Tişta Ferzdikirin ‘Yan Teslîmîyet, Yan Mirin’ Bû

0Shares

Dewleta qirker û mêtinger ya tc êdî fêm dikir ku bi qanûn û qaîdeyên asayî yên dewletê, bi rê û rêbazên asayî nikarine me. Dema didît ku bi artêşa xwe ya berê nikare encam bigre, ber bi salên 80’î ve li Kurdistanê rejîmeke pir alî ya şerê taybet û sazîbûnên wê yên çete yên veşartî û tarî pêş xist. Kurdistanê wek herêmeke OHAL (herêma rewşa awarte) îlan kir, waliyên OHAL’ê ku di qanûnan de wek waliyên sûper derbas dibûn ava kirin û di bin fermandeya van waliyan de jî rejîmeke şerê taybet ava kirin.

Bakurê Kurdistan ji aliyê waliyê OHAL’ê û di bin fermandeya wê de jî ji aliyê avahiya çete ya JITEM’ê ve dihat birêvebirin. Li dijî gerîlayên Kurdistanê yekîneyên veşartî û bêqanûn yên kontirgerîla û avahiyên tîmên taybet hatin avakirin. Pergala qoricîtiya gund ku gelê me jê re dibêje “CAŞ” hat avakirin, pêvajoyeke ku Kurd bi Kurd didin şerkirin, Kurd bi Kurd didin kuştin hat destpêkirin. Ji bo kesên welatparêz û şoreşger dadgeh bikin Dadgeha Ewlekarî ya Dewletê (DGM) hatin avakirin. Ji bo ciwanan ji rê derbixin hejmara YİBO’yan hatin zêdekirin. Ji bo jinên ciwan ji tekoşînê dûr bikevin û di nav sînorên pergalê de asê bimînin gelek saziyên mêtinger yên perwerde yên wek kursên dirûtin û naqiş hatin avakirin. Zarokên Kurd, di van navendên asîmîlasyonê de ku wek saziyên sivîl xuya dikirin de ji hêla çandî û civakî ve dihatin asîmîlekirin û dewlet hewil dida van zarokan bike sîxur û mûxbîrê xwe.

Tekoşîna gerîla ya ku Partiya me daye destpêkirin her çû xurt bû, li Kurdistanê bû hêzeke mayînde û di nav gel de hate qebûlkirin. Rejîma şerê taybet ya tc li hemberî vê yekê ket tengasiyê û xwest wek netewe dewletek hemû derfetên navneteweyî bikar bîne. Ji bo ku li dijî Tevgera Azadiyê û gerîla wê stratejiya xwe ya qirêj ya şerê taybet pêk bîne hem hêza şer ya vekirî ya NATO’yê, hem jî hêza veşartî ya GLADYO girt pişta xwe.

Bûdçeya şerê qirêj ya ku li dijî Tevger û gerîlayên me dihat meşandin ji aliyê GLADYO ya veşartî ya NATO ve dihat fînansekirin. Dewleta qirker-mêtinger ya tc ji bo ku piştevaniya NATO û dewletên ku endamên NATO’yê ne bigre ket nav lêgerîna ku Tevgera me bixe nav lîsteyên terorê yên Ewrûpayê. Ji bo vê bi hêzên navneteweyî re têkiliyên kûr pêş dixist. Ji bo Tevgera me têxe nav lîsteyên terorê ketibû nav amadekariyeke mezin ya komployeke siyasî û leşkerî.

Serokwezîrê Swêd Olof Palme li ser vê bingehê hatibû kuştin û vê cînayetê avêtin ser Tevgera me. GLADYO ya veşartî ya NATO û MIT bi hev re wê cînayetê kirin û Tevgera me wek berpirsiyar nîşan dan. Bi vî awayî PKK kete lîsteya terorê ya Ewrûpa. Piştî vê bûyerê qederek xebatên Tevgera me li Ewrûpayê hatin qedexekirin û di bin zextê dewletên Ewrûpa de man. Rêber APO û kadroyên pêşeng yên Tevgera me ketin lîsteya sor ya terorê. Ev rewş, ango ketina lîsteya terorê rê li ber operasyonên der sînor yên tc ya qirker û mêtinger jî vekir.

Dîtin nikarin me, dek û dolap zêdetir kirin

Rejîma şerê taybet ya Tirk ya ku li dijî Tevgera Azadiyê piştevaniya navneteweyî ya veşartî û vekirî digirt li hemberî Tevgera me zehmetî dijiya. Di sala 1995-1996 de êdî ev zehmetî gihîşt asteke hîn girantir. Tevî hemû piştevaniya siyasî, dîplomatîk, leşkerî û teknolojîk ya hûndirîn û navneteweyî çi dikir jî nikarîbû Tevgera Azadiyê û hêza gerîla tesfiye bike.

Tevî rê û rêbazên şerê taybet û şerê giştî jî didît ku operasyonên nav sînorî û der sînorî yên ku bi hêza kontrgerîla ku jê re tê gotin GLADYO ya Tirk û bi piştevaniya NATO’yê re dikir jî encam nagire û hemû hewildanên operasyonel yên ji bo tesfiyekirina gerîla vala derdikevin. Ji bo gerîla ji gel qût bike û mîna masî bê behr bimîne û bixenike çi rêbaz hebûya dikir. Di çolter û bajarên  Kurdistanê de zext û êşkenceyên giran li gelê me dikirin. Bi nave HÎZBÛLLAH girêdayî GLADYO ya navneteweyî û JITEM’ê avahiyeke veşartî ya kontra ava kirin û cînayetên bê sînor yên kujer nediyar her diçû zêde dibû. Avahiyên siyasî yên demokratîk yên ku Tevgera me piştgirî dida, mirovên demokratîk-şoreşger carînan bi awayekî vekirî carînan jî veşartî dihatin kuştin. Karsazên Kurd û demokratîk, siyasetmedar, rojnamevan û ronakbîr bi awayekî kujer nediyar ji aliyê GLADYO ya Tirk ve bê daraz dihatin înfazkirin. Daraz jî, qanûn jî bûbû ev Kontraya veşartî ya girêdayî GLADYO ya navneteweyî.

Gundên Kurdan ên ku teslîm nebûne û qoricîtî qebûl nekirine dihatin şewitandin. Bi deh hezaran mirov neçarî koçberiyê dihatin kirin. Kesên teslîm nedibûn, di jiyana bi rûmet de israr dikirin mirin û bûyerên kujernediyar jî di nav de cezayên herî mezin didan ber çav. Tişta li seranserê Kurdistanê dihat ferzkirin xeta ‘Yan teslîmiyet, yan mirin’ bû. Xeta ku di şexsê Rêber APO, Tevgera Azadiyê û hêza me ya gerîla de li ber xwe dida jî xeta ‘Zafer û Azadî’ bû. Ev xet, di dirûşma ‘Yan Azadî yan jî mirin’ de digihişt wateya xwe.

Li gel hemû kiryarên dijmin, pirsgirêkên dihatin jiyîn hebûn. Rêber APO ji bo hemû hûrgûliyên pratîk yên şer û tekoşînê hema hema rojane perspektîfan dida. Di şexsê xwe de tevdebûyîna (butunsellik) bîrdozîk, polîtîk, dîplomatîk û leşkerî bi ked û hewildaneke mezin pêk dianî. Hem navxweyî, hem di nav civakê de dewreyên perwerdeyan pêşketin. Rêber Apo platformên rexne-rexnedanê re giranî da, rastiya eşkere ya paşmayî û kevneşop ya ku di bin bandoriya mêtingeriyê de ji her cure pratîka tesfiyekarî re vekiriye di pêvajoyên nîqaş û lêhûrbûnê re derbas dikir û asteke guhertin û veguherînê armanc dikir.

Rêbaza dahûrandina Rêber APO ya ku ji sala 1987’an ve pêş dixist di navbera salên 1995-1996’an de êdî daneheveke cidî çêkir û veguherî encamên şênber. Pratîkên çetewarî yên ku bi zîhniyeta dewletperest û desthilatdar dihatin jiyîn dihatin dadgehkirin. Rêber APO wek tevgereke mezin ya sererastkirinê pêş dixist. Di wê pêvajoyê de asteke bilind ya zanabûna bîrdozîk, polîtîk û rêxistinî dihat qezenckirin. Bi saya ev asta ku derket, di çareserkirina pirsgirêkan de pêşketinên girîng çêbûn.

Dahurandinên Rêber Apo pêşî li tasfiyekarî girt

Rêber APO di sala 1995 de vana diyar dike: “Krîza gerîla ya ku bi taybetî bi şerê Başûr yê 1992 re kûr bû,  ji bo krîza wê ya fermande bê derbaskirin hewildaneke mezin pêwîst dikir. Serkanê Giştî ya dijmin û plansaziyên şerê taybet dikir armanc ku krîza gerîla veguherîne ji hevketina şerê gerîla. Pir pêş jî xistibû. Dahûrandinên 1993-1994 û xebatên perwerde ji bo pêşî li tesfiyekariya mezin ya ku di gerîla de dihat jiyîn bigre pir girîng bû û yekane riya serketinê bû. Vaye, hê jî şerê hûndirîn ên van salan, bermahiyên wan hema hema di gelek qadên welat de şêwaza jiyana ku tê ferzkirin. Ew sal gelek bi talûke bûn û ji bo van talûkeyan derbas bikin me hemû karên xwe di rêza duyemîn de girtin. Me dahûrandinên gerîla kir, girîngî da ku kesayeta fermande-şervan derbixin holê, perwerde bikin û me girîngiyek mezin da artêşbûnê. Ev kar di sala 1995 de jî bêeman hat dewamkirin. Taybetmendiya sala 1995 ewe ku çi milîtaniya partiyê çi jî fermande û şervantiya gerîla armanc ew bû ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan de em pir kar bikin û biçin encamê.”

Bi vî awayî pêngaveke mezin ya partîbûnê hatibû temamkirin û ketina sala 1996 çêbûye. Sala nû 1996’an ji her milî ve bi amadekariyeke mezin re hat pêşwazîkirin. Astengiyên li pêşiya pêngaveke mezin çêdibûn ji holê dihatin rakirin.

Rêber APO ji bo sala 1996 van nirxandinan dike: “Sala 1996 teqez saleke biryareke nû, amadekarî û destpêkirina wê ye. Amadekariyên herî mezin di sala 1995 de hatine kirin. Pêkanîna wê jî dê sala 1996 de be. Dikarin bêjin ku serkeftina sala 1996 bi xebatên xwe yên kadro re ji niha ve me bi nîv nîvî misoger kir. Rastiya sala 1996 ne tenê rastiya amadekariyeke gerîla ye. Tişta hatiye amadekirin rastiyeke nû û berfireh ya PKK ye. Wê her kes bêhtir nêzî rastiyê bifikire û pêk bîne. Ji ber vê yekê ev sal dibe saleke mezin ya xwe nûkirinê. Hetta derketiye holê ku dijmin jî nikare wek berê giranî  bide Kurdistanê û rastiya wê ya şer. Hilbijartinên dawî helandina siyasî, operasyonên dawî jî ji hêla leşkerî ve zehmetiyên dijîn nîşanî hemû dinya alemê kiriye. Êdî aniye asta ku pişta gelê Tirkiye jî dişkîne. Bi qasî nîşanî dinya û hemû hêzên dost kiriye bi hêzên dijmin jî daye qebûlkirin ku gerîlayên Kurdistanê bin nakevin, çareseriya ‘leşkerên Tirk’ encam nagirin, ji bo vê yekê jî di pirsgirêka Kurd de çareseriya siyasî riya jêneveger e. Ev jî yek ji destkeftiyên herî girîng ya sala 1995 derdikeve pêşberî me ye. Hetta di gelek belgeyên fermî de, di biryarên rojane yên parlamentoyên Ewrûpa de jî bi fermî hatine daxuyandin.”

Lêgerîna komploya mezin li hember Rêber Apo

Dijmin dizanîbu ku Rêber APO, Partî û hêzên gerîla ji sala nû re bi awayekî bibiryar amade dikir û dizanî ku amadekarî jî berfireh bûn. Fêm kiribû ku amadekariyên dihatin kirin û pêngava dihat nûkirin tenê bi hêzên gerîla û qadên gerîla re ne sînordarin û pêngaveke bi giştî ya sîyasî, dîplomatîk û civakî ye. Lewma, ji bo pêşiya pêngava xwenûkirina sala 1996 bigre û asteng bike ketibû nav plan û lêgerîna komployeke mezin.

Tc xebatên xwe yên siyasî û dîplomatîk, amadekariyên xwe yên leşkerî li ser esasa komployeke mezin dimeşand. Tişta bi komplo re hedef dikirin Rêber APO bixwe bû. Ji ber ku dijmin dizanî ku îradeya ku Partî û gerîla her tim nû dikir, mezin dikir, dianî asta şer bike û têbikoşe, Rêbertî bixwe ye. Ji şopandinên îstixbaratî dizanîbû ku Rêber APO bê navber perwerde dike, didahûrîne, perspektîfan dide, li gorî rewşa her kesî erk û berpirsiyartiyan dide û hemû Tevgerê sewk û îdare dike. Lewma ketibû nav lêgerîna konsepteke mezin ya tesfiye û îmhayê.

Dijmin di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Rêber APO operasyoneke mezin ya îmhayê pêş xist. Şêwazê vê operasyonê êrîşeke pir bibandor ya bi bombe bû. Li gorî agahiyên di destê îstixbarata dijmin de; dijmin li dijî Akademiya li Şamê êrîşeke mezin ya bombeyî kir û wiha difikirî ku Rêber APO li wir dimîne.

Asta tedbîra di terzê Rêbertî de hiştibû ku êrîşa bibombeyî ya ku îmhayê hedef digirt vala bê derxistin. Lewma, ev êrîşa bi bombe ya ku 6’ê Gulanê li dijî Rêber APO hat kirin bi ser neket.

Bêgûman armanc û plana dijmin tenê bi wê êrîşê re ne sînordar bû. Dijmin li dijî Tevgera me ya ku bi pêngaveke berfireh ketibû sala 1996 konsepteke mezin û berfireh ya tesfiyeyê pêş xistibû. Komploya 6’ê Gulanê tenê destpêka vê îfade dikir. Rêber APO wek bîrdozîk, polîtîk û rêxistinî her tim hêzên me yên gerîla xweyî dikir, mezin dikir, bi hêz dikir, her tim zindî digirt û dikarin bêjin ku hêzên me yên gerîla stûna tekoşîna me, movika Partiya me bû. Dijmin dixwest hêzên gerîla bê Rêbertî bihêle û biperçiqîne. Ji ber ku dizanî Partî û gerîla hêz û îradeya xwe, zanabûn û wêrekiya xwe, moral û coşa xwe ji Rêbertî digrin. Wiha hesab dikir ku Partiya me û gerîlayên me yên azadiyê bê Rêbertî nikarin li ser piyan bimînin. Lewma jî, destpêkê Rêber APO dixist navenda hemû planên xwe. Di encam de starta plana tesfiyeya mezin, bi operasyona bi bombe ya li dijî Rêber APO dabûn…

Koordînasyona PAJK’ê

Yê bidome…

Attachment