Têkoşîna Jinê Têkoşîneke Watedar E

0Shares

Roja têkoşîna şîdeta li hemberî jinê bi sê xwîşkên têkoşer ku bi Mîrabel tên bi nav kirin di hêla Komara Domînînk ve hatin kuştin an jî qetilkirin ve tê sembolîzekirin. Di wê demê heya roja me ya îro têkoşînek tê dayîn, têkoşîna jinê di rojevê de tê girtin, em vê têkoşînê watedar dibînin. Lê em wek Tevgera Azadiya Jinên Kurdistan ev têkoşîn di rojekê de dest girtin an ji sembolîzekirin zêdetir li hember pirsgirêka jinê têkoşîna ku çareseriyê derdixîne em girîntir dibînin. 25’ê Mijdar’ê jî weke 8’ê Adar’ê rojeke ku çalakî bilindtir dibin derdikeve pêşiya me.

Di cihanê de ya herî zêde ev rojana derxistiye pêş, curbe cur  bi çalakî peşwazî kiriye, û ewqasî erdnigariyeke berfireh girtiye dest yek jî û ya herî girîng tevgera azadiya jinen Kurdistan’ê ye. Ji bona me her cure zext û zordariya li ser jinê em dikarin çawa bi dawî bikin, ji bona jina em dikarin çewa jîh û warên azad ava bikin, disa di vê têkoşînê de em rolê xwe yê peşengî çewa dikarin pêk bîninwateya vê rojêli ser esasê  pêk anîna an jî bersiv dayina bi var pirsan de veşartî ye.

25’e Mijdare di wê demê bi kuştina sê xwişkan hatiye sembolîze kirin le roja me ye îro de her roj bi sedan jin tê kuştin li sûkan tên firoştin, tên kole kirin dîsa rojê din ava çend deqa de çend jin têne kuştin. Ev wehşet ne weke rojekê hatiye jiyan kirin ew ketiye her keliya ku em tede jiyan dikin ji ber vê sedemê li hember vê bêdeng mayin ecêbe. Em tekoşina hemberî li ser şîdeta jinê bi vî şeklî digrin dest. Yanî ji bona me têkoşîna ku li hemberî zayendî ya zilam ku li ser jinê dide meşandin hîn bi heztir kirin, watedartir kirin, rexistin kirin ve rêka çareseriyê avakirin giringe û 25’e mijdar’ê em bi vî şeklî digrin dest.

Em IŞÎD weke pergela desthilattar  ya kapitalist ku gihiştiye asta xwe yî herî dawi a wehşî bin av dikin. IŞÎD koka xwe ji wir digire. Weke tevgereke di nava İslama radikal de xwe avakirîye mirov bigre dest wê şaşitiyeke û xwe xapandineke mezin be. IŞÎD tevgereke ku di rojavayê cihane de xwe bi rexistin kiriye li ser vê bingehê erişên xwe li ser nirxên Rojhilata Navîn heman demê de tiştên ku bawerî û nirxên Rojhilata Navîn ifade dike, diparêze, li ser jinê pêk tîne. Teqez bi avabûyin, bi rêxistinbûyina wê de jî derdikeve holê çavkaniyên xwe ji Rojhilata Navin nagire, ew berhemeke rojava ye. İro IŞÎD temsila Hemû avahiyên ku NATO û gladio derxistiye hole dike. Rêxistineke ku li ser armanca tunekirina an jî bidawîkirina hêzên dînamîk, ê şoreşgerî ya di Rojhilata Navin de  xwe bi rêxistin dike. Ê roja me ya îro de ya herî zêde van berheman diparêze IŞÎD êrîşî wan dike. Ya herî berçav ji gelên yê herî qedîm ku herî zêde çanda Rojhilata Navîn di nava xwe de digirin û diparêzin gelên Ezîdî, Kakaî, Yarsan, Kurd û her wiha ne. Dîsa di nava van gelan de ya herî zêde çanda komînal diparêze û belav dike jin e. Jina di nirxên Rojhilata Navîn de parastinê de rolek mezin lîstine û dileyîzin jî. Her çiqasî jin di vê erdnîgariyê de di bin zextan de be jî heman demê de di vê erdnîgariyê de jin di nava xwe de hêzeke dînamîk ya azadiyê jî diparêze. Ji ber vê sedemê jî IŞÎD niha erîşî van nirxan dike.

Yek ji wan hêzên ku di Rojhilata Navîn de diparêze Tevgera Azadiya Kurdistan’ê ye dîsa di nava tevgerê de ji jina Kurd e rêxistina Kurd e. Ji ber vê ye ku niha di cîhanê de tevgera me ya jin balê dikişîne û li ser lêkolîn têne kirin. Bi tevgera me hate ispatkirin ku ne tenê milleke jina Rojahilata Navîn a ruyê we girtî zextê dibîne heye, heman demê de ruyê jina Rojahilata Navîn ya têkoşer ya berxwedêr derxiste holê. Jina Kurd niha di refên berxwedanê de bi temenên ji heft salî heta heftê salî  li hemberî çetêyên ku devletan berxwe nedan bi bawerî û hêzeke pir xwurt berxwe didin.  Bi vê berxwedanê nasnameyeke jin ya nû tê ava kirin. Nerînên baviksalarî ya li ser jinê bi berxwedana ku tê meşandin şikest û ev şikestin berdewam dike. Hemû cîhan bi heyran li van jinên berxwedêr temaşe dikin. Yani li hember armanca ku IŞÎD şoreşên Rojahilata Navîn de binbixîne jinên Kurd şoreşên civakî şoreşên kesayetî, şoreşên dîrokî pêk tînin. Bêguman bi YPJ ev hîn berbiçavtir bû lê têkoşînê jina Kurd ne bi YPJ bi Tevgera Azadiya Jin ve despêkiriye û didome. Ji ber vê sedemê herî zêde êrîşî tevgera me dike ji ber ku têkoşîna ku asta herî bilind de didin jina Kurd e.

Dibe ku îro şîdeta li ser jinê şênber li Rojhilata Navîn bi destê IŞÎD’ê an jî li Afrîka bi Bocoharam şiklê xwe yê heri qaba tê meşandin.  Lê şiddet li her deverê jiyanê û bi her rêk û rêbazî de li ser jînê tê meşandin. Tenê li mala xwe ji lêdanxwarinê zêdetir jin di milê aborî de, civakî de, çandî de her roj şidetê dibîne. Li jina her roj gef tê xwarin, cûda nêzîkatî tê dayin evana jî cureke şidetê ne. Mirov tenê mînaka bernameyên ku televîzyona Tirka de derdikeve bide şideta li ser jinê tê meşandin mirov karibe bibîne. Hemû bernameyên, xwarine, moda ye li ser esasê pêkanîna şideta li ser jinê ye. Tê xwiyakirin ku bi her cureyî şidet li ser jinê tê meşandin ji ber vê jî pêwîste rêk û rêbazên parastina cewherî ya jinê jî berfireh be. Divê parastina cewherî ji hêla leşkerî ve heta hêla çandî divê bê destgirtin. Heger li ser jin êrîşeke fizikî pêk tê, wê demê tê ji bersiveke bi vî awayî bidê an jî di qadê ekonomik de ev êrîş pêk tê. Wê demê tê ji cîhên ku jin karibin ekonomiya xwe pêş bixînin tê ava biki. Yanî parastina cewherî em tenê leşkerî bi dest nagirin lê em milê wê ya leşkerî jî pir girîngî didinê.

Bi van êrîşên dawî hezaran jin hatin kuştin, hezaran jin winda ne û hatine revandin. Bi van êrîşan  derkete holê ku eger hêzeke jin ya parastina cewherî hebûya gelo wê wilo bûya? Tenê ji bona jina akademî, mal, komale, vekirin bi wan re dem dema hatina gel hev de diyar kirin ku li ser şideta jinê dana qutkirin  an jî jina parastin de têrê nake. Ji ber vê pêwîste ji bona parastina jin, rêk û rêbazên ên radikal jî hebe. Ev jî têrê nake. Dîsa parastina cewheri ne ku jin şiddetê dibîne derdikeve holê. Cîhê ku her jinek hebe divê wêderê parastina cewherî hebe bê rêxistinkirin. Heger cîhê ku her jinek lê hebe parastina cewherî lê nebe wê demê hebûna jinê dikeve xeteriyê li wêderê. Li hemû deverên cîhanê de ji kîjan erdnîgarî, netewî an jî temenî be jin bi şidetê re rûbirû ne.  Ev şidet ji hêla pergala desthilatdar, dewlet, civaka baviksalarî, mêr, û law ve tê pêkanîn. Yanî hemû mekanîzmayên derdora jin heman demê de bûne mekanîzmaya pekanîna şideta li ser jinê. Ji bona vê jî em dibê jin her jinek pêwiste bi parastina cewherî xwe rêxistin bike, rêk û pêk bike. Pirsgirêk  îro ne tenê ji bona jinên yê li Rojava, Êzîdî, Efrîka ye ji bona hemû jinan derbasdar e.

AKP partiyeke ku hem li ser pergala kapitalist  hem jî li ser tevgerên Îslamî xwe ava dike. Li ser vê bingehê nasnameya ku AKP dide diyarkirin nasnameyê ku herî desthilatdar herî zayendperest, nijadperest e. Ji ber vê ji serokên wan heta ku xwe herî jêr de dide rêxistinkirin li ser van rêk û rêbazan nêzî civak û jin dibe. Di axaftinên wan yên rojane de jî li ser jin, xweza, nirxên civakê, dîrokê êrîşek her heye. Serokê wan bi gotinan an jî bi pêkanînan dide diyarkirin ku ez dikarim her tiştî gorî xwe bidim meşandin. Ji ber vê sedemêye ku di demê AKP de ewqas jin hate kuştin, şîdet, tecawiz, tacîz a li ser jinê zêde bû. Ev çavkanî yê xwe ji hişmendiya AKP a desthilatdar, faşîst, yekalî digre. Partiyeke ku ji vê hişmendiyê dewletê bi rêk dibe wê demê zilam jî heman tiştî li ser jinê dide ferzkirin. Hişmendiya partiya desthilatdar di malê de dibe hişmendiya bav an jî zilamê desthilatdar. Ev ji zêdebûyîna şideta li ser jinê roleke mezin dileyîze.

Civaka Tirkî ku bi vê hişmendiyê tê meşandin di nava qeyranekê de ye. Li ser du aliyan taybetî li ser kesên karker û jinan ev şênber dibe. Pergal li ser karkeran şideteke pir mezin dide meşandin, ev jî li malê li ser jinê bidawî dibe. Mînak jinên heriz zêde di Tirkiyê de hatine kuştin jinên ku ji dev zewacê berdaye ne. Ji ber ku zilam desthilatariya xwe li ser tişta ku dida meşandin winda kiriye. Û ev ji bona zilam windahiyeke herî mezine, ji bona wî tê wateya ku zilamtiya xwe winda kiriye. Zilam dema ku pergala heyî de xwe nedît qeyraneke mezin jiyan dike û deriya ku êrîş bike an jî xwe bide diyarkirin tenê malabatê û di wê malbatê de jî jin e. Îro nasnameya zilamtî di nava qeyranekê de ye, aloziyeke mezin jiyan dike. Sedema kuştina an jî pirbûyîna şideta li ser jinê ji vir ji çavkaniyê xwe digre. 

Pêwîstî heye ku li ser zilamtiya ku hatiye avakirin de nîqaş bêne kirin. Jin li ser pirsgirêkên hene, dîsa li ser şideta ku li ser civak xweza û jinê tê meşandin nîqaş dikin rêk û rêbazan digerin ji bona çareserkirinê. Lê zilam zilamtiya ku îro ketiye haleke ku naye bi navkirin an jî tiştên ku îro bi destê zilam bi awayeke bi wehşane tê pêkanîn ew xistina rojev e an jî li ser nîqaş  nake. Ev pirsgirêk ne tenê pisgirêka jinê heman demê de ya zilamê jî û wê çareserî jî ji hêla herdû aliyan ve pêk were.

Ji bona vê rojê mesaja ya herî bi wate têkoşîna azadiya jinê hîn bilindkirin û radikalkirin e. Bi wesîleya 25’ê Mijdar’ê jinên şidet dîtine zêdetir pêwîste ku jinên berxwedanî kirine jî bêne lêkolînkirin û bêne weşandin. Şideta ku tê dîtin nîşandan an jî axaftin zêdetir ji vê şidetê ve jin çawa karibe xwe xelas bike rêk û rêbaz nîqaşkirin hîn girîng e. Pêwîste ku jin yekîneyên xwe ava bikin. Weke tevger tecrubeyên me pir in, lê kêmasiyên me jî pir in. Nîqaşên ku em herî zêde jî dikin van tecrubeyan derbasî civakê bikin e. Dîsa van tecrubeyan ne tenê li Kurdistan li hemû deverên cîhanê belavkirin ji bona me bir girînge û em li ser rêk û rêbazên vê nîqaş dikin. Jinên cihanê an jî rexistinên cîhanê van deskeftiyên me ji xwe re wek çavkanî dikarin bigrin dest.

Zozan SÎMA

Attachment