Gulan Botan
Demsalan dewsa xwe danîn ser eniya te
Te nizanîbû bihara bêwext dilê te ye
Tu li ser rêya revê
Ez li deriyê biharê, ber keskesorê
Hunikahiya cenga pelpelîsankê dikeve ser
kesra dilê min
Min birîna xwe ya bêxwîn kewand
Bayê biharê xwe di nav porên min de badide
Hesret û bêrî, jina razayî anî
Kengî razaye nizanim
Lê îro dizanim
Tu çiqas zivistan bî
Ez her keziya tavê me
Seh bike hilma germahiya
bêriya hezar salan