Têkoşîna Gêrîla Heya Rêber APO Azad Bibe Wê Ranaweste
Têkoşîn Ozan
Têkoşîna azadiyê ku 30 sal e berdevam dike, di asta bîrdozî de bêguman bi ser ketiye. Sekna azad ya Rêber APO, pergala Îmraliyê vala derxist, polîtîkayên înkar û tinekirinê têkbir û bingeha çareseriya demokratîk-aştiyane xurt kir. Di asta gerdûnî de ji bo mirovatiyê nêrîna jiyana azad kûr, dewlemend û berfireh kir. Xeta komploya navnetewî li hember vê taybetmendiya Rêber APO ji despêkê heta roja îro berdewam dike. Pergala kapîtalîst, Rêbertiya me ji bo xwe weke tehdîda bîrdozî û polîtîk digre dest û pergala Îmraliyê jî roj bi roj li ser vê esasê peş dixînê.
AKP vê pergalê bi xwestek û hewes dimeşîne. Di vê wateyê de berpirsyariya pergala Îmraliyê destpêkê li ser milê AKP’ê ye. Her çiqas tecrîda giran a li ser Rêber APO bi planên hêzên navnetewî girêdayî projeyên wan ên di derbarê Rojhilata Navîn ve be jî, hukûmeta AKP berpirsyarê sereke yê pêkanîna vê planê ye.
Polîtîkaya tecrîda giran a li dijî Rêber APO tê meşandin, bêçarebûna hukûmeta AKP’ê li hemberî xeta demokrasî û azadiyê îfade dike. Îmralî bûye cihê têkoşîna herî mezin a birdozî û siyasî. Hukûmeta AKP’ê lîstokên xapandinê wekî polîtîkayên demê ji xwe re bingeh girtiye. Hevdîtinên di navbera heyeta dewletê bi Rêber APO û rexistinê ku hatin çêkirin, ji hêla AKP’ê ve bi armancên xapînok hatin despêkirin. Hukûmet, hesabên berpêdana Reber APO dikir. Bi vê rêyê armac dihate kirin ku têkoşîna azadiyê ber bi teslîmiyetê ve bibin. Ev hesabên erzan ji hêla Rêber APO ve biqasî ku hatin dîtin, wek fersenda hevdîtinên çareseriyê jî hate bikaranîn.
Di vê wateyê de du sedemên bingehîn ê girankirina goşegîriya li ser Rêber APO hene; sedema yekemîn ew e ku Rêber APO li hemberî destwerdana hezên navnetewî li herêma Rojhilata Navîn wek asteng tê dîtin. Sedema duyemîn jî ew e ku ji hêla Rêbertiya me ve hemû dek û dolabên AKP’ê hatin deşîfrekirin û vala derxistin. Tecrîda giran di Heman demê de israra dewletê di xeta neçareseriyê de îfade dike. Dema ku hertişt eşkere bû, dewletê hemû amûrên di destên xwe de wenda kir. Ji ber ku ne ti polîtîkayên wan ên çareseriyê hene, ne jî têne xeta çareseriya demokratîk, wiha jî pevajo xetimandin. Tecrîda li ser Rêber APO ji ber vê sedemê tê kûrkirin û didomînin. Yan wê rêya çareseriyê qabûl bikin, yan jî di vê rêya xetimî de hata ku karîn wê israr bikin. Dema, tecrîd bê rakirin wê werê wê wateyê ku ber bi çareseriyê ve gav tênê avêtin. Rakirina tecrîdê tê wateya qabûlkirina pêşengtiya Rêber APO a di siyasetê de. Ev wê çawa çêbe? bêguman bi rêya; li dijî polîtîkayên îmha û neçareseriyê, bi mezinkirina têkoşînê wê pêşbikeve.
Rêber APO di hevdîtinên dawî de ev mijar bi berfirehî anî ser ziman, di heman demê de erkên demê jî nîşan da. Di pêkanîna erkên Şerê Gel ê Şoreşgerî de hêza pêşeng gêrîla ye. Hêzên Parastina Gel wek ji navê wê diyar e, dema qedera gel di bin xeteriyê de be, ji bo pêşiya pêvajoyê veke, dikeve dewrê. Mijara jiyan û rewşa Rêbertiya me bi çarenûsa gel ve girêdayî ye. Parastina Rêber APO parastina gel û pêşarojên azad e.
Bêguman di navbera Rêber APO û gêrîla de, beriya her tiştî berpirsyariya rêhevaltiyê heye. Ew hem Rêberê me, hem jî hevalê me ye. Di pêkanîna komploya navnetewî de hevaltiya kêm jî xwedî bandor bû, ev rewş wekî deynekê di stûyê me de maye. Berpirsyariya ku di wê demê de bi cih nehatibû, pêwîst e di vê demê de bi azadkirina Reber APO, bê pêkanîn. Erkên rehavaltiyê jî di rojên wiha de xuya dibin.
Hevaltiya Rêber APO hevaltiya azadiyê, hîskirin û hev mezinkirinê ye. Keda Rêber APO ji nêzîk û dûr li ser bi giştî hemû hevalan heye. Bi şaşî û başiyên xwe ve dema em derdiketin pêşberî Rêber APO, me dizanibû ku wê me fêm bike, wê li ser me bisekinê, ji bo ku em kêmasiyên xwe derbas bikin, rêbazên ku em fêmbikin yên cûrbecûr wê nîşanî me bide, dema em şehîd bibin jî wê biranîna me bilind bike. Hevaltiya Rêber APO di her şert û mercî de xwedîderketin, mezinkirin, pêşxistin û baweriya hevaltiyê bû. Li hember her astengiyê bilindkirina têkoşînê nîşana vê ya herî diyarker bû. Li beramberî şehadeta rêhevlê Heqî Karer, gav ber bi pêş ve avêtin, destpêkirina hemleya partîbûnê, îfadeya vê şêwazê ye.
Bi teybatî hevaltiya wî ya bi jinê re hêzeke pir mezin avakir. Bêguman Rêbertî, ne tenê rastî nîşan dida, rêyên parvekirina rastiyê bi jinê re jî avadikir. Ne tenê ew zane dikir, hîskirin, parvekirina jiyanê, dirûvdayîna raman û bedenê jî perçeyek ji dan û sitandina wî ya bi jinê re bû.
Bi girankirina tecrîdê û sekinandina hevdîtinan, erka bingehîn a demê, xwedîderketina rêhevaltiya rast e; ev jî azadkirina Rêber APO ye. Bi taybet, jin divê pêşengtiya vê pêvajoyê bide ser milê xwe û ji her carê bêtir xwedî sekneke serkeftî be.
Ji salekê bêtir e ku tecrîd hatiye kûrkirin, di vê navberê de ku tekîliyên bi Rêber APO re hatin qutkirin, gerek em ji xwe bipirsin ka ji hêla me ve erkên demê çiqasî pêk hatin? Çiqasî havaltiya rast pêşket? Ev ji bo her şervaneke azadiyê mijara lêpirsînê ye.
Bêguman hêzên gêrîla bi Rêber APO re girêdayî ye. Di vê astê de ti kêmasî, şaşî tine ye. Pêşxistina bi hezaran pêşniyarên fedayîtiyê, nîşana vê ya herî eşkere ye. Lê di navbera vê salê de ku tecrîd berdewam kir jî xûya bûye girêdan tenê têra azadkirina Rêberê me nakê. Pêwîst e ku têkoşîna di teşeyê rast de û di xeta serkeftinê de bê pêşxistin. Ruhê fedayî, agirê azadiyê li dora Rêber APO ye. Ev hêza gêrîla heye û pir li pêş e. Ev hêz divê di xeta têkneçûnê de werê birêxistinkirin.
Piştî tecrîda girankirî destpêkir, bi armanca bilindkirina erkên têkoşînê û destpêkirina Şerê Gel ê şoreşgerî, di payîza derbasbûyî de hin çalekiyên mezin pêk hatin. Bi çalekiyên li Çelê û Oremarê çêbûn, di têkoşîna gêrîla de jî gavên nû hatin destpêkirin. Hemleya bi şêwazê hejmareke pir çalekiyên kordînekirî, wekî operasyonên gêrîla hatin binavkirin. Ev çalekiyên xurt, dewlet xiste nava tengasiyeke mezin. Li hemberî hêza gêrîla, dewlet şaş û şoke bû. Di asta leşkerî de ev çalekî serkeftî bûn. Gelê me jî jê pir bandor bûn û moral girtin. Li hemberî zordariya dewletê ya li ser gel, bû bersiveke xurt. Êdî gel bêtirs têkoşîna li hemberî hêzên dagirker polîs û leşkerên dewletê pêşdixîne û her kêlî derdikeve kolanan.
Lê mixabin ev rewş zêde berdewam nekir. Piştî çalekiyan, ji ber hin kêmasiyan rewş berovajî bû. Di Dîroka rêxistina me de wendahiyên hêrî mezin pêk hatin. Hem ji hêla çawanî, hem jî ji hêla hejmar ve. Ji aliyeke ve berdewamkirina tecrîda giran a li ser Rêber APO, ji aliyê din ve wendahiyên zêde, em xistin nava pêvajoyeke giran û bi êş. Li Zagros-Zap, Botan, Gerzan û Erzromê li ser hev şehadet çêbûn. Di Dîroka têkoşîna me de cara destpêkê 15 hevalên jin bi tena xwe û bi yek carê şehîd bûn. Di asta leşkerî û psîkolojîk de, vê rewşê destên dijmin xurt kir. Dijminê dagirker zivistana borî ji bo xwe weke serkeftinê bi nav kir. Bi rêya çapemeniya AKP’ê ve xwestin bi giştî gel û gêrîla bêhevî bikin, teslîm bigrin. Digotin “Heta biharê em ê gêrîla tine bikin!” Jixwe bi alîkariya Emerîkayê teknolojiya herî mezin li hemberî gêrîla hate şuxuladin.
Ew pêvajo ji bo gel jî, ji bo gêrîla jî pir zehmet bû. Erkên demê jî li paş man, di polîtîkayên tecrîdê de israrkirin derkete pêş û bi ser de çêbûna ewqasî şehadetan giran hat. Her hevalên şehîd di asta qehremantiyê de li ber xwe dabûn. Wan ruhê fedayî bingeh girtibûn, lê belê hemle wek dihate xwestin negihîşte encamê. Înîsiyatîfa siyaset û şer dest guhert, dijmin har bû. Di vir de careke din hate fêmkirin ku serkeftin di armanc û planên xwe de, amadekariyên berfireh dixwaze.
Şerê Gel ê Şoreşgerî beriya her tiştî di taktîkê de nûbûnê dixwaz e. Çalekiyên destpêke her çiqas gavên nû jî bin, rewşa şehadetan nîşan kir ku şêwazê tevgerînê ne li gor rastiya taktîkên nû bû. Di nûkirina taktîkê hewldan hebûn, şêwazên tevgerîn ên kevn ew vala derxist. Di çalekiyên mezin de pêwîstiya herî xuyanî bi ruheke hevbeş û bi şiyariyeke hevbeş hereketkirinê heye. Di hest, raman, şiyariyê de, li hemberî hev di berpirsyariyê de yekbûn û yekruhî pir girîng e. Ji ber di çalekiyên pir mezin de kêmasiya yek hevalî/ê dibe encamên xirab û wendahiyên mezin bi xwe re bîne.
Dîsa, şopandina baş a pêvajoyê, tevgerîn li gorî kîjan demê, li kuderê, wê bi çi rengî be? çalekî wê çi encamê bide? Rast tespîtkirina van pirsan jî girîng e. Ger Şoreş bi bingehên xurt destpê bike wê ev hêz li giştî jî belav bibe. Ger gavên despêkê saxlem bêne avêtin, wê hemleya şoreşgerî jî xurt bike.
Gelek caran hatiye eşkerekirin ku li hemberî teknolojiya dijmin, heke rêzik û qayîdeyên gêrîla baş werin dîqetkirin, ev wendahiyan pir kêm dike û ji serkeftinê re bingeh ava dike. Di wendahiyên ku çêbûn de careke din hate fêmkirin ku di vê mijarê de kêmaniyên pir cidî hene. Şehadetên ku di payîz û zivistanê de çêbûn, ne ji serkeftina şêwazê dijmin bû, şêwazê tevgerînên me yên şaş û kêm, ev encam derxistin holê. Kêmasiyên herî zêde jî di qûralên bingehîn ên gêrîla de derketin pêş.
Vê rewşê jî du bandorên neyînî bi xwe re anî. Beriya her tiştî bi rêhevaltiya kêm nehate derbaskirin. Ya din jî êşa wendakirina hevalên herî binirx û hêja, bi gêrîla da jiyandin. An binkeftin, an jî bi hemleyeke pir xurt avêtina gavên mezin li pêşiya me bû. Axaftina Rêber APO ya di hevdîtina dawî de jixwe ev rewşe îfade dikir. Wiha dianî ziman: “An teslîm bibin, an jî şoreşa gel avabikin.” Ne kevneşopiya rêxistina azadiyê, ne jî exlaq û ramanê me teslîmiyetê qebûl nakê. Di asta hest, raman, ruh û fêrbûnê de, leşkerî yan jî siyasî ev nemumkun e. Ji ber vê jî li derveyî biserxistina şoreşê bêtir, ti rêyeke din namîne. “An serkeftin, an serkeftin!’ Ev ne tenê durûşmeyek e, di eynî demê de felsefe û exlaqa me ye jî. Di vê salê de yan wê gavên şoreşe bêne avêtin, an wê bêne avêtin. Weke dî ti rê, ti tercîhên din tine ye. Heta ku Rêberê me di zîndanê de be, gel di bin zilmê de be û bingeha jiyana azad neyê avêtin, ti tercîhên cude jî çênabin. Ji bo ev biryar bi serkeftî pêk bê, pêwîst e ku tarzê têkoşîna serkeftinê bê bidestxistin.
Bêguman li ser rewşa ku beriya niha pêkhat de nîqaşên girîng jî hatin pêşxistin. Li ser sedeman bi berfirehî hate sekinandin. Paraznameya Rêber APO a dawî di guhertina zihniyetê de fersenda herî mezin ava kir. Şêwazê ramanê dogmatîk, yekalî, nexuluqkar, kêm fikirandin, şêwazê jiyana kêm disîplîn, sist û derveyî armancê, herwiha di şêwzê çalekî û pratîkirina taktîkê, çawaniya liv û tevgerê de nêrînên nû, rexne û perspektîfên Rêbertî bingeha têkoşîn, jiyana demê û pêşerojê danî holê.
Li ser vê bingehê çalekiyên ku li Şemzînan û Çelê destpê kirin, nîşaneya pêvajoyeke nû ye. Êdî gêrîla wê ne tenê çalekiyan bike û vegere qadên xwe, êdî wê di qadên çalekiyê de bimîne û wiha têkoşîneke berfireh bide meşandin. Ev tê wê wateyê ku êdî hêzên serdest ên dewletê li kudera Kurdistanê tev bigere, wê gêrîla jî were wir û tevgera artêşa Tirk li Kurdistanê felç bike. Êdî ne artêşa dewletê wê li dû gêrîla biçê qadên lê dimîne, wê gêrîla biçe qadên herî ewle yên arteşa tirk û li pey wan bikeve. Êdî gêrîla wê operasyonên demdirêj û berfereh pêşbixîne. Êdî qada şer li derdorên eraziyên qereqolan in, ne qadên kûraniya çiya. Dema ku di Şemzînan û Çelê de, heval li derdora navçeyên nêzîkê dijmin bi cih bûn, leşkerên di qereqolan de esîr man. Dema derketin jî çalekî bi ser wan de çêbûn. Dema li qereqolan jî man bi ser wan de çalekî çêbûn. Dema hereket kirin dîsa li dijî wan çalekî hatin kirin. Berdana hin qereqolan, herwiha wek mertal bikaranîna hin gundan, rewşa bêçaretiya dewletê nîşan dide.
Ji bo ev rewş eşkere nebe, rejîma Tirk li ser çapemeniya hevkar çewisandineke giran daye destpêkirin. Li ser vê bingehê nûçeyên berovajî didin, wendahiyên xwe wekî yên gêrîla didin nîşandan. Qadên ku gêrîla xistiye bin kontrola xwe, wek qadên ku di bin destên artêşê de ne, didin diyarkirin. Cîhan vê rewşê dişopîne, lê Tirkiye çav û guhên xwe wek hêştirme digire. Lê dîsa jî ew bixwe ji ber bawer nakin, di axaftinên siyasetmedaran de, di pirsên rojnamevanan de eşkere dibe ku ev rewş ji rojevê nakeve. Êdî xuya dibe ku ji bo rastiyan fêmbikin, siyasetmedar, rojnamevan, zanyar û ên hinekî xwedî şiyarî li çapemêniya azad temaşe û guhdar dikin.
Dewleta Tirk di tengasiyeke mezin de ye. Înîsiyatîfa şer bi giştî ketiye destên gêrîla. Ev şêwaz dema bi serkeftî dom bike wê tengasiya dewletê mezintir bibe. Wê yan xwe mecbûrî pêşxistina gavên demokratîk bibîne, yan jî wê hîna bêtir har û dîn bibe û komkujiyê pêş bixîne. Di rewşeke wiha de elbet wê alozî hîna gurtir bibe. Dema dest rewşeke wiha jî çêbibe, wê gêrîla dakeve bajaran û parastina gel bike, wê gel di asta parastina cewherî de bi rê bixe.
Ger em rewşa Sûriyê û îranê bidin ber çavan, ev rêbaza komkujiyê wê dewleta Tirkiyê ber bi felaketekê ve bibe. Di rewşeke wiha de wê benê di navbera gelê Kurd û dewletê bi tevahî qut bibe.
Rebaza din jî wek ku me got avêtina gavên çareseriyê ye. Bêguman ti gav, heta ku rewşa Rêber APO neyê guhertin, nayê qebûlkirin. Têkoşîna gêrîla heta Rêber APO azad bibe wê qet nesekine.