“Şoreşgeriya Sedsala 21’an Zanyariya Civakî ye”

0Shares

Dorşîn Akîf

Beşa yekem

Rêbertiya me dide diyarkirin ku şoreşgeriya sedsala 21’an zanyariya civakî ye. Mirov dikare ji bo zanista civakî vê pênaseya giştî û di cih de esas bigire.

Zanista civakî xwe wek beşeke zanistê dide diyarkirin. Zanista civakî ya modernîst xwe wek lêkolîna hebûna civakî, çawaniya birêveçûna wê, gihîştina van agahiyan pênase dike. Di pênasekirina vê de jî dibêje ku divê nêzîkatî zanistî be. Lê nêzîkatiya zanistî li ser kîjan bingehan pêş dikeve? Divê di serî de bersiva vê pirsê bê dayîn. Lewma jî divê pênaseya zanistê jî bê kirin. Lê belê di derbarê agahiya zanistî de hîna pênaseyeke zelal û teqez derneketiye holê. Tiştên ku werin tecrûbekirin, bidest bê girtin û bi çav bê dîtin, digihîje agahiya şênber. Zanist agahiyê wiha şîrove dike; ango heke bi dest were girtin dikare wek zanistî bê dîtin. Duyemîn pênase jî wiha ye; heke agahî neyê tecrûbekirin ne agahiya zanistî ye. Ji bo agahiya zanistî hin şert û pîvan tên diyarkirin. Elbet ji bo pêşxistina zanistê jî rêbazê her beşê cuda ye. Li gor nîzîkatiyekê ji bo zanistîbûna agahiyê divê di navbera bûyer û diyardeyan de têkîlî bitûnî be, yekbûyîna têkîliyan di nava pergaleke bitûnî de be. Ev di wateya zanînê de zansit e. Duyemîn pênase hîna bêtir li gor mentiqa pozîtîvîst a modernîteyê ye; tiştên yekser an jî neyekser pê dihesin û bi rêya ezmûnan bidest dixin, têkîliya di navbera bûyer û diyardeyan de divê were îsbatkirin, di vê wateyê de zanist jî dikare di çarçoveya van îzahan de were bidestgirtin. Ango hem wê were ceribandin, diyarok (olgusal) be, ev agahî wê gerdûnî be, xwe bispêre hin rêbazên diyar. Heke di nava sîstematîkeke wiha de be dikare ji wê re pênaseya zanistê bê kirin. Di çarçoveya vê pênaseyê de jî hin rêbaz hatine pêşxistin. Di destpêka wan de jî divê bi rêya ceribandin û ezmûnan hatibe îsbatkirin. Şênber be. Heke ne wiha be nikare were watedarkirin û wek zanist were bidestgirtin. Herwiha heke giştî nebe jî, nikare wek zanistî bê dîtin. Bi rêya ezmûn û ceribandinan encamên ku ketine dest agahiya mutleq in. Ev pênase, agahiyên ku ji bilî van rêbazan ketine dest wek agahiya zanistî qebûl nake. Nêzîkatiya ku modernîteyê di zanistê de pêşxistiye, wiha ye. Ya din divê zanist diyarok be, tişta ne diyarok be nabe mijara zanistê. Herwiha tê îdeakirin ku zanist unîter e, ango nayê parçekirin. Wiha jî dibe gerdûnî. Bi yek yeka bûyeran an jî tiştên taybet re mijûl nabe, bi mijara giştî re elaqedar dibe. Bûyer divê xwe dubare bike û şertên çêbûna wê divê xwedî hin zagonan be. Ev zagon jî dîsa divê giştî û gerdûnî bin. Di têkîliya sedem û encamê de, çi ji rewşê re rê daye, sedem bi awayê zagonan rêz dibe. Ev rewş jî di şertûmercên gerdûnî de divê li her derê bi vî awayî pêk bê. Di kêleka vê de divê rewş objektîf (nesnel) be, ji bo wek zanistî bê dîtin. 

Em jî pir caran behsa objektîfbûnê dikin. Lê belê di objektîvîzma zanistê de divê zanyar ji tiştên berê hatî jiyandin, ji nirxên çandî ku avabûne serbixwe, li bûyerê wek rewşeke objektîf binêre û ji hertiştî serbixwe wê şîrove bike. Zanyar pêwîste ji her tiştî serbixwe, ojektîf, ji nirxên çandî qutbûyî, dema mijarekê dinirxîne ji wê rewşê bi tevahî xwe razber bike. Ji bo mijar zanistî be, kesê lêkolînê dike pêwîst e xwe ji wê diyarde an jî bûyerê serbixwe bike, xwe li derveyî wê bihêle û şertûmercan bidest bigire. Tê gotin ku zanist objekîf e. Em jî pirî caran behsa objektîfbûnê dikin. Dema modernîte nêzîkatiya zanistê pêk tîne, rêgeza serbixwebûna kesê bi zanistê re mijûl be, dide pêş.

Ango heke em careke din pênaseya ji zanistê re dubare bikin wiha ye: zanist unîter e, bi bûyer û diyardeyan re elaqedar dibe. Agahiyên ku dikarin werin ceribandin û mutleqbûyî, bi rêgezên gerdûnî re şênber bûye û kesê vê lêkolîn dike divê serbixwe û objektîf be. Ango divê bûyer û diyarde serbixwe werin bidestgirtin. Zanista civakî jî bi giranî xwe dispêre van rêgezan. Elbet zanist xwe dabeşî çend baskan dike. Zanistên xwezayê; fîzîk, kîmya û biyolojî. Zanistên civakî; civaknasî, dîrok, fînololojî, epîstomolojî, erdnîgarî,

Zanista civakî hîna bêtir di sedsala 19’an de pêşketiye. Xwe dike pergal. Lê belê beriya wê jî ew xalên ku modernîte wek zanistî pênase dike dihate bikaranîn. Zanista civakî ew rêgezên ku zanistên xwezayî ji xwe re wek rêbaz bikar tînin, esas digire. Jixwe modernîte xwe di zanistên xwezayê de bihêz dike, wê ji xwe re dike spartek. Wek mînak li zanista xwezayê mêze dikin, hin bûyer û zagon gerdûnî pêş dikevin, vê dikin hincet û didin diyarkirin ku divê di beşên din ên zanistê de jî zagon gerdûnî û bitûnî bin. Kesên zanîngehê dixwînin, beşên herî zêde puan dixwaze û li pêş e jî qadên zansita xwezayê ne. Zanista pozîtîvîst a modernîteyê ti diyardeyê ji dem û mekan qut nagire dest, ango divê diyarde di zeman û mekaneke diyarkirî de pêkhatibe.

Di zanistê de rêbaz guhertinan dide çêkirin, rêbaza herî berbiçav jî deduksiyon (tumden gelîmcîlîk) e, ev rêbaz dema bûyerê şîrove dike ji rewşa giştî dikeve rê û di yek yekê de jî li gor vê şênber dike. Wek mînak dibêje “hemû mirov fanî ne, wê demê kesê X jî fanî ye.” Li gor vê rêbazê bûyer yek bi yek ti wateya wan tine ye, tişteke giştî heye û dikare li parçeyên jêrî wê jî were bidestgirtin. Rêbaza duyemîn jî enduksiyon (tume varimci) e. Ev jî berovajiya deduksyonê ye, kesê X fanî ye, wê demê hemû mirov jî fanî ne.

Di zanista xwezayê de fîzîk bi bûyerên fîzîkî re elaqedar dibe. Kîmya bi bingehên madeyê re elaqedar dibe. Biyolojî bi tiştên jê re zindî tê gotin ji avaniya wan a anatomîk bigre heya kîmya wan lêkolîn dike.

Peyva sosyo, kolektîvîteya civakî îfade dike û peyveke latînî ye. Hemwateya nandaş, zikdaş ku kolektîvîteya civakê rave dikin e. Sosyolojî bêtir pênasekirina jiyan, civak, mirov, saziyên civakî ku malbat, eşîre, qewm dikevin nav vê, têkîliyên di navbera wan digire dest. Elbet rêbazên cuda jî bidest digire. Di beşa dîrokê de li gor zeman û mekaneke diyarkirî bûyerên demên borî qewimîne tê bidestgirtin. Di arkeolojiyê de ew tiştên ku mirovên berê bikar anîne, amûr û paşmayiyên wan lêkolîn dike ji bo ku bizanibe di wan de mirovên wê demê çi jiyane. Etîmolojî koka etnîkan lêdikole. Fîlolojî avaniya ziman lêkolîn dike. Epîstomolojî jî çavkaniya agahiyê û agahiyê bixwe lêdikole. Erdnîgarî jî beşa herî bênirx ku li jêrê cih digire ye. Mekaneke diyar, avûhewaya wê, şertûmercên wê, pêşketinên wê yên dîrokî û rewşa wê ya di îro de lêdikole. Psîkolojî qadeke pir nû ya zanista civakî ye. Bi derûniya mirov re mijûl dibe. Antropolojî hîna bêtir anatomiya însanên berê lêkolîn dike. Bixwe jî dabeşî du qisman dibe yek antropolojiya çandî, ya din antropolojiya fîzîkî ye. Di beşa wê ya çandî de zêdetir bi aliyê çandî yê mirovên berê re mijûl dibe. Beşa fîzîkî jî anatomiya însanên berê dike mijara lêkolînê, wek mînak bedena mirov peresaneke çawa derbas kiriye? Di zanista siyasetê de avaniyên wek dewlet û saziyên wê dikevin jêr lêkolînê. Siyaset û aborî piranî bi hev re tên bidestgirtin. Zanista aboriyê jî avaniyên aborî yên civakê lê dikole, lê belê ji ber dewletê wek saziyeke civakê dinirxîne, avaniya aborî ya dewletê lêdikole. Teolojî zanista xwedênasînê ye. Îlahiyat wek zanista ol tê pênasekirin. Modernîteya sermayedar hin dîsîplînên din jî li ser vê qadê zêde kiriye wek mînak çavkaniya însan jî kirine nav vê beşê. Di vê beşê de dîsîplîn li ser îstîhdamê hatiye sazkirin. Di kîjan qadê de kê/kî dikare çawa kar bike? ev tê destnîşankirin. Di bingeh de mirov herî bêtir wê çawa xîzmeta pergalê bikin, diyar dike.

Wek di jorê de jî hate diyarkirin, modernîte ew rêbazên ku di zanista xwezayê de bikar tîne, derbasî beşa zanista civakî jî kiriye. Heman rêbaz derbasdar in. Herî zêde jî diyarokbûyîn (nesnelcîlîk), determînîzm li pêş in. Di vir de têkîliya dabeşkirina dualîteyan hakim e. Heyber û kirde, îdealîzm û materyalîzm, gerdûnîbûn û qismîgerî (tîkelcîlîk), duksiyon û deduksiyonê ji hev dikin.

Zanista civakî xwe dispêre van qadan û wiha jî modernîteya sermayedar xwedî dike. Bi taybet jî nêzîkatiya dualîst, pêvajoyên civakî, pênaseya jiyanê li ser van bingehan dike. Wek nimûne pênaseya xwe wiha dike; civak, mirov, xweza û hertiştên di nav jiyanê de cih digirin dixîne mijara zanista civakî.  

Yek ji pirsgirêka roja me ya îro ya zanistê ew e ku pir zêde zanista civakî parçe dike. Di bin navê serbixwebûn, diyarokbûn û objektîfbûnê di navbera zanistan de dabeşbûnên metirsîdar hene. Di navbera beşa dîrok û sosyolojiyê, di navbera felsefe û sosyolojiyê de pirsgirêkên cidî hene. Her dîsîplînek bi tena serê xwe tê bidestgirtin. Tip jî dikeve vê qadê, lê bêtir di qada zanista xwezayê de jê re cih tê veqetandin. Di navbera tipê de jî ewqas parçe kirine ku hema bêje bedena zindî dabeşî çend beşan kirine wek ku dil ji parçeyên din a bedenê qut e. Dîrok ji felsefeyê qut kirine. Zanista dîrokê jî li ser xeteke rast û diyar dîrokê bidest digire û şîrove dike. Rêbaza determînîst esas e. Diyardeya dîrokê wek ku her pêşvediçe û ev pêşveçûn jî her pêşketin e, dinirxin.

Sosyolojî nikare pirsgirêkên civakî çareser bike. Di roja îro de nexweşiya penceşêrê di zarokên 7-8 salî de jî tê dîtin, di jinan de penceşêra devê rehimê zêde bûye, sedema vê çiye? Ji ber zanista civakî ew tiştên yekser jiyana civakê bandor û elaqedar dike, pê re elaqedar nabe. Ev zanist dibêje “Ez ê jiyanê pênase bikim, di nav jiyanê de ez ê mirov, civak, jin, zarok, malbat û yek ji şêwazê rêxistinbûna civakê saziya dewletê pênase bikim. Rêxistinên civaka sivîl pênase bikim.” Lê belê ji ber di pêşketina rasterast û dûz a dîrokê de hin tiştan wek heyber, hinan jî wek kirde dide destnîşankirin, ji pênaseya rast dûr dibe. Ji ber li gor zanista ku ji hêla modernîteyê pêşketiye kirde hertim rêvebir, desthilatdar û beşên serdest in. Di sosyolojiyê de zilam tê bidestgirtin. Di sosyolojiyê de jin tine ye. Piştî salên 60’an nû hin lêkolîn destpêkirin. Lê di hundirê sosyolojiyê de lêkolîna jinê tine ye. Di yek ji beşên jêrîn a sosyolojiyê de di pedagolojiyê de zarok tê bidestgirtin, lê belê di wir de jî tenê tê diyarkirin ku dayîk wê çawa zarokê mezin bike, an jî dewlet çawa zarokê bidest bigire. Jixwe zarok wek kirde nayê bidestgirtin, di pozîsyona heber de ye. Di pedagojiyê de armanc ew e ku zarok di temeneke piçûk de bi rêya perwerdeyê bê tewandin, ev jî ji hêla kirde (serdest) ve tê kirin. Heke mijara behsê zarok be, dayîk dibe kirde, zarok dibe heyber. Ew heyber jî tebatî (pasîf/edîlgen) ye. Tişta ku heyber bike, bêwate ye, ya esasî û bi bandor kesên ku wî/wê bitewînin, teşe bidin wê/wî ne.

Li ser dabeşkirina heyber û kirde, îdealîzm û materyalîzm jî tê jihevkirin. Hemû cihêkirin jî hevdu xwedî dikin. Materyalîzm li ser rastiyên madî pênase dibe. Di vir de jî şertên dîrokî, şertûmercên ku heyber xwe ava dike, têne bidestgirtin. Bi piranî jî jiyan li gor şertûmercên aborî tê diyarkirin. Di Marksîzmê de li gor rewşa çînan civak tê pênasekirin. Di îdealîzmê de hîna bêtir kirde hakim e. Wek mînak heke ruh difikire, di nav çalekiyê de be, li gor rewşa wê tê diyarkirin. Ol û bawerî jî piranî li ser îdealîzmê pêş dikevin.

Auguste Comte sazîkerê zanista civakî ye. Lê beriya wî jî hin nêzîkatiyên zanista civakî hene. Wek mînak hin ji zanyarên civakî navê wan zêde nayê zanîn, lê belê xebatên pir berfireh di vê qadê de meşandine; nimûneya vê ya herî berçav jî Îbnî Xeldûn e. Di zansita hemdem de ji wî û berhemên wî re cihê hêja nehatiye dayîn, Îbnî Xeldûn di salên 1300’an de jiyaye. Pirtûkeke wî bi navê El-îber heye. Ji heft cildan pêk tê. Îbnî Xeldûn diçe nav bedeviyan û di nav wan de lêkolînan dide meşandin. Avaniya wan a civakî bidest digire. Ji bajêrvaniyê bigrin heya erdnîgarî, ji erdnîgarî bigirin heya aborî û siyasetê pir mijarên civakê lêdikole. Lê belê zêde ji hêla zanista civakî ya hemdem ve nayê qebûlkirin. Yek ji taybetmeniya sereke ya Îbnî Xeldûn jiyana civaka bedevî, têkîliyên wan, çawa xwe birêxistinkirine, cîhana wan a madî, siyaseta wê civakê, bandora erdnîgariyê li ser jiyana civakê, diyar dike. Lê tê zanîn ku zanista civakî ya modernîteyê zanista erdnîgariyê daxistiye qata herî jêrê û bandora erdnîgariyê li ser jiyana civakê, derûniya însan û heta aboriya civakê piştçav kiriye.

Yek ji cildên pirtûka Îbnî Xeldûn li ser bajêrvaniyê ye. Di wir de jî wiha şîroveya diyardeya bajêrvaniyêa dike: însanê ji çandiniyê qut bûyî, her ku ber bi bajêrvaniyê ve diçe dejenere dibe. Li gor nêrîna wî siyaseta ji civakê qutbûyî, dejenere dibe. Li gor wê demê neçar dimîne ku di dawiyê de bêje civak her tiştî dide meşandin, lê di encam de yê ku vî karî birêve dibe xweda ye.

Li Tirkiyê piştî salên 80’an li zanîngehan tezên Îbnî Xeldûn di waneyan de hate dayîn. Bi AKP’ê re hîna berfirehtir pirtûkên wî hatin xwendin. Modernîteya ku AKP birêxistin kiriye, Îbnî Xeldûnî jî li gorî têgeh û berjewendiya xwe dide nîşandan. Ji bo bikaribe modela netew-dewletê pêş bixîne, Îbnî Xeldûn bikar tîne.

Yek ji avakerên herî binavûdeng ê zanista civakî tê zanîn Auguste Comte ye. Lê divê îşareyeke berfireh bi mekan û zamanê ku wî jiyaye, rewşa wê demê ya civakî û polîtîk jî bê kirin. Di sala 1789’an di pêvajoya şoreşa Fransayê de di nav civakê de tevlihevî û aloziyeke cidî heye. Civak li rêyên xilasiyê digere. Auguste Comte jî di pêvajoyeke wiha de ku şoreş rû didin û bi sedan însan jiyana xwe ji dest didin û di birêxistinbûna civakî de hîna alozî derbas nebûne, xebata xwe dide destpêkirin. Auguste Comte wek avakerê sosyolojiya modern jî tê bilêvkirin. Auguste Comte zanista civakî li ser prensîbên zanista xwezayê dide rûnişkandin. Pênasekirina civakê bi vî avayî şîrove dike: divê bi rêya diyardeyan civak pênase bibe. Ev nêzîkatî ya feraseta pozîtîvîst e.

Di zanista fîzîkê de ji bo bidestgirtina mijaran zagon hene. Wek mînak dibêje heke ez cihê tiştekê bizanibim, ji leza wê jî haydar bim, ez dikarim diyar bikim ku wê biçe kuderê. Ev jî bingeha fîzîka Newton e. Auguste Comte jî li ser bingeha vê zagona fîzîkê civakê digire dest. Wek mînak dibêje heke bûyereke dîrokî sedemên wê diyar bin, dikare encamên wê jî bêne zanîn. Nêrîna pozîtîvîst li ser mentiqa têkîliya sedem û encamê, civakê bidest digire. Zanyarên civakî vê zagonê wek fîzîka Newton jî binavdikin. Wiha jî bi mentiqa fîzîkê jiyanê, heta jiyana rojane diyar dikin.

Auguste Comte, zanistê dabeşî du beşên bingehîn; xweza û civakî dike. Zanista civakî jî wek zanista têkel binav dike. Li jora zanista civakî sosyolojiyê datîne. Herwiha di nav zanistan de jî pêdiviya bi hiyerarşiyê tîne zimên. Li gor Auguste Comte ew zagonên di xwezayê de (ku li gor nêrîna însan hatine şîrovekirin) dikare li civakê jî were adaptekirin. Lewma jî dide diyarkirin ku zanista civakî divê vê zagonê ji xwe re bike esas. Auguste Comte pêşketinên dîroka mirovahiyê wek sê beşên bingehîn bidest digire. Beşa yekem pêvajoya teolojîk e. Di vê pêvajoyê de zihniyeta bibandor ol û bawerî ne. pêvajoya duyemîn pêvajoya metafîzîk e. Felsefe li ser vê pêvajoyê bi bandor e. Ji ber felsefe bi bûyerên derveyî fîzîkê re elaqedar dibe, metafîzîk e. Pêvajoya dawî jî pozîtîf ango zanistî ye. Li gor vê mentiqê mirovahî dema derketiye heya niha hin qonaxên diyar derbas kiriye. Ji bo zarokekê jî hin pêvajo hene, di serî de pitik e, paşê zarok, xama, ciwan û gihayî dibe. Auguste Comte pêvajoya zarokbûna însan wek pêvajoya teolojîk dibîne. Dema ciwan dibe felsefîk e. Paşê ku baş mezin bû li kêr civakê tê jî dest bi zanistê dike. Ev dabeşkirin dibe sedem di civakê de hin dabeşbûn pêş bikevin. Di pênaseya xwezayê de zagona ku “masiya mezin masiya piçûk dixwe”, di zagonên Auguste Comte de jî heke însanek xwe neke hêz û pêşnexîne di qata herî jêrê cih digire diteyîse. Lewma jî dibêje; ji bo ew kes bigihîje qateke jorê, divê her di nav pêşbirkê de be. Di bingeh de Auguste Comte bi diyarkirina vê nêzîkatiyê armanceke wî heye. Şoreşa Fransayê pêkhatiye, civak hîna aloziyê dijî, ji bo xilasbûn ji vê aloziyê divê civak ber bi sazîbûnê ve biçe. Li gor zagonên zanista xwezayê, pêwîste saziyên civakî werin birêxistinkirin. Sererastkirina civakê li ser bingeha zanista pozîtîf ava bibe.

Auguste Comte dide xuyakirin ku pêwîste sazîbûnên civakî li ser esasê kar û pîşeyan diyar bibin. Gerek dike çînayetiya civakê bêkirin û bi vê re jê re kar diyar bibe. Çînan jî dabeşî çîna zanistî, çîna leşkerî û çîna sivîl ango yên bi bazirganiyê re elaqedar dibin. Lê ya herî girîng jî divê çîna sivîl be. Ji civaka li ser esasê van çînan birêxistinbûye re civaka endûstrî dibêje. Auguste Comte di civak û karan de profesyonelbûyîn ango pisporbûn daye pêş. Li gor wî divê hin karên diyar hebin û di wan karan de jî pispor hebin, her ku pisporbûn pêş bikeve, wê pêşketin ber bi civaka endûstrî ve biçe. Wê demê jî dewlemendiya mal, wê hebûna hin çînên civakî yên sereke wek muteşebîsên (gîrîşîmcî) bazirganiyê bixwe re bîne. Di bingeha nêrîna Auguste Comte de, pêşketina têkîliyên çînên civakî ji bo pêşxistina civaka endsûtriyê ye. Ji bo ev pêşbikeve, pêdiviya avakirina çînên zanistî destnîşan dike. Lewma jî dide diyarkirin ku hewcehî bi profesyonelbûnê heye, wê ev berhemê xurt bike. Li gor vê teoriyê divê herkes di karê xwe de profesyonel be.

Piştî Auguste Comte, yek ji zaniyarê civakî ku tê zanîn D.H.Spencer e. Ew, materyalîsteke hişk e. Heta tê gotin ji Marks bêtir determîsît bûye. Di ware ramyarî de heya cihekê ji Kant sûd digire. Li gor nêrîna wî; heke civak bixwazin li ser lingan bimînin divê duçarî seleksyona xwezayî bibin. Seleksyona xwezayê tê wateya heke hêza te nebe, tu yê tine bibî. Zanyarên xwezayê ji vê zagonê re seleksyona xwezayê dibêjin. D.H.Spencer dibêje; hewce dike ev zagon li civakan jî pêk bê. Ev Darwîngeriya civakî ye. Lê belê li gorî vê nêrînê heke tu bixwazî hebûna xwe biparêzî, divê tu civak an jî hêzeke din tine bikî. Vê jî wek zagona zarûrî dide pêş. Bi vê mentiqê re zemînê zihnî yê mêtingeriya li ser civakan, bi taybet hin parzemîn û kêmnetewan, amade dibe. Di rastiya me Kurdan de jî ev rewş tê dîtin, Tirk ji bo hebûna xwe bidomînin, hertim bi psîkolojiya afirandina dijmin û metirsiyan re dijîn.

Di teza D.H.Spencer de civak, çîn an jî her netew û kêmnetew, her çand û hebûn ji bo domdariya xwe pêwîste li yên kêleka xwe bixîne. Di dawiya vî şerî de wê yek biser bikeve û yek bin bikeve. Vê jî wek zagona xwezayê nîşan dide. D.H.Spencer guhertinên di civakê de wiha tîne ziman: her civak biqasî bijîn pêş dikevin, bi qasî pêşbikevin cihêreng dibin. Bitûnîbûna pêşketinê; civakên di kêleka hev de yek dişibe ya din (di wateyekê de asîmîlasyon pêk tê). Di bingeha civakê de aborî heye, lê divê di qada aboriyê de cihêbûn û çînayetî hebe. Bi nêrîna D.H.Spencer; dema di navbera civak û takekes de mêzîneke optimal (hevseng) pêş bikeve, wê peresen (evrîm) jî bidawî bibe. 

wê bidome…