
Viyanîbûn…
Nasnav: Viyan Tekoşîn
Nav û Paşnav: Ümran Balkan
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 23.09.1988/Wan
Navê Dayikê: Zahide
Navê Bav: Seyfettin
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2006/Wan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Sibata 2012’an li Çelê
Hevala Viyan a di sala 1988’an de li Wanê tê cîhanê û lêmezin dibe û piştî salên 2000’an têkoşîna me dinase, bi awayekî çalak di xebatên Komaleyên Ciwanan de kar dike, girêdaniyekî nêzîkî bi têkoşîna ya azadiyê ve dide çêkirin. Hevala Viyan di salên 2003’an de dijmin armanc dikir ku tevgera me ‘bi komploya navnetewî re destpêkirî’ bide tasfiyekirin, ji bona ku têkoşîneke hîn bihêztir di nava xebatên ciwan de bide meşandin, bi biryardariyeke hemû hebûna xwe ve xwe tevlî dike. Hevala Viyan bi meşandina gelek xebatan re têkoşînê hîn baştirîn dinase û bersivên ku dixwaze ji lêgerînên xwe re bibîne, biryarbûyîneke bihêz dijî û di salên 2006’an de weke gerîlayekê di çiyayên azad de têkoşîna xwe dide berdewamkirin.
Têkoşîna di dilê rêhevalên wê de… Sekin û qonaxan nizane
Rastiya Hevala Viyan hinekî bal dikişand. Sakna jiyaneke ya ku em fêr nebûbûn li gel wê hebû. Ne jiyaneke ji rêzê, normal û vebestî bû. Hêviya wê, armanca wê, xeyaleke wê ya bihêz û di çavên wê de cîhaneke wê ya hindurîn heyî dida diyarkirin. Mirovên wiha dîtin pir bi zor e. Dema ku em dibînin jî em bi awayê ecêb mayî lêdimeyzînin. Ger hêza fêmkirina me ya mirovan tine be, dibe ku di fêmkirina hevaleke wiha de jî hinek zoriyan jiyan bikin. Ji rêzê, tebatî mirovekî nepêşketî be, ew jineke wisa bû ku mirov bi hêsanî nedikarî wê fêm bike. Bi çavên wê meyzandina li cîhanê û mirov, divê mirov di wê hêzê de be ku bikaribe nakokiyên wê jiyan dikir bide çareserkirin, kêrhatineke ya fêmkirineke girîng dixwest û her wiha pêwîst bû ku tu bi mirovbûyînê re têkildar bî. Nexwe ne gengaz bû ku mirov avaniya wê bixe nava dest û lepan, ji wê re hêzê bibîne û asteng bike. Helbet zorî jiyan dikir, lê wê rexmî bi her tiştî astengî nasnedikir û wêrek bû.
Di rastiyê de rêhevalên me xwediya kesayetiyên wiha ne fêrbûyînên me yên asayî di derbarê naskirin û fêmkirina mirovan de didin derbaskirin. Tiştên ku em fêrbûne û dikarin wateyê bidinê jî ger di maneya xwe ya rastîn de ne nêzîkî rastiya Rêbertî û asta dahûrandinên wî de bin, wê me bide zorkirin. Helbet ev yek jî bêhêzbûyîna me derdixîne holê. Ji bona mirov hevala Viyan fêm bike, pêwîst e ku mirov bi hêz be. Helbet mirov bi têgînekî pasîf û meyzandineke klasîk ve lêbinêre, ne gengaz e ku mirov hevala Viyan û hevalên ku mîna hevala Viyan in fêm bike. Ji ber ku ew xwediyên zekayeke harîkulade ne. Hevala Viyan, beriya her tiştî xweşikbûneke berxwedêr, jidil, xwerû, harîkulade ku ji hemû wîjdanên perîtîne re bûye rêhevaleke wêrek a sekin û ti qonaxan nas nake.
Hevala Viyan, ji rêhevaleke me re digot; “Ji her tiştên sexte yên heyî, jê dûr bisekine. Gelek tiştên heyî yên sexte cazibin, lê belê di bingehê xwe de rengê wî şêlo ye û bêhna wê jî ji Gola Lut necewaztir e. Divê ez şer bikim. Ewqas nirxên me hene, ez ê hewl bidim da ku ez layîqî wan bibim.” Bi taybetî jî wê vê yekê di cîhana jinê de pir lêdigeriya, dixwest jiyan bike û bide jiyankirin.
Weke jinekê cîhaneke wê ya pir ji hestan dagirtî hebû. Hevala Viyan çiqas zekî bû, bi qasî wê jî pir bi alî bû, baldariya wê ya ser jiyanê, bi hezkirineke xwerû ve nêz dibû û rêhevaleke me ya jinek hestên wê pir bi hêz bû. Her ku ezmûn û danahevên wê di nava jiyana gerîla de pêşdiket, kûrbûyîna wê zêdetir dibû, aliyên wê yên zekî, rêxistvan, ber dayîn, înîsiyatîfbûyînê hîn bi awayeke diyarker derdiketin holê. Wê xwe pêşxist û karî xwe bide pêşxistin. Hevala Viyan hevaleke wisa bû ku di meşa çûyîna ser zoriyan de bê tirs bû. Bê bêtirsbûyîna xwe ve bi qasî ku tirs bida recifandin; bi firtoneyî bû, bi bawer bû, bi biryardar bû, devjêbernedida, sekin nedipejirand, zelal bû û rêhevaleke me ya jina ciwan heta dawiyê bi jiyana rêxistinê ve girêdayî bû.
Wê bîranîna wan rêya me bide ronahî kirin.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê