Nasnav: Xemlîn Başkale
Nav û Paşnav: Aysel Dik
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1991/Wan
Navê Dayikê: Beybûn
Navê Bav: Zinar
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 25.8.2006/Wan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 19’ê Hazîrana 2012’an Di Êrîşa Qerekola Şitazinê De
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Xemlîn Başkale (Aysel Dik)
Dema ku min digot; tu çawa yî, Te gotibû; kêm e, dilê min li wir ma. Mîna dilê xwe li wir bihêlim û werim. Mînak ku dilê min li gel te bimîne. Weke ku her tişt û her kes li wir mabe…
Cardin demsal payîz e.
Li gel pelên zerbûyî yên li ser şiverêyê, pir zêde valahiya te jî lê kombû ye…
Payîzekî din a ku zerbûyînên di hindurê xwe de nizane bavêje kûderê demsalekî xwe ya din jî li ser rûyê erdê daye avakirin. Û dema ez li hinek deveran payîzekî dibînim, jiyan dibe cewhera tevayî demsalan. Wê cardin jiyan di bin siya ewrên qermiçandî yên li ser rûyê erdê dirêj dibin û diçin de bê berdewamkirin. Piştî te ya tê dîtin, ev dibe jiyankirina payîza yekemîn. Ewqas pir hêrsokî, ewqas bêşewat… Ji ber vê yekê ye rûyê erdê wisa destên xwe ji destên me kişandiye, dilrehmiya xwe ji dilên me…
Ey pîrozbahî tu çawa temenekî evqasî kêm dikarî ji vê cîhanê bidizî!
Ey rêhevala min, kesên bi navên wan bilûr hatine lêdan, bi avsûma awazên veşartî ve, tu biharê himêz dikî û rûyê vê cîhanê bêwerz dihêlî!
Haydê werzekî ji vê qehra me re bişîne, ji daristanên me distirîn re kulm bi kulman avhewayê berde û bila rûyê cîhanê ji nû ve bibereket bibe.
Bi rûbarên xwe yên hişk bûyîne ve bila War Gûnk ji nû ve mîna xwe di erdnîgariya xwe de bijî.
Bila li ser navê te bêhna tevayî gul û kulîlkên şîn bûyîne, li ser cîhana qirêj bûyiye belav bibin û bila tevayî ew xwezaya ku me temaşe dikir a ber bi jêr ve dahelyayî û diçû bêhna paqij jê were. Ev payîz, bênefes mayîna kesên çûyîne, kesên bi bêçaretiya xwe ve hestên wan ên parçe parçe bûyîne, li ber deriyê xeniqandinê ne, hewldana têhnbûyîna ruhê wan ên di navbera payîz û biharekî yên çûyîne û yên mayîne de ye.
Zeman xew kir, gerdûn jî bêdengiya vê payîzê bixwe ye. Ya tenê diaxive valanhiya te ye. Bê ku bisenike ya diaxive valahiya te ye.
Ez dibêjin belkî hinek kes parçeyekî ji kenîna te bîne, li wê rêya ku me berê xwe didayê; kesê/a tê, baz dide, himêz dike tenê ew valahiya te ya mezin lêheye, asîman bi bêewrbûyîna xwe ve, ji wê germahiya rûyê erdê disincirîne û disoje ve, dema ku em dixwazin yek dilop baran ji wê valahiya te ya sotîner dikeve ser kefa destên me yên qedîm, bi vî awayî dema ku ez rojnivîsa xwe ya temenê xwe vedikim, ez di bêdengiya bêçarenûsiya te de dialiqim û dema ku ez dixwazim binivîsîm, ew tahma pênûsa min a hêdîka dikeve li ser kêleka perên spî wê valahiya te bêmirin dike. Ya bê ku bêsekin dijî, ya li ber xwe dide ku hebe, ya dibare, ya disoje, ya bêdeng dike tev valahiya te bixwe ye… Û qet hêza ti hûkûmdar tineye ku valahiya te ji vê demsalê bide avêtin. Di nava valahiyekî her ku diçe û mezin dibe de, dema ku em dixwazin destên xwe li tiştên yên çûyîne bidin, ma tu yê destê xwe li jana hesretên ku bêdawî bûyînê bidî? Ma tu yê destlêbidî?
Dema em di nava xirbeyên gundên War Gûng de derbas bûn, ew rêwîtiya me ya destpêkê hat hişê min, te rozet û pênûsa xwe derxist û da min, ma tu yê dest li wê valahiya herî dijwar bidî? Ma tu yê di payîzê de cardin tevayî wan deriyan bigirî û wê stranê bibêji? Ma cardin li ber guhê min “Biqasî ku tu şer bikî, tu yê ewqas mezin bibî” tu yê bikî piste pist, ma tu yê cardin maneya gerdûnê bi min bidî ferkirin? Piştî te rûyê erdê payîza xwe ya yekemîn vaye wiha bi dijwarî dijî û wê payîz ji vir û pêde her tim wiha bi dijwari derbas bibin. Dema ku te ez di wî cihê de oxirî şer kirim, cîhan biharekî sor bû. Dema ku te ez oxirî şer kirim, min çante, bawerî û dilê xwe jî da pişta xwe û ew strana te di wê patîkayê de rûbikenî li pişt xwe meyzand û digot, êdî ew stran jî bêdeng maye û te tevayî awazên xwe hilda li cihên bi ewlehî. Û di rastiyê de strana ji derve ve tê gotin, vedana jana payîzê bixwe ye. Nexwe tinebûyîna te ya qet di ti demsalan de bi qasî vê payîzê birînên me nasojîne.
Dilovaniya vê payîzê ne mîna biharê ya ji bo me di şer de dide mezinkirin û dixe di nava kefa destên me de ye.
Sofraya wê ne mîna ya Gabarê ya ku ew bi fêkiyên xwe ve di nava xwe de dide xwedîkirin û ji bereketa wê re rêhevaltiyê dike. Hezkirina wê ya mirovahiyê ne mîna ya Haftanîna ku dema mirov digihîje girê wê yê herî bilind destûr dide ku em ji Cûdî re destên xwe bihejînin. Payîz ji ber van sedeman di dema her rûyê xwe nîşan dide, bi valahiya te hiştî ve dibe yek û zerbûyîna xwe di ser me de berdide. Hevala min a bêhna çîmenên hêşîn jê tê, bi rûyê te yê zelalbûyîna avê ve, keça Faraşîna bi cewher a ku min jiyan ji nû ve têde fêm kirî, aliyê herî xweşik a Cizîrê, kana dewlemend a welatê min; mu tu zalimtiya payîzê ya li ser me nabînî, ma tu vê şêtbûyîn, bêmafî, bêrengiya zerbûyî nabînî? Û ma tu vê feryada janên ruhu me ya ji te re têhn bûyîne nabînî? Kesên paşve mayîne, yên di bêdengiya xwe de fetisîne, di wê valahiya mezin de yên serê wan ketine belayê, ka lêbimeyzîne feryadên me çawa asîmanan kun dikin, ma tu vê yekê nabihîsî? Balindeyên bibask ên ber bi xweşikbûn û kenîna te ve difirin, ma vê rewşa me ya bêçaretiyê digihînin te? Tu dibînî rêhevala me ya rêwîtiyê, parçeya canê me; ma tu ji wan dîmenên reş û spî yên te li pişt xwe hiştine jê agahdarî? Dema ku niha rewşa me wiha be, ma em dikarin ji canên xwe re nefesekî bikişînin? Ma em dikarin deriyan vekin û şînotiya bêdawî ji derve ve himêz bikin? Mîna qet ti tiştek nebûyî, em dikarin bijîn, bê ku em li jan û xwîna ji nava me diherike binêrin û ma em dikarin ji her tiştî re bikenin? Dema ku roja me mîna ewrekî reşûtarî be, ma em dikarin asîmanê şînoyî bibînin û bifirin, da ku em miradên xwe bigihîn ew kesên qet nikarin bibîhîsin? Ev piştî te payîzekî ya herî dawiyê hatiye ser rûyê erdê…
Ev payîza destpêkê ya şerpirzebûyîna me ye, ev qehra destêkê ya her tişt ji rastiya xwe derketiye, ev jan tine nabe… Û cardin em dizanin jî, dermanên me destdayîna te bixwe ye, rizgariya me ya ji vî ezabî di serên tiliyên te de ye, dibêjin ya, mirov carekî destê xwe bidê û bila dawî bibe ev şewat…
Bila ew stran ji nû ve awaza xwe binivîse, bila wê birçîbûna me ya ji bo te bide têrkirin.
Rêhevala min a kefa destên wê bêhna nêrgîzan jê tê, dawî bike vê bedengiyê…
Bi dilovaniya xwe ve kesên dilê xwe li wir dihêlin, wan bide hezkirin, de ka dilên me yên mahkûmî tarîtiyê bûyîne keyfxweş bike…!
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê