Newroz Şemzînan
Şêr ku li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê de didin meşandin, hemû cîhan, gerdûn u mirovatiyê dike nava metirsiyekî mezin. Ev şerê ku li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê tê meşandin, ne şerê azadiye,ne şerê xwe parastinê,ne jî şerê nirxên gelan,zimanê gelan û nasnamê gelane. Şerê ku tê meşandin şerê mesheban e. Şerê ku DAÎŞ li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê bi rê ve dibe hemû mirovatiyê, civak û gerdûnê dixe nava metirsiyekî gelekî mezin. Şerê bi destê El-Qaîde, El-Nûsra û DAÎŞ’ê tê bi rêvebirin, tê de ti pîvana exlaqî, wicdanî nîne. DAÎŞ di sala 1991 an de li Iraqê, bi pêvajoya şerê kendavê ve weke rêxistinekî bi hêz bû. Ji xwe serokê rêxistina DAÎŞ’ê kesekî ji bajarê Samarayê ye.
Lê belê di sala 2003‘an de, pergala ku Saddem Husên dabû avakirin hate hilwaşandin. Bi hilweşandina desthilatdariya Saddam Hûsên re rêxistina DAÎŞ jî hate lewazkirin. Lê belê di sala 2011’an de werçerxanê ku di Rojhilata Navîn de hate destpêkirin, carekî dîn ev rêxistin di rojeva cîhanê de cîh girt. Bi Taybetî jî rêxistinên mîna el-nûsra, el-qaîde û herî davî jî DAÎŞ li dijî vîna gelê me ya Rojavayê Kurdistan’ê hatine rêxistinkirin. Ji ber ku gûhertinên sala 2011 yên li Rojhilata Navîn bûne sedem kû Kurd bikaribin di nava rewşekî bi vî rengî de girêdayê paradîgmaya netewa demokratîk, di hêla hişmendî, mijarên mîna ewlekarî, parastin, çand, ziman, perwerde, aborî, siyasî û hwd de rêxistina xwe ava bikin. Gelê me li Rojavayê Kurdistanê xwe li gorî xeta 3’emîn bi rêxistin kir û siyasata xwe li ser vê yekê da meşandin. Artêşa jin YPJ û YPG mîna hêzên parastina gel, bi armanca parastina nirxê hemû gel û netewên li Rojavayê Kurdistanê hate bi rêxistinkirin. Di demekî kin de li Rojavayê Kurdistanê xwe di hemû aliyan de bi rêxistinkirin, bi vî rengî hêzekî parastinê ya mezin derxistin holê. Bi riya vîna gel ya derketî holê ve gel dikaribû xwe bi rêxistin bike û bi rê ve bibe. Lê xuyaye kû hêzên navdewletî û yên heremî li gel hin hêzên qaşo îslamî hewl didin bikaribin di kesayeta Rojavayê Kurdistanê de vîna gelê Kurd bişkînin û pêşî li demokratîzasyona heremê bigrin. Lewma weke ku di ragihandinan de jî hate rojevkirin, ji bo bigîhîjin armanca nîhayî bi hemû avahiyan alîkariya maddî û manevî dan hêzên mîna DAÎŞ û el-Nusra. Gelê ku li Rojava bi şerekî dijwar re ru bir u bû, di ser de jî ji hêla Erdoxan û Barzanî ve ji ber daxistina deriyên sînor, birçî û bê av hatin hîştin. Her wiha ji ber kû gelê Kurd nikaribin piştgiriya hev bikin li ser sînorên bakur û başur xendek hatin kolan. Di nêvengekî wiha de hemû rêbazên derveyî mirovahiyê li ser mirovên Kurd hate ceribandin. Di aliye din de ji hêla ragihandinên Kurdî yên dewleta Tirk û PDK yên bi navê Rudaw, TRT 6 ve reşkirina rêxistina me ya Rojava esas hate girtin. Lewma heya niha jî rêxistinên bi navê DAÎŞ û el-Nusra di van ragihandinan de ne mîna hêzên terorê, lê mîna mîlîtan têne bi lêvkirin. Êrîşên bi her awayî yên qala wan têne kirin her çendî gelek dijwar bin jî, lê van êrîşana û van êrîşkarana nedikarîn li hember vîna gelê Kurd û hêzên wê yên parastinê bisekinin. Keç û kurên Kurdan yên bi paradîgmaya Rêber APO hatibûn perwerdekirin, bi vîna xwe serî li wan hêzan dan tevandin. Îro hemû cîhan bi rengekî eşkere dît kû gelê Kurd bi vê sekna xwe dikaribû hêza xwe di her milî de her biçe zêdetir bike. Ev yek bû sedem ku rengê gelan derkeve holê. Em dikarin bêjin di vî parçê Kurdistanê de vîna gelan serketiye, nasnama gelan serketiye, pergala gelan ser ketiye. Vîna jinê azad serketiye. Ne tenê em dibêjin, hemû dinya vêna dibêjin. Heta ev hezên tont rewa jî vêna dibêjin.
DAÎŞ, EL NUSRA, EL QAÎDE, HUDA PAR ya ku berdewamiyên HÎZBÛLLAH’in, di ev nêvenga şerên mezhebî de dijîtiya xwe ji zû ve li hember vîna gelan, azadî û bihevrebûna gelan, her wisa nirxên gelan eşkere kirine. Armanc di navbera gelan de her tim xurtkirin û gûrkirina agirê dijminahiyê wêdetir ne tiştekî din e. Van hêzan navê îslamê bikar tînin, bi van kiryarên xwe ve dijminahiya herî mezin ya li dijî felsefeya îslamê û gelên misilman ew bi xwe dikin. Êrîşên DAÎŞ ya li ser erdnîgariya Iraq’ê jî vê yekê piştrast dike. Di bin navê şerê mezheban de DAÎŞ a ku hewl dide Iraqê vegerîne gola xwînê di carekî de serê 1700 xwendekarên şîa yên dibistana leşkerî jêkirin. Hin mînak henin kû bi tenê dikarin di fîlmên tirsê de bibînin. Yek ji wana ew e kû serê mirovan jêdikin û pê serên wan topê dilîzin. Dilê mirovan bi saxî derdixin. Ev mînakên wiha nîşaneya hovîtiya van hêzan bi rengekî eşkere radixe ber çavan. Di bin navê şerîatê de tevdigerin û dikarin li gorî dilê xwe nêzîkî keçan û jinan bibin. Wan qetil bikin, li xwe mahr bikin. Helal û heram ew destnîşan dikin. Pîvanên misilmanî ango yên îslamê li gorî hovîtiya xwe careke din bi dilê xwe sererast dikin. Di derbara kesên li gorî vê yekê tevnagerin de fetwayên kûştinê didin. Fetwayan li mizgeftan didin xwendin, kesên misilman û ulemayên kû di xwendina wan fetwayan de amade nebin jî fermana kuştina wan didin.
Lê ji hemûyan jî xirabtir ev e kû hemû cîhan û hêzên qaşo demokratîk li hemberî van hovîtiyan bêdengiya xwe diparêzin. Ne tenê bêdeng dibin, her wiha di gelek hêlan de piştgiriyê jî didin. Weke mînak bi destpêkirina şerê DAÎŞ’ê ya li ser Iraq’ê ve, dewleta Tirk rêxistina el-Nusra ji lîsta terorîstiyê derxist. Ev yek bi serê xwe hevkariya van ya qirêj piştrast dike. Çawa dibe kû rêxistinekî wisa tevî zarok, jin, mêr û ixtiyar serê mirovan jêdike, wan dişewitîne û bi dehan rêbazên derveyî mirovahiyê bikar tîne, weke rêxistinekî terorê neyê binavkirin. Di hêlekî de dewleta Tirk, li hêla din PDK û hin hêzên din her çendî qaşo hin rexneyan li van hêzên dij îslam bikin jî, lê di esas de bi rengekî temametî di pozisyona hevpiştiya wan de ne. Bi fêlbaziyekî wisa ve qaşo hewl didin hevkariya xwe ya li gel van hêzan veşêrin. Mijara revandina ajokaran û di ser de girtina konsolosiya Tirk ya li Musilê mînakên vê fêlbaziyê ne. Diyare ku van hêzana di mijara ji holê rakirina Malîkî de li hev kirine. Her wisa senaryoyekî din jî ev e, ku wê bixwazin li Iraq sê dewletokên biçûk bê avakirin ku ji Kurdan, ji Şîa û ji Suniyan pêk tê. Lê ew jî vê yekê gelek baş dizanin kû di rewşekî bi vî rengî de ne çareserkirina pirsgirêkan, berovajî wêya qat bi qat mezinbûna pirsgirêkan bibe mijara gotinê. Divê bê zanîn ger ev yek bikeve meriyetê wê ne tenê gelên li Iraqê, her wisa tevahî gelên li heremê ji vê rewşê bi rengekî neyînî bi bandor bibin. Eşkere dibe kû qaşo ev rêbaza çareseriyê di eslê xwe de bi armanca bê çareser hiştina pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn hatiye hizirîn. Stratejiya van hêzana eva 400 sale bi tenê bê çareser hiştina pirsgirêkên heremê, gelan û baweriyan bi hev dana qirkirin e. Şerê navbera gelan dibe sedem ku pergala netewdewlet û modernîteya sermayedariyê bikaribe hebûna xwe bike bin ewlekariyê û bidomîne. Encama tevahî destwerdanên derekî heya niha vê yekê bi rengekî rûn û eşkere raxistiye ber çavan kû armanca hêzên derve ne çareserkirin, lê; domandin û dijwarkirina pirsgirêkên heremê ye. Lewma bi hemû hêzên xwe berê xwe didin nirxên gelê Kurd yên bi kedên bê hempa hatine afirandin.
Şerê kû îro li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê bi rê ve diçe ji bo gelê Kurd him avantajekî dîrokî ye û him jî xeterên mezin di nava xwe de dihewîne. Ji ber vê çendê divê hemû beşên civaka Kurd bikaribin sedema bîrdozî û siyasî ya van êrîşkariyana baş şîrove bikin, bixwînin û bikaribin bi armanca têkbirina xeyalên dijminên gelan erkên ser milên xwe bi cih bînin. Bi taybetî jî jinên ku xwe bi felsefe û ramanê Rêber APO perwerde kirine, bikaribin xwe di her milî de bi rêxistin bikin. Ji ber ku bi hezaran jin bi destê mêrên xwe, bavê xwe, birayê xwe, xizm û kes û karên xwe tên kuştin. Piştî ku DAÎŞ bajarê Musulê desteser kir, zagonên qaşo şerîatî ya li mizgeftan da xwendin de xala yekem ya zagonê di derbara jinê de bû. Li gorî vê xalê divê jin dernekevin derve, ger derketin jî divê bikaribin xwe binixûmînin û li gel van mêrê wan an jî mirovekî nêzî wan hebe. Ger li gorî destûrê tevnegerin wê serê wan bêne jêkirin. Dîsa keçên şîa û jinên şîa yên bêwejin wê bikaribin bi qasî heft rojan bi xwe mahr bikin. Ji vê xalê jî diyar dibe ku mafê mirinê jî di navê de, ji jinan re ti maf nayê dayîn û jin mîna xenîmetekî şer tê bi dest girtin. Her çendî ji hêla van hêzên tûndrew bi dest girtina jinê wiha be jî, lê jinan bi riya tekoşerî û berxwedana xwe ya li çeperên şer ev feraseta kambax ya van çeteyan yên li ser jinan têk birin. Jinê dikaribû ji hemû dost û dijminan re vîn, wêrekî , hêz û biryardariya xwe nişan bide.
Dema kû êrîşkariya li ser jinan bi ewqasî gîştgir be, divê jinên li herema Rojhilata Navîn jî bi kîjan nîjad, ol, bawerî û çînê dibin bila bibin bikaribin li dijî dijminê hevbeş bi rengekî gîştgir xwedî helwestekî yekgirtî bin. Ji holê rakirina hişmendiya dijî jinê ango dijminahiya jinê, bi tenê dikare di encama pêşxistina rêxistin û tekoşînekî hevbeş ya jinan gengaz bibe. Ji ber kû ger li cîhekî êrîşkariyekî gîştgir hebe, divê li wê derê tekoşînekî gîştgir jî bikeve rojevê. Li gel van yekana teva ji ber kû di nava van şeran de ya kû herî zêde bi bandor dibe û berdêlan dide jin e; lewma divê berxwedaniya herî bi rêxistinkirî jî ji hêla jinan bê pêşxistin. Jin divê bikaribin di tekoşîna mafdaran ya li dijî dagirkeran de bi rola pêşeng rabin. Di dîrokê de jî hatiye piştrastkirin kû jinên tekoşer yên Kurd û yên Rojhilata Navîn ticaran jiyanekî koletî qebûl nekirin. Her tim di kesayeta xwe de, di jiyana xwe de jina Kurd çanda xwedawend Înanna û Îştar parastine. Dîrok û mirovahiya pêşverû careke din li me bi hêvîne kû em weke jinên Kurd bikaribin bi armanca bi davî kirina desthilatdariya mêr, bikaribin bi yek bibin, bi jinên gelên din yên mezrabotan re bikaribin hevkariyê esas bigrin û bikaribin parazwaniya nirxên dayîka xwedavend bikin. Ji bo bikaribin di kesayeta jinê de dawî li kuştina civakê bînin, divê bikaribin bi rêxistinekî bi hêz, bi feraseta perwerdeyekî bi berdewamî û bi esas girtina zanistiyê ve hişmendiya sermayedariyê û yê mêrê desthilatdar têk bibin. Ji ber kû di bin navê zagonên şerîatê de van hêzên mijarê gotinê herî zêde jî êrîşkariya li ser jinê esas digrin, ku ti peywendiya wan bi dur û nêzîk ji îslamê tune ye, divê li dijî vê yekê herî zêde jî jin bikaribin di nava tekoşînekî dijwar de bin. Eşkereye kû di vir de girêdana jinan ya bi baweriyên xwe yên manevî, tê xwestin li dijî wan mîna çekekî bê bikaranîn. Bi kurtî mirov dikare bêje kû êrîşkariya esasî ya li hember cîhana manevî ya jinan e.
Lê van hêzana vê rastiyê jibîr dikin kû jin jinên berê nînin. Îro di erdnîgariya Kurdistanê de jinên bi vîn, ya xwediyê nirxên xwedavendên mezrabotan bi ramana Rêberê gelê Kurd Rêber APO bi hêzekî mezin li dijî pergala sermayedar ya baviksalar têdikoşin. Diyare kû wê jinên Kurd bi vê biryardarî û wêrekiyê ve bikaribin ne tenê pêşî li azadiya xwe û civaka Kurd, her wiha tevahî civakên Rojhilata Navîn û cîhanê vebikin. Her wisa wê bikaribin heremê ji vê qeyrana heyî rizgar bikin û aresteya dîrokê bigorin. Di vê erdnîgariyê de her çendî bihara Ereban him ji ber xwe ranegirtina erîşên derekî û him jî ji ber pêşnexistina amadekarî û pêşbîniyên pêwîst vegeriyabe zivistana heman gelan jî, lê; bihara Kurdên azad ya hatî destpêkirin xuyaye kû nikare pêşî lê bê girtin.
Ji bo bi destxistina azadiyê yek jê pêdiviya esasî bê guman pêşxistina yekîtiya netewî ye. Di vî warî de li darxistina Kongreya Netewî xwedî girîngiyekî jiyanî ye. Lê belê PDK ji ber girêdana xwe ya hêzên dij Kurd û ji ber berjewendiyên xwe yên hizbî û eşîretgerayî li pêşiya lidarxistina Kongre weke astengekî disekine. Ev yek sekneke li dijî îttîfaka navbera Kurdan. Gelê me her çendî di derbara vê mijarê de her wext xwedî helwestekî netewî be jî, divê bi taybetî di vê pêvajoyê de ev helwest vegere zextekî li hemberî feraseta PDK. Eşkereye kû Kurdên yekbûyî bikaribin ne tenê di heremê de bibin hêzekî jiyanî, her wisa wê bikaribin di destnîşankirina çarenûsa gelên heremê de jî rolekî pêşeng bilîzin.