Vekolîna Ekolên Femînîst 2
Ji Pirtûka Jina Azad
Femînîzma Lîberal
Li gor felsefeya rasyonalîzmê (aqilane) ku di serdema Ronîbûnê li Fransayê pêşket her tiştê ayîdê raya giştî be rasyonal e û ayîdê zilam e, qada taybet jî îrrasyonel (dûrî aqil), qada exlaq û hisîtiyê ye ango qada jinê ye.
Cihêtiya însan ew e ku di xwezayê de yekane hebûna biaqil e û di lêgera mukemelbûnê de ye. Nirxên etîk li derveyî vî mêjî tê dîtin. Di vir de jin ji ber hestyarî û nêzbûn ji xwezayê re, derveyî rasyonalîteyê tê girtin û peyva însan ji bo vegotina zilam bikar tê. Di pêşketinên vê pêvajoyê de bandora mêjiyê analîtîk û fîzîka mekanîkê ku gihiştiye lûtkeyê diyarker e. Ronîbûn bi lêpirsîna hemû qalibên hizrî yên wê demê destpê kir, di cewher de dixwest hemû formên hizrî yên ayîdê serdema navîn derbas bike, bigihîje zanistekê ku ji civaka nû ya şareza re bibe zemînê ramanê. Bi îcadên çêdibin û ravekirina sîstemtîk a qanûnên mekanîk re, tê îdeakirin hemû remzên veşartî yên xwezayê çareser kirine û serweriya li ser xwezayê digihîje lûtkeyê. Hemû tiştên di gerdûnê de li gor van qanûnan dimeşin, însan jî parçeyekî vê ye! Di van qanûnan de ji nirxên etîk re cih tine ye, hertişt di çarçoveyeke rasyonel tê bidestgirtin. Yên derveyî vê jî tine têne hesibandin. Ev pêvajo rastî pêvejoya bilindbûna têgihîştina netewî tê. Parêzvanên mafên jinê li ser bingeha berjewendiyên netewî telebên xwe pêşkêş dikin. Di pêvajoya ku fîlozofan ji girseyan re durûşmeya ‘hemû însan azad hatine cîhanê’ didan pejirandin, ruxmî vê jî jêrpirskirina jiyana kolewar a jinê wêrekiyeke mezin bû.
Jinên ku di Fransayê de şoreş destpê kirin û îsbat kirin ew dikarin bi zilam re heman karî bikin, xuyakirin ku divê bibin xwedî heman mafan.
Femînîstên lîberal ku wek 1. pêl jî tên pênasekirin, mafê hilbijartin-hilbijirîn, dengdan û perwerdedîtinê anîn ziman. Bêyî ku guhertina pergalê çêbikin, di nav pergalê de pêşxistina astekê kiribûn armanc. Ji bo serxwebûna ekonomîk jin ber bi hilberînê -qada gelemperî ku zilam dike xwedî mêjî û hêz- ve teşwîq dikirin. Netew-dewleta bi karaktera bûrjûva-lîberal ku nû hatibû îlankirin, bi têkoşînên şoreşgerî cihê dewleta feodal girt.Wiha jî civak ketibe serdemeke nû jî, ji ber mafê mirov ê jinan di tarîtiya serdema borî de hişt, mafên hatin bidestxistin qezencên zilamê bûrjûva li pêşberî zilamê feodal bû. Femînîstên Lîberal bi wê bawer bûn teoriya lîberal dê wekhevî û azadiyê bîne. Xwedî li vî aliyê wê derdiketin. Lê ji hêla din ve avaniya lîberalîzmê ya ku wekheviya mirovan diparêze û newekhevîtiyên heyî dinixumîne, derdixistin holê. Wer dizanîn divê bi qada taybet re bi sînor nemînin, derkevin qada gelemperî, di qada gelemperî de wê bikarin mafên xwe bidest bixin. Femînîstên lîberal didan xuyakirin ew hewl didin wekhevîtiya şeklî bi cewher bikin. Hewl didan bi rakirina awayên nêzîkatiyên cihê ku li dijî zayendan qalib girtine, di nav avaniya heyî ya civakî de sererastkirinan çêbikin.Wiha jî ji jêr heya jorê bi zilam re xwedî heman mafan bin. Femînîstên lîberal ji bo guhertina qanûnên ku mafê perwerde, tevlîbûna wekhev di kar û meclîsê de asteng dikirin xwedî hewldan bûn. Di vê rêyê de alîgirê wekheviya jinê bi zilam re bûn. Armanca wan ew bû ku statûya civakî ya jinê xurt bikin.
Femînîstên lîberal ji jinan re li ser karê giran ê malê hemû karê giran ê zilam jî îlave kirin û ev wek nîşaneya wekhevî û qezencê bidest digirtin. Ji sosyalîzmê biyanî bûn lê ji bo bandora xwe ya polîtîk zêde bikin, telebên jinên karker jî bilêv dikirin. Piştî serdestiya lîberalîzmê qahîm bû, ji bo bidestxistina mafê perwerdeya pîşeyî (meslekî) jî hewldanên wan çêbûn. Îro pir qezencên siyasî-huqûqî berhema têkoşîna femînîstên lîberal e.
Di nav femînîstên lîberal de ku cihêtiyên çîn û zayendî piştçav dikin û bi durûşmeya wekheviyê tevdigerin, jinên ku cihêtiya ji zilam diparêzin û ji vê ekolê qut dibin femînîstên çandî tê gotin. Ev beş li ser aliyên derveyî mêjî, kolektîf û sehekî (sezgîsel) a jiyanê û qadên ku jin ji zilam cuda ne, disekinin. Didin diyarkirin ku têkîliyên malbatê bi nêrîna nêrîtî (erîl) hatiye sazkirin û jina ku dikeve bin stara (hîmaye) zilam pêşketina wê ya însanî tê astengkirin. Ji bo dawî li vê rewşê bê di jiyana malê de divê guhertinên bingehîn çêbibin.
Femînîstên lîberal bêtir ji çîna navîn û jorîn û bi jinên spî-çerm re bisînor dibin. Ev jî kêmasî ye. Femînîzma lîberal ku yekemîn têkoşîna mafpirsîna gerdûnî ye, ji tirsa wendakirinê, lêpirsîna hundirîn astengkiriye. Bi tiştên bidestxistiye xwe têr dibîne, ev jî bû sedem ew rastiya jê derketî qebûl bike, pê re bibe yek. Şaşitiya wan ew bû ku mafên hevtayî wek yên zilam ji jinê re, tevlîbûna jinê di qadên gelemperî wek wekheviya bi zilam re şîrove kirin û li ser vê bingehê tevgeriyan. Her ku kapîtalîzmê ezezîtî, xweperestî û berjewendiyên sar kire rojeva xwe, bi vê re berjewendiyên civakî girîngiya xwe wenda kir û femînîzma lîberal jî hate bihurîn (aşilma).
Femînîzma Sosyalîst
Femînîzma sosyalîst lîberalan rexne dike ku perçiqîna aborî ya jinê fêmnekirine. Ev ekol ku bi tehlîlkirina çînê pêşket, da diyarkirin di sîstema çînayetî de wekhevî negengaz e. Di Manîfestoya Komunîst a di sala 1871’an de pirsgirêka jin û malbatê hate lêkolînkirin, di pirtûka F. Engels ya bi navê Malbat, Koka Dewlet û Mulkiyeta Taybet de mijar kûrtir bû. Bi nêrîna wan: pêşketina kapîtalîzmê, li ser koletiya di nav malê û berbendiya di malbatê de nîrîtiya (boyunduruk) xwediyê kar jî zêde dike, rewşa jinê ya heyî kûrtir dike. Di van tehlîlên ku teoriya sermayeyê ked bi nêrîneke determînîst bidest girt, femînîst jî bandor bûn.
Femînîstên sosyalîst di pêvajoya şerê cîhanê yê yekemîn de pêşketin. Didin diyarkirin marksîzm di mijara pirsgirêka jinê û çareseriya wê de lewaz dimîne. Lê belê ji bo tehlîla xurt a pirsgirêkê rêbaza bingehîn wek materyalîzma dîrokî dibînin. Di wê baweriyê de ne, li beramberî pergala zilamsalar têkoşîna hevbeş ku bi tevgera çîna karker re bimeşin, wê serketinê bidest bixin. Li gor nêrîna wan têkoşîna jinê ya cuda ji sosyalîzmê, wê li bizava şoreşê zirar bixîne.
Bi berçavbûna sosyalîzma pêkhatî re, sosyalîst radikaltir bûn. Femînîstên sosyalîst jî gotin divê têkoşînên sosyalîst pêş bikeve, tişta mirov ji dabeşbûnê rizgar bike pêşxistina evîna azad e. Ev jî bi rabûna (tinebûna) pergala zilamsalar a desthilatdar dibe. Ji bo vê pêwîstî heye bi bizavên çîna karker re hevbeş têkoşîn bê meşandin. Li gor hin femînîstên sosyalîst karakterê dubareker û bêberbûn (verimsiz) ê malê, jinê ji keda wê biyanî dike. Hin femînîstên sosyalîst jî wer gotin ku hêza kedê ya jinê di kontrola zilam de ye, wiha jî dikeve jêr xîzmeta çanda zilamsalariyê, karbeşî (îş bolumu) wek encamekî vê derdikeve holê. Ji bo guherîna karbeşiya civakî zanebûn şert e. Ev ekol bi şûna teoriya kedê zayendîtî danîn navendê û tehlîlên civakî pêş xistin. Teoriya femînîzma sosyalîst rêbaza materyalîzma diyalektîk a teoriya marksîst wek bilindkirina têgihîştinê şîrove kir. Got: dê ev bibe alternatîfeke şoreşgerî. Ji bo wan di qada gelemperî de wekhevîtî esas e. Lê wan perçiqandina di qada malê de zêde nedîtin. Hevkariya jinê bi çîna karker re ji bo pêşxistina hakimiyeta çînê parstin. Di welatên şoreş pêk hat, di vê rewşê de hin guhertinên qismî çêbibin jî nekarî pêşî li perçiqandina jinê bigre.
Femînîstên sosyalîst ku ji wan re Pêla Duyemîn jî tê gotin, hem derbaskirinaperçiqandina civaka çînî, hem jî zayendperestiya civakî daxwaz dikin. Bi nêrîna wan mafê ku bi rêya perçiqandina jinê di malê de ji zilamê bindest re tê dayîn, yek ji amûrên pevçûnên di nav çînên bindest bixwe de ye. Lê ramana serdestiya proleterya esas digrin. Jinên proleter hin hevpariyên wan hebe jî, hemû jinan nagirin nav xwe û karakterê ku bikaribe nakokiya zayendî nakokiya çînî derbas bike, nayê dîtin. Nakokiya çînî dikin navend û destpêka her tiştekî. Ev jî dihêle yên ji heman çînê bin di têkîliyên wan de pîvana azadiyê wateya xwe wenda bike û bindestiya jinê ya di hundirê malê de, mêtingeriya ji hêla hevserê wê li jêr siya zilamê patron jibîr biçe.
Femînîstên sosyalîst pir bi teoriyê ve girêdayî ne. Bi çîna karker re têkoşîneke lihevkirî dipejirin. Piştî demekê ku ferq kirin ev ji bersivdayîna pirsgirêka jinê re têr nake, dest bi lêkolîna koka perqçiqandina jinê kirin. Femînîzma sosyalîzmê ku di salên 1960’an pêşket têkîliya di navbera têgeha zilamsalariyê û kapîtalîzmê lêkola. Hewl da pirsgirêkên zayendî, nakokiya çîn û nîjad bidest bigre. Piştevaniya tevgerên antî-emperyalîst ên netewî û navnetewî kir. Di nîveka 1970’an girêdayî polîtîkayên globalîzmê yên emperyalîzmê, têkoşîna antî-emperyalîst vekişiya (lewazbû). Tişta ku bizavên şoreşger, welatên sosyalîst jiyan û rewşa jinê li van deran, hişt jin bi awayekî acîl ji femînîzma sosyalîst dûr bikevin.
Rexneya femînîstên kedkar ji femînîstên bûrjûva re di eksena wê de ye ku jinên serdest (mêtinger) nikarin bi jinên bindest re bibin xwîşk. Wan rexne dikin ku femînîstên lîberal perçiqandina ekonomîk a jinê fêm nakin, di pergalekî çînayetî de wekhevî pêk nayê. Pêla duyemîn yekem têgeha perçiqîna jinê bikar anî. Jin diperçiqe, sedema vê hem têkîliyên hilberînê hem jî avaniya civakî ya zilamsalar e. Femînîstên sosyalîst ku bandora wan hîna berfireh û kûr e, femînîzm ji bizava ku ya spî-çerm û jinên çîna jorîn be derxist û êdî femînîzm bûye tevgerek ku jinên karker û reş-çerm jî tevlî wê bibin. Ruxmî vê taybetiya pêşketî, ji ber bi teoriya marksîst re berbend ma, bû sedem di mijara azadiya jinê de kêmasî û çewtiyên girîng bijîn.
Hewce dikir wek jin kêmaniyên teoriya marksîst û çewtiyên wê bibînin, nêzîkatiya sosyalîzmê nûjen bikin. Lê berbendiya hişk, rê li ber pir pirsgirêkên girîng vekir. Mînaka vê di nêzîkatiya karker-karkertî de derdikve holê. Têkoşîna parastina karkertî û mafên karkeran xistin bingeha têkoşîna xwe, aliyê vê yê jinê derxistin pêş, wiha jî azadiya jinê bi modernîteya kapîtalîst ve dan girêdan. Ya herî dilêş û trajîk fuhûş -ku pergal hemû qirêjiyên xwe li ser jinê dixwaze pê temîz bike- wek sektorekî hate bidestgirtin. Di bin navê parastina mafê jinên ku di vê qadê de ne, ev sazî meşru kirin û jin li beramberî vê saziyê bêparastin hiştin. Jixwe ti têkîliya karkeriya seksê ya sendîkayîdar bi azadiya jinê re tine ye. Diyar e ev nêzîkatî bi ti awayî di perçiqandina jinê de sererastkirin bi xwe re nayîne. Berovajî, qada ku dixwazin bikin sektora kar a bi temînat û tezmînat, wê ji jin û keçên ciwan ku li jêr serdestiya pergala zilam a desthilatdar de diperçiqin re bibe derî. Di vir de tişta heyî mirinê nîşan dide û bi lerzetayê (sitma) razî dike. Ev nêzîkatî bi piranî ji hêla rêvebirên pergalê ve tê nîşandayîn, di rewşên wiha de bi nasnameya dijbertiya pergalê jî derdikeve holê. Tişta hewce dike bê kirin hemû jinên femînîst vê red bikin, li beramberî pergala zilamsalar ku jinê dixîne amûra tetmîna zilam helwest deyne. Bi hewlanên wiha re jî di her beşê de têgihîştin û zanebûnê pêş bixin. Çalekiya vê bikin, bi tedbîrên demî-pratîk qadên ku van jinan bikişin ba xwe, ava bikin.
Femînîzma Radîkal
Di salên 1960’an de di pêvajoya dîrokî ku kapîtalîzm li tevahiya cîhanê serdest bibû, piştî şerê cîhanê yê duyemîn, têkoşînên rizgariya netewî û sosyalist a alternatîf bilind bû, femînîzma radîkal ji rexnekirina kapîtalîzmê hêz girt. Femînîzma radîkal yek ji lingên herî xurt ku femînîzm li cîhanê belav kir e. Femînîzma sosyalîst ji pêdiviya jinê ya azadiyê re nekarî bersiv bide û femînîzma radîkal li ser rexneya femînîzma sosyalîzmê hewar kir ku raseriya (serdestiya) zilam koka perçiqîna hemû mirovan û astengiya li pêşiya azadiya jinê ye. Li beramberî şertûmercên civakî yên nû, bizava bertekdayînê ye. Femînîzma sosyalîst ji nîviya 1970’an pêve paşvekişiya, nêzîkatiya teorîk-rêxistinî a femînîzma radîkal meqbûlî (geçerlilik) kir. Bi taybet di mijara zayendîtî, serdestiya zilam û têkîliyên însan de femînîstên radîkal hatin ecibandin.
Di şerê cîhanê yê duyemîn de qadên kar ku jin tevlî bûn, ewqas ji jinê re vebibû ku piştî şer wê dîsa nequlipiya rewşa xwe ya berê. Ev rewşa piştî şer, pirsgirêka jinê xiste rojevê û mijara çareseriyê (tehlîl) ferz dikir. Radîkal, şerê azadiya jinê ji şerê sosyalîzmê girîngtir dîtin.
Ev ekol li dijî meyla sosyalîzma kevneşop e. Lê piştgîriya jinên di nav têkoşîna sosyalîzmê de cih digrin dike. Femînîzma radîkal zilam wek dijmin îlan dike lewma jî Katolîk wan li derveyî xwezayê dibînin, dibêjin femînîstên radîkal li berameberî xwezayê serî rakirine. Bi femînîzma radîkal re ew qalibên polîtîk-rêxistinî ku li jinê ferz dikirin hilweşiyan û têkoşîna zayendî ya jinê girseyîtir bû.
Yekemîn derketina femînîzma radîkal ji DYE ye. Hin xebatkarên sosyalîst nêzîkatiya klasîk a zilamên çepger di mijara jinê de kêm dîtin û ev jî di derketina wan de diyarker bû. Dane xuyakirin ku pirsgirêka jinê tenê ji mêtingeriya çînî çavkaniya xwe nagire. Qezenc û destketiyên femînîstên lîberal nekarî jinê ji perçiqînê rizgar bike, kevneşopiya marksîst analîzên zayenda civakî hişte plana duyemîn, ev mijar lêhûrbûna wan kûr kir. Çavkaniya bindestî û perçiqînê, ne pergala ekonomîk wek sazîbûna zayendperestiya civakî dîtin. Li gor wan tehlîlkirina pirsgirêka kolekirina jinê ji hêla zilamsalariyê ve, wê ji nakokiyên kapîtalîzmê bêtir encamên bingehîn bi xwe re bîne. Di sala 1966’an li DYE’yê bi Yekîtiya Netewî ya Jinan bizavên çîna navîn ê milîtan bûn yek.
Femînîzma radîkal ku jê re sêyemîn pêl jî tê gotin, di nav xwe de vebûnên cuda hebin jî, di eksena gotina ‘perçiqîna hevbeş a jinan’ çarçoveyeke berfireh û yekgirtî avakirine. Xala hevbeş: di hemû cîhanê de perçiqîna jinê ji hêla zilam û desthilatdariya zilam ve, derxin zanebûnê û vê li cîhanê biqîrin. Me dabû diyarkirin di hundirê femînîzma radîkal de ekolên cihêreng hene. Ji rêxistinan zêdetir, bi aliyên entelektuel ve îzah dibînin. Em çend mînakan bidin:
-Kate Mîllett: “Nakokiya zayendî, di bingeh de ji malbatê peyde dibe. Malbat, di nav pergala zilamsalar de jinê dike xidama zilam. Malbat serdestiya zilam jinûve hildiberîne.”
-Shulamîth Fîrestone: “Sebeba zextan cewaziyên biyolojîk in. Pêwîst e zayîn û xwedîkirina zarokan nebe çarenûsa jinê.” Ji bo vê jî ji zanista tipê re pêşniyar kiriye zarok di nêvengekî (ortam) sûnî were çêkirin. Li bedena zilam malzaroka sûnî bê bicihkirin.
-Mary Daly: “Dûrmayîn ji serdestiya zilam bi dûrketin ji têkîliyên zilamsalar dibe.” Bi vê vegotinê jî îdea dike wê têkîliyên lezbiyen jinê ji zilamsalariyê dûr bixîne.
-Karen Horney: Nêrînên Freud lêdikole û dibêje “ji hêla civaka zilamsalar ve ev nêrîn şekil girtine, di cewher de xweheziya (ozseverlik) nêr e. Di civakên zilamsalar de ji zarokîniyê ve zilam fêr dikin ku raserî jinê ye. Ev jî ji zaroka keç di tevahiya dema pêşketina wê de tê gotin. Kompleksa Oedîpûs a Freud jî berhemekî civaka zilamsalar e û dema zilamsalarî ji holê rabe wê kompleksa Oedîpûs jî rabe. Dibêje Freud bê ku peywendiyê dîqet bike, şîrov kiriye.”
Femînîstên radîkal ruxmî nêrînên wan ên cihêreng jî, li gor armancên xwe amûran diyar dikin û hêmanên çanda jinê li hêmanên çanda zilam a mîna wê tercîh dikin. Hin femînîstên radîkal jiyîn di civata jinê de tercîh dikin, hin jî îdea dikin çanda jinê hîna raser e. Femînîstên radîkal dibêjin civaka ji hêla jinan ve kontrol dibe karakterê zextkar ê zilamsalariyê di nav xwe de hilnagire. Rizgarî ji zextan tê wateya jiyan li cihekî ku ti awayên hiyerarşiya sazîbûyî ya beşekê nebe. Avaniya civaka ku bi serdestiya zilam û zilamsalariyê ve girêdayî be sedema bingehîn a newekhevîtî, bêdadî û dûrmayîn ji azadiyê ye.