Vîna Berxwedaniya Dîrokî Dide

0Shares

Nasnav: Viyan Dîrok
Nav û Paşnav: Asuman Mucel
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1991/Amed-Sîlwan
Navê Dayikê: Kudret
Navê Bav: Medeni
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2009/Amed
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Adara 2012’an li Hîzan-Xerzan

Ji Bo Bîranîna Rêhevala Viyan Dîrok (Asuman Mucel)

 Rêheval Viyan di sala 1991’an li Farqînê çavên xwe ji jiyanê re dide vekirin û ew ji malbeteke welatparêz e. Ji aliyê xizmên wê ve, wê tînin gel gerîlayên li Eyaleta Amedê. Wê xwe nas kiriye heta tevlî dibe, li nava malbateke têkoşîna PKK’ê û gerîlayan çi kar kirine jiyan kiriye. Ew di rastiyê de neçûye cihekî din, ew tarzê jiyana li nava malbatê girtiye, tenê qada têkoşîna xwe daye guhertin. Di rastiyê de weke vesazbûyînekê ye. Tevlîbûneke di wî tarzî de ye û hiştiye ku hevala Viyan her tim di rewşeke ya pêşeng de cih bigire. Bêguman ev gava wê ji pêşketina welatparêziya jina Kurd re bandor û alîkariyeke mezin dide raberkirin.

Ew li herêma başûrê Muşê ya girêdayî Eyaleta Xerzanê dest bi destpêka pratîka xwe ya gerîlatiyê dike. Ji ber ku ew gelek ji rêhevala Viyan Soran bandor dibe, navê wê li xwe dike. Ev yek dibe nîşaneya wê ya biryardariya mîlîtantiyê dide raberkirin. Ev yek, nîşaneya girêdana vîna berxwedaniya dîrokî dide raberkirin. Ew xelekek a li ser kevneşopiya PKK’ê nû hatiyî zêdekirine. Ew rastiya jina ku Reber Apo ji nû ve dayî vejînkirin û dewama giyana wê ya azadîxwaz e.

Piştî demekê ew li qada Dorşîn dimîne û pêde, di sala 2010’an de derbasî qada Tetwanê dibe. Di wê demê de ji bona wê demê hinek tişt ji wê re rast nayên û li hember vê yekê helwest nîşan dide. Ew helwesta ku li hemberî şaşitiyan dide pêşxistin, radîkal û hişk e. Qet ti xem, berjewendî û armanca takekesî nade ber çavan. Hinek kêmanî wê zerarê bidin rêxistinê dizane, tenê ewqas e. Diçe ser wan kêmaniyan. Raporan dinivîse û rêxistinê agahdar dike. Berteka xwe “Bi rastî, ez ti wateyê nadim ji hinek kêmasî û nebesiyan re û ez ê nedim jî” bi wî awayî tîne ziman. Tişta ku li pey dikeve jiyana bi wate ye û rêhevaltiya bi wate ye.

Rêhevala Viyan bê ku zoriyan li ber çavan bigire, destpêkê pir bi qada Dorşînê ve tê girêdan. Ji wir qutbûyînê pir zorî dikişine. Ya herî balkêş e di qada Tetwanê de jî heman rewş berdewam dike. Vê carê jî di kesayetiya Hozan Mizgîn de ji qada Tetwanê hez dike û bi wê qadê ve tê girêdan. Tevlî pêvajoya pratîka vê qadê dibe û mafê wê jî dide. Bîranîneke xwe ya wê pêvajoyê wiha dibêje; “Rojekê em çûn gundekî. Dema ku em di sala 2008’an de diçûn Amedê di rê de li Mutkî di pevçûna derketî de rêhevala Şîlan li gundê xwe şehîd ketibû. Me di derengiya şevê de li deriyê malekî xist. Ji xwe li gund yek-du mal hebûn. Yek ji wan mamê rêhevala Şîlan bû. Wî derî ji me re vekir. Mamekî pîr bû. Dema wî em dîtin got ‘Vaye Mizgînên min hatin’ çiqasî coşeke mezin dijî, bi vî awayî nîşanî me dabû.”

Hevala Viyan çi jin be, çi jî xort be bi her kesan re têkiliyên wê bi heman bû. Wê ti kes nedişkand. Xeyalên wê yên pir mezin hebûn. Xewnek xwe di rojnivîsa xwe de dinivîse. Rêhevalên wê piştî ew şehîd dikeve dixwînin. Wiha dibêje; “Min di xewna xwe de Rêbertî dît. Em li Amedê bûn. Em bi maşîneyê li cihekî mîna parkê 3-4 dor avêt. Min carekê lê meyzand dema xwe xelas dibe. Min di hindurê xwe de dixwest bi qasî dorekî din jî bavêjim derbas dibû. Min ev yek pir dixwest. Min ji ajokar re got nesekine. Bi vî awayî daxwaza min pêkhat.”

Xala rêhevala Viyan herî zêdetir li ser diponije Têkoşîna Azadiya Jinê bixwe ye. Hîn beriya wê mîna ku min dayî diyarkirin, heta ji destê wê dihat firset nedida ji neyîniyan re. Ev qad ji bona wê dibû qada şerê herî dijwar, pîvanên partiyê jî dibû çekên wê yên parastina herî bihêz. Lêgera wê ya bi watedarî, wê dibe ber bi diyardeyên mîna welat, girêdayîna bi xakê ve û welatparêziyê. Şerê ku dida di vî bingehî de bû. Hewldanên wê yên siyasîbûnê xizmetê ji vê yekê re dikirin. Gihabûna wê ya di encama van lêgerînan de xwe di çavên wê de dida dest.

Ji bona neyîniyên berê li herêma Xerzanê hatine jiyankirin, bên derbaskirin, ev yek encax bi vîna jinê ve hêza xwe ya şer derbixîne holê û bi wî awayî dikarî bide derbaskirin. Gelek pirsgirêk çavkaniya xwe ji vir digirtin. Bi vê armancê di bin fermandariya rêheval Arjîn de, 15 rêhevalên jin, li Hîzanê di Qada Şêx Cuma de wargehekî zivistanê ya xweser hat avakirin. Di encama îxaneta hêzên komploger ên karbidest de, cihê vê wargehê tê deşîfrekirin û di dawiya meha Adarê de digirin ser. Di pevçûna derketî de bi rojan berdewam kir. Me 15 rêhevalên xwe yên jin ku binirx piştî berxwedaniyeke destanî winda kirin. Di nava wan de Viyan Dîrok jî hebû. Wê jî ji derveyî teslîmbûyîne bi her awayê berxwedaniyê kir û pêde, ew jî ket ser rêwiya ya bêdawî bûnê.

Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê

 

Attachment