina hevpeymanên ku heqîqeta civakê vebêje, wê yekbûnekî bi rêgêzên wîjdanî û exlaqa civakê avabike. Li ser vê bingehê, qada huqûqê jî heke xwe bi rêgêzên exlaqî ve xwedî bike wê bigihîje wateya xwe ya rast.
Rêbertiya me di vê barê de wiha dibêje: “Netew-dewlet xwe wekî dewleta huqûqê nîşan dide. Ji bilî vî xwe wekî pêkhatina huqûqê ya yekem pêşkêş dike. Di bin vê rastiyê de înkara civaka exlaqî û polîtîk radizê. Huqûq, katogoriyên civakî ne ku bi giştî çînên dewletê, bi taybet ji burjuvazî hewl dide bike serdest, li şuna civaka exlaqî û polîtîk. Di bingeha xwe de zêde nîşandana huqûqnasan ji hêla şaristaniya Ewrûpayê, înkarkirina civaka exlaqî û polîtîk e. Di vê nêrînê de tê gotin ku, dewlet-netew çerçoveya herî baş a huqûqê ye. Tê fêmkirin ku dewlet-netew ku xwe li ser înkara civaka exlaqî û polîtîk, di heman wateyê de înkara civaka demokratîk avakiriye, çerçoveya huqûqa burjuvayî ava dike. Lê belê wekî ku tê ideakirin, ne dewlet-netew, ne jî huqûq çerçoveya civaka demokratîk ava dikin. Berovajî vê rast e. dewlet-netew û huqûq di nav hev de çiqas zêde bibe û bikeve nav civakê, ewqas civaka exlaqî û polîtîk têk dibe. Civaka demokratîk wê bibe, civaka xwepêşandanan. Her tişt di nav rêzik û qayîdeyên ku kombûna berjewendiya yekdestiya kapitalizmê ye (dinyaya makezagon, zagon û rêziknameyan), ji exlaq û polîtîkayê re ti cih nayê hiştin. Demokrasî di nava yekbûna van rêzikan de diqulipe lîstokekê. Taybetmendiyekî ku avabike û biafirine tine ye. Polîtîka wekî qada pêşxistina çareseriyê ji bo pirsgirêkên civakê rol dilîze. Rêzika polîtîkayê ewe ku, ji bo civakê ber bi ya baştir, rastir û xweşiktir ve bibe xwedî erk e. Hunera herî bilind ku vê afirîneriyê bikaribe bide nîşandan e. Ev jî hunereke ku, heke civakê hebe dikare bi serbikeve. Li qaden ku huqûqa burjuwayê ew fetisandine de (çerçoveya vê dewlet-netew e) ji ber vê sedemê, ne ji bo kirinên exlaqî û polîtîk, ne jî ji bo pêkanînên demokratîk, cih dimîne. Darizandina zanistiyên bi navenda xwe Ewrûpa, wekî vegotina mitolojik ya vê rastiyê, hê zêdetir wê xîzmeta rastiyê bike. Wê heqîqetên civakî zêdetir bide nasîn.”