Şoreşgerî hunera afirandinê ye. Lenîn dibêje, “pêwîst e, xeyalên me yên mezin hebin, lê belê pêwîste ew zanistî bin.” Weke din wiha li ser zêde dike, “şoreşgerekî bêxeyal nabe, lê belê pêwîste xeyalên xwe bispêrîne rastiyê”. Li gor min em di pratîka xwe de bi vê ve girêdayî man. Niyeta mezin, xewnên mezin di cihê xwe de ye. Şaşitî û kêmasî di vir de ye. Hun ne di wê rewşê de ne ku xwe weke hêmaneke esas ê jiyanê binirxînin. Pêwîste mirov vê li ser we ferz neke. Ez vî tîştî ji ber ku hun di rewşa yekser werin jiyana malbatê de ne diyar dikim. Di vê mijarê de pêwîste hindekî azadiya we ya hizirandinê û helwestan hebe. Mînak li Ewrûpa jî wisa bi hêsanî hetanî sih salî nazewicin. Teqez ez nabêjim wisa bikin, lê belê ew ketine wê zanebûnê ku zewac ji azadiyê gelek tiştan dibe. Hîn jî tiştên din ên ku pêwîste em bi tekoşînê qezenc bikin hene. Di vê demê de zayendîtî weke nirxekî dibe mijara weke malekî ku were firotin. Weke nirxekî ku were gotin “wey ji destên min çû, her tiştê min tune bû” û were xelaskirin têgihiştin. Zayendîtî rewşeke xwezayîbûnê rave dike. Lê belê civaka serdest, civaka çînayetiyê ev tişt xistiye rewşeke ku nayê naskirin, kesayetên bi hizrên azad û bi îradeyên azad ku dixwazin zayendîtiyê weke xwe bijîn, ev dibe helwesteke exlaqî. Hunê zayendîtiya xwe çawa ku hun hebûna xwe li hemberî her cure êrîşan diparêzin, weke wê biparêzin. Ew wisa di wateya çors de parastin nîne. Zayendîtî civakîbûn, malbat û siyaset bi hev ve tund girêdayî ne. Ev nêzîkbûn rast e. Ger zayendîtiya we ji destên we biçe asta we ya civakbûnê kêm bibe, siyasîbûna we nebe, hunê rewşeke herî xirab bijîn.
Em van weke kesayeta piralî dixwazin di we de biafrînin. Pêwîste hun ji bo vê yekê hêza têgihiştinê nîşan bidin, ger kesayeta we ya piralî çêbibe dê wê demê jêhatiyên we yên hilbijartin û nirxandinê pêş bikeve. Wê demê hun bixwazin dikarin têkîliyê çêbikin, ger hun nexwazin hun çênakin. Ji ber ku hun xwedî kesayeteke birêgez in. Hun di rewşeke de ne ku li hemberî her cureyê paşverûtiyê dikarin şer bikin. Ji bo vê, yê ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê dide em in. Ez bim jî ji ber pêwîstiya helwesta azadiyê îradeya xwe serdest bikin, lê belê lêkolîn bikin, xwe ji xeletiyan xelas bikin, ji kêmasiyan xwe dûr bixin û weke din xwe bihêz bikin. Bi qasî ku ev hate pêk anîn, bila hêza we ya hezkirin û ecibandinê hebe. Ger ev neyên pêkanîn hunê bêdadiyê bikin û neheqiyê bikin. Hunê ji tiştên neyên hezkirin hez bikin, ji tiştên pêwîste were hezkirin jî hez nekin. Ev jî bêdadî ye û hunê li xwe jî neheqiyê bikin, bi qasî layiqê we ye pêwîste hun hezbikin û hezkirinê jî pêş bixin. Ger hun vê pêk neynin hun nikarin bibin sosyalîst.
Sosyalîzm tê wateya ji holê rakirina xerîbûna mirovahiyê ye. Derxistina rastê ya nêvenga herî azad, di navbera zayendan û şêweya rave û têkîliyan e. Hilweşandina kendalên di navbera zayendan de ku hezaran sal in berdewam dike ya newekhevî û dîwaran e. Li ser bingehê têkîliyên nû yên azad û wekhev nîşandana nêzîkahiyên hev e. Min xwest di vê mijarê de ez hin tiştan bikim û her tiştekî ku hatiye kirin jî, ji bo nîqaşê vekiriye. Hin hevalan hîn jî em fêm nekirine, binkeya partiyê di vê mijarê de kêmasiyeke kûr dijî û hevalên me nikarin têkîliyan bi pêş bixin. Têkîliyên ku tênê pêşxistin jî gelekî tevlîhev in. Rast nagihêje bûyera hezkirinê, ji bo provakasyonan gelekî dibine amûr. Bi rengekî gelekî xeter sîxuriya objektîf tê kirin. Dijmin jî bi şerê taybet xwe dirêjî vî tiştî dike. Vî tiştî yekser dike mijara şerê taybet û têkîliyên jin û zilam tehrîk dike. Di encam de zirara ku endamekî dijmin nikare bide em ji bêperwerdehiyê û ji nêzîkbûnên nerast dibînin.
Partî dixwaze li ser vê bingehê kadroyên xwe bi perwerdeyê ronahî bike û tê bigihîne. Ev jî him di asta netewî, çînî, zayendî û di asta navbera zayendan de dayîna şerekî ku dem bi dem pîvanên gerdûnî derbas dike, dixwaze. Ji bo vî şerî û ji bo encama wê em bi wêrekî nêzîk bibin, gavan bi pêş ve biavêjin, kêmasiyên ku hene em derbas bikin, em hemû bi hev re bigihên şêweyên têkîliya ku bi îradeya azad hatine diyarkirin. Em di vê mijarê de ji dîroka paşverû, ji têkîliyên civaka paşverû tola xwe wergirin. Pêwîste ku hun bizanibin li ser bingehê şerekî bi vî rengî yê herî zêde pêwîstiya xwe bi tolhildaneke dijwar heye hun in. Ez tenê piştgirê vî yê tund nînim, di heman demê de rêveker û şervanê vê me.
Kesayetên wisa hene ku hindek min reş dikin, hindek jî pirtukên min mezin dikin dinivisînin, çawa dinivisînin bila binivisînin, ez fêmbikirama û bihiziriyana dê hîna baştir bibûya. Di rastiyê de ez girêdaniya rastî ya wan bi jiyanê û azadiyê re çêdikim. Tam di vê xalê de rika wan digre, tiştê ku ew dixwazin jî “tiştê ku tu dixwazî bi me bike, emê bi hêsanî bawer bikin” dibe. Na nabe, dê bûyera hezkirina Kurd vebibe. Jixwe vedibe. Kê pênûsê dixe destên xwe dinivisîne, niha jî rojê pirtukek derdikeve, bêguman pêwîste hewldanên min ên di vê mijarê de baş were fêmkirin.
Ez niha rewşenbîrên Tirk hindekî din baştir fêm dikim, bi taybet keçên Tirkan ji me hîna zêdetir bandor dibin. Ger ez bi keçên Tirkan re mijul bibama, min dê hîna zêdetir pêşveçûn pêk anîbaya. Mînak, jineke Yewnanî bi min re hevpeyvînek çêkiribû, digot “ji bo we heyraniyeke mezin hîs dikin” li Ewrûpa jî bi vî rengî ye. Nêzîkbûneke me ya azadiyê ya ku mercên hemdem derbas dike heye. Ji bo wê hun nikarin tevlîbûnê raber bikin. We anîna rewşeke ku hun bikaribin bi me re di heman astê de bimeşin, tiştekî baş e. Hindek ji we teng dibin, hindek jî ji rewşekê dikevine rewşeke din. Ji bo bûyîna rêhevalên ku bi me re wekhev dimeşin, wêrek bin. Hun dizanin feraseta azadiyê ya hindekan çi ye? Zilamekî wekî dêwekî dibînin, dibêjin “mêrê min zilamekî xweş, baş, bihêz û biquwet e” di rastiyê de ew kesayetekî ku îflas kiriye. Zilam mirovekî wekî dêwan e, xanima me jî yeke li gor wî hundirê wê vala ye. Zilam wiha bibêje, wiha dibe, wisa bibêje wisa dibe. Dibêje “jiyana min, namûsa min, malê min” û tîne nava partiyê. vê jî dixwaze weke exlaq bifroşe. Tiştê ku herî biaqil ez dikim tu caran vê tiştê cidî nagrim. Ma li gor we ev biaqîlî nîne? Şûna ku mêrê we yên wiha hebin, bila tu caran nebin. Ger wiha ye, ji bo çi hun xwe ew qasî dixin? Ez van tiştan ji bo ku ez dihesidim diyar nakim. Lê belê li gor min nêzîkbûnên zilam gelekî dirûxîne û şêweyeke jiyanê ya ku dixe ferz dike.
Fatmayê ji bo vê taybetmendiya min digot “xwe xiste şûna zilamekî û xwest min biperçiqîne” di rastiyê de min nedixwest di têkîliyan de ferz bikim, ji bo vê ez bi hêrsbûna Kemal Pîr hêrs dibûm. Gelo bêyî ku destên xwe ji ava sar naxe ava germ ev qasî li ser tiştên amade dijî, li ser pişta partiyê jiyînê ve ew xwe çi dihesibîne? Noker e, bi xwarina heram ve mezin bûye. Min nedixwest ez li rûyê wê bidim, di rastiyê de min dixwest ez wê qezenc bikim. Min nedixwest bibêjimê heramzade. Di rastiyê de ew keçeke Kurdan e, dibe ku were qezenckirin, lewaziyên min jî di vî alî de hebûn. Teqez ez dixwazim bi xala herî dûr ve bigrim û xelas bikim. Ew jî pêwîst dike ku têkoşînek were dayîn, naxwe dê bibe belaya serî. Ez bawer nakim ku di dinayê de yekî din hebe ku bi vê şêweyê tekoşînek jiyabe. Di hemû têkîliyan de bi qasî aliyê pejirandinê, aliyê wê yê redkirinê jî gelekî bihêz e.
Di Kurdistan’ê de kesekî ev qas keçikên dewlemend di nava hev de nedîtiye, hemû jî ji ber ku ji vê axê hezkirinê biceribînin, ji civaka heyî revîne. Welatparêzî bi hezkirina min ve dest pê kir. Me ji bo we qiyamet rakirin, hun hîn jî nêzikî ji me fêmkirinê nabin. Lê belê pêwîste ji bo jinê hêza we ya pejirandinê hebe. Hun çawa dibêjin, ji bo qezenckirinê pêwîstiya we bi hewldanan nîne, tu caran ji bîr nekin hun di civakê de çend caran hatine wendakirin û ew hêzên ku we dikişînin, çi qasî bêmerhemet in. Di rastiyê de hun nikarin vê jî fêm bikin, ez ji bo we xemgîn im, hewldanên min ji bo çi nehatine fêmkirin? Gelek hêz we dikişînin, tenê ne emperyalîzm, dagirkerî û feodalîzm tenê malbat jî na, hemû we yek bi yek dikişînin. We ji we dibin, ji ber vê sedemê hetanî dawiyê lewazî bi pêş ketiye yan jî hun ketine rewşekê ku êdî nayêne naskirin. Û hun vê yekê berdewam jî dikin.
Di rastiyê de hêza kişandinê ya azadiyê a min heye, ev qas pêşketinan, derxistina ser dika dîrokê ya gelê Kurd û jinê em bi hêza mezin a kişandinê û pejirandinê ve derdixine rastê. Dema ku hun li vê yekê temaşe dikin şaş nemînin, ji ber ku hêzên ku we bi şûn de dikişîne û nahêle ku hun bibin ê xwe gelekî zêde ne. Provakatorekî ji bo min digot, “tu dixwazî me ji me bidizî” naxêr, ez tiştê ku komara Tirkan ji we diziye, dixwazim bi şûn ve bigrim. Ev ferqkirin gotin, “tu dixwazî tiştê ku me girtiye dubare ji me bigrî” Kemalîstekî jî digot, “zarokên me ji destên wî xelas bikin” gelo ma bi rastî kê diz e, dê kî ji kê were rizgarkirin?
Hun carna dibêjin, em rast û wêrek in. Ez dixwazim ji we ewle bim, di nêrîna min de jin dikarin bibin rêhevalên baş. Hindek gelekî neyînî derdikevin jî, yên ku girêdaniyên bihêz jî raber dikin hene. Di rastiyê de pêwîste mirov jinê biçûk nebîne. Her jinek gelekî binirx dîtin, şopa hêza kesekî xurt e. Ji gelê xwe, ji jinên xwe, ji her mirovekî re rûmetdayîn û bi wateya rasteqîn ve nêzîkbûn hêza kesayet nîşan dide. Tiştên rast pejirandin, erkekî herî bingehîn ê welatparêziyê ye. Lê belê hevalên ku van fêm dikin, bi qasî mirov bibêje nîne, ew qasî kêm in. Hindek kes bi nêrînên giştî ve heta bi tawankirinê ve pêşwazî dikin, hun jî vê napejirînin. Hun dibêjin, “ez jineke kêm im, jineke ku pêwîste were perçiqandinim” û hun xwe dikine amûrê vê.
Hun di nava rewşekê de ne ku bi qasî tekoşîna welatparêziyê pêwîste hun tekoşînê bikin. Diyar e ku pêwîstiya we bi hêzkirina têgihiştinê heye. Hun ji ku derê tên? Kîjan hêzê we kişandiye, kîşan bayên dijwar hun li gelî û bestan belav kirine? Li wan deran kê û çawa we difetisîne? Mirov dikare mînaka xezal an jî kewa ku di destên pilingekî de hatiye nêçîrkirin bide. Ji bo jinê carna remzên wiha tên afirandin. Hatine revandin, hatine birîndarkirin, hindekan jî xwestin xwe rizgar bikin. Diyar e ku pêwîst e mirov ji gelek aliyan ve nêzîkê vê pirsgirêkê bibe. Ez li xwe dihizirim, min êşa bêalîbûnê jiyî, ez êşa yekalîbûnê û lewazbûnê dizanim. Lê belê min ev weke qederekê nedît. Berovajî ji bo çi ev yek bibe qederek, ji bo çi em xwe piralî nekin, ji bo çi em xwe mezin nekin?
Ev rêgeza “tu tuneyî” li ser jinê çawa hate pêkanîn? Li ser bingehê rêgeza “tu hîna tuneyî” ve tolhildana jinê dest pê kir. Ev tê wateya “ez ne ku tune me, tuyê vê bibînî” wê demê jiyana min dişopînin. Ger hun weke rêhevalekî dipejrînin, ji bo çi hun vî şerî naşopînin? Ez ev qasî dişopînim, nêzikî we dibim. Li hemberê vê hun ji bo çi nêzikî min nabin û min naşopînin?” Gelo hun vê pêwîst nabînin? Gelo ma çîroka min, gelekî watedar nîne? Ger hun min neşopînin, hunê bêdil û bêalî bimînin, bêhêz bimînin. Çi sud di gotina “em jinên çêkirî ne, dê hindek werin me bigrin û me bibin” heye? Hunê vê kesayeta ku di hestan de seranseriyê, di xwestek de kêmbûnê, di vînê de lewaziyê, di hêza biryarê de bêîdîabûnê dijî çi bikin? Ger balkêşî û ziravî hebe, hunê çi ji vê jiyanê bikin? Li xwe binêrin û şîrove bikin. Ger hun şîrove nekin, hûn nakin. Ev yek jî tê wateya “dagirker dê bibêjin, ezê jî bixwînim” tu jêhatiya vê ya hunerî û tu nirxekî vê ya xweşikbûnê nîne. Di rastiyê de ew nêrîna “ji xwedîkirina ajalan wêdetir kêrî tu tiştan nayên. Hunera wan eşqiyatî ye” aidî dijmin e. Em pêwîste vê hilweşînin.
Pêşxistina meclîsa jinê û rêxistina wê bûyereke xweşik e. Ez ji dîtina ku jinê weke eşyayên sivik dibînin, tinazên xwe pê dikin nefretê dikim. Lê belê ji vê yekê re hun rê vedikin. Hun xwe bi sivikbûna xwe ve tînin astekî ku her dem bawerî bi we neyê anîn û her dem di bin fermana îradeyên din de bin. Bila êdî ev yek were derbaskirin. Bila êdî civînên jinê, kesayetên jinê balkêş bin, tu wateya her dem di bin siya hindekan de bûyînê nîne. Hun rêhevalên min in, lê belê tu caran ez naxwazim yek ji we di bin siya min de bin. Ez weke gerstêrê ji rêzê û şopgerekî ji rêzê yê xwe naxwazim bibînim. Pêwîst e hun bibin civata ku yeksan û wekhev dimeşînin. Lê belê pêwîst e, di nava civatê de hunê çawa cih bigrin, baş were pêşçavkirin. Em hindekî ji vî tiştî biwêrin, ez jî mirovên çêkirî na, mirovên ku jiyanê parvedikin dixwazim. Hun derûniya keçeke ciwan baş dizanin. Teng dibe, wêjeya “wey wiha bi vî rengî ye” pêş dixe. Aliyekî vê ku mirov bi dest bigre tuneye, dema dibêjin jin, weke kesekî ku xwe ji rewşekê dixe rewşekê, ji rengekî dike rengekî din tê dîtin. Makyaj jî, sembola vê ye. Xwe ji rengekî dixe rengekî, dike her cureyê şêweyan. Di rastiyê de ev çanda paşketî ya sedan salan e. Ji bo we statuyên ku ji berê de hatine avakirin hene. Weke “ew dê bibe keçikek xanim a baş, jina bûk a baş wiha dibe, jina baş wiha dibe, wiha li mêrê xwe dinêre, wiha pesnên xwesuya xwe dide” ye. Ev derveyî demê ye û bi serê xwe koletî ye. Li gel em van hemuyan înkar nakin, pêwîste nêzîkbûnên nû werin nîşandan.
Înkar nekin, jiyan ne bêyî jin, ne jî bêyî zilaman dibe. Lê belê di vê mijarê de kûrbûna ku koletiya me gihiştiye jî em nikarin ji bîr bikin. Li ser koletiyê jî jiyan nayê avakirin. Ez bawerim ji van hemû tiştên ku ez vêdibêjim, encamên ku hun derbixin ev in: ev mirov vê hewldana balkêş ji bo ku hindekî azad bijî, ji bo hindekî bişeref be bi pêş dixe. Baş tê bîra min, zilam mafê axaftinê nedida cidî nedigirt, tinazên xwe pê dikir. Min ji van tiştan gelekî kişand. Min got, ma tu evî û bi qasî ku ez hêza xwedê avabikim bi ser de çûm. Çîroka civaka Ereb jî, çîroka çolê û herikîna Îslamê ya di çolê de jî hindekî wiha ye. Carna derketina PKK’ê Îslamiyetê tînim gel hev. Wê demê jî dibêjin, “ev xwe pêxember dibîne” pêwîst nake ez xwe pêxember bibînim, ji ber ku di roja me de bi zanistî kar tên kirin. Lê belê dîsa jî tiştên dişibine hev gelekî balkêş in. Di rastiyê de kesayeta çolê tunebûnê diafirîne. Derketina Mihemed jî weke teqandina volqanekî di çolê de ye. Di Ereban de zarokên keç bi zindî dihatin binaxkirin. Gelek kes dikarin Mihemed weke “ev qas jinên wî hene, ev qas cariyên wî hene” rexne bikin. Lê belê min hindekî cuda dît. Ev jî xirab nirxandin. Zewacên Mihemed ên bi armancên siyasî hebûn. Lê belê ew jinên ku pê re zewicîbûn, li gor wî jinên ku pîroz bibûn bû. Li gor dema xwe ev gaveke nû ye û li vê mijarê bi çavekî cuda nêrîn ne rast e. Zewacên Mihemed, jinên wî, keçên wî, jinên ku dîrokê de navdar in. Hz. Fatma, Hz. Eyşe, Hz. Xetîce her yek ji wan sembol in. Tê wê wateyê ku di civaka Ereban de, di civaka Îslamê de ji bo jinê nirxek hatiye dayîn. Hz. Mihemed li gor wê demê gelek jin bi wê şêweyê nêzîkî xwe kiriye. Di dema me de, ji ber sedemên hilberîn û teknîkê ev ber bi veguherîna reng ve diçe. Lê belê ev hemû aliyan ve xirab dîtin ne rasteqîn e. Di heman demê de di nava mercên dîrokî de nirxê wê yê şoreşgerî ya mezin fêmnekirin jî, ne rast e. Ji bêhêziya çolê, hêzeke wisa derxistina rastê, lêkolîn bikin. Aliyê vê yê ku PKK’ê re dişibin hev hene. Ger we hindekî dîrok lêkolîn bikira, we dê li têkîliyan hîn dewlemendtir û hîn pîroztir nêrandinê fêr bibûna.
Di bûyera Kurd de rewşên ji çola Erebîstanê xirabtir tişt tên jiyîn. Dibe ku jin, zindî nayên binaxkirin, lê belê di mercên hîn şermtir de tên tunekirin. Bêyî ku hun vê yekê fêm nekin, nêzikî jiyanê nebin. Pirsgirêkên we, weke çiyan mezin bûne. Dibe ku hun min matmayî pêşwazî bikin, ez vê yekê xirab nabînim. Ji ber ku hun ji nêvengên çolan hîn germtir tên. Bêyî têkîlîbûn, bêhêzî, bêferasetî, bêhestî di astên metirsîdar de ne. Rewşa we ji eşîret û qebîleyên Erebîstanê yên wê demê hîn xirabtir e. Ez nêvenga ku hun jê hatine baş dizanim, li gor min tiştên ku we bi zindîtî xistina bin axê, zêdetir we dixine rewşên xirabtir hene. Ez we li ser vê bingehê dikişînime tekoşînê.
Hun dikarin bibêjin, li gor Kemalîzmê û Ewrûpayê mafên mirovan pêşketiye, lê belê Ewrûpa û Kemalîzm tunekirina we ya netewî ye. Hun nikarin van tiştan bi min bidine daqurtandin. Hun nikarin li hemberî emperyalîzma ku tune dike, her cureyê dagirkerî û nokeriya wê behsa tiştên mirovî bikin. Gelek hevalên me bi qalibên wan nirxandinan dikin. Ez vê yekê gelekî xeter dibînim. Em nikarin bi qalibên wan mafên mirovan binirxînin. Bi biryar dijberbûna emperyalîzmê, dijberbûna dagirkeriyê û dîsa li dûr sekinandina ji jiyana nokeran a xemilandî ya herî rast e. Ger hun van bipejirînin, di heman demê de tiştê ku serdestiya zilam li ser jinê ferz dike fêm bikin, biryar û îradeya we bihêz be, ev yek tê wateya ku hun ji bo me rêhevalên birûmet in. Li ser vê bingehê jinûve qezenckirin, hembêzkirin û hezkirin nêzîkbûneke baş e. Li ser vê bingehê qezenckirinê ve dê jinûve hezkirin, gihiştin, feraset, rêhevalbûn, civakbûn, siyasîbûn û rêxistinbûn bi pêş bikeve. Ev tê wateya jiyana Kurd. An jî gelek bi şoreşê ve vejiyaye. Ez vê bawer dikim û bi hemû hêza xwe ve di bin fermana vê dozê de me. Min ev doz him afirand him diherikînim. Kesên ku dikevine bin fermana vê dozê jî pêwîste balê li vê bikîşîne û bibe rêhevalê vê yê bijarte.
Sedemên vê yên objektîf û subjektîf hene ku ez vê ev qasî vedibêjim. Ez hêvî dikim ku hun rasteqîntir û kûrtir nêz bibin. Em hebin jî, nebin jî hun bibine şopgerekî nêzîkbûnên rast. Em bawerin ku me tiştên kêm nekirine. Ji bo rizgariya we jî kêm xebat nehatine kirin. Me baş bişopînin, dibe ku di hindek kêmasiyên me de, di hindek nêzîkbûnan de zêdebûnî hebe, lê belê van zêde mezin nekin, ji ber ku cewher girîng e. Cewher tê wateya ku hun bibin xwedî jîneke bi şêweyê ku rûmetê dide, di mercên wekhev û azad de bibin xwedî jiyaneke bişeref û birûmet. Di bin fermana vê de bin, bibin milîtanên serdestkirina vî tiştî û ji bo vê bibin milîtanên mêrxas ên ji bo bîrdozî, siyasî û leşkerî şer dikin. Her tiştekî ku ji bo vî şerî dibe asteng, bi erdê ve bikin yek. Her tiştekî ku şer pîroz dike û ber bi serkeftinê ve dibe, bibin rêhevalên wan ên zexm.
Vê nirxandina ku ez dikim, ji bo bîranîna rêhevalên jin ên şehîd ku pêwîste em bîranînên wan bikin parçeyekî jiyana xwe ya jêneger Mizgîn, Rosa û Bêrîvan diyar dikim. Emê bîranînên wan her dem pîroz bikin û cihê ku misoger wan dixwastin bigihênê emê bi gihandina wir ve bersivê bidin. Em, şehîdên mezin ên radestnebûnê çi qasî bi bîrbînin ew qasî kêm e.
Rêber APO
Sermawez 1992
Ji perspektîfên Rêber APO a “Şoreşa Civakî û Jiyana Nû”