Amadekar: Nûjiyan Erhan
Her roj li Tirkiye û bi taybet bakurê Kurdîstanê bûyerên tecawizê tê bihîstin. Tecawiz encama zihniyeta desthilatdar ya zilamsalar e. Wek nexweşiyekî ku li tevahî cîhanê de mirovatiyê tehdît dike. Dewlet tecawizê wek garantiya hebûna xwe bikar tîne û civak bin siya tecawizê de tê helandin. Me jî bûyerên tecawizê ku bi destê zilamên dewletê tê kirin û li hember van tedbîrên ku werin girtin ji endama Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Öcalan, Medya Doz pirsî.
Ev bûyerên destdirêjiyê yên li hemberî jinê pêktên ne nûye û her wiha ev bûyer hema hema li herderê cîhanê jin rastî destdirêjiyê tên hûn vê yekê çawa dinirxînin.?
Medya Doz: Ev çanda destavêtinê xwe wek rêbazekê dewletê dide der. Bi taybet wek artêş û leşker ango xeta mîlîtarîst derxistiye holê. Ev nêzîkbûn tiştekî mirovatiyê nîne. Destavêtin dijî mirovatiyê ye. Ev bi zîhniyeta dewlet re derketiye holê. bi derketina dewlet û bi zîhniyeta zilam ya ku ji civaka xwe qut buye re tecawiz pêşketiye. Çanda nêçîrvanî tê wateya dîl girtin, dîl girtin jî tê wateya desteser kirin ew jî hemu tecawizan nav xwe de dihewîne. Ji ber vê tecawiz encama zihniyeta zilamê nêçîrvan e. Bi avabûna dewletê re jî hemu sazî û dezgehên fermî ya dewletê de wek rêbaza esasî ya desteserkirinê hat bikar anîn. Di cewhera mirovatiyê de cihê tiştekî bi vî rengî nîne. Ji dîrokê heta roja îro, hege tu bixwazî civakekî ji rastiya wê bixînî, bi rêbazekî bi vî rengî ancax dikarî pêkbînî. Ji bo hilweşîna civakekî jî, jin tê hilbijartin. Ji ber ku çanda jinê binxistina civakê xilas kirin e. Yê ku civakê li ser piyan digre jin e. îro li ser hemu nirxên mirovahiyê tecawiz tê kirin. Bi awayekî nepenî tecawiz li ser hemu rastiya civakê tê kirin. Tecawizê wekî tiştekî biyolojîk û bedenî girtina dest şaşitiyekî pir mezin e. Ji ber ku tecawiz li ser zihniyeta mirovatiyê tê sepandin. Bi rêbaza tecawizê dixwazin jinan ji vîna wan, ji rûmeta wan dûr bixin. Dîl girtina gelan, îşkal kirina axan ji çanda tecawizê çavkaniya xwe digre. Armanca tecawizê mirovan bêvîn kirin e. Kesên ku bêvîn e ji xwe şerm dike, cihê ku şerm lê hebe li wir pey azadiya xwe ketin nabe. Ango tecawiz wek rêbazekî dewletê ya gerdûnî di şexsê jinan de li ser hemû civakan tê bikaranîn.
Ev tecawiza ku pêktê bi taybetî jî li Kurdistanê berfireh dibin ev yek jî herî zêde bingeha xwe ji şer, zêdebûna leşker, polîs û cerdevanan digire ku li Kurdistanê hatin zêde kirin. Di heman demê de jî ev bûyerên destdirêjî bi destê dewletê tên meşrû kirin û bivê yekê jî destdirêjî yanî tecawiza li hemberî jinê zêde dibe. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Medya Doz: Di rastiya tecawizê de tiştekî wisa heye, ne tenê ajoyî ye, armanç rih dîl girtin e. Li ser civakekî tecawiz were bikaranîn ew civak ditevize. Bi taybet çapemenî dixwaze wisa bide lanse kirin ku tenê bûyerekî ajoyî ye. Tecawiz rastiyekî pir demdirêj a civak kole kirinê ye. Divê mirov vê rastiyê li Kurdîstanê wisa fêm bike. Dema tecawiz tê gotin divê destpêkê qirkirina çandî were bîra mirovan. Em tecawizê tenê tiştekî wek bedenî destnagrin. Herî zêde di pêvajoya hukumeta AKP de ev rêbazana tê bikaranîn. Dewlet destpêkê biqirkirina çandî, gelê kurd dorpêç kir, hemu dezgehên xwe li gorî zîhniyeta tecawizkar avakir û bi vê awayî hêdî hêdî tecawizan pêk tîne. Yek bi yek ciwanên kurd, keçên kurd ji civaka wan qut dike, dikişîne civaka kapîtalîst a ku dike kole, dike karkerê bêheqdest û bikar tîne, bi vê şeklî tecawizê çanda kurdînî dike. Bûyerên tecawizê di rastiya şer de hin zêdetir xwe nîşan dide. Me got mîlîtarîzim tê wateya tecawizê. Mîlîtarîzmê de xeta leşkerî heye. Artêşa desthilatdar diçe cihekî din îşkal dike, axekî, civakekî desteser dike, şidetê bikar tîne, tecawiz rêbazê wan hemuyan ya bêçek e. Tecawiz rastiyekî din ya mîlîtarîzmê ye. zîhniyeta desthilatdariyê de ha tu çû axekî desteser kir, êrîşê mevziyekî kir, ha tu êrîşê civakekî kir an jî jinekî kir heman tişte. Kurdîstanê de qasî ku leşker gund şewitand, kurdan qetil kir ewqas jî li ser civakê li ser jinan tecawiz pêkanî. Zaten armanca zêdekirina leşkeran, cerdewanan ew e.
Civak di formê jinê de ye, herikbar e. Zîhniyeta tecawizê de têk birin, şikandin heye. Hege îro gelek jin dibêjin em dara şikestî ne ji vê rastiyê çavkaniya xwe digre. Ji ber ku dewlet hêz şikandiye, vîn şikandiye. Zaten mirov ku ji vîna xwe ket, nikare ji bo azadiyê tiştek bike. Îro em mêze bikin tiştên ku li ser keçên ku di dibistanan de dixwînin tê kirin raste rast êrîşê vîna civakê ye. Tişta ku li Mêrdînê, li Sêrtê derdikeve ev e. Di şexsê wan keçan de dînamîkê civakê tê hedef girtin. Tecawizê de armanç ne tenê ajoyekî dem kurt e, tevizandinekî demdirêj tê hedef kirin. Tiştê ku AKP dike, him bi rêbazê şer, him bi rêbazê siyasî him jî di nav civakê de bi awayekî civaknasî asîmîlasyon pêş xistin tecawiz bixwe ye.
Bi tekoşîna azadiya jinê re feraseta çarenus hat derbas kirin. Kîna dewletê herî zêde jî ji bo vê ye. ji ber ku qerekterê dewletê vê rastiyê ranake. Ji bo vê jî pirsgirêkekî zihnî ye. Asîmîlasyon bixwe tecawiz e. Ewqas mêtingerî li ser keda mirovan avakirin, mirovan kirina artêşa xulaman bixwe li ser kedê tecawiz e. Wisa didin xuyakirin ku sankî tecawiz tenê li ser jinan tê kirin, ne wisa ye. Herî zêde zilamên Kurd têne tecawiz kirin. Mejî, ziman û keda zilamê kurd tê dizîn ew ne tecawiz bixwe ye? Tecawiz ne tenê tiştekî bedenî ye. Şakiran, Pozanti îspata vî ye. Tecawiz, zayend, temen û mekan nasnake. Ji bo vê jî divê wek civaka kurd ev rastî baş bê fêm kirin ku li hember vê zîhniyetê têkoşînekî xurt divê.
Îro em mêze bikin hemu doraliyê Kurdistanê bi qerekolan, bi avahiyên leşkerî hatiye dorpêçkirin. Gelek bajarên Kurdîstanê de ji şêniyê bajêr zêdetir leşker û polîs hene. Hin şeniyê bajêr jî tê ajankirin, cerdevan kirin. Cerdevan weke heywanekî ku hatiye nêçîr kirin û ji hêla dewletê ve ketiye qefesê û kengî karê dewletê pê çêdibe tê bikar anîn. Cerdevan di pêncika dewletê de hatiye kedî kirin. Yekî ku hatiye kedî kirin û ketibe qefesê dema tê berdan êrîşkariya wan zêdetir e. Harbûna wan ji ya leşkeran tûndtir e. Ji bo xwe têxe çavê dijmin ji dijmin xiraptir tiştan dike. Rastiya cerdevantiyê wisa ye. Bi riya qareqolan civakê dixin bin denetima xwe. Û bi riya cerdevanan jî dixwazin civak bêdeng bikin. Yanî axa me, welatê me dibin îşkala polîs, leşker û cerdevanan de ye. ew bixwe tecawiza li ser vîna civakê ye. ji ber cihekî ku civak nefes bigre nehatiye hiştin.
Li hemberî van destdirêjiyên ku li hemberî jinê pêk tên divê ku kîjan tedbîr werin girtin.?
Medya Doz: Ev bûyerên wisa hertimî ye. Tiştekî ku dem dem tê kirin nîne. Ji bo vê jî li hember zîhniyeta tecawizkar divê jin her tim tekoşîna azadiyê bide meşandin. Êrîşa dewletê ya ku li ser mejiyê me bi awayekî sîstematîk tê kirin divê were şikandin. Ji ber ku ev êrîş zîhniyetek bi şewa dike. destpêkê di warê zihnî de divê gelê Kurd xwe ji vê ferasetê xilas bike. Mînak, jinek rastî tecawizê tê, herkes wekî ku ew jin gunehbare lê dimeyzîne. Di mêzekirina civakî de jî xeteriyên pir mezin heye. Hîn jî jin wek tahrîkkar tê dîtîn. Jinê wek çavkaniya gunehê dîtin di zîhniyeta civakê de serwer e. Ev feraset divê were derbas kirin. jin divê gavên hîn şênber bavêje. Du jin, sê jin werin gel hevdu dikarin bibin hêzekî dikarin li hemberî gundekî helwest daynin. Li hemberî ewqas bê exlaqiya zilam jin dikare forma civakê wek exlaq bide avakirin. Rêya azadiyê ji rêxistinbûnê derbas dibe. Kesek bi tena sera xwe dikare tiştek bike lê hêza çend kesan dikare cîhanê bîne hîzayê. Ji bo vê jî di zîhniyet de ronakbûn û civakê zane kirin jî rêbazekî din ya pêşiya desthilatiyê girtin e. Di vir de jî rolekî mezin ya jinan heye. Di heman demê de divê kesên tecawizkar werin teşîr kirin. Feraseta dewletê li holê ye. Em benda ceza kirina dewletê nesekinin ku dewlet bi xwe bûyerên bi vî rengî teşvik dike, civak bi xwe divê dadgeha tecawizkaran bike. Divê kesên bi vî rengî di nav civakê me de nikaribe bijî. Herî girîng jî parastina cewherî xurt kirin pêwist e. Em îro bi êrîşên zilam, bi êrîşên dewletê re ru bir u ne. Ji bo vê jî ancax em dikarin parastina xwe bixwe bikin. Ji bo jinan parastina cewherî garantiya jiyanê ye. divê jin ew axa mirî ya ku li ser hatiye reşandin daweşîne û hêza xwe bawer be.
Ji bona van bûyerên destdirêjiyê jî herî zêde zimanê mexdûriyetê pêk tê û ev pirsgirêk civakî ne lê tenê bi saziyên jinan hatiye sinirdar kirin. Ev yek raste yan ne.?
Medya Doz: Bi tekoşîna azadiya jinê re bûyerên wisa artik derdikeve holê. Berê ser van dihat nuxumandin. Li hember bûyerên tecawizê serî rakirin û têkoşîn kirin rûmeta herî mezin e. Lê ev ne tenê karê saziyên jinan e. Divê ew pêşengtî bikin lê ev bûyerekî civakî ye û êrîşekî civakî ye. Me di jorê de jî got herî zêde îro li ser zarokên kurdan tecawiz tê kirin. Wê demê ma zilamên civakê ji vê bêparin? Divê herî zêde zilamên ku dibêjin em azad dixwazin jiyan bikin bila bizanibin ku di pergalekî tecawizkar de jiyan nîne. Ji ber ku jiyan di bin siya tecawizê de ye. Di cihanekî wisa de ewê çawa zarokên xwe mezin bikin. Ji bo cîhanekî ewle û jiyanekî bi rumet divê jin, zilam û zarok têkoşînekî hevpar bimeşînin ji ber heqîqet yekpar e. Dema hêz bû yek ti desthilatdar jî nikare li ser piyan bisekine.
Û li hember bûyerên bi vî rengî tenê bi zimanê maxduriyetê jî axifîn şaş e. Ji ber ku tenê wek maxduriyet anîna ser ziman dihêlê ku dijminê te wek reben bibîne û zêdetir li ser te de were, divê zimanê me zimanê hesap xwestinê û serde çûndinê be. Ji ber ku zimanê mexduriyetê bûyeran normalîze dike. Na, ev ne tiştên asayî ne û heta dawî li hember wan têkoşîn werin kirin û kesên tecawizkar werin dadgehkirin. Tekoşîna ku li hember van tê dayîn baş e, lê têrê nake. Divê tekoşîn ji her demê zêdetir bên bilind kirin ji ber ku îro kêliyên pir dîrokî tê jiyîn û em di keviya destxistina destkevtiyên mezin de ne. Asta tekoşîna me pêşeroja me ewê diyar bike.