Tu Ji Bo Me Pîvana Azadiyê Yî Hevala Sara
Em jinên dinav PAJK’ê de her wext dizîvirin li ser jiyana xwe, li paşeroj û pêşeroja xwe difikirin. Ji çi dem û qonaxan em gihane ta ku derê… Dem û qonaxên ne aydî me lê em tê de bûn. Çawa ku jiyana me ya berê tê bîra me wekî ku berê me ji rojê zivirî be şevê. Du jiyanên mîna ronahiya şev û rojê ji hev cihê!Du jiyan; lê kîjan jîn, kîjan mirin e niha her kêlî, ji me ve mîna avê,zelaltir dixuyê. Mîna ku ewrên li ber çavên me rabûbin, em ji xeweke giran û ji xewneke bi xof şiyarbûbin û çav xilmaş in.Kîjan rastî ye û ya din xeyal? Gelo ez im niha ya li vir, yan ew ez bûm di wan dem û dewranên dûr de? Eger ew dewranên dûr rastî bin, na na ew ne ez bûm li wan deran. Lê eger ez, weke hebûnekê di nav civaka xwe de, niha rastiyek bim, wisa be ew demên dûr, demên winda?
Tim aydî hinekên din, her tim ji bo her kesî lê tu car ne ji bo xwe. Her tim bi hêvî, bi hesret, bi xwezî, bi kezî, bi perpitîna dilê çûkekê bi coş, bi kelecan, bi çirûskeke agirîn a di bîbikên çavên kilkirî de, bi xewn û xeyal me xwest li darê dinê bin. Lê di çavên me de hiştin xwezî û hesreta dilan.
Lewma jî çawa ku em qala bîranînên xwe dikin pirî caran ji me re mîna xewnekê tê. Heta em tevlî nav refên azadiyê bûn mîna xewneke giran û bixof.
Rêber Apo rêyek nîşanî me da û me dengê dilê xwe bihîst, me çavên xwe vekirin û em ketin ferqa xwe.Ew dilê êdî ji bo me û heqîqeta mirovahiyê davêje. Qanûnên azadiyê, pîvanên azadiyê bi me da hînkirin;Hûn çiqas a xwe bin hûn ê ew qas mirov bin.
Hûn çiqas bi soz û biryara xwe rabin hûn ê ew qas azad bin.
Hûn çiqas bikaribin ji bo azadiyê şer bikin hûn ê ew qas xweşik bibin
û bikaribin pîvanên xwe deynin
û ew qas werin hezkirin
Bi per û bask bibin û bifirin asoyên xwe yên azadiyê.
Yek ji me hê ji serî ve navê Sara li xwe kir û bû rêhevala azadiyê.Pîvanên azadiyê li bejn û bala xwe kir û ew bixwe bû pîvan. Bi biryar, bi înat, bi coş, bi sebir û aram, bi hezkirin, bênavber têkoşiya. Digot; Her tim bi şer û pevçûn bû jiyana min. Her kêliya jiyana xwe azadiyê şane bi şane, bi hostahiya xwedawendekê hona.
Nîşanî me da ku ev dem dema jinê ye, azadî di ruh û cewherê jinê de heye.Bi vî ruhî em ê azad bijîn yan jî najîn!
Nîşanî me da ku em dikarin bigihên ‘xwebûn’ê. Em dikarin aydî xwe û xwe bin. Ya aydî me di xwe de pêk anî: Cewhera jina civaka xwezayî derxist nav alema mirovahiyê.
Ji her tiştê xweşik hez kir û yên nexweşik pak kir. Di xwe de nîşan da ku ya herî xweşik sadetî û reseniya ruhê pîroz e dide der.
Hezkirina wê dilê me germ kir, bi me da hîskirin ku her dil durek, gewherek e di kûrahiya zeryayan de. Tenê bi hezkirineke rast, bi şerekî fedaiyane wê derkevin ser avê. Bes bi hezkirin em li jiyanê binihêrin wê çaxê em ê bikaribin heqîqeta xwe û mirovahiyê ava bikin.
Li çiyayên Zagrosan textê xwedawendiyê danî û bû pêşenga me. Dengê newaya azadiyê gihand guhê me û em ketin govenda azadiyê. Em bûn bi hezaran, bi sedhezaran, me mil da hev û di şoreşa serdemê de me dîlana bi dilê xwe girt.
Sembola xwebûnê, nîşaneya bêmiriniyê; tu ji boy me resmek î ku em ji temaşekirina te têr nabin û em ê tu car têr nebin. Her em dinihêrin em wateyek tê de dibînin; wateya rêhevaltiyê, xweşikî, bawerî, dilsozî, mirovahiyê, wayeta azadiyê. Em ê her şopdarê rêya te ya pîroz bin. Em ê bi soz û peyman bin ku hesreta dilê te û rêhevalên tevlî karwanên şehîdan bûn pêk bînin.Bi germahiya te, rêhevalê me yê tu car me tenê nahêle, Rêbertiya xwe hembêz bikin.
SEMA AMED