
‘Weke Ku Hemu Xweşikbûnên Dersîmê Bang Li Min Dikin’
Carna mirov dixwaze di demê de rêwîtiyê bike, ber bi hezkirin û kenên çiyayî ve rêwîtiya xwe bidomîne. Wê demê di heskirin û kenên çiyayî de mirov bi jiyan, têkoşîn û dilgirtiyê azadiyê re rû bi rû dimîne. Kenê her rêhevalekê ji bo me dibe hêz û di tekoşîna azadiyê de rê li ber bêdawîbûyîn û heqîqeta herî bi wate vedike. Ew jiyanê bi qasî ku di oxira wê de jiyana xwe ji dest bidin, hezdikirin. Ew jinên mêrxas û Egît bûn. Edî jinan berê xwe dabûn azadiyê, berê xwe dabûn çiyayên Kurdîstanê û dibûn parazvanên welatê rojê. Yek ji wan parazvanên rojê ya ku jiyanê pir hezdikir jî û bi hezkirina xwe û rêhevaltiya xwe ya germ ji me re dibe mînaka şênber a sekna jina azad jî rêheval Melsa Tilora ye.
Heval Melsa di temenekî ciwan de tevlî rêxistinê bubû. Rêheval Melsa di nav malbatekê welatparêz de mezin dibe. Li hemberî dijmin ewqas bi hêrsekî mezin tije bûyîna rihê wê yê ciwan, pir bala mirovan dikişandin. Di cihê xwe de mayînê ew hêrs û kîna wê ya li beranber dijminê xwe tu carî nehîşt. Di akademiya sabotajê de perwerde didît, di dewra perwerdê de tevlîbûyînekî pir xurt û jêhatî pêşan dabû. Hema cîh da dixwast ku biçe pratîkê. Piştî perwerdê qada ku destpêkê ji pratîkê çûyê qada Şemzînanê bû. Û çalakiya xwe ya li hemberî dijmin jî destpêkê li Şemzînanê kir. Edî dem dema çalakiyê ye. Şemzînan îro li hember neyaran serî natewîne. Ji ber ku zarokên rojê di çiyayên Şemzînanê de berxwe didin, tekoşîn dikin û rojên nû bi serkeftinê re pêşwazî dikin.
Heval Melsa herdem wiha digot; “ez dixwazim branşa xwe pêşbixim û biçim Xaxurkê li wir tola Şehîd Çîçek, Şehîd Rustem û hevalên ku li wir gihîştine heqîqetê rabikim”. Di hêla fîzîkî de laşê heval Melsa hem xurt bû hem jî bi qewîm bû. Hevalekî pir jîr û jêhatî bû, ji ber vê jî her tişt ji destê wê dihat û wê jî dikir. Hevalekî ku bi heybet û asî bû heval Melsa. Di demek kurt de jiyana rêxistinê fêr bibû û dîsa di demek kurt de xwe pêşxistibû. Li ser jinek şoreşger pêwîste çawa be, çawa jiyan bike, erk û berpirsiyartiyê kadroyekî çi ne lêhûrbûn dikir. Ji xwendinê gelekî hez dikir, her dem pirtûk dixwend û rojnivîs dinivîsandin. Rêhevaltiyekî germ û ji dil yê heval Melsa hebû ji ber vê jî di nav hevalan de pir dihat hez kirin. Li Geverê mezin bibû, hertim bi armanca û bi xwesteka çanda kurdî û zimanê kurdî dayîna jiyan kirina wê hebû. Hevalekî pir xwezayî bû, bi xwebûyîna xwe re xwe kiribû yek. Em çiqas bi hevre tevlî şahiya bibû yan wê demê carekî din em diketin wê ferqê ku heval Melsa çiqas bi kurd û kurdîstanê re xwe kiriye yek. Vê tiştê bi me her dem didan hîs kirin. Hertim vê danî ser ziman û digot; “Başe ku ez tevlî PKK’ê bûm, mirov li vir hêstê girêdanbûna xwe ya bi çanda xwe re hê bêhtir jiyan dike”. Tiştên ku di rêxistinê de bihîstiye, dîtiye û fêr bûye di jiyanê de her tim pêk danî. Hevalekê temenê xwe ciwan bû ji ber vê jî ji pêşketinan re pir vekirî bû. Tevî ku ciwan bû û nû tevlî rêxistinê bibû di demek kûrt de çû akademiya parastina cewherî. Ez jî wê demê li akademiya Mahsûm Korkmaz bûm. Dema ku min pirsa wê dikir, hevala her tim bê ku dudilî jiyan bikin behsa tevlîbûyîna wê ya bi hêz ji min re dikirin. Bi siftî ya nakokî yên xwe ve di jiyana rêxistinê de xwe hîn bêhtir bi hêz kir û pêşketinên pir mezin da avakirin. Piştî ku perwerde dît vesaziya wê ji bo parastina cewherî ya Geliyê Zapê re çêbû. Karên ku dikirin her tim bi heskirin û coşekî pir mezin dikir. Di nav xebatên gel de heval Melsa jêhatî bû, ji aliyê gel ve pir dihat hezkirin. Carna min jê re wiha digot; “Çiqas diçe tu nêzî bajarê xwe dibî” wê jî wiha bersiv dida min; “Raste ji bo vê jî ez pir keyfxweşim, tevlîbûnên li vir zêde bûne ji ber vê ye jî keyfxweşiya min. Ji bo vê jî pêwîste em pir kar bikin”. Piştî pratîka xwe ya li Geliyê Zapê, derbasî Metîna bû. Demek di xebatên şervanên nû de ma. Lê her tim pêşniyara wê ev bû ku dixwest derbasî qada Bakûrê Kurdîstanê bibe. Piştî sala 2015 pêşniyara wê gûncav hat dîtin. Derbasî qada Dersîmê bû. Dersîm her tim bala wê dikşandin, rojek min meraq kir û jê pirs kir; ‘’çima tu ewqas dixwazî biçî Dersîmê?” wê jî bi rûyek ken wiha bersiv da pirsa min; “Dibê qey hemû xweşikbûyînên li Dersîmê bang li min dikin, heybet û asêbûyîna wê pir cûda ye.”
Piştî çû Dersîmê min pir hewil da ku agahiyekî jê bigrim. Şert û merc ne di dest de bû ku em jê agahiyek bigirin. Her çiqas ew gotibe ez ê ji were name rê bikim jî tu carî ev pêk nehat.
Hevalekê di jiyanê de û di dilê rêhevalê xwe de serkeftî bû. Ji dil tevlî jiyanê dibû. Wek hemû şahadetan, şahadeta heval Melsa jî ji bo me giran bû. Her ku dikeve bîra min ez kenên wê, hêviyên ku di çavên wê de dibiriqî di dilê xwe de neqiş dikim. Kenên heval Melsa wê hertim di rêya me ya serkeftinê de bibe ronahî. Em ê her tim ji xwe re wek Melsa Egîtbûnê, wek Melsa hezkirinê û wek Melsa jiyankirinê esas bigirin.
Zîlan Sarîna