Sedsala 21’emîn sedsala kûrbûyîna nakokiyên zayendî ye û sedsala azadiya jinê ye. Ev rastî di roja me ya îro de şênber dibe. Mêrê desthilatdar çiqas xwe bi pergal dike û hegemontiya xwe pêş dixe, li hemberî wî sekna jina pêşeng a milîtan ku xwe di xeta serkeftinê de kîlît dike pêş dikeve. Di heman demê de jî li hemberî desthilatdariya mêr ku her roj krîzan zêde dike, li hemberî wî bersiva herî xurt hêza partîbûyînê ye, hêza pêşengtiya jin e. Pîvanên azadiya li ser esasê nasnameya jin derxistina pêş û serkeftinê mîsoger kirin.
Leyla Wan di demeke wisa de, di sala 93’an de tevlî nava têkoşîna azadiyê dibe. Heval Leyla destpêkê li çiyayê Agirî gerîlatî dike. Bi rihekî zîndî û bi kelecanekî mezin tevlî jiyana gerîla dibe. Bi vê tevlîbûna bi kelecan û bi coş derbasî çiyayê Zagrosan dibe. Li Zagrosan tevlîbûna xwe bi taybetî di milê jin de hîn zêdetir bi zanebûn dike û bi watedayîneke mezin tevlî jiyanê dibe. Zagros ji bo heval Leyla dibe bingehek û tecrûbeyek a jiyan û têkoşînê. Edî Heval Leyla biçûya kuderê ew kelecana xwe winda nedikir. Her tim dixwest xwe bigihîne hêza jin a pêşengtiyê. Piştî demekî derbasî sehaya Rêber APO dibe. Li wir pêşketinên xurt di kesayeta xwe de çêdike. Hêz û tecrûbeyên ku ji Rêber APO digire di pratîkê de jî dixwaze pêş bixe. Heval Leyla dixwest ew hêza ku ji têkoşîna azadiyê girtiye li her derê belav bike. Di her milî de pêşketinan di şexsê xwe de ava dikir û tu wext ji pêşketinan têr nedibû. Dema ku Rêber APO pêşniyara xebatên Jineolojî kir; Heval Leyla pêşniyar kir ku biçe xebatên Jineolojî. Te digot qey Heval Leyla bi sala ne li tiştekî wiha digere, mirov digot qey bi sala ne tişta ku lê digere ev e. Bi eşqeke pir mezin nêzîkî vê xebatê dibû. Di her mijarekî de lêhûrbûnê wê hebû, bi taybetî li ser jin lêkolîn û lêgerînên wê pir zêdebû. Di milê fikrî û kûrbûnê de xwedî kedeke mezin bû.
Heval Leyla li navenda KCK jî mabû û li ser rehend, komûn û meclîsa jî lêhûrbûnê wê zêde bûn. Taybetmendiyeke din a Heval Leyla; jinên ji neteweyên din pir meraq dikir û wan lêkolîn dikir. Di warê netewî de pir bi hêz bû. Hemû mijarên di derheqê jin de meraq dikir û dixwest fêm bike. Dixwest hemû jin jî wisa nêzîk bibin. Ji bona vê jî ew hêz û morala xwe, meraqa xwe ya di derheqê jinê de belavî cihê ku lê dima jî dikir. Her tim xwediyê pirsan bû. Pirsên Heval Leyla her tim kûr bû. Ji bo jin pêş bikeve, xwedî rol û misyon be, pêşengtî bike her tim di nava hewildanê de bû. Li hemberî pergala zilam a qirêj xwe kiribû hêza pêşeng û bi vê hêz û baweriyê tev digeriya. Her tim dixwest pergala zilam a desthilatdar bi hêza jinê were hilweşandin û bi vê îdîa û baweriye têkoşîna xwe pêş dixist. Dixwest di hemû jinan de jî vê pêş bixe.
Şahadeta Heval Leyla ji bo Tevgera Azadiya Jinê bedelekî giran bû, hevaleke ewqasî xwedî tecrûbe û kevin bû. Lê wekî tevgera jin şahadeta wê barê me girantir dike û erkên dîrokî dide ser milê me. Layîqî şehîdan bûyîn, xeyalê wan pêkanîn e. Ji her wextî zêdetir emê têkoşîna azadiyê pêş bixin, serkeftin û azadiyê mîsoger bikin. Wê demê emê layîqî Heval Leyla û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibin.
Jiyan LAVA