Tu Bû Yî Dengê Azadî Yê 30 Hezîran

0Shares

Ev deng li herderê belav bû û hat neqşandin. Bi rengê azadî yê bu dergûşa mirovahî yê û dîyarî anî bû tola  jîyana azad û şitlên wê li herderî belavbu û mohra xwe lê da. Ev li her derê dengê xwe veda û bilind bu.

Tu bû yî bersiva  qêrînên  azadî ya  gelan 30 Hezîran. Tu bu yî hêvîya zarokên destê wan li hewa mayî 30 Hezîran. Tu bû yî dengê  tîlîlîyên  jinan  navê we Zîlane ango Zeynep Kinaci bû. Tu bû yî şopdarê çanda xwedawenda mezopotamya’yê a hezar salan 30 Hezîran. Çawa ku civaka xwezayî de çanda dayîk hekîm bû, roja meya îro ji berdewamîya ÎŞTAR  ‘Zîlan’ dewr girtîye. Berdewama çanda ji çîya yê Toros, Zagrosan tê xwedî derketinê û tê parastin.  Li hemberê  bê edaletî, zihnîyeta desthilatdarî, hemu qirêjî şaşîtî û dîroka li tarîyê da mayî li hemberê  wan serî rakirin û tol girtine.

Bi vê wesîleya 30 Hezîranê, silavek  da 17 Hezîranê  girtîgeha  Çanakale Sema Yuce bersiv da agir berda bedena  xwe. Bi agirê Newrozê re  kir yek û li her derê navê xwe bi tîpên  zêrîn neqişand û bilindkir. Cîhekî  din cûda   mekanên Azad dengveda  7 hezîranê, Gulan Garzan Ev deng li herderê da hîskirin û bihîstin, li hemu cîhanê belavkir û rakirin li ser pîyan .Wan hêrsên hevalan dibe çalekîyên wan salên cûda, li mekanên cûda bin jî lê naverok wek hev e.  Ji ber ku rih, dil, mejî û çalekî yek e. Dema ev yek be  ji hevdu, tu caran qut nabe. Sedema vî felsefeya Rêber Apo’ye. Ji ber wê jî  armanc dibe yek. Ji ber ku hevdu bibînin nasbikin vê pêk tînin û dikin, ji xwe wek hev dihizirin  û erka xwe dibînin û tînin cih.

Ji bo wê Rêber Apo got; Zîlan ne şexsekîye ne xetekîye, manîfestoye ke û rexistinek e. Ji ber vê yek e, dil û mejîyê  dijmin de navenda wan de  tol girtina bi hezar  salane 30 Hezîran. Hevala Zîlan pergala dijmin taru mar kir ango  pûçkir, him li hemberê dijminê  hûndir û ji ê derve re bû bersiv, him jî li hemberê teorîya şaş ya  ku digotin ev tişt nabe dijminan nav velîskê de hiştin. Gorî rihê dema nû tevger da gelekî bi hustatî rêk û pêk nêz bû  şêwaz û  rêbaz’a textîk’a nûjen û dewlemend encam girt û li ser dijmin de çû, bû xeta fedayîbûyînê gorî  felsefe û rihê dem ê. Bi awayekî  berpirsyartî nêz bû û hatkirin di kesayeta xwede pêk anî.

Ji ber wê  hezaran fedayî şopdarê wê ne, û pey wê ketine navê Zîlan rakirên e. Zîlan bû hevîya civakê ku  hatîbu ji birkirinê, ji nûve ser rastîya civaka ehlakî û polîtîk daye jîyankirine. Ji ber wê yek e, berî herkesî  metirsîya li ser Rêber Apo rêxistin û hev hîs kir, ket ferqa wê û fehmkir bu xeta jîyana rast. Dûra rojê re bû xeleka  ji agir ve dorpêçkirin ji bo gel parastin. Hûn bûn stêrkên welatê me û tucaran nayên windakirin e wê herdem geş bimînin.

Wan hevalan û yên wekî wan welatê me Kurdistan kirin bihişt û cinet bu cihê hemu minrovahî be wê derê îbadet bike û bû cihê pîrozkirinê. We çanda xwedawenda mezopotamya yê ji nû ve zindîkir û dewam kir hûn bûn hêvîya zarokên destê wan li hewa mane, we  daxwaza  wan  bi cih anî. Jinên qirîna wan yên azadî yê bilind dibe, we li herder ê belavkir û rêxistin kir, gelê bi hezar salane bê bîro bawerî mabun, we ji nûve  bîro  bawerîkir  û da bawerkirin.

Ji ber ku hûn bûn çavkanîya hêvî  û bawerîya  mîrovên  bindestê dagirkeran û neyaran, we ew ji zilmê xelaskirin û parastin. Ji ber wê jî îro ji şagirtên we, li herderê  û taybetî jî li çîyayên Kurdistanê kirine kela berxwedanê, bune gerîlayên hemdem  yên serdema nû dijminê  mirovahî yê neçar maye çi bike ketîye nava telaşan de ji ber  wan nizane kuderê ve birevê. Hûn bûn meşale û ronahîya pêşaroja  me ji ber wêjî tevgera azadî ya jinên  kurdistanê  xwe  li herderê rêxistinkirî ye û cîhanî bû ye wek mîlîtanên  PAJK’ê emê daxwaza we pêk bînin. Ala ku we dewr ê me kiriye, emê heya serkeftinê bibin. Ji xwe we erka xwe pêk anî ye, ev ê ku mayî  jî jivir şûnde emê berdewam bikin û bidomînîn bila çavê we  livir şûnda paşve  neminê. Emê tekoşînê bilindbikin û heya em vî dijminê hov yê li serê mirovahîyê bûye bela ji holê ranekin  ji xwe ber ketinê ye û hilweşîyaye. Emê  serkeftina Kurdistana azad destbixînin û misogerbikin.

Sakîne

Attachment