Tola We Tê Hilanîn
Evîn Nejdet
Di sala 2011 meha Çile de yek ji şervanên azadiyê bi navê Hêmin (Hisên Xizrî) di girtîgeha Urmiyê de piştî bi mehan îşkence û kiryarên derveyî mirovahiyê, bi awayeke dij-huqûqê hate dardekirin. Rêber APO piştî bihîstina vê bûyerê nirxandineke wiha kir:
“Divê li Hisên Xizrî xwedî derbikevin û bîranîna wî bidin jiyîn. Bi veşartî darvekirina Hisên Xizrî, êrîşeke dij mirovahiyê ya ku li hemberî hebûn, rûmet û nasnameya gelê Kurd hatiye kirin e. Jixwe divê êrîşên bi vî awayî bê bersiv nemînin.
Vaye ez ji bo ciwanan dibêjim; divê bîranîna hevalan ji bîr nekin û bidin jiyîn. Ez dibêjim ku divê têkoşîna wan bi jiyînê, bi mezinkirina têkoşîn û rêxistinê dewam bikin. Bi heman awayî divê bîranîna Hisên Xizrî jî bidin jiyîn. Ez silavên xwe yên taybet ji bo malbata Hisên Xizrî ku li Îranê hate darvekirin û gelê Îranê dişînim. Wê teqez hesabê wî bê pirsîn û xwîna wî li erdê nayê hiştin.”
Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de pir rêhevalên leheng jiyana xwe fedayê xeta azadiyê kirin û li ser keda wan li Kurdistanê gelek nirx hatine afirandin. Bêguman têkoşîna wan a mafdar ji bo avakirina jîneke birûmet bû. Derketina PKK’ê jî di wateyekê de hem berdewamiya vê rêya pîroz e, hem jî tolhilanîna wan e.
Gelê Kurd pirî caran rastî zordestî û şîdetê hatiye û bi awayên cur be cur hewl daye ku xwe biparêze. Jixwe yek ji taybetmendiya sereke ya Kurdan berxwedêrî û cengawerî ye. Lewma jî di şerê ku Kurd tevlî bûne, kêm caran binkeftin çê bûye. Pir caran dewletên serdest ji bo bikaribin di şer de biser bikevin, an jî sînorên hakimiyeta xwe biparêzin ev xusûsiyeta Kurdan dane ber çav û ew bikar anîne. Lê belê ji bo Kurd nebin xwedî hêzeke mezin komplo û lîstok pêk anîne. Di serî de pêşiya yekîtî û hevgirtina Kurdan girtine. Di nav wan de bizrên nîfaq û nakokiyan çandine. Ew bera hev dane. Pirî caran Kurd bixwe li hev ketine. Li dijî hev şer kirine û ji vê rewşê jî hertim hêzên serdest sûd wergirtine.
Kurd kesayetên şerker û wêrek in. Di heman demê de pak û sade ne. Herdem xwedî li nirxên xwe derketine. Zû bi zû jî xwîna xwe li erdê nehiştine. Lê belê di encama lîstokên serdestan di nav wan de nakokî û pevçûn derketiye, pir caran tolhildana wan li beramberî navxweyî bûye. Jixwe şerên eşîrtî û doza xwînê (kan davasi) ya Kurdan bûye mijara pir roman, film û rêzefîlman. Lê ev tolhilana qeba bi tevahî li dijberî Kurdan bixwe encam daye. Lewma jî dema ku tevgera azadiyê nû dest bi têkoşînê kir, çawa ku ji pirsgirêkên siyasî û civakî re perspektîfeke nû û hemdem pêş xist, piştî şehadeta rêhevalê Heqî Karer, mijara tolhilanînê jî bi awayê nû hat dest girtin. Rêber APO yek ji sedema avakirina PKK’ê wek tolhilana rêheval Hakî binav dike Ev feraseta nûjen heya roja îro bi xurtkirina têkoşînê berdewam dike.
Rêber APO, piştî bihîstina bûyera darvekirina rêhevalê Hêmin, pêdiviya tolhilanê destnîşan kir. Bêguman em wek tevger piştî şehadeta her hevalekî/ê soza xwe ya tolhilanê nû dikin. Lê belê ji bo ku mirov bikaribe bi awayê herî baş û rast tola şehîdan hilîne, divê ji xebat û bîranîna wan re bibe bersiv. Ji bo vê jî pêwîst dike di serî de rastiya kesayet û têkoşîna wan baş were zanîn. Mirov wiha dikare bi awayeke encamgir nêzîk bibe.
Rêhevalê Hêmin di sala 1982’an li Rojhilatê Kurdistanê bajêrê Urmiyê tê dinê. Rojhilatê welatême jî wek duyemîn parçeya mezin a Kurdistanê xwedî çand û kevneşopiyeke pir dewlemend û dagirtiye. Civaka Kurd li beramberî asîmîlasyon, komkujî û polîtîkayên rejîma Îranê herdem li berxwe daye û xwedî bertek bûye. Bi giştî, mirov dikare bêje ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hewl daye ji dewlet û saziyên wê dûr bijî û bi vî rengî destûr nedaye ku çand û nasnameya wê tine bike. Rojhilatê Kurdistanê ticar sînorên ku ew dorpêç kiriye û ji parçeyên din qut kiriye nepejirandiye û herdem bi ruheke netewî li beramberî pirsgirêk, êş û şahiyên Kurdan hestyar tev geriyaye.
Rêhevalê Hêmin jî di temeneke ciwan de dema tevgera azadiyê nas dike, piştî dîlketina Rêber APO, bi rik û hêrseke mezin di sala 1999’an tevlî refên têkoşînê dibe. Piştî ku demekê li qada HPG’ê dimîne, bi destpêkirina xebata Bizava Rojhilatê Kurdistanê, li vê qadê têkoşîna xwe berdewam dike. Piranî li qada Kelereşê dimîne, di sala 2006’an de dibe endamê Kordînasyona KCR’ê û herî dawî di sala 2008’an dema ku ji bo meşandina xebatê diçe Kirmanşahê di encama komployekê de tê girtin. Di sala 2011’an de bê ku doza wî encam bigire, bi awayeke veşartî tê darvekirin.
Rêhevalê Hêmin xeta jiyana xwe bi tevahî li ser pêşxistina têkoşîna azadiya gelê Kurd da rûnişkandin. Bi taybetmendiyên xwe yên sade û jidil di nava gel de ciheke taybet digirt. Bi vî awayî dikare nûnertiyeke rast ji tevgerê re bike, wiha jî bingeheke xurt a rêxistinî dide avakirin.
Rêhevalê Hêmin bi qasî ku hewcehiya birêxistinkirina civakê hîs dikir, herwiha pêdiviya afirandina kesayeta militan jî dizanîbû. Lewma di aliyê îdeolojîk de hertim hewl dida ku cewherê ramana Rêber APO binase.
Li beramberî rejîma zalim a Îranê ku, ne tenê gelê Kurd, herwiha bi tevahî gelên Îranê xistiye nava girtîgehê, ji bo ku azadî misoger bibe, pêdivî bi xebateke xurt a îdeolojîk û têkoşîneke kûr a rêxistinî didît. Rêhevalê Hêmin di nirxandineke xwe ya di derbarê 15’ê Sibatê pêdiviya bilindkirina têkoşînê de wiha rave dike: Îro gelê Kurd divê bi ti awayî ji gav avêtinê xwe paşve nekişîne. Di serî de ciwan û jin divê herkes di vê rojê de pêdiviya jiyana azad û têkoşînê baş fêm bike û herkes ji rakirina vî barê giran re bibe şirîk. Îro ku komploya navnetewî li beramberî Rêber û gelê me berdewam dike, divê em pozîsyoneke xurt bigrin û li dijî komplo ku dixwaze me teslîm bigre û her roj li ser gelê me êrîş û zextan dijwar dike, berteka xwe nîşan bidin. Divê em hemû bizanibin ku em mehkûmê serketinê ne û ti rêyeke me ya cudatir ji vê tine ye. Lewma jî wê îsal bibe sala azadiya Rêber APO û gelê Kurd.
Rêhevalê Hêmin di pêvajoya ku di nav civakê de xebat meşand, ji nêz ve şahidî li zordestî û newekhevîtiya li ser gelê Kurd dike û dema ku bi ramanên Rêber APO re rastiya Kurdistanê tehlîl dike, digihîjê wê encamê ku di serî de li dijî her cûre paşverûtî û nêzîkatiyên ku gelê Kurd paşdixîne û parça dike, bi tevahî ji bo avakirina civakeka demokratîk û wekhev têkoşîn zerûrî ye. Lewma jî hem di vê mijarê de kesayeta xwe diafirand hem jî heya radeyekê li dijî paşverûtiyan şer dimeşand.
Rêhevalê Hêmin wek ciwaneke Kurd û milîtanekî azadiyê, ne tenê li qada gêrîla herwiha di girtîgeha Îranê de ruxmî hemû îşkence û zextên dijwar bi ti awayî dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê berneda. Mirov dikare vê rastiyê di nameya ku di girtîgehê de nivîsandibû baştîr hîs bik: Ez hertim di wê baweriyê de bûm ku ji bo di civakê de azadî pêk bê, divê kesayet xwe ji hercure qeyd û bendên dewletê rizgar bike û xwedî rêxistineke demokratîk û derveyî dewletê (sivîl) be. Min xwest ji birînên li ser bedena civakê re bibim merhem. Piştî ez hatim girtin bi mehan li min îşkence kirin. Niha ku ez mehkûmê îdamê bûme, ez ne aciz, ne jî xemgîn im. Ji ber ez wek miroveke azadîxwaz mehkeme dibim. Heke îdama min û hevalên min, ji bo welatê me wê feyde bîne, ez ê ne carekê bi hezar caran bimirim. Ji ber azadî ji vê zêdetir bihaya wê heye. Bila rejîma Îranê jî vê yekê bizanibe ku êdî ciwanên Kurd ji mirinê natirsin. Ji ber azadmirin ji koletiyê baştir e. Em ji bo bigihîjin azadî û telebên xwe heya henaseya xwe ya dawî li ber xwe didin û heya dilopa dawî ya xwîna xwe têdikoşin. Em ciwanên Kurd rawestî (li ser lingan) dimirin, lê ticar ketin û bindestiyê napejirin.
Rêhevalê Hêmin, li kêleka berxwedana li hemberî polîtîkayên şoven û zalim ên rejîmên serdest, dizanîbû ku ji bo civak azad bibe, divê kesayet jî azad bibe û di vê mijarê de jî herî zêde li beramberî nêzîkatiyên paşverû yên zilam û rewşa ku jina Kurd û Îranî tê de ye hêrs dibû. Lewma jî nirx dida rêhevaltiya rast a bi jinê re. Rêhevalê Hêmin di nameyek xwe de ev mijar wiha aniye ziman: Rêhevala min a hêja, ez hêvî dikim ku hûn ji hev re hertim bibin rêhevalên herî baş. Ji ber ku rêhevaltî divê li ser xîmeke menewî qahîm be û ti tişt jî nekaribe wê jêrpirs bike. Lê belê divê hûn aliyên hevûdu yên kêm jî rexne bikin û xweliqkariya hev bişkovînin. Rojhilatê Kurdistanê pêdiviya wê bi jinên xurt heye ji bo ku hûn bikaribin bîranîna rêhevalên şehîd wek Zîlan Pepûle zindî bihêlin.
Ez vê bi semîmî dibêjim ku carna bi sed caran ez xwezînî tînim ku xwezî ez ji dayîka xwe keç bihatama dinê. Ji bo ku min bikaribûya bîranîna rêhevalên jin ên şehîd di Kurdistanê de bi cih bianiya. Ji ber jinek hîna bêtir dikare êşên civakê fêm bike û zilam ne xwedî wê hêzê ye ku xeyal û êşên jinê hîs bike.
Têkoşîna azadiya Kurd ji însanê ku di nava mirdava mirin û tinebûnê de digevizî, ji rastiya xwe direviya û haya wî/wê ji xwe tine bû, kesayetên têgihîştî ku di lêgera heqîqetê de ji rastî û rêgezên xwe tewîz nadin afirand. Kesayeteke xwebawer, jîr, fedakar û berxwedêr. Rêhevalê Hêmin jî wek şoreşgereke Apoyî di kela zilmê ya rejîma faşîst a Îranê de, manîfestoya berxwedanê ku ji rêhevalên Mezlûm û Kemalan fêr bibû, bi Ferzad û Şîrînan re li Rojhilatê welêt berz kir. Bi vê berxwedaniyê re destaneke berxwedanî û rûmetê li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hate neqişandin.
îro tevgera azadiyê wek çawa ku yek bi yek ji xeyal û xwestekên şehîdên xwe re dibe bersiv, li hemberî sîstema ku gelê Kurd parçe kiriye û civak ber bi qeyran û hilweşînê ve biriye, têkoşîna xwe ber bi serketinê ve dibe.
Di feraseta tevgera azadiyê de gurkirina têkoşînê tê wateya tolhildanê. Tevgera azadiyê di serî de şerê xwe di warê avakirina pergaleke demokratîk de bilind dike. Wiha jî tola şehîdan tê hilanîn. Civaka Kurd bi nasname û hebûna xwe ya cewherî re ji nû ve xwe birêxistin dike û wiha jî tola hemû rêhevalên şehîd tê hilanîn. Ruxmî polîtîkayên înkar û tinekirinê, gelê me serî natewîne û di her qadê de bêtir dibe hêz û wiha tola şehîdan tê hilanîn. Ciwanên Kurd bi xwedîderketina doz, ziman û pêşeroja xwe ref bi ref ber bi çiyayên azad ve tên û wiha tola şehîdan tê hilanîn. Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ruheke hevbeş pêşdixîne û wiha tola şehîdan tê hilanîn. Li dijberî hemû nêzîkatiyên ku asîmîlasyonê pêş dixin, civak çand û zimanê xwe diparêze û wiha tola şehîdan tê hilanîn. Li dijî feraseta ku xwezayê bêperwa bikar tîne û tine dike, têgihîştina civaka ekolojîk û demokratîk xurt dibe û wiha tola şehîdan tê hilanîn. Jin sînorên zayendparêziyê têk dibin, xwe birêxistin dikin, yekîtiya xwe ava dikin û wiha tola şehîdan tê hilanîn. Gelê Kurd bi hemû sazî û dezgehên xwe ve ji bo azadiya Rêber APO û çareseriya pirsgirêka Kurd topyekûn şer dike û wiha tola şehîdan tê hilanîn, wiha tola rêhevalê Hêmin ku li ber sêdareya mirinê bejna xwe li ber teslîmiyet û xiyanetê netewand, tê hilanîn. Bîranîna şehîdan wê agirê azweriya azadiyê herdayîm geş û gur bike.