Sekîne Herekol
Hevala Çîçek koçera çiyayê azad, bi keda xwe mezin bû û gihîşt armanca xwe. Ew li axên pak ên Mezopotamyayê ji dayik bû, bi av û hewaya wir jiya û da jiyandin. Em pirî caran behsa çanda xwedawendan dikin, lê mirov dikare bêjê ev çanda dîrokî li van xakan dawî lê nehat û her dewam dike. Hevala Çîçek jî yek ji nûnera vê kevneşopiyê ye. Ev çanda xwedawendiyê nayê wendakirin, ji ber ji hêla bi hezaran jinên qehreman ve tê şopandin.
Bi rastî jî mirov dikare di kesayeta hevala Çîçek de vê yekê bi awayeke şênber bibîne. Elbet hewceye pênaseyeke hîna berfirehtir ji bo vê bê kirin. Ji ber çanda xwedawendan xuliqkarî, civakîbûn, pêşdîtinî, rênîşanderî, xwedîkirin, parastin û hwd. taybetiyên ku bi giştî civaka exlaqî û polîtîk li ser lingan digre ne. Di hevala Çîçek de jî heya radeyek bilind ev taybetî li berçav bûn. Wê, ticar xwe bêrol nedihişt, cihê lê bimaya bi keda xwe xweşik dikir. Ji ber hevala Çîçek pir zêde ji kedê hez dikir û pêve girêdayî bû. Hertim bi armanca xwe ve dibû yek û ew biser dixist. Hevala Çîçek hem şagirt bû, hem mamoste, hem şervan bû hem fermandar. Hertim ji hevalên xwe re dem vediqetand û bi wan re elaqedar dibû. Hevaltiya wê jidil û pir zindî bû. Dema didît hevalekî/ê moralê wê/wî hinekê ketibe bêdereng pirs dikir, diçû û pê re nîqaş dikir. Lewma jî di serastkirina pirsgirêkan û herwiha parvekirinê de dibû mînak. Dixwest kesên li derdora xwe, rêhevalên xwe pêş bix’ne, ji bo vê jî pêşiya wan vedikir. Herî zêde jî dixwest bi wan rastiya jiyanê, rastiya Rêbertiyê bide nasîn.
Hevala Çîçek, birastî jî pir bi xwestek û hestiyar tevlî dibû. Mirov dikare bêjê mamosteyê jiyanê bû. Digot: “Pêwiste em jiyana PKK’ê û rêgezên Rêbertiya xwe, biparêzin. Ji bo em van pêkbînin jî pêwîste em erkên xwe yên jiyanî bi serketî bi cih bînin. Em wekî jinên Kurd rêxistina xwe xurt bikin û bibin artêşeke pir mezin. Ji ber di cihanê de ticaran jin nebûye artêş, lê artêşa me wê bibe artêşa azadiyê.” Hevala Çîçek li ser van mijaran bi kûranî diponijî û ramanên xwe jî bi rêhevalan re parve dikir. Dema behsa jinên Kurd dikir, gotinên wê bala mirov pir dikişand. Mirov dixwest her guhdar bike. Ji ber bi bi hestyarî jiyan û êşên jinên welatê xwe vedigot. Hewl dida van êşan bi parvekirinê bide hîskirin. Dizanî ku bi vê re her biçe em ê êşên xwe yên hevbeş nas bikin, lêgera me xurtir bibe, em ê xwe mezin bikin û xwedî li dîroka xwe derbikevin.
Rêhevala Çîçek pir girêdayî bîranîn û destketiyên têkoşîna azadiyê bû. Lewma jî her tim ji hevalan re behsa hevalên jin ku di têkoşînê de xwedî ked û tevlîbûneke mezin bûn, dikir. Yek ji van hevalan jî ku hevala Çîçek pirî caran behsa wê dikir, hevala Ezîme bû. Kesayeta wê û fermandariya wê mînak dida. Digot: “Hevalên me yên îro bi keda ku wan rêhevalan daye, gihîştine asteke bilind. Em jî divê erkên xwe pêk bînin, ev berpirsyariya me ya dîrokî di nava PKK’ê de ye.” Hevala Çîçek hertim dixwest jin xwe di aliyê leşkerî û taktîkên şer de pêş bixîne. Li ser taktîkên şer pir lêhûr dibû. Di serî de bala xwe dida erazî û ji bo hakimiyeta li ser erazî ‘pêwisiya keşfkirinê û nasîna noqteyên stratejîk’ dianî ziman. Hevala Çîçek di çalekiyan de hertim pêşiya herkesî/ê diçû, ticaran qebûl nedikir ku di çalekiyên de cih negire. Lewma jî an di gurûba çalekiyê, an jî di gurûba keşfê de cih digirt. Hevala Çîçek girîngiya pêdiviyên sereke yên leşkerî dianî zimên û digot “Eger em wekî jin di vê mijarê de hakim nebin, em ê nikaribin di şer de xurt bibin. Ji bo em bikaribin di şerde biser bikevin, artêşa jinê xurt bikin; pêwîste em van mijaran hemûyan fêm bikin, bi taybet jî di aliyê fermandariyê de xwe pêş bixin.” Hevala Çîçek tenê ne di milê teorîk de, di heman demê de di pêkanînê de jî pêşeng bû. Pir şiyar û bihestyar tev digeriya. Wê nedikariya li cihê xwe bisekine, ew keça welatê kedê bû. Warê pîroz ê navê wê Cizra Botan e. Meskenê serhildanan û derguşa mirovahiyê ye. Hevala Çîçek ji vê derê bû û wek ku hemû xweşikiya vir di wê de kom bibû.
Hevala Çîçek gelek ji xwezayê hez dikir. Girêdan û hestyariyeke wê ya cuda ji bo xwezayê hebû. Dema bihar dihat rengê wê jî bi rengê biharê dixemilî. Lê wê, çawa ku di navbera însanan de cewazî nedatanî, li hemû xweşikiyên xwezayê û hemû demsalan jî hez dikir. Lê belê bihar ji bo wê hîna wateyeke cuda dida. Ji nêz ve bi xwezayê re elaqedar dibû û digot: “Ev xweza evqasî derfetan dide me ku em wek gêrîla divê wê pir baş bimêzînin û biparêzên, ji ber ew stargeha me, dayîka me gêrîlayan e.”
Dema em bi hev re li Gabarê bûn, erzaqê me nemabû. Lê belê hevala Çîçek bi giyayên cur be cur ku kom dikir, em dane jiyandin. Wê hemû giha nas dikir. Kîjan têne xwarin, kîjan ji bo çi baş tê? hemû dizanibû. Te digot qey bi xwezayê re daxife û ji zimanê wê fêm dike. Xwezayê jî hemû bereketa xwe pêşkêşî wê dikir. Hemû pîroziya xwe bi wê re parve dikir. Hevala Çîçek ji Gabarê jî pir hez dikir. Ji ber Gabar pir rengîn bû û pir wate di nav xwe de dihewand. Gabar warê hevalê Egîd bû. Di vê wateyê de ji bo gerîlayên azadiyê pir watedar bû. Tim dida diyarkirin ku Gabar ji bo gêrîla ciheke pir stratejîk e, ji ber vê yekê divê em li Gabarê cihê xwe qahîm bikin.
Hevala Çîçek di jiyanê de pir zindî bû, ruhê wê weke zarokekê paqij bû. Di aliyên bîrdozî, têgihîştina tevgerê û rêgezên rêxistinî de jî xwe kûr dikir. Mirov dikare bêje jiyana wê pir plankirî bû û wisa tevdigeriya û tevlî dibû. Li kuderê be bila bibe ji bo wê ferq nedikir, tevlîbûneke çalak dida çêkirin. Ji bo wê rêgeza sereke pêkanîna pêdiviyên rêxistinê bû. Li gor pêwîstiyan tev digeriya.
Hevala Çîçek bi ax û çiya re bibû yek. Tiştekê nedikarî wê ji çiya qut bike. Jixwe di temeneke biçûk de tevlî nava rêxistinê bibû. Di gelek qadan de gerîlatî kiribû. Çubû qada Rêbertî jî. Dema ji wir dizivire gelek bi coş û kêfxweş tevlî dibe. Herdem behsa Rêbertiyê dikir. Kêfxweşiya xwe ji dîtina Rêber APO dianî ziman. Dixwest keda Rêbertiyê bi awayeke baş di kesayeta xwe de pêk bîne û bi hevalan re parve bike. Hevala Çîçek di jiyana xwe ya şoreşgerî de li heremên mîna Botan, Zagros, Zap, Xakûrkê û hwd. her li eniya pêş têkoşan meşandiye. Hertim xwe ji bo herêmên herî zor pêşniyar dikir.
Di vir de ez dixwazim bi bîranînekê hîna bêtir nêzîkatiya hevala Çîçek zelaltir rave bikim. Dema ez tevlîbûm min hevala Çîçek nas kir. Di sala 1994’an de em hatin Gabarê, wê demê bala min pir kişand. Operesyon hebû, pir zêde hevalên jin li wê qadê diman. Hemû heval çubûn şer û li ser giran diman. Hevala Çîçek çubû pêşiya dijmin. Ku hat gel me, navê me pirs kir, em wê demê komek hevalên nû bûn. Ji min re got navê te çiye? dema min navê xwe got, wê jî got bila navê te bibe ‘Sakîne’. Hevala Çîçek navê rêhevaleke şehîd danîbû ser min. Ew heval ji Gabarê bûye, wê demê berpirsyara gurûbekê bûye, li ser gurûbê diçe çalekiyê, destpêkê birîndar dibe, heya heval wê tînin şehîd dibe. Hevala Çîçek pir jê bandor bibû. Digot: “Pêwîste em navê wê rakin, pêwiste em bibin layîqê hevala sakîne Gabar.” Her mînaka wê dida. Ewçend hevala Çîçek behsa wê kiribû ku qey min jî bi salan bi wê hevalê re jiyabûm, min wisa hîs dikir.
Hevala Çîçek pir caran birîndar bibû. Lê belê ticaran nedianî ziman. Pir bi îrade bû. Em di sala 1999’an li Gabarê bi hevre bûn, em ê bi hevre biçûna çalekiyekê. Hevala Çîçek û sê hevalên din çûn cihekê, wê dera ku ew çunê, dijmin li ser rêya wan mayîn danîbû. Dijmin dizanîbû heval hertim ji wê derê re derbas dibin. Heval dema diçin ser avê, mayîn diteqe. Hevala Newal sêrt şehîd dibe û her du hevalên din jî birîndar dibin. Ku hatin me pirs kir, hevala Çîçek negot ku birîndar bûye. Hevalê Rojhat ji me re got. Piştre hevalê Rojhat jî şehîd bû. Lê belê hevala Çîçek pir ji hevala Newal bandor bû. Digot xwezika min hevala Newal nebiribûya ser wê kaniyê. Hevala Çîçek birîndariya xwe li pêşiya xwe nekir asteng, digot “Hevala Newal li wê derê şehîd bûye, em ê dubare biçin wê derê û çalekî bikin.” Her israr dikir û israra serkeftinê di xwe de mezin dikir.
Hevala Çîçek piştî demek dirêj ku li Gabarê ma û jê veqetiya her bêriya wan deran dikir û xwesteka xwe ya vegera wir diyar dikir. Dixwest biçe wan cihan û bibe bersiv ji wan hevalan re. Dibe ku di aliyê fîzîkî de pir zorî dikêşa lê belê ticaran nedida der. Bi rastî jî îradeya hevala Çîçek zehf xurt bû. Bi israra xwe di salan 2006’an çu Gabarê û di 2008’an vegeriya Zapê, gel me. Wê demê em li Cîloya biçûk diman. Li gel me du rojan ma û civîn çêkir. Gelek ji hevalê Adil û hevalên din ên şehîd bandor bibû. Dema li mirov mêze dikir, rondikên wê dihatin xwarê. Jixwe ji wê demê şûnve min hew hevala Çîçek dît.
hevala Çîçek pir bi wate jiya û di dîroka têkoşîna azadiyê de ciheke taybet ji kesayeta xwe ya mînak re veqetand. Şehadeta wê ji bo hemû hevalan pir giran bû. Hevala Çîçek xwe gihande hevala Bêrîtan. Hêstên xwe, fikir û armancên xwe kirin yek. Ji ber vê jî mekana wan jî bû yek der. Di 29’ê Êlûnê dengê tîlîliyên hevala Çîçek xwe gihande 25’ê Cotmeh ê. Dengê tîlîliyên hevala Berîtan, beriya hejdeh salan belavê cîhanê bibû û îro bi Çîçekan re roj bi roj bilintir dibe.
Em êdî bi van jinên leheng re têdigihîjin ku hestên xwedewendan ticar warê me ango Mezopotamyayê naterikînin. Tîlîliyên dengê wan ê azadiyê her wê hebe û di guhê me de dengvede. Gelên Rojhilata Navîn û jinên Kurd wê her vî dengî bibihîzin. Ev deng wê bibe dengê azadiya hemû mirovahiyê û wê bide îsbatkirin ku jinên Kurd parêzvanên nirxên hemû jinan in.
Qehremanên me yên jin wekî hevala Çîçek û bi hezaran jinên Kurd mîrasê dayîkên xwedawend parastin û dane destên şoreşgerên azadiyê. Ev mîrase wan rêhevalan ji me re hiştine û em ê jî li ser rêya ku wan afirandine bimeşin.
Hevala Çîçek di kesayeta xwe de sekna jina azad nîşan da. Ev yek ji bo me mînaka herî giranbuha û birûmet e. Ew wek kadroyeke mîlîtan a jin û fermandar bû navnîşana azadiyê. Keça Botana ya serhildêr, ji bo gel û axa xwe ya pîroz xwe feda kir.
Em ê jî timî hevala Çîçek, di meşa xwe ya ber bi Rojê ve bidin jiyandin. Ew kenê wê yê jidil û tevlîbûna wê ya dilxwaz wê hertim ji bo me bibe çavkaniya hêz û moralê.
Hevala Çîçek bû şitla azadiya jinên Kurd. Wek rêhevalên xwe yên birûmet gihîşte armaca xwe. Wek hevalê Adil, Rojhat, Piling, Şerîfê Spêrtî, Sorxwîn, Gulbihar, Zelal… şehîdên me neqşerêya Kurdistanê ne û em jî şervanê wê ne, ku di rêya wan nîşanî me kirine de heya serketinê hilkişin.