V-Quwet Û Îtifaqên Esasî Yên Şoreşa Kurdistanê

0Shares

Eger, tevgereke şoreşger nekarîbe mutefîk û quweta xwe ya esasî rast tesbît bike, ne mumkîn e ku ew tevger xwe bigihîne serkeftinê. Dîroka Kurdistanê, ji ber ku quwetên esasî yên şoreşê nekariye baş were bikaranîn û nekariye mutefîkên şoreşê rast werin tesbîtkirin, bi binkeftinên ku gelê me tê de berdêlên giran dane ve tijî ye. Mînaka vê ya herîaşkere û divê jê ders were derxistin, binkeftina 1974’an a tevgera Başûrê Kurdistanê ye.

Divê, tevgereke şoreşger xwe bispêre kîjan quwet û hêza esasî, kîjan mutefîkan sereke bibîne, kîjanan di planê duyemîn de bi cih bike? Şert û mercek ku tevgereke şoreşger xwe bigihîne serkeftinê jî, di bersîvên erênî yên ku werin dan van pirsan re derbas dibe.

Lêkolîneke hûr û kûr a li ser şert û mercên berbiçav (somut) ên Kurdistanê, quwetên esasî û mutefîkên sereke yên şoreşê derdixîne meydanê. Ji ber ku di pêvajoya pêşketina mêtingeriya Tirk de

tebaqaya feodal-komprador bi vê quwetê re ket têkîliyên ajantiyê, kapîtalîzm û burjuwaziya milî jî derfeta pêşketinê nedît û burjuwaziya biçûk a bajêr jî bi têkîliyên madî girêdayî tebeqaya komprador-feodal bû, weke quweta esasî tenê dimîne îtifaqa karker û gundiyan. Ji bo şoreşa Kurdistanê, îtifaqa karker û gundiyan îtifaqeke esasî ya girîng e û şert û merca jêneger e (vaz geçilmez) a serkeftina şoreşa demokratîk a milî ye.

Tesbîtkirina quweta esasîgirîng e; lê têrê nake. Quweta esasî ya şoreşê xwediyê mutefîkên din e jî. Divê, evrast werin tesbîtkirin. Ji bilî îtifaqa esasî, pirsgirêka îtifaqên sereke û talî ew e ku hejmara dostên şoreşê, heya ku dikare werin zêdekirin û hejmara dijminên şoreşê jî heya ku dikare werin kêmkirin, dijminê xeter di hedefa yekemîn dewerin bicihkirin û yên din li gorî asta girîngiya wanwerin rêzkirin. Ji ber vê yekê, ji bo serkeftinê, îtifaqên sereke û talî jî girîng in.

Îtifaqên sereke yên Kurdistanê ji du xelekan pêk tên. Tebeqaya ciwan-rewşenbîran, xeleka destpêkê ye û bi taybet di merhaleya destpêkê ya şoreşê de bi roleke mezin radibe û ji bo pêşketin û serkeftina şoreşê mutefîkeke girîng û sediq e. Burjuwaziya biçûk a bajêr û quwetên din ên milî, xeleka duyemîn e û bi taybet di pêvajoyên ku şoreş pêş dikeve de tevlî têkoşînê dibin.

Îtifaqên talî yên Kurdistanê ji sê xelekan çêdibe. Xeleka destpêkê, îtifaqa bi tevgerên welatparêz ên li parçeyên din ên Kurdistanê re; xeleka duyemîn, îtifaqa bi tevgerên şoreşger ên welatên ku Kurdistan

kirine metingeh re; xeleka seyemîn jî îtifaqa bi welatên sosyalîst, tevgerên rizgariya neteweyî û tevgera çîna karker ku li welatên kapîtalîst ên pêşketîye re û îtifaqa bi hem û mirovahiya pêşver û re dihewîne. Ev îtifaqên ku wê bi têkoşîneke bi sebir û bidîqet werin avakirin, wê Şoreşa Kurdistanê bigihîne asteke bi bin nakeve. Lê ji bo ku ev îtifaq bikaribin pratîze bibin û bikevin rojevê, şerta destpêkê ew e ku; divê tevgera rizgariyê bi teorî, program, rêxistin û taktîka xwe, xwe bide naskirin. Bi îtifaq û planên ku wê li ser masê werin çêkirin, îtifaq pêk nayên. Di dîrokêde û di roja me ya îro de, îtifaqên herî biquwet, ên ku di nav şerê germ de tên pêşxistinin. Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê, çawa ku wê karibe di nav şerê germ de, li gorî rêza girîngiyê bibîne ku ka kî mutefîkên wê ne; wêbibîne ku ka kî dijminên wê ne jî. Di vê mijarê de nuxteyeke divê neyê jibîrkirin jî ew e ku, timî dibe ku ji çînên hakim hin kes derkevin û bi tevgera şoreşger re dostaniyê bikin.

Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê, girêdayî bi pêkhateya (yapı) îtifaqa ku di nav de ye, alîgirê wê ye ku nakokiyên lihevçêkirî (suni) yên di nav gel de hene, bêyî ku serî li darê zorê bide û bi riya îqnayê hal bike. Pêwîst e, di vê mijarê de, mêyl û tevgerên sosyal-şoven ên ji neteweya hakim ku xizmeta ji hev xistina gel û têkoşîna gel dikin û ya rast xizmetkariya mêtingeriyê û çîna feodal-komprador dikin, mêyl û tevgerên reformîst ên burjuwaya biçûk û teslîmkar, ên ji neteweya bindest ji hev werin derxistin.

Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê, pirsgirêka şoreşê ya li parçeyên din ên Kurdistanê, di rastiya xwe de wekî pirsgirêka gelê ku li wî parçeyî ye dibîne. Tevî vê- weke rêgezekê (ilke) qebûl dike ku gelê Kurdistanê û welatê wî yek parçe ye, yekîtiya gelê Kurd ji bilî îradeya gelê Kurd ji aliyê hêz û quwetên emperyalîst-mêtinger ve hatiye parçekirin û ev yêkîtî wê bi rê û rêbazên şoreşgerî li gorî îradeya gelê li wî parçeyê, ji nû ve were avakirin. Ev rêgez, ku baweriya me pêheye wê di encama têkoşîneke dûr û dirêj de pêk were, di slogana Kurdistana Serbixwe, Yekgirtî û Demokratîk de şiklê xwe yê ber bi çav (somut) distîne.

Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê, bi gel û quwetên şoreşger ên welatên ku her parçeyekî Kurdistanê kirine mêtingeh re têkîlî pêşxistinê pêwistiyeke xwezayîya polîtakaya îtifaqan dibîne. Rêgeza esasî ya di vê mijarê de, ji bo heqê serxwebûna welatan û azadiya gelan, qada rêxistinî jî di nav de, nêzîkatiyeke birêz û dostanî nîşandane. Bi şert û merca ku ji derve mudexaleya pirsgirêka şoreşê ya ku di eslê xwe de pirsgirêka gelê wî welatî ye û ji şert û mercên dîrokî yên welêt derketiye meydanê ye neke, yanî ‘şoreşê îxrac neke, yekîtiya rêxistinî parçe neke, bi têzên sosyal şoven amadekariya ku bikeve bin xizmeta burjuwaziya neteweya hakim neke, li ser esasê alîkariya dostanî û bi şiklekî aktîf alîkariya hev dayinê, ti mijarên ku bi gelên cîran û bi quwetên şoreşger ên vî gelî re nikaribe were çareserkirin tineye. Di mijarên esasî de hemfikir bûn, wê bibe sedem ku yekîtiyên piştgiriyê yên pir bi quwet pêş bikevin. Her nêrîna ku di aliyê rêgezî (ilkesel) de parçeyekî Kurdistanê di nav sînorên welatê mêtinger de hiştinê qebûl dike –dixwaze beriya ji şoreşê dixwaze piştî şoreşê-, li pêşavakirina îtifaqên şoreşgerî asteng e. Wê yekîtiyeke bi çi şiklî çêbike, pirsgirêka gelê Kurdistanê bi xwe ye. Ne mumkun e ku ev rêgez bi ti ‘reçeteyên şoreşgerî’ ve werin guherîn. Ji bo Şoreşgerên Kurdistanê mane û wateya yekane ya vê rêgezê, li ser esasê ku welatê me serbixwe be û gelê me azad be û têkiliyên ku di her astê de û di her qadê de wekheviyê diparêzin, xwe tevlî karên nav xweyî nakin û çavkaniya xwe ji alîkariya aktîf distînin pêşxistin e. Li gorî fikra me, şîroveya rast a yekane ya enternasyonalîzma proletaryayê jî vê helwestê ferz dike.

Di vê mijarê de hem ji aliyê ‘şoreşgerên’ neteweya hakim ve û hem jî ji aliyê‘şoreşgerên’ neteweya bindest ve tevî ku xwediyê cudahiyên biçûk in lê bi hev re heman tiştî diparêzin, li ser pirsgirêka neteweyî riyên çareseriyê yên wekî, ‘xweseriya herêmî’, ‘yekîtiya federal’, ‘xweseriya ziman û çandî’ tên pêşxistin. Ev riyên çareseriyê yên ku ji aliyê wan ve tên pêşxistin paşverû ne û dijberê têza ‘dewleta serbixwe’ne. Ku di roja me ya îro de şîroveya rast a yekane ya rêgeza (ilke) ku dibêje, ‘heqê her neteweyê heye ku qedera xwe diyar bike’ ev têz e. Têza dewleta serbixwe, di şert û mercên îro de têza rast a yekane ye û ji ber ku rast e jî têzeke şoreşgerî ye; têz û riyên din ên çareseriyê ji ber ku dest nadin sînorên dewletê, reformîst in û ji ber ku reformîst in jî paşverû ne.

Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê ku dike armanc di qadên siyasî, ekonomîk û yên din de welatekî serbixwe biafirîne, di serî de bi cîranan re di têkîliyên xwe yên bi gelên herêm û cîhanê re de berjewendiyên şoreşa proletaryaya cîhanê esas digire. Ev berjewendî hewceyî çi bin, helwesteke li gorî wê nîşan dide.

Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê, ji ber pêkhateya (yapı) îtifaqê ya xwezayî ku di nav de ye, alîgir e ku li gel welatên sosyalîst, li gel dewlet, hikumet, tevgerên rizgariyê û tevgerên çîna karker ên li welatên emperyalîst têkiliyên herî berfireh çêbike. Di vê mijarê de Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê timî vêrêgeza esasî li ber çav digire: bêyî têkoşînên serxwebûn, demokrasî û sosyalîzmê ku gelên cîhanê li dijî emperyalîzmê didin û bêyî ku piştgiriya van têkoşînan were stendin serkeftin çênabe.

Welatên sosyalîst wekî ku ‘emperyalîst û faşîst’ in îlan kirin, yek ji xirabiyên herî mezin ku li Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê were kirine. Em, Yekîtiya Sovyet û Çîn jî di nav de li gel hem û welatên sosyalîst, pêşxistina têkîliyên li gorî rêgezên enternasyonalîzma proleter, wekî erk û wezîfeyeke şoreşgerî dizanin. Divê, parçebûn û pevçûnên di nav Tevgera Komînîst a Cîhanê de, ji mijara hebûnê ya welatên sosyalîst cuda were girtin dest. Li dijî meylên revîzyonîstên modern û meylên revîzyonîstên super bûn, nayê maneya dijberê welatên sosyalîst bûnê. Divê, di derbara welatên sosyalîst de, serasera, li her derê û çep û rast neyê axifîn; seknek di cih de û bi pîvan were nîşandan. Ev sekn, li ber têkoşîna me ya li dijî revîzyonîzmê astengî çênake; berevajî, me ber bi feraseteke têkoşînê ya hê manîdar û encamgir ve dibe.

Tevgerên rizgariya neteweyî û çîna karkeran ku li dijî emperyalîzmê têkoşînê didin, mutefîkên me yên xwezayî ne. Divê em hewl bidin ku ji hem û tecrubeyên wan ên têkoşînê sûd wergirin û bi van tevgeran re di astên cur bi cur de heya asta dawiyê têkîlî pêş bixin. Ev Tevgerên rizgariya neteweyî û çîna karkeran, bi taybet ji bo ku propagandaya têkoşîna me, ku ev têkoşîna me mafdar e û ji bo mafê neteweyî tê pêşxistin lê hê bi gelên cîhanê nehatiye danasîn, were kirin alîkariyên herî xurt in. Eger di aliyê propagandayê de ev alîkarî were girtin, ev tê maneya ku piştgiriya gelên cîhanê wergirtin zêde hêsan bûye.

Tevgera Rizgariya Kurdistanê, îro, ji ber ku di aliyê teorî û programê de nebûye dengekî biquwet, bi gelek hêz û quwetên ku amade ne alîkariya gelê Kurdistanê bidin re nikare têkîlî were danîn. Rêxistinên paşver û yên ku doza mafdar a gelê Kurdîstan tîsmar dikin û ji bo berjewendiya xwe ya eşîrî û feodal, difiroşîn emperyalîstan, bûne sedem ku gelên cîhanê ji bo têkoşîna me di nêrînên xwe yên erênî de bikevin gumanê; vê jî, di asteke bilind de ji tecrîdbûna gelê me re rê vekiriye.

Baweriya me pê heye ku eger Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi teoriya xwe ya şoreşgerî, program û rêxistinbûna xwe, xwe ji nû ve bi gelên cîhanê bide naskirin, wê bi misogerî ji wan piştgiriya herî mezin wergire.

Rêber Apo

Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”

Attachment