Veqetîn…

0Shares

Şehîd Şevîn Murat Bîngol
Kesî/a ku êşa veqetînê jiyan nekiriye ma heye? Êşên her veqetîn û her qutbûnê ji hevdû cuda nin. Carina êşa veqetînê mirovan ker û lal dike, carina di dilê mirovan de weke ku erdhejek bê jiyandin dil û mejî dihejîne, carina weke ku mirov xewn bibîne û di bin bandora wê xewê de bimîne û wê xewnê qebûl neke, carina mirov bi dengek bilind heya ji dest wê/î tê qîr dike, carina jî ji dil de ew êş dimîne û bi hêviya careke din hevalê/a xwe dîtinê birîna dilê xwe dipêçe.

Li çiyayên Kurdistanê di nava rêfên gerîlla de pir caran gerîla ji bo ku biçin çiyayên cuda têkoşînê bidin meşandin ji hevdû qut dibin, her veqetîn di aliyek de kêfxweşî di aliyê din de jî êş bi xwe re tîne. Kêfxweşiya veqetînê; gerîllayên ku diçin cih û warên cuda bi coş û bi moralek mezin bi armancên hîn mezintir berê xwe didin şîverêyan û ji bo serkeftinê. Êşa vegetînê jî; her gerîlayek di çiyayek cuda de di nava şereke cuda de cihê xwe digirin, ew careke din hevdû bibînin an na? An jî piştî çend salên din û li ser kîjan şîverêyan, li kîjan herêmê de hevdû bibînin? Di heman heval gelo dîsa li gel hev kom bibin?…
Êşa Veqetînê pir caran dilê mirovan disotîne, ji ber ku tu tişt li ser hezkirina rêvaltiyê nîne û encax gerîla ev hest fêm bikin û wateyê bidin ev hestê. Dayik hestên dayiktiyê, bav yê bavtiyê, bira yê biratiyê, xwişk ya xwişkîtiyê dizanin û hima bêje civak hemû jî van hestan jiyan kirine û dikin jî. Lê, hestên rêhevatiya gerîla encax gerîla bizanibe! Veqetîna ji hevdû jî encax ew bizanibin…
Gerîla tu caran fêrî hesreta hevdû nabin, ji ber ku ew di her kêliya jiyana xwe de hevdû his dikin û li ser şîverêyan rastî hevdû tên û bîranînên xwe yên hev tînin bîra xwe û bi hev re parve dikin. Hesret û êşa veqetîna ji hevalên xwe di dilê xwe de her tim bi hêvî û serkeftinê dadigirin. Ew bi hêviya serkeftinê hesret û êşa veqetîna ji hevalên xwe di dil de ji bo jiyanek hevpar û azad dikin barê xwe yên sereke.  Ew tu caran fêrî veqetînê nebûn û nabin jî, lê ew wateya veqetînê jî ji dil de his dikin û dizanin…

Attachment