Nûgiyan Derya
Di jiyana me Kurdan de ez dizanim stêrk xwedî ciheke girîng in. Di helbest, çîrok, destan û stranên me de stêrk nîşaneya evîn, bêrîkirin, hêvî û hevgihîştinê ne. Her wiha, stêrk ji ber biriqîna xwe ya di şevên tarî de hem nîşaneya xweşikbûnê û hem jî ronahî û nîşana rêwiyên rêyên dûr in.
Em bi çîrokên stêrkan mezinbûn. Di zarokatiya xwe de em bi çîrokên stêrkan bi xew ve diçûn. Dayîkên me ji me re digotin: “Kê/î ji we zêdetir stêrkan bijmêre ew stêrk hemû dibin ên wê/wî”. Lewma beriya em bi xew ve biçin, me li ser banên xaniyên xwe, xwe li ser cihên xwe dirêj dikir. Me, rûyê asîmanan li xwîşk û birayên xwe parve dikir û dest bi jimartina stêrkan dikir. Gelek caran dema yekê jimarek zêde digot, em aciz dibûn û me digot: “Te ji beşa asîmanê min jimartiye”. Li ser vê carna ev gotina me dibû sedema şer û xirûcira di navbera me de. Bi jimartina stêrkan her çiqas daxwaz û niyeta dayîkên me nivandin û bêdengkirina me bû jî, lê di aliyê din de dixwestin têkîliya me û xwezayê bi vî awayî bidin çêkirin û bi ser jî diketin. Em li ber jimartina stêrkan re bi xew ve diçûn û diketin xeweke şirîn. Stêrka mexrebê, stêrka Şivanan, stêrka Berbangê, Koma Sêwiyan û hwd. gelek stêrk di jiyana me de xwedî cih û girîngî bûn.
Di jiyana me ya gêrîlatiyê de jî ev cih û girîngî domiya bi awayekî cuda be jî. Em mezinbûn. Me berê xwe da bilindiya çiya û pişta xwe da birq û ronahiyên qelb ên bajêrên ji me biyanî û em biyaniyên wan. Her şeva li çiya di heman demê de stêrgehek e. Weke ku komcivîna stêrkan li çiya be, hemû stêrkên geş û xweşik li van çiyan kombûne. Lewma li çiya temaşekirina stêrkan tam û hezek cuda dide mirovan. Nizanim, dibe ku ji ber bilindiya cihên me be, lê em stêrkan li vir hîn nêzî xwe dibînin û em hîn zêdetir nêzî wan in.
Di gelek sohbet û axaftinên me de mijara stêrkan derbas dibe. Di demên berê de jî, me di navbera xwe de digot: “Em li otêlên milyon stêrkî dijîn. Bila yên li otêlên 5 stêrkî bihesid in”. Rûxmî me dizanî jimara stêrkên otêlan rêzeya xizmetê ya otêlane jî, me ti caran stêrkên xwe yên nêz, cihên xwe yên bilind û nêzî hêlinên stêrkan neda bi otêlên 5 stêrkî yên mirovxapînok. Lewma di van gote got û sohbetên xwe de me gelek caran dixwest hemû hezkiriyên me bi me re van kêliyên bedew û resen bijîn.
Li gor mezinên me digotin: “Her mirov xwedî stêrkekê ye li asîmanan. Dema ku stêrkek dirije, mirovek jiyana xwe ji dest dide.” Dibe ku ji vê baweriya me be, her stêrk di heman demê de navê hezkiriyek me, sembûl û nîşaneya hestek me ye. Ew şevên me yên bi stêrkan bi dawî dibûn û xwe digihandin sibeyên ronak, li çiya jî domiya. Çîrokên me li vir jî bi dawî nebûn. Dîsa me di çîrok, helbest, stran û romanên xwe de herî zêde cih da stêrkan. Stêrk bûn rêhevalên şevên me. Bi her derketina stêrkan re, stêrk silava xwe ya yekem didin me. Şevbêrkên me û stêrkan heya berbangê didome. Û bi her berbangê re, di dema xatirxwestinê de, em wan oxir dikin ji bo jivaneke nû ya hevgihînê di şeveke din de.
Li van çiyayên me yên ku bûne hêlina me û stêrkan, stêrkên qelb û qirêj jî peydabûne van rojan. Stêrkên ku nîşaneya veqetînan in. Stêrkên ku çavên mirovkujan in. Stêrkên ku nêçîrvaniya xwînê dikin, peydabûne li van stêrkgehên me yên pîroz.
Lê em wan dinasin. Ji ber biriqîna wan jî sexte ye. Geşbûna wan jî derew e. Her çiqas weke stêrkan diyarbin jî, em mirovên stêrkhez dizanin ew ne stêrk, lê stêrkuj in. Belê em dizanin ew ûydû ne. Sîxur in. Em stêrkan ji dilbûna wan dinasin. Em wan ji resenbûna wan a ku bi ti tiştên mekanîk nikare bê nixumandin dinasin. Bi geşbûna wan a rûyê me geş dike. Em jidilbûna wan a ku dilê me xweş dike dinasin. Em wan, ew jî me dinasin.
Me dilê xwe, hestên xwe parve kirine. Em bi gelekan re keniyane. Me hêviyên xwe, silavên xwe li wan bar kirine û şandine pêşerojên ku em û ew di nav de azad bijîn bi hev re. Me dilê xwe, giyana xwe, hestên xwe, şevên xwe yên tejî bedewî, êşên xwe, xweşiyên xwe bi wan re parve kirine. Evîn û hêviyên xwe ji wan re gotine. Ji ber em wan rêheval, dost û hezkiriyên xwe dizan in.
Ma qelbiya hinekan dikare pira di navbera me û wan de ji holê rake? Na, nexêr! Heke wiha be em ê bibin biyaniyên hest, raman, hêvî û xeyalên xwe. Em ê bibin biyaniyên xweşikî û hezkirinên xwe. Em ê bibin biyaniyê bedewiyên rêhevaltiyên xwe. Em ê bibin biyaniyên hêlîn û wargehên xwe. Em ê bibin biyaniyên dilistanên xwe. Wê ev ne rastiya me be. Ji ber em gêrîla ne. Em jin in. Dildar û hezkiriyên xwezayê, evîndarên stêrkan, dildarê ronahî û rojê ne. Dema meyîna hest û ramanên me ye. Hezkirina me bi demê re nikare bê pîvan. Bi wextê re nikare bê hesibandin. Em li stêrkên dilên xwe dimêzînin û wiha berê xwe didin asyoyê geş a jiyanê.