Wê Ev Berxwedanî Teqez Bi Ser Bikeve

0Shares

 Amadekar: Roza Mardîn

Di nava kele kela pêşketinên li herêmê û Kurdistanê, em ketin Cotmehê. Me jî ji bo di derbarê pêşketinên heyî de hîna bêtir nêrînên tevgera azadiya jinê bigrin, bi Endama Kordînasyona PAJK’ê rêhevala Sozdar Avesta re hevpeyvînek çêkir û em bi we re parve dikin.

 

Roza Mardîn: Di van rojên ku em dijîn, di Rojhilata Navîn û di heman demê de di Kurdistanê de pêşketinên dîrokî yên giring rû didin, hûn vê yekê çawa dinirxin?

Sozdar Avesta: Di Rojhilata Navîn de bi taybet li Sûriyê ev sal û nîveke ji milekê ve li hemberî pergala serdest, gel di nava têkoşînê de ye, ji mile din ve jî ji hêla hêzên derve planên mudaxeleyê têne kirin. Lê belê niha ne tenê serhildana gel li Sûriyê pêş dikeve, bi giştî wek ku Rêber APO jî binav kiriye, ev bixwe destpêkirina pêla şerê cîhanê yê sêyemîn dide nîşandan. Di bingeh de ev şer beriya niha bi 11 salan destpê kiriye. Dema ku di 11’ê Êlûna 2001’an de li bircên Emerîkayê teqandin çêbûn, hêzên emperyal ev yek ji bo xwe wekî hinceta şer û mûdaxeleya li Rojhilata Navîn bidest girtin. Di esas de ev yek bi armanca ji nû ve dagirkirina herêma Rojhilata Navîn hate kirin. Dibe ku şêwazê wê yê dagirkeriyê, an jî mêtingeriyê wekî şêwazên sedsalên borî nebe, lê ev şêwazê mûdaxeleyê di bin navê ku mûdaxele li pergalên diktatordike, di bin navê demokrasî û anîna azadiyê, pêk tîne; di bingeh de armanca ew e ku çanda xwe li ser gelên hêrêmê serwer bikin. Wiha jî civakan bikişînin xeta xwe. Di vê yekê de jî di cewher de cewaziya wan ji pergalên ku qaşo lê mûdexele dikin, tine ye. Armanca desthilatdaran ji bo Rojhilata Navîn pir ber fireh e, dixwazin dîroka gelan, koka wan ji holê rabikin, ango wan bêesil bihêlin. Dixwazin ku ji nû ve bi stratejî û taktîkeke nû vê herêmê feth bikin.

Ev yek di destpêkê de li Efxanistanê, li Iraqê xistin pratîkê, piştre jî li Misir, Lîbya her wiha li hin cihên din dane domandin. Wan ev mûdaxele herî dawî heya Sûriyê dirêjî pê dan. Lê belê hesabên wan ên ji bo vî welatî, bi cih nehat. Ji ber di Rojhilata Navîn de tenê du hêz ên ku têne zanîn tine ne, ango yek hêza Global a ku bi pêşengtiya hêzên sermayedar ên wek Emerîka, Îngilîstan, Israîl û Fransa wekî xetekê xwe didin diyarkirin. Hêza din jî ya ku naxwaze pergala Rojhilata Navîn a heyî têkbiçe ye. Ev hêz jî weke blokekê ji dewletên wekî Îran, Sûriye, Rûsya, Çîn û hin aliyên din pêk tên ku di statûya heyî de israr dikin. Ev her du hêz niha bi hev re di Rojhilata Navîn de di nava şer û pevçûnê de ne, lê di heman demê de ew li hemberî têkoşîna azadiya gelan jî yek seknê îfade dikin. Li dijî van her du hêzan jî hêza din a civakî, komînal a li ser esasên demokrasî û azadiyê ku xwe di nava civakê de daye rûnişkandin, bi pêşengtiya tevgera me ya azdiyê pêş dikeve. Ev hêz bi têkoşîna 40 salan zêdetir xebat û keda Rêber APO pêşket. Ev xet a Rêber APO, tenê xwe dispêre hêza gelan. Bi ti awayî xwe nasipêre hêzên desthilatdar ên dewlet-perest. Ev xeta Rêber APO, mirov dikare bibêje ku di Rojhilata Navîn de gelek encam jî derxistiye holê. Lewma hesabên ku desthilatdaran ji bo herêmê kiribûn pêk nehatin. Ji ber li wir gelê Kurd heya astekê xwedî hêza rêxistinkirî ye û ji bo gelên din jî dibe mînak.

Ji ber wê mirov dikare bibêje niha di Rojhilata Navîn de sê hêzên bingehîn bi hev re di nava têkoşînê de ne.  Di Rojhilata Navîn de niha şerê cîhanê yê sêyemîn di navbera sê hêzan de diqewime. Encamê vî şerî di demên pêş de wê hîna zêdetir xuya bibe. Lê wer diyar dike ku di herêmê de êdî ti tişt wê wekî berê nemîne. Wê ev yek di demên pêşiya me de hîn zêdetir derkeve holê.

Hêzên dagirer li ser gelê Kurd bi salan dagirkerî kirin, komkujî pêk anîn, ev gel tine hesibandin û mafên wî yên herî sereke jî nas nekirin. Piştî ku di vê demê de gelê Kurd nêzîkatiyên xwe di aliyê çareseriya xwe ya demokratîk de diyar kir, êdî ev hêzên desthilatdar jî dîtin ku Kurd ne ew gelê ku di sedsala 20’an de bêhêz û bêçare dijî, ye. Gelê Kurd ev 40 sal e bi pêşengtiya Rêber APO û tevgera PKK’ê bûye xwedî hêzeke bingehîn ku qet nayê piştçavkirin. Êdî gelê Kurd dixwaze xwedî statû, bi nasname û çanda xwe re bijî. Gelê Kurd êdî dixwaze li ser xaka xwe, bi azadî pergala xwe damezirîne. Bi vê yekê re mafê xwe hem bidest bixîne, biparêze, hem jî pêşbixe û wiha jiyana xwe birêxistin bike. Bi vê re jî hîna têkoşîna xwe didomîne.

Niha yê ku herî zêde li herêmê dixwaze encama têkoşîna heyî bixîne jêr berjewendiya dagirkerên emperyal, hêza faşîst û kedxwar a dewleta Tirkiyê ye. Faşîzma dewleta Tirkiyê bi ti awayî naxwaze gelên bindest û mezlûm bigihîjin mafên xwe. Jixwe yê ku di nava herêmê de bekçîtî û sîxûriyê ji hêzên Global re dike jî dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ ê ye. Niha yê berdevkê van hêzan dike û bûye parêzvanê wan ew e.

R-Mardîn: Di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de, girêdana pêşketinên ku we destnîşan kirin bi tecrîda şidandî ya li ser Rêber APO tê meşandin, çiye?

S. Avesta: Bêguman bi mudaxeleya ku li ser herêmê tê çêkirin, li pêşiya vê mûdaxeleyê hêza ku wekî astengî tê dîtin, ew hêza ku li ser dînamîkên gelan û yê civakan têkoşînê bilind dike, Tevgera Azadiyê bi pêşengtiya Rêber APO ye. Ji destpêkêve heya roja îro ji bo ku tevgera azadiyê di herêmê de nebe hêz, her wiha bandora wê li ser herêmê bi giştî nebe, gelek îtîfaqên cuda hatin çêkirin. Em vê yekê hîn di salên 84’an de, di destpêka şerê çekdarî de dibînin ku hîna di wê demê li Ewrûpayê hêzên NATO’yê dixin dewreyê. Bi alîkariya vê rêxistinê re dewleta Elmanya li beremberî bizava me bi tevger dibe. Ev yek ji bo bizava azadiyê li derveyî welat neyê naskirin, tenê têkoşîna gelê Kurd bi Kurdistanê re sînordar bimîne, tê kirin.

Di demên borî de jî Kurdên ku serî hildabûn û raperîn kiribûn, bi şîdet û komkujiyan re hatibûn perçekirin. Nehiştibûn ku dengên xwe bigihînin cîhanê. Bi heman şêwaz û taktîkê re xwestin bi ser tevgera Apoyî de jî bên. Ji ber vê sedemê jî bizava azadiyê li derveyî welat weke ‘terorîst’ lanse kirin û heta roja îro bi vî awayî dixwazin bidin nasandin. Lê belê gelên Rojhilata Navîn fikrên Rêber APO bi hezkirin hembêz kirin. Têkoşîna ku Rêber APO di 20 salan de li Lûbnan û Sûriyê da meşandin, kesayeta Rêber APO di nava gelê herêmê de jî hêviyeke mezin da avakirin. Gelên herêmê dîtin ku Rêber APO bi hêza xwe ya cewherî têkoşîneke bêhempa dide meşandin. Pişta xwe nade ti hêzên dagirker, an jî hêzên derve yên emperyalîst esas nagire.

Em dizanin niha di nava ewqas dewlemendî û berhemdariya herêmê, tenê hejmareke kêm a desthilatdaran ji vê sûd digirin. Li kêleka wan beşeke mezin a civakê bi taybet zarok birçî dijîn. Rojane bi dehan zarok ji rewşên xirab ên jiyanê, nexweşî, xizanî jiyana xwe ji dest didin. Ev rastî jî di nava gelan de kîn û bertekeke mezin dide çêkirin. Gelan dîtin ku kesayeta Rêber APO berovajiyê serokên desthilatdar in. Dîtin ku têkoşîna Rêber APO ji bo gel û berjewendiya wan e. Hêzên desthilatdar bixwe jî ev hêza bi bandor a Rêber APO li ser gelan, dîtin. Lewma jî ketin nava bitevgerkirina komployê. Jixwe ji destpêka tevgera PKK’ê ve herdem hewldanên ku bi rêya komplo Rêbertî ji holê rabikin, hatine pêşxistin. Herî dawî jî bi komploya 9’ê Cotmehê re Rêbertî neçarî derketina ji Sûriyê kirin. Ev hewldan hemû ji bo wê bûn ku têkoşîna azadiyê ji alternatîfbûnê derbixin. Ev çarde mehe jî li ser Rêbertiya me îşkenceyê bi hemû şêwazan pêk tînin. Êdî ev ji tecrîdê zêdetir, îşkence ye. Ev zêdetirî saleke ji bo ku bi Rêbertî re hevdîtin nedin çêkirin, astengiyan der dixin. Li hember vê yekê Rêbertî bixwe di nava berxwedaniyeke pîroz de ye. Jixwe Rêbertî di nava fedakariyeke mezin de ye, vê yekê jî ji bo azadiya gelê Kurd dike.

Ji xwe sedema tecrîda ku li Îmralî tê meşandin jî li ber çavan diyar e. Armanc ew e ku Rêbertî ji gelê Kurd, her weha gel ji perspektîfên azadiyê qut bihêlin. Ji ber tevgera azadiyê ya Rêbertiyê ye. Dixwazin tevger û gel bê Rêbertî bihêlin, her wiha bê rêxistin, siyaset û zanist bihêlin.

R.Mardîn: Tevgera şoreşgerî ku li ser esasê azadiya Rêber APO hatiye destpêkirin, bi taybet jî berxwedana Şemzînan, Çelê û Bêşebabê, her wiha serhildanên gel, hûn çawa dinirxin?

S. Avesta: Tevahî pêşketinên ku li herêmê rû didin, çawa li ser tevgera me bandora xwe didin çêkirin, an tevgera me li hemberî wan çawa xwe amede dike, ev hemû jî wek mijarên girîngin ku li ser nîqaşên berfireh têne kirin. Di serî de dikare were gotin ku Tevgera Azadiyê û Rêber APO, rastiya civakên herêma Rojhilata Navîn û her wiha rastiya dîrokê baş nas û analîz kirine. Ji bo gelê Kurd her wiha ji bo gelan çi pêwîst dike, ev bi kûranî hatine tesbîtkirin. Îro di herêmê de bi giştî hêza herî îdeolojîk, felsefîk, rêxistinbûyî, ku di aliyê leşkerî û dîplomatîk de xwe bi awayeke serbixwe xurt kiriye, pê re jî hêza herî ku xwe civakî kiriye û bûye pergaleke alternatîf Tevgera Azadiya gelê Kurd e. Berî her tiştî jî tevgera ku bi pêşengtiya Rêber APO têkoşîn dike, bi hezaran mîlîtanên wê yê fedayî heye. Bêguman ev mîlîtanên fedayî jî li ser esasê armanceke pîroz xwe amede dikin. Di mîlîtanên fedayî yên tevgera azadiyê de asteke zanist, sekna jiyaneke azad li pêş e. Lewra ev ruh xwe dide pêş, tevgera azadiyê di pêngavên ku pêşve diavêje, encamên girîng jî digre. Ruxmî tevahiya êrîşên ku li ser tevgerê, Rêbertî û gelê Kurd têne kirin, nikarin îradeya gelê Kurd bişkênin. Berovajiya vê, gelê Kurd roj bi roj di hêla îradî de bi hêztir dibe. Gelê Kurd pergala xwe ya demokratîk bi navê koma civakên Kurdistanê saz dike. Îro li vê pergalê xwedî derdikeve. Bizava azadiyê di vê pêvajoyê de xwe bi amedekariyeke mezin bi tevger kir. Rêber APO û bizava azadiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbaza diyalog, bi awayeke aştiyane gelek hewldan raber kirin. Lê ruxmî vê jî hukûmeta AKP’ê bi siyaseta xwe ya qirêj ku li ser esasê derewan pêşve dibe, herdem pêvajo paşve xist. Nêzîkatiyên Rêbertiyê ji bo çareseriyê wekî zeyîftiyekê nirxandin û xwestin vê jî li gorî xwe bikar bînin. Li hemberî vê yekê Rêber APO di 27’ê Tîrmeha sala 2011’an de helwesta xwe li hemberî vê polîtîkayê bi eşkereyî diyar kir. Bi vê re Tevgera Azadiyê û gelê Kurd jî helwesta xwe vekirî danîne holê. Hemleya Şoreşgerî ya ku li Şemzînanê destpê kiriye, nîşaneya pêvajoyeke nû ye. Êdî komplo bi awayeke hîna radîkal tê mehkûm kirin û li dijî tecrîdê berxwedanî her diçe bilindtir dibe. Ev bixwe destpêka pêngava çaremîn e ku wê gelê Kurd çareseriya xwe bixwe biafirîne. Êdî gelê Kurd azadiya xwe ji ti kesî, ne hêvî dike, ne jî dixwaze. Gelê Kurd bi xwe êdî ji bo avakirina xweseriya xwe tev digere. Vê peyamê jî pir zelal dide tevahiya hêzên dijberê azadiyê. Niha Tevgera azadiyê û gelê Kurd li ser van esasan têkoşînê bilind dikin. Gêrîla bi hemleya şoreşgerî ya ku pêşxist, bi serkeftinên ku li herêmê bi dest xist, herêma Botan û Behdînanê kire yek. Tevgera gel a ku li Bêşebabê çêbû jî hemleya gêrîla temam dike. Em vê tevgerê jî binirx dibînin û slav dikin.

Mirov dikare bêje ku hemleya çaremîn hemleya azadkirina Rêber APO û serkeftina têkoşîna gelê Kurd e. Jixwe ev pêvajo hîna berdewam dike, di demên dawî de jî bi rengeke hîna girseyî xwe dide der.

R.Mardîn: Gelê Kurd ji bo azadiya Rêber APO, di nava hewldan û têkoşîneke çawa de ye? Hûn berxwedana gelê Kurd di her çar parçeyên Kurdistanê de çawa bidest digrin, bi taybet pêşketinên li rojava, çawa şîrove dikin?

S. Avesta: Gelê Kurd êdî bi giştî şoreşa xwe ya civakî li dar dixe. Ev yek li ser gelên herêmê jî bandorê çê dike. Li bakur xwepêşandan û serhildanên ku têne pêşxistin asteke rêxistinbûyîn û têgihîştinê pêş dixîne. Gelê me ji bo azadiya xwe di meşa xwe de îsrar dike. Li rojavayê Kurdistanê jî di vê astê de pêvajoyek pêşketiye. Gelek cih û war hatine bidest xestin. Gelê Kurd niha parastina destkeftî û nirxên xwe dike. Her wiha aboriya xwe tenzîm dike. Jiyana xwe êdî bi îradeya xwe diyar dike. Li hember van pêşketinan, hêzên faşîst yên dagirker dixwazin şoreşa Kurdistanê bi komkujiyan têk bibin. Herî dawî di Sûriyê de li Helebê, li taxên Kurdan, li dereke wek Şêx Meqsûdê de, rejîma Esed êrîş bire ser gel, komkujî pêk anî. Bi vê yekê xwestin ku peyamekê bidin gelê Kurd. Xwestin ku çavên gelê Kurd bitirsînin. Lê gelê Kurd bi xwe êdî hişyare li hemberî van peyaman. Bixwe jî xwedî siyaseteke kamil e.

Hêzên dagirker heman siyasetê dixwazin li ser başûrê Kurdistanê jî bidin meşandin. Niha jî li vê herêmê dixwazin ku Kurdan bi destê hin hêzên Kurd bidin têkbirin. Hêzên desthilatdar hewl didin partiyên başûr li ser destkeftiyên gelê Kurd bihêz bikin. Wiha jî dixwazin bêjin ku bila ev destkeftî di destê we de bin, ne di destê gel bixwe de. Ango dibêjin bila Kurd hebin, bila bijîn, lê bila Kurdên azad tine bibin. Dixwazin di tevahiya beşên Kurdistanê de jî Kurdên bi vî awayî pêş bixin. Bi giştî gelê Kurd di pêvajoyeke pir alî de derbas dibe, hem xeteriyên mezin hene, hem jî derfetên bidestxistina azadiyê hene. Destkeftiyên ku li rojava jî encax dema ku bibe malê tevahiya gelê Kurd, wê bikaribe parastina xwe hîna bi hêz bike. Ji ber perçeyek nikare tenê bi hêza xwe ve destkeftiyên xwe biparêze. Ji xwe ji bo vê yekê di her çar perçeyên Kurdistanê de jî tekoşîn tê meşandin.

R.Mardîn: Di tevahiyî van pêşketinan de, ango çi di nava gel de, çi jî di qada gêrîla de rola jina Kurd çiye?

S. Avesta: Bêguman şoreşa gelê Kurdistanê di heman demê de şoreşa jinê bixwe ye. Ji destpêka têkoşîna gelê Kurd heya roja îro, hîmê civakê li ser esasê azadiya jinê hatiye avêtin. Di dîrokê de jî bi vî awayî bûye. Lewma em îro dibînin ya ku herî zêde li civaka xwezayî xwedî derdikeve jin e. Ya ku îro dixwaze ew cewherê civaka komînal careke din zindî bike jina Kurd e. Rêbertî bixwe jî rol û mîsyona azadkirina civakê dide jinê. Ev mîsyoneke stratejîk e. Ango ev mîsyon ne li ser esaseke demkurt ku em bêjin tenê bi encambûyîna şoreşê ve bi sînor bibe, berovajiyê vê şoreş bixwe şoreşa jinê ye. Ji ber dema ku armanca têkoşîna azadiyê pêşxistina civakê be, di civakê de jî ya herî ku rola avakirina pîvanên jiyana civakî dide ser mile xwe jin e. Dema ku di Kurdistanê de asta civaka Kurd ya gihîştiyê, em binirxin, jina Kurd bi rola xwe ya pêşeng rabûye. Vê bi serkeftî jî pêk tîne. Ji destpêka têkoşîna tevgera azadiyê heya niha jina Kurd, çi di zîndanan de be, çi jî di qada gêrîla de be, çi di nava serhildanan de be, çi jî di qada civakî de be rola xwe ya pêşengtiyê leyîstiye û dileyîze. Jina Kurd ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd gelek fedekarî kiriye. Di asta qehremantiyê de bûye xwedî helwest û çalekiyên mezin. Di roja me ya îro de jî jin di qada gêrîla de bi hêza xwe ya xweser gelek çalekiyan pêş dixîne. Rola xwe di hemleya şoreşgerî de jî di asteke pêş de dileyîze. Îro jin hêza xwe nas kiriye û bi vê hêzê tevdigere. Hêza jinê ne hêzeke desthilatdar e, hêza jinê hêza avakirina demokrasî û wekheviya di civakê de ye; hêza edaletê ye. Hêza jinê hêza azadkirina mirov û derxistina cewherê wê/wî ye.

R.Mardîn: Ji bilî pirsên me, tiştekî ku hûn bixwazin li ser zêde bikin, an binirxin ger ku hebe kerem bikin.

S. Avesta: Ji xwe wek tê zanîn Pêngava Hemleya Şoreşgerî bi berfirehî dewam dike. Êdî em gihîştine asteke pir girîng. Lê belê em dikevin salvegera komploya 9’ê Cotmehê û tecrîd li ser Rêbertiya me dewam dike. Ev 13 sal e Rêber APO li hemberî îşkenceya Îmralî jiyaneke pir wetadar pêş dixe û berxwedaniyeke bêhempa dimeşîne. Bi vê berxwedaniyê re bingehên pergaleke nû jî daye avakirin. Yên ku di komploya 9’ê Cotmehê de cih girtin, em careke din wan şermezar û lenet dikin. Bi durûşmeya kes nikare roja me tarî bike, hevalên ku li derdora Rêber APO, ji bedena xwe çemberek ji agir çêkirin, her wiha di kesayeta tevahî hevalên ku di pêvajoya Hemleya Şoreşgerî de bi qehremaniyeke mezin li ber xwe dan, ez tevahiya rêhevalên şehîd bi bîr tînim û berxwedaniya Rêber APO, gêrîla û gelê Kurd silav dikim. Teqez wê ev berxwedanî bi ser bikeve, jixwe pir nêz serketinê jî bûye.