Ji Pirtûka Jina Azad
Li Tirkiyê piştî salên 1980’an nêrîna siyasî ya di eksena ol de pêşket, jinên di vê eniyê de jî bandor kirin û di wateyekekê de rêxistinbûnên cemaetê bi vê rêyê jî hatin xurtkirin.
Tiştên ku Gonca Kûrîş jiya, ku jineke misliman a zane bû, ji bo nêzîkatiya beşên Îslamger derxîne holê tabloyeke girîng e. Di civînekê de Kûrîş dibêje ku “Ez ji xanimên Îlahiyatger rîca dikim, meala Qûranê bixwe binivîsin. Ji ber heya niha her zilaman, li gor feraseta xwe nivîsîne.”Piştî demekê ji hêla medyayê ve wê dixin rewşeke sansasyonel.Jixwe zêde dirêj nake, ji hêlê rixêstineke Îslamî ve tê revandin û kuştin.Dema rojnameyên Îslamî behsa wê dikin dibêjin “femînîst”.Kesekê ji wê re nabêje “femînîsta Îslamî”.Ya herî balkêş jî jinên ku xwe wek femînîstên Misliman binav dikin nekarîn bibînin ku têkîliya vê kuştinê bi desthilatdarî û têgihîştina olî re heye. Ev bûyer bi aliyê rant û piyasaya pere ya tarî ve dane girêdan.
Di derbarê vê mijarê de mînak pir in. Lê hewce nake azadiya jinên di cîhana misliman de bi van mînakan were tengavkirin. Ya esas, jinên Misliman bi parastina baweriyên xwe, ji bo rojanekirina îslamê di nav hewldanên xurt de ne. Tehlîlên Rêbertiya me di mijarên îlahiyat, ol û bawerî de di rojanekirina Îslamê bi taybet jî di civakên Rojhilata Navîn de wê pêşkeftinên girîng bi xwe re bîne. Lê ji bo ev pêkan bibe pêdivî heye jinên Misliman wekhevî û azadiya jinê tenê di nav sînorên heyî yên mal, mizgeft, cemaet an jî di şêwazê îbadetê de nebînin, vê derbas bikin. Di vê wateyê de hewldanên jinên Misliman dê di avakirina yekîtiya jinên Rojhilata Navîn de bibe xwedî pêngaveke girîng.
Nêzîkatiya Psîkanalîst
Ev nêzîkatî dide diyarkirin ku hemû jin ji zilaman cuda ne, di kêleka vê de hemû jin xwedî taybetmendiyên hevbeş in. Di nêzîkatiya psîkanalîst a mijara jinê de cudahiyên di navbera çîn, çand, civak, ezmûnên jiyanê, hest, pêşdarizî û psîkolojiyên cihê yên jinan nayê pêşçavgirtin.
Pro Femînîzm
Têgeha pro femînîzm ku di kongreya femînîzmê ya di sala 1996’an de hate qebûlkirin, di wateya ‘femînîzma yên ne jin’ de ye. Ji bo piştgîriya femînîzmê tê bikaranîn. Pro femînîst dibêjin “Ger em dixwazin desthilatdariya zilam rabe, wek zilam divê em bigihîjin têgihîştina desthilatdariyê û di têkîliyên rojane de zayendîtiya civakî ji faktora cihêtiyê derxin.”Di nav pro femînîstan de zilamên çepgir û hinek jî hevezayend (homoseksuel) hene.
Femînîzm ruxmî van formên xwe û cihêtiya nifşan jî di nav demeke dîrokî de pir ekolên femînîst bi hev re hebûn. Li ser rexneya yên beriya xwe an jî yên din pêşketin, ji ber tinekirina ya beriya xwe nabe, ev pêkhat. Femînîzm ji sedsala 19’an ve bi awayeke sîstematîk wek teoriyekê xwe belav kir. Parelelê pêvajoya ku têkoşîna şoreşan di avabûna netewan de rol girt û destpêkirina daneheva (birikim) kapîtalîst, li welatên Ewrûpayê belav bû. Ji ber di cihê ne olî de pêşket, hîna xwezayîtir belav bû. Lê nikare were gotin şertûmercên alternatîfê pergala zilamsalar hatin avakirin. Di esas de ev rewş bi derneketina jinê ji bin tehekuma zilam ve di wateya aborî û civakî de girêdayî ye. Li gor Mary Daly “Pêşketina xwîşkîniyê ji ber li modela civakî û zihnî ya tehekum û hiyerarşiyê êrîş dike, metirsiyeke cidî ye.” ev gotin jî li Rojava di avabûna ruheke hevbeş a jinê bandora têgeha xwîşkîniyê diyar dike.
Îtîfaqa femînîstan a bi bizavên dij-koletî û muxalîfên pergalê, di destpêkê de ji têgehê re bandora çep dabe çêkirin jî, bi sazîbûnê re û girêdayî şertan asteke nû hate qezenckirin. Jinên reşik nêrîn û lêpirsîneke nû tevlî femînîzmê kirin, di bidestgirtina zext û netewperestiyê de asoyeke cuda vekirin. Wiha jî nîqaşên akademîk aliyên cuda li xwe girtin. Bi pêşkeftina lêkolîna femînîst re, di zanistan de nêrîna veşartî ya zilam û korbûna zayendî hate jêrpirskirin. Hewl hate dayîn bi nêrîna jinê li zanistê binêrin, rexne bikin û nêrîna yek-alî di eksena zilam de derbas bikin.
Ji hêla jinên cîhanê hîna jî femînîzm wek têgeheke rojavayî tê dîtin.Ev çavkaniya xwe ji nêzîkatiya teorîk û kiryarên pratîk digre. Femînîstên welatên rojavayî li beramberî perçiqandina jinên netewên bindest bertek nîşan nadin û di vê rewşê de rexne li wan tê ku ji mêtingeriyê par digrin. Hîna têgehek ku kêmpêşketina jinê di tevahiya cîhanê de eşkere bike pêşneketiye.Ji vegotina pirsgirêka jinên Rojhilat û cîhana sêyemîn dûr in.
Dîrokzanên femînîst ji salên 1980’an pêve dest bi şixulandina têgeha zayendparêziya civakî kirin. Ji bo fêmkirina pêvajoya dîrokî, destnîşan dikin ku pêdivî heye diyarkeriya têkîliyên tehekumê di navbera zayendan û cihêtiya zayendperestiya civakî fêm bibe, bi vî awayî wê dîrok li ser bingeheke rast rûnê.Ji ber zayendperestiya civakî di avabûna civakê de bi pêşxistina têkîliyên desthilatdar û sererastkirina wê, bi çalekî rol dileyîze.
Pirsgirêkên Rojane yên Femînîzmê û Rêyên Çareseriyê
Nêrîna xurt a analîtîk ji xwezayê re ku pêvajoya Ronakbîriyê di zihnê însan de afirand û pêngavên di rêya serwerbûna mêjî li ser xwezayê, rê li ber şoreşa teknîkê vekir. Wê jî hîna bêtir qadên xebatê berfirehtir kir, hejmareke bêtir însan ber bi qada gelemperî ve kanalîze bûn û vê jî di rizgariya ji tarîtiya wê demê de derî vekir.Bi vê re ji hêlekê ve têkîlî hîna tevlihevtir bûn, ji aliyê din de jî bi xwe re rewşeke kaos jî anî. Lêpirsîna ku vê di civatan de pêşxist bi şêwazê sererastkirina têkîliyên tevlihev bû, femînîzm jî di nav sînorên lîberalîzmê de bi armanca pêşxistina rêgezên biratî, wekhevî û azadiyê ya vê pergalê wek aliyê jin pêşket. Pêkhateya nêrane ya pergalê, ji hêla jina ku zanedibû dijbertîbi xwe re anî û bû sedem ber bi daxwaziya mafê xwe ve biçe. Femînîzm bi têkoşînên civakî re rola ku leyîst di nifşê şoreşan de cihê xwe yê dîrokî girt. Heke armanca femînîzmê pêşxistina têgihîştina pirsgirêkê be, ev heya astekê pêk hat. Lê belê di asta hemû cîhanê de bi nirxandina şertên heyî yên jinan di derbarê asta pirsgirêka wê de zanebûn nehatiye pêşxistin. Di vê mijarê de, yê ku pirsgirêk ferq kir û bi tirsa wendakirina pozîsyona heyî ji bo domdariya pergala ku avakiriye hertim di nav şer de ye zilam e û ji dema ku ev ferq kir kete nav hewldana astengkirina vê. Ev rewş ji bo têgihîştina pirsgirêkê hewldaneke xweser, programek ku înşakirina ya rast û nû dike armanc û awayên têkoşîna ku vê pêk bîne hewce dikin.
Ji bo domdarî û hebûna femînîzmê pêwîstî heye ku bikaribe çalak û werguherîner be, ji perçiqandina jinê re çareseriyên kûr pêş bixîne, vê bi awayê polîtîk îfade bike û çalekiya wê pêşbixîne, pêşkeftinên xwe jî derbasî civakê bike.
Ji ber ku bi heman rêbaz, şêwe û astê de nebe jî hemû jin têne perçiqandin, hemû jin wek nîjad-çîneke bindest ji hêla pergala serdest a zilam ve têne mêtingehkirin, hin jinan dixin karakterê zilam û dikin parçeyeke girîng a pergalê, hemû enerjiya jinê, keda wê di saziyên desthilatdar ên tehekumkar de têne helandin, dixin rewşa ku bikeve jêr xîzmeta serdestiya nêr. Ev qatmerbûna mêtingeriyê ye. Tehlîlên teoriya femînîst û asta têgihandina pirsgirêkê ger ji bo fêmkirina mêtingeriya qatmer, pêşxistina sekna dijber û jiholêrakirina wê de be wê watedar bibe. Betalkirina têkîliyên tehekumê û saziyên girêdayî wê û werguhertina wan ji erkên femînîzmê ye û di vê mijarê de bizavên femînîst hîna pir li paş in. Di nav vê seyrê de zanistîbûna tehlîlên ku femînîzmê pêşxistine û wê pêşbixîne ji hêla rastî û pêşeroja têkoşîna bizavê pir girîng in.Bilvêkirina desthilatdariya jinê gotineke ne di cih de ye. Armanca têkoşîna azadiya jinê bi ti awayî ne avakirina desthilatdariyekî di destê jinan de ye. Wek jin hatina jinê ji bo filitîn ji hiyerarşiyê, arisîn bi zekaya hestyar, bişefqet û xweşbînîbûnê têr nake. Heke ji vê pencereyê li pirsgirêkê mêze bikin tê wateya pirsgirêkê bi biyolojiyê ve girê didin û werguhertina zilam a di vê mijarê de red dikin.Azadiya zayendperestiya civakî tê wateya astengkirina teşegirtina karakterê nasnameya zayendî ku ji dema zayînê li ferd swar dikin, rizgarkirina ferd ji nêrîna çînayetî ya bindest-serdest, jorîn-jêrîn, tam-kêm. Hewce dike ev mijar bi awayê zanistî were bidestgirtin û vegotina wê ya teorîk li gor vê were tercîhkirin.
Jinên ku femînîzmê wek nasname ji xwe re hilbijartine, piranî li kêleka femînîzmê nasnameyek din tînin ziman. Wek femînîzma Îslamî, femînîzma radîkal an jî eko-femînîzm. Gotina femînîzma sosyalîst nêrîna jinên ku îdeolojiya sosyalîst dipejirin û wek nasname dihesibînin nîşan dide û cîhaneke sosyalîst hedef dike.Femînîzma anarko jinên ku nasnameya anarşîzmê hilbijartine û dijbertiya desthilatdariya nêr a heyî dikin îfade dike, cîhaneke anarşîst pêşdibînin.Di vê wateyê de femînîzm ku parçeyeke bitûniya ku nasnameyekê pêk tîne îfade dike, bi tena serê xwe nasnameyek nîne. Îdeolojî ji kesên ku ew pejirandine re dibe nasname.Lewma femînîzm bi tena serê xwe nabe nasname. Her ekola femînîst xwe li ser nasnameyeke îdeolojîk a cihê binavkiriye, ev xistiye bingeha nasnameya xwe. Ji bo jineke ku xwe wek femînîsta Îslamî binav dike nasnameya sereke Îslam e. Ger hewce bike ji van yekê hilbijêre bêguman dê Îslamiyetê hilbijêre. Ev rewş li ser femînîzmê lêpirsînekê tîne.Gelo ji ber ku nikare utopia cîhaneke azad, adil, wekhev, aştiyane ku hemû cewaziyan berçav bigre pêşwazî bike ev nêzîkatî derdikeve?Rêbertiya me dide xuyakirin ku “Sosyalîzm amûrên sosyalîst hewce dibîne.Ew jî ji serî heya dawî mekanîzmeya demokrasî, bizavên hawîrdorparêz, bizavên jinê, saziyên mafê mirovan û parastina cewherî ya civakê ne”. Bi vê nirxandinê re jî diyar dike ku bizava jinê bi hevbirên (birleşen) din re nasnameya sosyalîst pêk tîne. Îdeolojî têgehekî razber (soyut) a felsefî û sosyolojîk nîne. Tehlîleke dîrokî û anlalîzekî xurt a paşerojê ji bo destpêkirinê şert e. Şertê duyem jî ji bo çareseriya pirsgirêkê pêşxistina îfadeyeke programî ye. Bi vê re wê taboloya ku awayê jiyana pêşerojê pêş dibîne resim bike.Pêşxistina nêrîneke rexneker, şîrovekirina vê di çarçoveya pencereya xwe de têr nake. Bi qasî ya heyî tê hilweşandin, ya nû çiye, çawa û bi di çarçoveya kîjan programê de dikarin bigihîjin, dê kîjan amûr werin bikaranîn, divê ev zelal bibin. Di vê wateyê de nasnameya îdeolojîk dê takekesan di têkoşînê de wek demkin û demdirêj birêxistin bike.Em dibînin ku di femînîzmê de modelên çareseriyê bi awayê bername nayên bidestgirtin û xwe bi nasnameyên îdeolojîk yên cuda ve îfadekirin berdewam dike.Ev jî dibe asteng ku bi nêrîneke jîneolojîk li cîhanê temaşe bike û li gor vê jî bibe xwedî têkoşînê.