Nûjiyan Erhan
Polîtîkayên ku li ser gelê Kurd û li ser gelên ku wek kêmnetew tê binav kirin bi salan e tê nîqaş kirin. Bi van polîtîkayên tinehesibandin, bişavtin, qirkirin û şibandina xwe re netewa serdest hewl dide hebûn û bi taybet berjewendiya serdestan mayînde bike. Di dîrokê heya roja me ya îro li hember van nêzîkbûnan berxwedan û sekna gelan a dijber pêşketiye.
Berxwedana 40 salên dawî ku lûtkeya berxwedanê ye, niha ber bi encamgirtinê ve diçe. Gelê Kurd ne tenê ji bo netewa xwe ji bo hemû gelên bindest û gelên têne pelçiqandin mafên mirovan ên sereke dixwaze û ji bo vê jî gelek bedelên giranbûha da û hîna jî dide. Herî dawî li Licê ciwanekî me yê din bû qurbanê zihniyeta serdest û bû bedelê berxwedana Rizgariya Demokraîtk û Înşaya Jiyana Azad. Di encama têkoşîna 40 salî de gelek guhertinên mezin hatin çêkirin li Tirkiyê. Ji demên ku digotin “Li ser rûyê kesên ku dibêje ez ne Tirk im tif bikin!” em hatin demên ku bi milyonan kes pişti qetlkirina Hîrant Dînk derdikeve kolanan û pankartên ‘Em hemû Ermenî ne’ radikin, ku ji aliyê dewletê ve Ermenî wek dijminê vî welatî yê sereke dihatin dîtin. Bêguman ev tiştna tenê têrê nake û ji ber xwe ve pêşneketin. Bi xwîna hezaran ciwanên me, bi keda Rêber Apo û bi pêşketina zanebûna gelê Kurd avabûn. Lê ne bes e. Di van rojên ku li Tirkiyê çareserî tê nîqaşkirin, divê ev baş were fêmkirin ku ji bo hatina van rojana têkoşîneke bêhempa hate dayîn.
Lê em divê bizanibin ku di pêvajoya çareseriyê de gelek baldarî û hişyarbûn pêwîst e. Ji ber ku pêvajoyek hatiye destpêkirin û di vê pêvajoyê de gavên ku têne avêtin samîmiyeta aliyan nîşan dide. Di pêvajoya destpêkê ku wek merheleya yekem binav bû, Tevgera Azadiyê tişta diket ser milê xwe kir. Leşkerên dîl serbest hatin berdan, gêrîla meşa çareseriyê destpêkir û zimanê aştiyane hate bikaranîn. Lê di pêvajoya ku wek merheleya duyem tê binavkirin ku ew jî destpê kiriyê de hukûmet tişta dikeve ser milê xwe nake. Berovajî, ji bo pêvajoyê sabote bike sînorên sebra gel derbas dike.
Çareserî çawa pêşbikeve?
Tê zanîn destê hesin yê dewletê qereqol, cehş û jendirmeyên ku li Kurdistanê bi cih kiriye ye. Bi rêya hêza polîs, qereqol û leşkeran dewlet dagirkeriya li ser Kurdistanê mayînde dike. Şertê esasî yê pêşketina çareseriyê sekinandina çêkirina qereqol, baraj û qaleqolan e. Sekinandina sewkiyata leşkerî û zêdekirina hijmara cehşan e. Lê em niha li tabloya heyî dimêzînin xuya dibe ku ti helwesteke hukûmetê ji zêdekirina dagirkeriyê cudatir nîne. Di van rojên dawî de rapora kesên aqilmend hate eşkerekirin. Di raporê de didin diyarkirin ku “Gel ji zêdebûna qereqolan tengezar in, lê ev qereqol ji bo ewlehiya sînorê welêt e!” Gelo ecep pêwîstiya sînorê rojava ji parastinê re nîne, yan tenê rojhilat heye. An jî dewlet ewqas bawerî dide welatên rojavayî ku her roj li ser Rojhilata Navîn dagirkerî pêş dixin û Tirkiye wek lexbokek li ser destê xwe dizivirînin. Ya rast ewe ku dewlet welatê me ji gelê me diparêze. Li derdorê Kurdistanê bi qereqol û têlên Hesinî zîndanek avakirine û gelê Kurd jî girtiyê muebetê ye! Çareserî dema ku dewlet vê zihniyeta xwe derbas bike dê pêşbikeve.
Bêguman li hember vê rewşê bêdengî nabe, di xwîna me Kurdan de serîtewandin nîne. Em di çareseriyê de heta dawî bi israrin, ji bo vê jî em nasekinin. Ji bo vê jî emê her nêzikbûnên neheq protesto bikin û parastina xwe ya rewa bikarbînin. Ew li Taksîmê be jî em li wir in, li Licê be jî em li wir in. Liceyiyan ji bo avakirina qereqolên nû protesto bikin çun cihê avahiyê. Lê zîhniyeta yekdest êrîş bir li ser gelê me û ciwanekî me şehît xist û deh kes jî birîndar kir. Lê dozgerê xwedî heman zihniyetê bi şûna ku kujer derxîne holê, diçe kesên birîndar dixîne jêrpirsê û dixwaze wan tewanbar nîşan bide. Bi supekulasyona operasyonên madeyên hişbirê re jî bûyerê berovajî dikin. Lê herkes dizane ku li Kurdistanê yê ku fuhuş û madeyên hişbirê belav dike dewlet bixwe ye. Yê ku tecawûzê pêşdixe, ciwanan fêrî van madeyan dike dewlet e, polîs bixwe ye. Di demeke wiha de ku her roj tecawuzên ku fermandarên qereqol û sercerdewanan eşkere dibe, derewekî wisa pir berçav disekine û rastiya rûyê hukûmetê careke din derdixîne holê.
Hin kes jî dibêjin li hember vê emê ‘bi terzê Gandî’ bisekinin. Lê divê ev baş bê zanîn ku ne dijminê me wek dewletên din e, ne jî şert û mercên Kurdistanê dişibe welatên din. Bi çalekiyên pasif çareserî pêşbiketa bi salan gelê Kurd ji xwe ev kirin. Tu li hember yê ku tê ser te û te dikujî sekneke pasîf nîşan bidî, wê demê ewê bên li ser serê te rûnin. Di xwezayê de jî tiştek wisa nîne, heke yek êrîşê te bike divê tu jî parastina xwe ya rewa bikî. Ev zagoneke xwezayê ye. Em nikarin ji yên ku fîşekan davêjin me, gulan bavêjin wan. Em ê jî ji bo parastina xwe çi pêwîst be wê bikin. Em ji bîr nekin ku ev hilbijartinên ku li Tirkî çêdibin ne adil in. Hîn jî di deryayan de kaxizên hilbijartinê ku ji sandoqan hatine dizîn yên çend sal berê derdikevin. Em baş jî dizanin ku li gelek bajêr û navçeyan sandoqên hilbijartinê hatin dizîn. Ango AKP wekî ku tê gotin temsîla nîvê welat nake ji ber ku di hilbijartinan de hîle tê kirin.
Di welateke wisa de bi terzê pasîf têkoşîn nayê meşandin, ev terz pasîfîzekirina gelê me ye. Divê em ji bîr nekin ku hîn jî cenazeyên me di morgan de ne. Divê em ji bîr nekin ku hîn jî gelek gorên komî ku nehatine dîtin û vekirin hene. Divê em ji bîr nekin ku deraliyê Kurdistanê bi qereqolan hatiye dorpêçkirin û axa Kurdistanê tejî mayînên leşkerên Tirk e. Û em ji bîr nekin ku hînaji li hin cihên çiyayê Kurdistanê şînkahî çênabe ji ber bombeyên kîmyasalê. Divê em ji bîrnekin ku hîna jî bêhna bombeyên gazê ji sûk û taxên Amedê tê.