Cejna karker û karmendên di cîhanê serî de afirînera jiyanê dayika karkerên xwediyê keda herî bi wate li jinan û hemû karkerên cîhana mirovahî pîroz dikin.
Bê guman rastiya kedê tenê bi rojekê re, bi çînekî re û cinsekê re nayê sînordarkirin. Jiyan, gerdûn, xweza, mirov tişta ku em jê re dibêjin jiyan wateya xwe ji kedê digrê. Lê dema em îro li rastiya netew-dewletê dinêrin bi ferasetê zayendîperez, tebeqeyên civaka mirovatî parça kiriye, belav kiriye û jiyana ku bi keda mirovatî teşe girtiye, di bin lingan de perçiqandiye. Êdî jiyana wate û ahenga xwe ji keda wekhev û li gor pêdiviya jiyankirinê digirt îro li gor berjevendiyê sermeyedaran tê pêşxistin. Çiqas lazim e ewqas berhemdarî û jiyan li ser parvekirin, dabeşkirin û komînalîtê keda civaka azad mirovatî xwe gihandiye van rojan. Bi felsefa jiyana azad rengê jiyanê bi hebuna jin re xwe nasneme kirî, bi ferasetê deshilatdariya zilam kedkarê herî mezin ê jiyanê keda jin hatiye înkarkirin, desteserkirin û jê hatiye dizîn.
Pergala kapîtalîzma aqiliyeta ji rêya haqîqeta civakî derketî bi rastiya xwe ya pençeşêr, niha jî bi virûsa koronayê cîhana me, xistiye rewşekê candayînê. Van rojên dawiyê ruxmê ev nexweşî cîhana me de 3 milyon kesê ketiye û 200 hezar kes zêdetir mirov canê xwe dane, pergala kapîtalîst dîsa ketiye derdê pêrê xwe û deshilatdariya xwe. Ji despêka derketina virûsa koroneyê hata niha fabrîqayên xwe yê li ser dagirkirina keda karkeran nedaye seknandin, îcazeya heqê kedkaran mafê tenduristiyê nedaye naskirin. Me carek li dîjî rastiya pergala kapîtalzma li ser tunekirina mirovatî xwe sazkirî, dît ku dibê bila aboriya wî lewaz nebê çiqas jiyan karkeran dikeve xeterî û dimrin jê re ne xem e. Rewşa cîhana me dişibê keştiya ku noqî avê dibê, lê dewlemend ruxmê kû dibînin ev virûs farqê naxe navberî tu kesî, cins, netew-qewim û çîna nasnakê wekî hinek jî dibên ‘virûsek demokrat e’, hîna jî çavên korbuyî ev cîhana ku em hemû keştiya wê de ne ew hesabên ‘gelo wê çawa perê xwe xilas bikê’ de ye. Aqilê ku ji rastiya civaka mirovatî qutbuyî tenê nexweşî, kuştin û tunebunê pêşdixê. Li beramberî hişmendiya şovenîzm û faşîzma AKP’ê ku nava sukê de ciwanek bê guneh, li ber çavê her kesê dikûje û bi rehetî dibêje ‘ji ber dişibiya Kurda û min got terorîst e’ di vî walatê de ev hişmendiya ku dibê ‘heger Kurd e, terorîste û dikûje’ ya rastiyê de mirovatiya hindurê xwe dikujê û ew îlan dike ku ji morovbûnê tu nesîbê xwe negirtiye. Bê guman ev ne mînaka yekem e ku dewleta Tirk avabûna xwe heta niha dewletek terorîst e, faşîst e, qirker e. Komkûjiya li ser gelê Ermen, Çerkez, Elewî, Kurd û herî dawiyê ew qas ji ehlaqê mirovatî dûrketiye ku di demê herî nêz a 2016’e li Cizîra Botanê bi awayek zindî sedan ciwan û jin di jêrzemînan de hatin şewtandin. Lazim e her Kurdek vê dîrokê di nava hişê xwe de bi cih bikê û tu caran jibîr nekê. Ji ber ev feraset îro kuştin, înkarkirin û tunekirina Kurdê, di rewşekê ji salên 1990 paşdetir û xiraptir de ye. Zilm, kuştin û bê adaletî hêrsa me ya li dijî dijmin lazim e xurttir û tekoşîna me ya berxwedaniyê bilindtir bikê. Ji ber ev diyalektîka xwezayê de jî heye, di her êrişek li ser zindiyan tê kirin de jiyan mîna refleks berxwe didê û jiyana xwe diparêz e.
Emê Yekîtiya Gelê Kurd Ji Nan û Avê Pêştir Bibînin
Ger zindiyên ku ser ruyê erdê vê dikin, wê demê em gelekê ku xwedî dîroka kevnar a mirovatiyê ne dergûşa şaristaniya Mezopotamya ne; em ê ji her demê zêdetir pêdiviya xwe ya yekîtiya gelê Kurd ji nan û avê pêştir bibînin û yekitiya xwe avabikin. Ji bo planên dewleta Tirk a dagirkirina heremên parastina medya îro şandina hêzê pêşmerge ji aliyê KDP’ê ve carek dîtir tahrîkkirna şerê birakûjî ye. Dem ne dema bi hesabên biçuk bi qedara 40 milyon Kurd re lîstin e. Mîna ku me gelek car dîroka xwe ya derbasbuyî de dît Kurdistan walatê çanda wekhevî, azadî û biratiyê ye. Kengê hesabên biçûk û malbatgerî geriyaye li ser bazarkirina Kurd pêşket dîroka me ber bi jêr ve çû û gelê Kurd îro yekem miletê ku di sedsala 21 de rixmê gelê herî qedîm, xwedî kevneşopiyên dîrokê ye; hîna nasnama xwe, çanda xwe û zimanê xwe nikare bi şêwazek azad bijî. Dagirkirin û kuştin, li ser gelê me tê ferzkirin. Ev feraset Hîtler û Musolînî zindî kirin û şopdariya faşîzmê îro di şexsê Erdoxan de faşîzm, qirkirin û dijmintiya li dijî Kurdra canavarê levîathan bûye dahaqê sedsala 21’emîn, xwe li ser rijandina xwînê Kurdan didê jiyankirin.
Di bin navê virûsa koronayê de faşîzma tifaqa AKP- MHP’ê ev virûs ji xwe re zivirandiye firsendekê, da ku bikaribe krîza siyasî, aborî, û civakî ku qonaxa xwe ya fetisandinê de ye, temenê xwe xilas bikê bi qanûna saziya înfazê plan dikê bi rêka mafya û fihûşê aboriya xwe zindî bikê. Hemû kûjer, tecawûzkarên jin, çete û mafyaciyên li ser pêşeroja ciwanê Kurd û Tirk madeyên hişbir re pêşeroja civakên li Tirkiye xistiye nava xeteriyên pir mezin. Gelo ev çi civak û milete kujerên sedan jinan, dest dirêjê ku bê ahlaqî birine asta lutkeyê tundûtijiya li ser keçan, tehdîtkarên herî mezin îro qaşo bi vekîlên ku bi îrada gel hatine parlementoyê jiyan û evlekariya de serî de jin û hemwalatiyê xwe davêjê xeteriyê. Miletek ku bêjê ez însan im û hîna min vijdan û ahlaqê civaka xwe wenda nekiriye divê heta niha deh serhildan rakiriba, ev dewleta tecawuzkar, mafyager û çete ji erkê xisti ba. Gelo di vê halê de civakek bê refleks ji her tiştekê re xwe ker bikê, wê hîna çi bijî, çi ji vê rewşê xiraptir bibînê ku mirov bikarê vê rewşê de bêdeng bimînê? Zihniyeta ku îro bîr û baweriya di vê arîfa remezanê de jî kuştin, derew, bê ahlaqî û neheqî bike; Îslama ûmetê de ji wan re gotine minafik û hatine ceza kirin.
Tu hêz ji hêza jin, ciwan û gelan rêxistinkirî ne bi hêztir in.
Îro li Tirkiye tu jinek ku bêje garantiya jiyana min heye nemaye. Her jinek di bin gefa ku her kêlî bê tecawuzkirin, bê kuştin, rastî haqaretê bê , êriş li ser bêye kirin de ye. Sedan mînakên ku di van rojên em jiyan dikin de jî em dibihîsin hene; gefxwar û kûjerên jinan çawa derketin dest bi kuştina jinan û gefxwarinê kirin. Jinan re dibêjin rûnin li mala xwe, lê di hembêza maran de razin, dema mar te ve da û tu mirî emê fatihayek li ser ruhê te bixwînin. Ji vê re jî bê je şikir, ev e zihniyeta AKP’ê.
Ev qanûna vesaziya înfazê, ji bo jinan benê sedarê xistiye qirqa hemû jinan de. Serî de rewşenbîr, akademîsyen, hûnermend, hiquknas, siyasetmedar, dayik, keçên ciwan û hemû jin lazim e ji her demê zêdetir û xurttir yekitiya jin re tekoşîna xwe li her qadê bilind bikin. Êdî kêr gihaştiye hestî û tu kêlî tu rojek ku em bendê bimînin, mêyze bikin ka wê çawa bibê nemaye. Dem dema tekoşîna azadiya jinê ye. Dem dema tekoşîna bê rawestandin, li dijî faşîzmê hêza xwe rêxistinkirin û çalak kirin e. Ger çareseriyek hebê ew jî bi hev girtin û hevbeşiyan re, bi jinên rixistinkirî jiyan wê azad bê, cihana me dê bibê cîhana jinên serbilind û tekoşer. Em li ser vê esasî bang li hemû sazî rêxistin û kesên demokrat û sosyalîst dikin ji her erkên rojane ku dikevin ser milên mirovên hişmend û nirxên civaka xwe ve girêdayîne em xwedî jiyana xwe, civaka xwe û xwezaya xwe derkevin. Ji zaliman hesap bixwazin ji bo jiyan bin lingan de ne perçiqê, deshilatdar û leyîstokên wan ên qirêj şansê wan ê xwe li ser dîwarên tirsê avakirine bi rûxê. Tu hêz ji hêza jin, ciwan û gelan rêxistinkirî ne bi hêztir in. Hêza me ya rêxistinbuyîn û tekoşîna me ye. Em bi keda xwe ya pîroz a 1’ê Gulanê û hemû rojan bi zanistiya karê herî bi wate jiyana azad, civaka azad avakirin e. Ew jî ji rêya azadiyê, ji azadiya Rêber APO derbas dibê. Rêbertî kedkarê xeta azadiyê, kedkarê tevgera wekheviya jin a ku jiyana bi rumet û azad dijî ye.
Tu tiştekî nikarê bikevê navbera me û Rêbertiya me de.
Di van rojên dawî de bi rêka telefonê hevdîtina Rêbertî ya li gel malbat çêbu. Dibê em bizanin ku ev ji bo me nayê wateya ku dewlet nêzikbûnê xwe guhartiye û ev pir gavek girîng e. Ji ber dibin her gavek ku dewlet diavêje de komployek veşartî radizê. Ger em tekoşîna azadiyê li her cih û her qadê de bi çalekiyên cur be cur bilind bikin û li dijî pergala şovenîzma dewleta Tirk bi awayekî herî bi hêz bisekinin, wê demê tekoşîna azadî, wekhevî, demokrasî ji xwe li ser ferasetê pergala Rêber APO dê tecrît bişkê û dengê Rebertî bilind bibê. Dengê Rêbertî rihê azadiyê ye. Bi yekîtiya netewî, netewa demokratîk çareseriya hemû pirsgirêkên morovahiyê ye. Mirovahî çawa bi kedê civaka xwe avakir, jina azad jî wê carek dîtir ji tecawûz, zayendperezî, bê adalatî û ne heqiyê re bêjê ‘na’. Dema jin hêza xwe rêxistin kir û xist tevgerê hemû cîhan wê bibê bihişt û jiyan a bi eşq were jiyankirin. Wekî ku Rêbertî ya me jî nirxandiye xebatên yekitiya gelê Kurd, sekna netewî ji her tiştî girîngtir û watedartir e. Bê Bakûr, Başûr ne dikarê hêz bibê ne jî dikarê jiyan bike. Bê Rojava, Rojhilat û bê Başur jî Bakûr nikarê bi hêz bibê. Ji ber em haman beden heman rih in. Her gelek bedenek, her zimanek û çand jî erdnîgariyek e. Em ê nehêlin Bekoyên awan bikevin ser singa walatê me, axa me û rûmeta me di bazarê bazirganiya deshilatdaran de bifiroşê. Ji ber êdî Kurd ne Kurdê berê ne. Gelê me hêjayî jiyanek azad û rumetê ye. Ji derveyî vê ji kuderê neheqî û êriş bên, ev tirsonekî û lewaziya dijminê me didê nîşandan. Ger êrişî goristanên me dikin, ev didê nîşandan dijmin ji biqasî cesetê me bitirsin tirsonek û lewaz e. Ên ku nizanin jiyan bikin tenê kuştinê fêm dikin. Ji ber rastiya Rêbertî rastiya jiyana azad e, azadî wateya bê mirinî ya jiyanê ye. Tu tiştekî nikarê bikevê navbera me û Rêbertiya me de. Dema dengê Rêbertî bilind dibê jiyan azad û xweş dibê. Gelê me carek dîtir bi tekoşîna felsefeya azadî û pergala demokrasî wê ji bo hemû mirovahiyê rêya jiyanê û rêya azadiyê ronak bikê.
Newroz Cîzre