Têkoşîna Rêhevala Sakîne Her Bilind Dibe

0Shares

Ji Pênûsa Gêrîla

Bi rastî ez nizanim çawa dest bi nivîsê bikim û çawa wê li ser rûpelê bineqişînim. Sê jinên tekoşer li Fransayê bi awayekê hovane hatin qetilkirin. Ev yek berdewama komploya ku li ser Rêbertî tê meşandin e, ev yek rastiya komployê dide diyarkirin.

Bi destê hêzên serdest hatiyekirin. Mirov dema ji xwe diprise çima ev heval hatin hedefkirin? dibîne ku hêzên serdest bilindbûn û rêxistinbûna têkoşîna azadiya jinê ji bo xwe wek xetereke pir mezin dibînin, ji ber vê jî êrîş bi ser sê şervanên azadiyê pêk anîn. Hevala Sakîne Cansiz ji bo tekoşîna azadiya jinê dîrok, destan û sembola berxwedan û azadiyê bû. Wek em hemû dizanin di zîndana Amedê de hevala Sakîne ruxmî hemû erîşên dijmin, zext û îşkenceyan jî teslîmê pergala wan a despot nabe, bi berxwedaniya xwe ew teslîmiyta ku lê dihate ferzkirin vala derxist. Em bi berxwedaniya hevala Sakîne re mezin bûn. Rêbertî her tim ji bo jina Kurd “Berxwedaniya hevala Sakîne” mînak dida. Têkoşîna hevala Sakîne di nava jiyanê de hertim cuda bû, jixwe di pirtûka jîna xwe a bi navê “Jiyana Min Her Pevçûn Bû” vê rewşê pir zelal vedike. Bi rastî jî jiyana rêhevala Sakîne hertim pevçûn bû, di meşa xwe ya azadiyê de hertim mînak bû. Rêhevala Sakîne bi eşq û hezkirineke pir mezin têkoşîna azadiyê da meşandin. Bi kuderê ve diçu coş û hezkirina azadiyê di dilê hevalan de dida jiyandin. Hevala Sakîne ticarî nedixwast ji çiyayên Kurdistanê dûr bikeve. Her bi hezkirin û coşeke pir mezin di nava hembêza çiyayên Kurdistanê de jiya. Qet nedixwest li welatê xapînok ku nirxên mirovatiyê wenda dike, bimîne. Dema dawiyê hevala Sakîne çu Ewrûpayê jî dilê xwe li çiya hişt, li ba rêhevalên xwe. Nedixwest rojek ji rojên xwe li welatên wir derbas bike.

Dewleta Fransa bi daxuyaniyên derewîn dixwaze li ser vê cinayeta derveyî exlaqê mirovahiyê bipêçe. Di vê lîstokê de tikiliya pir hêzan heye, di serî de jî gladyoya Tirk û NATO kirdeyên sereke yên vê qirkirinê ne. Hedef jî bi taybet hatiye hilbijartin. Hevala Sakîne yek ji avakera tevger û pêşenga azadiyê bû. Bi hezaran şervan li ser esasê berxwedan û navê wê tevlî nava tevgera rizgariya gel bibûn. Hewce dike hêzên komploger baş bizanin, dibe ku hevala Sakîne di aliye fîzîkî de ji me dûr ketibe, lê wê hertim ruh û têkoşîna wê di nava têkoşîna azadiya me de bijî.  Dê hertim di kûrahiya dilê rêhevalên xwe de bijî. Em ê roj bi roj têkoşîna xeta Sakîne bilind bikin û dê bi hezaran jin xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin.

Rêhevala Sakîne di felsefe û tekoşîna xwe de gihîşt azadî û wateya jiyanê. Herdem li dijî zext û zordestiyan bû. Jixwe qetilkirina rêhevala Sakîne û du hevalên pê re nîşan dide ku têkoşîna jina Kurd tirseke mezin xistiye dilê pergala kapîtalîst û zilamê serdest. Ji ber vê yekê jina Kurd û Tevgara Azadiya Jinê hedef hate girtin. Ev her sê jinên Kurd mîna fîdana azadiyê di hembêza axa welatê xwe de, wê roj bi roj têkoşîna wan a ji bo aştî û azadiyê bilind bibe û wê bi hezaran Sakîne, Fîdan û Leyla li ser doza wan bimeşin. Wê tekoşîna azadiya gelan teqez bigihîje azadiyê.