Sedsala 21’emîn, sedsalekî ku bikaribe ji bo gelan û jinan dînamîkên nû yên civakî derbixe holê ye. Mirovahî bi pirsgirêkên mezin ên pergala baviksalarî yê hiyerarşî sedsalan bi xwe re aniye re rû bi rû ye. Pergala baviksalarî yê hiyerarşî her çiqas ji dîrokê heya roja me ji hêla civakan û gelan ve nehatibe qebûlkirin û li hemberî vê serî rakirin çêbûbe jî; têkoşîna hatiye meşandin bi hemu awayê ji bo sekinandin û paş de kişandina pergala heyî têr nekiriye.
Em dizanin ku di bingeha çavkaniya hemu pirsgirêkên îro em pê re rû bi rû dimînin de, pirsgirêk û ferasetên vê pergalê heye. Ev feraset bi sedsalan her ku çuye veguheriye pirsgirêkên girseyî. Adeta veguheriye merheleya ku bikaribe dawiya mirovahiyê û dinê bîne. Pirsgirêkên ku ji ber pêşketina endustriyalîzm ê ne ekolojîk derketine holê, qirêjiya hewa, ji ber avêtiyan qirêjbûna behr û çeman, di encamê çekên nukleer de xaza ku derdikeve holê, weke enerjî şixulandina santralên hîdro-elektrîk û fosîlan, avakirina berhemên bi genetîka wan hatiye lîstin û hwd gelek rewşên ku mirov dikare bi rêz bike, vê rewşê amade dike. Bi gotinên ‘serdema teknîkê’ mirovan ji avakirinê qûtkirin û li şûna wan robotan bi cihkirin, bi genetîka nebatan lîstin, ji bo hîn bêhtir berhem were girtin di baneyên ajelan de bi rêya teknîkê pêşxistina pratîkên digehîje îşkenceyan, li ser gelek ajel û nebatan pêşxistina ceribandinên kîmyevî, li ser navê hilberiyê ewqas xerakirina xwezayê, ev hemu bi destê însanan amadekirina dawiya xwe ye.
Divê neyê jibîrkirin ku, xelekên xwezayê bi evrîma bi milyonan salan ava bûye. Rûxandinên ku bi giştî pênç hezar sal û bi taybet jî di dû sed salên dawiyê de hatiye pêkanîn, qûtkirina bi hezaran xelekên evrîmê di vê dema ku hîn kintir dikare were hesibandin de pêkaniye. Di xwezayê de ev reaksiyona şikandinê destpê kiriye û ber bi pêkhatinê ve diçe. Tofanên lêhiyê, erdhêj, helandina çiyayên qeşayê, kûnbûna tebeqa ozonê, tûnebûna gelek cûreyên zindiyan, tûnebûna daristanên mezin û hwd tenê rûye tê xuyakirin ê vê şikestinê ye. Ya rastî dinê êdî îşareta S.O.S dide. Nayê zanîn ku ev şikestin dê çawa were sekinandin. Yek sedemê di vê rewşê de bûyîna dinê; birdoziya lîberal a pergala kapîtalîzmê ku bi hegemonya fikrî gelan, civakan û mirovan di bin navê bilindkirina derfetên jiyanê de dixapîne û civakê jî dixe hevparê vê sûcê ye. Hegemonya birdozî yê lîberalîzmê di encamê de desthilatdariya xwe bi her awayê pêşdixe. Civak adeta dikeve rewşa ku bikaribe bifikre.
Bi hegemonya fikra lîberalîzmê yê şaristaniyê destihaldarî-dewletê ve dixwazin pêşiya lêgerînên pêşxistina fikrên alternatîf jî bigrin. Em dizanin ku ewqas xerakirinên ku li cîhana me û li xwezayê tê jiyîn, ne di encama bêdengetiya xwezayî, bi destê hîn komên ku weke şebekeyan xwe birêxistin kirine li ser civakê tê jiyan kirin. Bê guman, dê bersivên xezayê jî li hemberî van xerakirinên bi destê însanan hatiye pêşxistin çêbibe. Ji ber ku xweza zindî ye. Sînorên hêza tehamula xwezayê jî heye. Wê di cih û demê xwe d berxwedaniya xwe jî nîşan bide. Dema cih û demê wê hat dê li hesirên çavan mêyze neke. Ji ber ku ji îxanetkirina nirxên ku ji wan re hatiye dayîn dê hemu berpirsiyar bigre. Gelo qiyamet jî wisa nehatibû pêşdîtin?
Li vê derê armanca me yekî din li ser zêdekirina senaryoyên tofanê nîne. Lê weke her endamê civakê ku divê teqez berpirsiyar be, bi berpirsiyartiyên xwe yên pêwist û ferasetên xwe yên erka polîtîk û sedemên xwe yên hebûnê, di asta qabîliyetên xwe de divê em tiştên pêwist bêjin û pêk bînin.
Di pêvajoya dawiyê de hema hema tevahî cîhan di rojevekî de kilît bûye. Bi taybet jî ev çend mehên dawiyê de bi hiceta virûsa koronayê adeta tê xwestin ku tevahî civak di bin tecrîtê de were girtin. Rojeva yekemîn a tevahî cîhanê bi mijarên ‘vîrus, ji ber vê vîrûsê çend kes jiyana xwe ji dest dane, çend kes jê bandor bûne û hwd’ û bi agahiyên statîstîkî dayînê derbas dibe. Mixabin feraseta ku vîrûsê derxistiye holê, xerabkirinên ku ev feraset ji bo mirovahiyê ava dike û wê ava bike nakeve rojevê. Li ser medyayê adeta civak bi bombebaranekî psîkolojîk ve rû bi rû tê hiştin. Gelo ev vîrus ne ji ber sedema hêrsa pêkanîna hakîmiyeta xwe yê ku vê vîrusê derxistine holê ye? Gelo ne ji ber sedema bi polîtîqayên xwe yên hegemonîk li ser xwezayê, civakê, jinan bi pêkanîna ewqas mudaxaleyê derketiye holê? Bi genetîk û hişên civakan ve tê lîstin? Divê were pirsîn ku ev pergala ewqas dibe mudaxilê her tiştê, li ku derê çavkaniya vê pirsgirêkê ye. Li şûna ku li hemberî tiştên tên jiyîn çareserî were dîtin; civak tê tecrîtkirin û bi bombebarana psîkolojîk tê xwestin ku civak were helandin. Ji bo li hemberî vê bertek û lêpirsînên civakê pêşnekeve jî, di gotin de berpirsên dewletê û saziyên wî di bin navê agahdarkirina civakê de tenê hijmarên miriyan didin, lê di mijara ‘tedbîrên çawa hat girtin’ de tû daxûyanî û îzah nayê kirin. Tedbîrên ku dewlet pêşxist çi ne? Mirovahî çima hat vê rewşê? Ev dewleta ku ewqas behsa xwe dike, kesên dewlemend û hilbijartî dixe bin parastinê de, lê kesîmên din yên civakê jî ji aboriyê bigrin heyanî xizmetên tendûristî ji her tiştê mehrum dihêle. Bac û kedên ku civak bi salan e dide, ji bo parastina hîn kesan tê cûdakirin. Ya rastî, ev rastiya ku ‘avahîbûnên ceberut yên dewletê ne li gor berjewendî û xizmeta civakê ye û tenê li ser tiştên ku ji feqîr û kedkaran didize kesên diyar diparêze’ carake din derdikeve holê. Civak bê çareserî û neçar tê hiştin. Lê dema em li rastiya dîrokî mêyze dikin, civak her tim neçar mane ku rêyên xwe yên çareseriyê ew bi xwe ava bikin. Bi taybet di vê pêvajoyê de pergala kapîtalîzmê kaos û qrîzekî cidî jiyan dike. Bi armanca dirêjkirina emrê xwe, nexweşiyên ku belav dibe yên bi vê rengê dike bela serê mirovahiyê û dixwazebi vê awayê civakê bê bandor bihêle. Di rojeva tevahî dinê de rûniştina ev vîrusa ku bûye sedema mirina ewqas însanan, di warê dem û bandora ku tê xwestin were avakirin de gelek dide fikrandin. Weke ku em di weqayên vîrusa korona ya îro hema hema li her derê dinê belav bûye de dibînin, di mijarên tenduristiya civakê de tû tedbîrên cidî yên dewletê nîne û li gel vê jî ne di xema kesîmên sermayedar de ye. Li ser qadên tenduristî ku ewqas beşekî girîng a jiyana mirovan e, bi awayê pêkanîna nêzîkatiyên berjewendîperest, ewqas bi tekelbûna sektorên dermanan rastiyên vê pergalê radixîne. Yên ku perê wan heye dê ji van derfetan sûdwerbigrin, lê yên perê wan nîne jî ji qedera xwe re tê hiştin. Yên dewlemend dê jiyan bike, lê yên ne dewlemend jî ji mirinê re tê hiştin. Mirovahî, bi pergalekî bê edalet, bê ehlaq û bê wijdan re rû bi rû ye. Ji ber vê rêxistinbûna civaka komunal, demokratîk û ekolojîk weke erkekî herî lez li ber me disekine. Ev rêxistinbûn ji aboriyê, heya tenduristiyê, perwerde, parastin û hemu qadên jiyanê divê xwe birêxistin bike û pergala xwe ava bike. Bi qasî vîrusa koronayê xwe li hemberî pergala hegemonîk a kapîtalîzmê ji bo xwe parastina gel û jinan ev rêxistinbûn şert e.
Ji ber vê, nirxandin û perspektîfên Rêber APO ya di bingehê fikra modernîteya demokrakratîk ya li hemberî modernîteya kapîtalîzmê bi armanca înşaaya pergala xwe ya civakê pêşxistiye, dibe bersiva herî girîng. Ev perpektîfa şênber a înşaya civaka nû ye. Civaka nû di serî xwe xwe ji feraseta pergala kapîtalîzmê paqij dike, bi vê re çanda jiyana di nav wekhevî û bi awayekî lihevhatî bi xwezayê re jiyankirin e. Ji bo ji nû ve pêkhatina vê lihevhatinê, divê qada aborî ji nû ve were vesazkirin. Ji bo berdariya aboriyê bi perspektîfa aborî ya ekolojîk veguhere xebatê. Di vê xalê de enerjiya alternatîf, teknolojî û zanistê li gor hêmanên ekolojîk û gelparêz pêşxistin yek ji mijarên din ê girîng e. Rîstekî azadîxwaz lîstina zanist û teknolojiyê û li ser vê bingehê ji nû de vesazkirin pêwist e. Pergala kapîtalîzmê hewil dide ku aliyên radîkal ên teknolojî û enerjiya alternatîf jî şilû bike. Dixwaze van çavkaniyan bike amûre qezenca hîn kesan. Yê ku em qala wê dikin eko-teknolojî ango enerjiyên alternatîf e. Çavkaniyên bi vê rengê, bi projeyên mezin ên tenê li cihekî dibe navend nayê bidestgirtin. Divê ji enerjiyên li gor erdnigariyê guncav, heremî û pir cûre pêk were. Ango divê teknolojî û zanist ji destê qismên elît û burokratîk were derxistin û pêşiya vana şixulandina gel were vekirin û însan û xweza ji nû ve hevdû hembêz bike. Ne li ser bingehê xeritandina hilberiyan, divê li ser bingehê bergirîkirina pêdiviyan nêzîkatî raberkirin. Ger bi baldarî lê were mêyzekirin pergalên kapîtalîzmê giranî didin hilberiyên ji pêdiviyên mirov û civakan zêdetir bi vê awayê hîn bêhtir bidestxistina desketiyê dike armanc; li aliyê din de jî teşwîq dike ku gel û civak ji pêdîviyên xwe zêdetir bikire. Bi vê awayê qasî ku bi nirxên etîk ê civakê re diliyze, yozbûnê, çavbirçîbûnê û ez ezîtiyê pêş dixe. Ji bo firotina zêde li ser reklaman hîn bêhtir dike rewşekî cazîp, her roj civak bi bombebarana zihnî û dîtbarî ve rû bi rû tê hiştin.
Di roja me ya îro de yek ji pirsgirêkên sereke yên bingehîn tên jiyîn jî birçîbûn, xwedî bûna xirab û nebaş e. Ji ferasta pergala kapîtalîzmê yê ‘hîn bêhtir qezenc’ ji ber zibilên kîmyevî û dermanên ku li ser axê tên şixulandin, xwezaya axê xirab bûye û cûrebûna biyolojîk kêm bûye. Ji aliyê din ve, gûhartina xwezaya tovan ji demê xwe zûtir avakirina fêkî û şînkatiyan, tenduristiya ajel û mirovan xirab dike û rê li ber nexweşiyan vedike. Ev xebatê xirabkirina xwezaya tovan ku jê re biyo-teknolojî tê gotin, bi xwe re qeyranên mezin jî tîne û li ser mirovan xirabbûnên mezin ava dike. Şîrketên xiza yên biyo-teknolojî di destê hîn sektoran de heye. Bi vê awayê di qada xizayê de jî yek çandî tê ferzkirin, cotkariya lebatî (organîk) û heremî jî tê tunekirin. Cotkariya lebatî, tê wateya ji bo jiyanek bi tendurist avakirina xwarinên xwezayî. Ango cotkariya ku beyî zibilê çêkirî û dermanên cotkariyê tê kirin e. Di her bihistekî axê de, bi milyonan organîzmayên zindiyan jiyan dike. Ji ber vê, ax bi xwe hebûnekî zindî ye. Zibilên kîmyevî û dermanên kêzikan ji bo axê weke maddeya narkotîk e. Dermanên kîmyevî yên cotkarî û zibilên hatiye çêkirin ku ji şerê cîhanê yê dûyemîn şûnde tê şixulandin, xwezaya axê xirab kiriye, hêza şilbûna axê kêm kiriye. Lê beriya cotkariya endustriyalîzmê cotkaran bi sedan salan cotkariya ekolojîk pêkanîne. Bêyî ku derman bavêjin axê, her sal bi xwedî kirina berhemekî din xwezaya axê her tim parastine. Îro jî, li dijî cotkariya endustriyalîzmê tenê bi cotkariya xwezayî hemu pêdiviyên cîhanê pêkanîn gengaz e. Bes bila ji axê re şansekî nû were dayîn. Ax dikare xwe ji nû ve nû bike, mîkroorganîzmayên ku axê berdane dikare ji nû ve çêbibe. Em dikarin axê ji girêdanbûna van madeyan xilas bikin. Pêşeroja me di cotkariya xwezayî de ye. Xwarinên ku xwezaya wan hatiye guhartin kêmbûna pîvanên ehlaqî jî destnîşan dike. Li şûna cotgehên mezin cotgehên biçûk rêbazê herî baş yê cotkariya ekolojîk e.
Di roja me de pergala kapîtalîzmê xwezayê, veguheriye cenewarekî ku tovê ango hemu zindiyan tûne dike. Bi avabûna pergala baviksalarî yê hîyerarşîk ve civak ji rêya xwe derketine, ji tarzê jiyana xwezayî hatine dûxistin û ji nirxên xwe hatine qûtkirin. Ji ber vê, li dijî vê rastiya ku pergala hiyerarşîk ê baviksalarî avakiriye, tevgerên xwezaperest, femînîst, ekolojîk û civakî heya ku têkoşîna xwe hevpar nemeşîne dê bi parçe bimîne û dê nikaribe li hemberî vê pergala ku bi her awayê xwe birêxistin kiriye xwe biparêze. Têkoşîna li dijî pergala kapîtalîzmê de dema hîn mafên takekesî û civakî werin bidestxistin di berdewamiya têkoşînê de bi israrbûn û teqez berdewamiya wê anîn pêwist dike. Ger ev nebe, mafên hatine bidestxistin dê ji nû ve werin girtin. Divê tevgerên xwezaperest û ekolojîk di hemu qadên civakê de nêzîkatiyên radîkal raber bikin. Zanebûnek civakî ya dûrî zanebûna ekolojîk, dê bibe zanebûnekî çewt û di encam de wê bibe yozbûna civakê. Ji ber vê em dibêjin zanebûna ekolojîk, yek ji zanebûnên bigehîn ên birdozî ye. Ji bo xilasiya ji vê aloziya ku pergal daye avakirin pêk were, di serî de jin divê weke di civaka neolîtîkê de rol lîstine ji bo parastina nirxên mirovahî û xwezayê, hîn bêhtir birêxistinkirî û zanistî têkoşîna xwe bilind bikin û vê pêvajoyê veguherînin pêvajoya hesab girtina ji feraseta baviksalarî yê hiyerarşîk. Sedsala 21’emîn di wateya rast de tam dema veguhartina sedsala jinan û gelan e.
Mîzgîn AMED