Hacer Zagros
Rastî tucar nayê veşartin û nayê wendakirin. Bi eserata Rêber APO re, armancên hêzên komploger pir eşkere derketin holê. Lê belê tişta ku hêzên komploger û desthilatdar hesap nekiribûn ew bû ku tucaran rastî nayê esîrkirin û nayê tinekirin. Hêzên desthilatdar ji despêka dîrokê ve heya îro hewl didin ku rastiyê ji rêya wê derxin û bi taybetî rastiya berxwedana gelan a li hember hêzên serdest binixumînin. Em dikarin bêjin, li hember serdestan, ger heya îro civak û gelan hebûna xwe parastine, ev tê wateya ku berxwdana wan didome.
Li Mezopotamya û Kurdistanê gelên Aryen ji serdema Neolîtîkê pêve ango ji derketina pergala hiyerarşîk û desthilatdar re, bi berxwedaniyê ji bo parastina hebûn, çand, dîrok û hemû nirxên xwe yên birûmet her di nava têkoşînê de bûne. Bi hezar salan ji gelên din re rêbertiyeke rast kirinr. Bê guman gelek keseyetên qehreman di dîrokê de derketin. Li Kurdistanê jî gelek hewldanên binirx çêbûn, ji serîrakirin û îsyana li dijî pergalên serdest re pêşnengtî hate kirin. Lê belê ji ber sedemên cuda, nebesiya zanebûna wan, her wiha di encama komployên hezên desthilatdar yên têne zanîn, keseyetên wek Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mehmûd Berzencî û hwd. ji holê hatin rakirin û îdamkirin. Bi vî rengî ji wê demê heya niha hêmû cureyên siyaseta înkar û îmhayê li dijî gelê Kurd hatiye pêkanîn. Armanc ji vê siyasetê jî ew bû ku cardin li Kurdistanê û axa Mezopotamyayê ti kesayetiyek dernekeve û hewldaneke bi vî awayî qet pêş nekeve.
Lê belê ruxmî hêmû komplo û siyesetan jî di dawiya sedsala 20’an de li axa Kurdistanê û bi taybetî li wargeha pêxemberan, çirûskeke ronahî û azadiyê vêket. Ev çirûsk jî Rêber APO bû. Li hemberî hemû nêzîkatiyên asîmîlasyon, qirkirin û her cure polîtîkayên çavtirsandinê wêrekiyeke mezin hate nîşandayîn. Rêber APO li beramberî hemû bêbextiyên li ser mirovahiyê û gelê Kurd bi biryardariyeke mezin û cesaret, bi fikir û ramaneke nû dest bi tekoşîna xwe kir. Ji sala 1969’an heya îro bêrawest di lûtkeyê de ev têkoşan daye meşandin. Lê divê bê gotin ku Rêber APO ji heft saliya xwe ve bi awayeke bêhempa dest bi lêgera azadiyê kir û bi rastiya gelê Kurd re bû yek.
Di nava gelê Kurd de bi taybetî piştî ku dewletên dagirker bi peymana Serf û Lozanê siyaseta perçekirinê dane meşandin, zihniyeteke wisa çêbû ku yekîtî di nava Kurdan de bû xewn û xeyal. Lê belê Rêber APO di serî de ev ramana çewt da guhertin û dest bi xebat û têkoşîneke mezin kir. Nîşan da ku gelê Kurd bi hest, vîn, ruh û bi can yek e û ji tevahiya cîhanê re jî eşkere kir ku sînorên di navbera Kurdistanê de derew û sexte ne, ku pergala kapîtalîzîmê ew li gor berjewendiyên xwe resim kiriye. Rêber APO da diyarkirina ku nemumkune ruh û hestê gelê Kurd perçe bibe. Her wiha hezên desthilatdar bi rêya kurdên hevkar û yên ku spî têne binavkirin, herdem hewl dan ku pêşiya yekîtiya gelê Kurd bigrin û li beramberî derketina rêbertiyeke rast û zane, bêbaweriyê pêş bixînin.
Rêber APO, rastiya gelê Kurd ji despêka jiyana mirovahiyê heya niha analîz û şîrove kiriye. Gelên Kurd ji dirêjahiya dîrokê heya niha di nava berxwedaniya parastina hebûn û çanda xwe de bûne. Lewra Rêber APO bi gelê Kurd bawer dike, bi rastya xwe ya dîrokî û civaka azad bawer dike. Li ser vê esasê jî bingeha bîrdoziya azadiyê ji bo ku gelê Kurd bi zanistî û bi rêxistin bibe, avakir. Ev hewldanên Rêber APO, bû bingeheke nû ji bo gelê Kurd. Rêber APO, gel ji asta bê moral, bê menewiyat û li hemberî xwe bêhêvî ber bi civakeke rêxistinkirî ku ji bo azadiyê her bedelê dide ve bir. Hêzên dagirker û komploger bi dîlgirtina Rêber APO re xwestin vê rewşê serûbinî bikin, lê heke çavdêriyeke baş bê kirin wê bê dîtin ku ji sala 1999’an heya niha gelê Kurd gihîşiye asteke herî bimoral, menewiyat, xwedî vîn û hêviya wê bi azadiya xwe ya ku wenda kiribû mezin bûye, ketiye nava liv û tevgerê. Her wiha dikare were gotin ku bi keda mezin a Rêber APO re di demeke pir kurt de gelê Kurd ji rewşa xewa mirinê, koletiyê, paşverûtiyê derket û rastiya xwe naskir, ji nû ve zindî bû. Pê re girêdayî li qada navnetewî diyar bû û herkes bîr û baweriya xwe bi vî gelî anî. Bi taybet jî şiyarbûna gelê Kurd ji bo gelên bindest û lêgervanên azadiyê bû roniyeke geş. Bi kurtî dikare were gotin ku gelê Kurd bi hemû beşên xwe ve jin, zilam, ciwan, pîr û zarok ji mirinê hate rewşa zindîbûnê û niha di herêmê de gelê herî birêxistinkirî ye.
Di sala 1999’an bi komploya15’ê Sibatê re, Hêzên dagirker wisa texmîn dikirn ku ew ronahiya li Kurdistanê vêketiye dikarin careke din vemirînin û hêviyên gelê Kurd bişkînin, lê berovajî vê gelê Kurd ticar esareta Reberê xwe qebûl nekir û bi awayeke bêmînak xwedî lê derket. Qehremantiyên pir birûmet nîşan da. Ji ber ku gelê Kurd di her çar perçeyên Kurdistanê bi vê rastiyê hesiyaye ku bê Rêber APO jiyan nabe û jiyîn bê Rêber APO bêwate ye, ji her cure azadî û serfiraziyê dûr e.
Ji destpêka dîrokê ve bêhejmar rêber û pêxember derketine, ên ku bi komployan re hatine tinekirin, civak an jî civatên wan li wan xwedî derketinê, lê belê ne bi qasî xwedîderketina gelê Kurd li Rêber APO. Bi dehan Kurd li çar perçeyên Kurdistanê bedena xwe dane ber agir. Bi dehan mîlîtanên azadiyê çalekiyen fedayî lidarxistin û Kurd cara yekemîn li hemû cihên ku lê dijiyan rabûne ser piyan. Ji qutba bakur heya parzemîna Efrîqa, hêmû cîhan xiste nava şokeke mezin. Heta em dikarin bêjin ku gel û kesên ku Rêbertî nedinasîn, bi vê helwesta gelê Kurd re pê hesiyan ku Rêber APO kî ye û ji bo gelê Kurd tê çi wateyê. Jixwe dijmin texmîn dikir ku wê weke îsyanên berê bibe. Dema serokê îsyanê dihate dîlgirtin, an jî dihate dardekirin gel dikete nava tirs û bêdengiyekê de. Lê belê ji ber Rêber APO biryardarî û wêrekiyeke pir mezin fêrî Kurdan kir, vê rastiyê hişt ku gel jî bi vî rengî bikeve nava helwesteke mezin. Bi vê şêwazê hesabê dijmin û plana wan a tirsandina gelê Kurd, vala derket û her wiha berovajî vê wan bixwe derbe xwarin. Ango bi vî rengî doza gelê Kurd bû dozeke navnetewî, pirsgirêka Kurd bû pirsgirêka cîhanê û esareta Rêber APO bû pirsgirêka giştî ya mirovahiyê.
Zanêbûna bîrdozî, hest û yekîtiya netewî ya ku Rêber APO da gelê Kurd, pê re jî hêza rêxistinbûnê û ruhê serhildanê ku afirand, hişt ku bi esareta Rêber APO re, gelê Kurd li her parçeyên Kurdistanê bikeve nava hewldana xwedîderketina li Rêberê xwe. Di serî de li Bakurê Kurdistanê, ew beşa welat ku di bin zilma faşîzma Tirkiyê bi komplo û komkujiyan re rû bir û mabû, bi taybet jî li girtîgehan bi durûşmeya “Kes Nikare ROJA Me Tarî Bike!” bi dehan Kurd bedena xwe dane ber agir, bi sed hezaran ketin nava îsyan û serildanê. Vê jî di dewleta Tirk de tirseke mezin avakir. Li ser vê bingehê gelê Kurd zincîra koletî û tirsê şikan. Ango gelê me pir eşkere ev peyam da dewleta Tirkiyê ku tişteke me ji Rêber APO giranbuhatir tine ye, lewma jî em ji tiştekê natirsin. Gelê me ji heft salî heta hetê salî di nava refên rêxistina azadiya Kurdistanê de cih girtin. Cara yekem dewleta Tirkiyê kete rewşa parastinê li hemberî gel. Hemû siyaseta xwe, mêzînên xwe yên herêmî û navnetewî ji bo ku çawa bikaribe gelê Kurd bitirsîne û girêdana bi Rêber APO re lewaz bike û hêviya wan qut bike, bi tevger kir. Lê belê di encam de ev hewldan hemû vala derketin, berovajiyê vê, îro em dinêrin pergala Tirkiyê di nava tengasiyeke mezin de ye û rejîm bixwe ketiye nava krîzê. Ne tenê gelê Kurd, gelê Tirk jî ji vê rejîmê bêzar bûye û ketiye nava lêgerîna demokrasî û aştiyê. Îro li bakurê Kurdistanê bi sedan rêxistinên gel ên medenî, rêxistinên siyasî, her wiha li parlementoyê têkoşîna siyasetmedarên Kurd û bi taybetî jî jin di qadên siyasî, civakî, çandî û parastina cewherî de pir çalak têkoşîn dikin. Jixwe gelê me di 2’ê Tîrmeha sala borî de înşakirina xweseriya demokratîk îlan kir. Ev tê wateya ku ev pergala serdest êdî nema bandora wê li ser gelê Kurd maye û gelê me li derveyî dewletê, li çareseriya xwe digere. Ev hemû jî tê wateya ku gelê Kurd bûye xwedî vîn, li maf û nasnameya xwe digere û dixwaze bi hêza xwe ve xwe birêve bibe. Ev asta herî bilind a berxwedaniya gelê Kurd e. Îro jî bi sekna xwe ya rojane dide diyarkirin ku Azadiya Rêber APO wek azadiya xwe dibîne, lewma jî her di nava serhildanê de ye.
Li Rojavayê Kurdistanê, weke tê zanîn Rêber APO kedeke mezin daye û wir perçeyeke ku herî zêde Rêber APO bi gel re di nava pêwendî de bû. Li gor perçeyên din, gelê me li vir li hember hêza xwe pir bêbawar bû, herdem di koşeyê de dima. Lê, Rêber APO gelê me li vê perçeyê bi girseyî birêxistin kir û ji bo tegera azadiya gelê Kurd kire zemîneke xurt a têkoşînê. Ruxmî ku gel li vir bi hejmareke hindik bû lê di şoreşa azadiyê de tevlîbûneke xurt da çêkirin. Tişta herî balkêş jî gelê me li vê qadê de bû xwedî zanêbûneke pir mezin û fêr bû ka çawa xwedî li mafên xwe derkeve. Lewra bi esareta Rêber APO re di nava gelê Rojavayê Kurdistanê kîn û nefreteke pir mezin li beramberî hêzên komploger derkete holê. Bedelên pir giranbuha hatin dayîn, bi dehan keçan bedena xwe dane ber agir, bi sedan ciwan tevlî nava refên şoreşê bûn. Her wiha cara yekem li Sûriyê li beramberî rêjima BAS, serhildan hatin kirin ku ev bi giştî ji bo gelên Sûriyê wek şoreşekê bû. Rejîma BAS gelê Sûriyê anîbû rewşekê ku nemumkun bû tikes li hemberî wê serî hilde. Lê gelê Kurd di wê demê de dest bi serhildanan kir û hîna zêdetir li dora tevgera azadiyê kom bû.
Dijmin dixwest gelê me yê vê beşê her bêdeng bimîne, lê gelê me di wê pêvajoyê de îlan kir ku bê Rêber APO jiyan nabe û heya Rêber APO azad nebe, dê ranewese. Heya Rêber APO azad nebe dê her di nava têkoşînê de be. Vê soza birûmet ku gelê me da Rêbertiya xwe, hişt ku îro bi berxwadaniyeke pir binirx, bigihîje azadiya xwe û xweseriya xwe ya demokratîk îlan bike. Bi vî rengî bersiva herî biwate ji bo Rêber APO û keda wî li vê qadê, bi taybetî di sala ku dijmin tecrîda giran li ser Rêber APO daye destpêkirin, hate dayîn û gelê me bi vê tevgerê eşkere nîşan da ku xwedî li Rêberê xwe derdikeve. Gelê me li rojava jî bi eşkeretî dibêje heya Reber APO azad nebe, wê bi şev û roj kar û xabata xwe bimeşîne û tîkoşîn bike. Ev biryardariya gelê me bi cîhanê re daye îspatkirin ku gelê kurd her dem û di bin her şert û mercî de li pey Rêberê xwe ye, bi hezaran egîdên xwe fedayê azadiya Rêberê xwe û azadiya Kurdan dike. Ji ber ku Rêber APO ew fêrî yekîtî û azadiyê kirin.
Li rojhilatê Kurdistanê ruxmê ku rejîma Îslamî zexteke pir giran li ser gel dide meşandin jî, gelê Kurd tevlî tevgera azadiya netewî bûye. Di dema dîlgirtina Rêber APO, yek ji perçeya ku herî zêde xwedî li Rêbertî derket û bedelên giran da rojhilatê Kurdistanê bû. Serhidanên herî bi heybet hatin lidarxistin. Vê jî cîhan xiste nava şokeke mezin, kesekê/î bawer nedikir ku Rojhilat bi vî şêwazî bibe xwedî helwest. Rejima Îranê di vê demê de kete nava fukarên mezin. Ji wê demê heya niha ciwanên rojhilatê Kurdistanê bi hejmareke mezin tevlî nava rêfên şoreşê dibin. Gel fedakariyeke pir mezin heya îro nîşan daye û piştgiriya xwe ji tevgera azadiyê re daye diyarkirin. Ji vê jî zêdetir gihîştiye wê asta zanêbûnê ku li maf û vîna xwe xwedî derbikeve. Ruxmî ku li vê perçeyê hemû cureyên şîdet û hovîtiyê bi destê rejîma Îranê li ser gelê me tê meşandin, lê îro ji her demê bêtir gelê me bûye xwedî biryar ji bo bigihîje azadî û pergalake demokratîk. Ji bo vê bi sedan lêhengên cangorî di vê dozê de şehîd bûn û bi serbilindiyeke mezin li beramberî sêdareyê bi gotina “Bijî Kurd û Kurdistan, Bijî Rêber Apo!” seknekî birûmet nîşan dane. Wiha jî hewldanên rêjîma destpotîk ên bi mebesta gelê me bitirsîne û ji tevgera azadiyê dûr bixîne, vala derketiye. Li vê beşa Kurdistanê îro gelê me di nava lêgereke mezin de ye, ber bi zayîneke nû ve diçe ku ev jî pergala azadî û demokrasiyê ye.
Li başûrê Kurdistanê, dijmin û hêzen komploger hewl dan ku vê beşê ji xwe re bikin ciheke bingehîn û warê dijîtiya yekîtiya gelê Kurd. Lê belê bi taybet bi girtina Rêber APO re, di vê beşê de jî şiyarbûnek çê bû û gelê me bû xwedî hest û zanebûna rast a yekîtiya netewî.
Di esareta Rêber APO de hêzên hevkar bûne destek û ji despêkê ve bi eşkeretî dijîtiya fikir û ramanên Rêber APO kirin, xwestin gelê me yê li vê beşê ji perçeyên din qut bikin. Lê belê îro em dinêrin bi berxwedaniya li Îmraliyê, bi siyaseta serkeftî û vîna ku Rêber APO li wir da nîşandan, bû sedem îro gelê me di vî beşî de bigihîje zanebûna azadiyê û hevgirtineke ruhî û bawerî di nava Kurdan de ava bibe. Bi berxwedaniya xwe û îradeya xwa ya netewî hişt ku hêzen Kurd li başûrê welat vê rastiyê qebûl bikin û nema cesaret bikin ji dijmin re bibin hevkar û dijîtiya Rêber APO û tevgera azadiya gelê Kurd bikin. Ji zarokên heft salî heya kalên hêftê salî, îro li Başûrê Kurdistanê herkes gihîştiye wê zanebûnê ku bê yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd, ne mumkune ew bigihîjin azadiya xwe. bi vê rastiyê hesiyane ku pêşengtiya vê xabatê Rêber APO û tevgera azadiyê dike. Lewra ji bo azadiya Rêber APO û bi armanca piştgiriya beşên dîtir di nava têkoşînê de ne. Di heman demê de êdî dixwaze li Başûrê Kurdistanê li jêr sêwana pergala azad û demokratîk de bijî. Ji bo vê jî rêxistina xwe ya hemwelatiyên azad damezirandiye û îro di nava hewldaneke mezin ji bo rêxistina xwe bihêz bike de ye.
Di encam de ev helwesta gelê me li vê perçeyê planên dijmin vala derxistiye. Gelê me soz daye ku nehêlin ti hêzeke dagirker vê perçeya Kurdistanê bike armanca siyaseta xwe ya qirêj.
Rêber APO girîngiyeke pir mezin dide gelê Kurd û civaka mirovahiyê. Bi hêz û keda Rêber APO re wê gelê me bigihîje azadî û demokrasiyê. Çawa gelê Kurd di dîroka xwe ya serdema şoreşa Nêolîtîkê de ji cîhanê re pêşengtî dikir, li ser vê esasê Rêber APO ji vê rastiyê derkete rê û dest bi tevgerkirina gelê kurd kir. Gelê Kurd jî ji ber ev rastiya Rêber APO nas kir, dît û di heman demê de fêm kir, lewra her du rastî bi hev re bûne yek. Di vê wateyê de rastiya Rêbertiyê bê civakê nabe û civak bê rastiya rêbertî nabe. Ji ber vê sedemê gelê Kurd ji dema dîlketina Rêbertî hêya îro her roj di nava têkoşînê de ye, her roj zêdetir berxwedana xwe bilind dike. Ev rastî ji hêla dost û dijmin vê ron bûye ku Rêber APO û gelê Kurd yek in, rastiya wan yek e. Rêber APO ne şexsek e, ew bîdoziyek e, felsfeyek e, sosyolojiyeke azad e, raman û rastiyeke azad e. Ev rastî hemû bûne malê gelê kurd. Bi taybetî bi berxwedaniya li Îmraliyê re û bi pêşxistina paradîgmeya nû ya Rêber APO re ev rastî derketiye holê. Ji ber vê gelê Kurd wê berxwadaniya xwe di bin durûşmeya “Bê Rêber APO Jiyan Nabe!” bilindtir bike û bigihîje azadiyê.