Şoreşgera hêjayî naskirinê; Zinarîn
Zinarîn Amûdê
Gelek stêrk rijiyan li ser axa welatê min, lê li welatê min dema ku stêrkek dirije, xwe dike tov di nava axê de û ji nû ve şîn tê. Bi şînbûna xwe re gelek kulîlkan vedike. Li welatê min, mirin ji nûv ve dibe jiyan, payîz dibe bihar, êş dibe hêz û veqetîn dibe soza serkeftinê. Li welatê min her tişt dipeyîve, ax, çiya, zinar, çem, çîçek, newal û zozan qala stêrkan dikin.
Li welatê min, rêyên çiyayan herdem bi rêwiyan re xwe bi bîr tîne. Lewma jî bêrîkirin tineye li vî welatî, ji ber ku bîranîn li her derê ye û di her tişta ku şewqa stêrkan li ser maye de ye. Li bin darekê, li ser rêyekê, li ber avekê, li derdora agirekê, li gel her tiştekê rewneqa wan heye. Gotinên wan dibe neqş, navên wan dibin helbest û stranên hevalên wan.
Belê keça delal! vaye dîsa payîz hat, vaye dîsa pelên daran diweşe, rûyê ezman diguhere û çûk dest bi stranên koçberiyê dikin. Lê her ku dibe payîz di van stranên çûkan de navê te jî derbas dibe. Tu dibînî hevala delal! tu hîn di bîra vê demsalê de yî, jixwe te bi xwe jî di vê demsalê de bi çûkan re rêwîtî kir, lê çûk vegeriyan, tu venegeriyayî.
Zinarîn, keça delal! çendî payîz li ser xatir nexwestina te derbas bûn. Ez dizanim ku xatir xwestin tine ye li welatê me, hertim hêviya hevdîtinê heye. Lê dîsa jî tirsa nedîtinê car caran çêdibe. Piştre ez têgihîştim ku ger mirov bixwaze dikare stêrkan her demê û li her derê bibîne.
Belê keça ku zû por sipî kir! Dengê îsyanên dilê te hîn di guhê me de lîlan vedide. Lêgerînên te, peyvên te û mêzandinên te yên tejî pirs, hîna siya xwe hiştiye li ser çiyayên welatê me. Hele li Botanê, ew cihê ku bi her tiştê xwe ji şer û pevçûnên te re bûye şahid. Ew cihê ku bû warê evîna dilê te ya hestiyar û pirsên te yên ku bi demê re ketibûn nava pêşbirkê. Çend şevên dirêj tu di bin tarîtiya ezman de di nava hizrên kûr û ronak de bûyî, vaye rûpelên ku te ji me re hiştiye qala vê yekê dikin. Behsa gelek tiştan dikin Zinarîn! Lewma zû pijiyabû ciwaniya te. Keça delal! Li min biborîne, ez nikarim wekî te, te bidim pênasekirin. Jixwe ez nakevim hewldana vê yekê jî, ji ber te bixwe pir xweş xwe daye naskirin. Tenê ez dixwazim hinekê behsa te ji hevalên te re bikim.
Dibêjin ‘cewherê mirovan teyisîna xwe li ser dirûvê (şekl) mirovan dike. Dibe ku pir kes ji me vê bawer nekin, an jî gumanan di serê xwe re bînin û bibin. Lê di kesayeta hevala Zinarîn de, birastî ev gotin pir cihê xwe digre. Kesên ku hevala Zinarîn dîtibin û pêre jiyabin, an tenê rojnivîsên wê xwendibin û li wêneyên wê mêze kiribin, ev yek tê de bi asayî hîs kirine. Bê guman ji her hevaleke xwe ya/yê şehîd re rast nêzîkbûyîn, ji meşa wan ruxmî her tiştî, lêgerên wan û zor û zehmetiyên ku bi têkoşîneke mezin derbaskirine, ji bo her kadroyeke rêxistinê ketina nava hewildanên têgihiştina vê rastiyê pêwîstiyeke mezin e. Jixwe şehîdbûyîn, an jî şehadet mafê teng nêzîkbûn an jî li gorî xwe bidestgirtinê nade.
Hevala Zinarîn bixwe jî hevalek bû ku gelek zehmetî jiya, her wiha di naskirina rêxistin û rastiya Rêber APO de, di salên destpêkê de gelek tengav bibû. Lê dema ku êdî Rêbertî nas dike, bi evîneke mezin felsefe û bîrdoziya Rêber APO hembêz dike û bi biryar tev digere. Her wiha hewldanên hevala Zinarîn ji bo guhertina kesayeta xwe û guhertina hawîrdora xwe wekî taybetmendî pêş dikeve. Lewma şerekî pir çetîn û dijwar dimeşîne. Hevala Zinarîn di rojnivîsên xwe de jî pir caran behsa şer dike, ew ne tenê li hemberî dijmin, di heman demê de şerê qezenckirina jiyanê û azadiyê dide meşandin. Nakokiyên ku hevala Zinarîn piştî naskirina rastiya Rêbertî dijiya û bi van nakokiyan re dikete nava tekoşînê, êdî ne ji ber tênegihîştina wê ji rêxistin û Rêber APO bû, ew nakokiya qebûlnekirina paşverûtiyê bû. Wê ev şer di kesayeta xwe de qezenc kir, ji ber vê jî bêtêkoşînî qebûl nedikir.
Hevala Zinarîn bi eslê xwe ji Dersimê bû, di malbateke Elewî û kedkar de mezin dibe. Heya demekê li Dersimê dijî û li wir dixwîne, piştre zanîngehê li Stenbolê dixwîne, dema ku li dibistanê dixwîne, cihê xwe di nava çepên Tirkan de digre, piştre bi rêya hin hevalên xwe yên xwendevan re tevgera azadiyê nas dike. Ji van hevalan yek jê hevala Bêrîtan (Gûlnaz Karataş) bûye. Kesayeta hevala Zinarîn a bi mereq û lêgervan dihêle ku ji rastiya jiyana civakê, her wiha ji pîvanên ku pergala desthilatdar a dewletparêz re herdem bi guman nêzîk bibe. Ji nakokiyên xwe re di nava tevgerên çep ên Tirk de bersiva nabîne. Tevgera PKK‘ê bala hevala Zinarîn dikêşe, lewma biryara tevlîbûnê dide.
Hevala Zinarîn di sala 92‘an de tevlî nava tevgera azadiyê dibe. Di dema ku kesayetên wekî Osman bi ferasetên xwe yên li dijî Rêbertiyê, dixwest ku tevgerê teslîm bike, di nava tevgerê de jî jin perça bike, hevala Zinarîn ji nêz ve bi vê rastiyê re rû bi rû tê. Ji ber kesayeta Rêber APO nedinasî, kiryarên tesfiyekar wekî tiştên normal didît. Her wiha bixwe jî li ser yekîneyekê disekinî. Piştî ku Rêbertî mûdaxeleya pratîka Zelê dike û ferasetên Osman mehkûm dike, hejmareke mezin ji kadroyên ku li Zelê bûn, dikişîne cem xwe, yek ji wan jî hevala Zinarîn e. Rêbertî van hevalan demekê li ba xwe di perwerdeyê de dihêle û bi wan re yek bi yek dikeve nava diyalogan. Li ser rastiya Osman û pratîka Zelê disekine û bandora li ser kesayeta wan hevalan analîz dike.
Osman di bin navê ku ez birayê Rêbertî me, di mêjiyê gelek kadroyan de rastiya Rêbertî li gorî kesayeta xwe neqişandibû. Lewma naskirina rastiya Rêbertî bixwe jî ji hêla gelek kadroyan ve şaş hatibû têgihîştin, yek ji van hevalan jî hevala Zinarîn bû. Ji ber vê sedemê di destpêkê de nakokiya nenaskirinê jiya, an tevlihevkirina kesayeta Rêbertî bi kesayeta Osman re çê bibû. Piştî ku hevala Zinarîn bi demekê li qada Rêbertiyê perwerde dibîne, bi rêya danûstendinên ku ji hêla Rêbertî bi hevalan re li ser mijarên cuda têne çêkirin, hevala Zinarîn dikeve nava lêhûrbûneke kûr. Her wiha dikeve nava tevgera têgihîştina rastiya Rêbertî û xwe gihandina pîvanên mîlîtantiya rast. Rêbertî weke rêbaz ji bo lêhûrbûn û naskirina rastiya gel, hevala Zinarîn dişîne nava xebatên gel.
Hevala Zinarîn di dawiya sala 94‘an heya destpêka sala 96‘an di nava xebata gel li Rojava dimîne. Li gel ku qet nedizanî bi Kurdî bipeyîve, di nava hewldaneke pir mezin de bû ku bi gel re di nava danûstendinê de be. Li gel sekna wê ya dilnizim, axaftinên wê yên Kurdî pir şirîn û şermok bûn. Ruxmî ku mêzandina çavên wê xemgîn û biêş bûn, lê di rûyê wê de herdem rûkeniya mirovheziyê hebû. Li gel ku li hemberî şaşitiyan bêhelwest nedima, ticarî rûyê xwe ji derdora xwe re nexweş nedikir. Ji ber vê jî cihê xwe pir zû di dilê gel de girt. Gel ji peyvên wê yên Kurdiya çeloxarî, ji sekn û şêwaza tevgerîna wê, ji helwestên wê yên li pêşberî mirovan pir bi bandor dibû. Hevala Zinarîn ji ber bi israr bû ku di şoreşgertî de weke jinekê têkoşîn bike, di kesayeta xwe de jî veguherîn pir bi lez pêş dixist.
Piştî ku hevala Zinarîn bi demekê di nava xebata gel de dimîne, careke din diçe qada Rêbertî. Vê carê ji bo derbasî qada Çiyê bibe, pir îsrar dike. Wêneyeke hevala Zinarîn dema ku xatir ji Rêbertî dixwaze di rojnivîsên wê de hene, Rêbertî wê hembêz dike. Bi rastî ew wêne bi xwe ji mirov re behsa eşq û girêdanekê ku gotinê li gel dîtinê erzan dike, dide nîşandan. Di wê wêneyê de hevala Zinarîn wek ku razayîbe çavên xwe girtiye û bi rûyeke aram serê xwe daniye ser milê Rêbertî. Mîna ku qet naxwaze veqete, bi her du destan ew hembêz kiriye, Rêbertî jî lê mêze kiriye û keniyaye…
Hevala Zinarîn dema ku derbasî qada çiyê dibe, Rêbertî wê ji bo ku cihê xwe di nava rêvebiriya YAJK‘ê li qada Heftanînê bigre, erkdar dike. Hevala Zinarîn li ser pêdiviya ku li qadên din dihate hîskirin, bixwe ji hevalan re pêşniyar dike, li ser vê esasê jî weke berpirsyara yekîneyê derbasî qada Botanê dibe. Li gel xwesteka xwe ya şer li hemberî dijmin, her wiha xwe ferzkirina wê li ser hevalan ji bo ku tevlî çalekiyan bibe, li hemberî pîvanên klasîk a hişmendiya zilamê feodal, her wiha li hemberî sekna jinê ya paşverû jî têkoşîn dimeşîne. Li gel ku di hêla fîzîkî de pir zehmetiyan dijî, îsrara wê ya şerkirinê û di şer de serkeftinê di asteke pir bilind de bûye.
Piştî şehadeta hevala Zinarîn di payîza sala 97‘an li qada Faraşînê ku girêdayî herêma Botanê ye, dema ku Rêbertî rojnivîsa hevala Zinarîn dixwîne ji bo wê nirxandineke wiha dike: “Zinarîn li gel ku di aliyê fîzîkî de zehmetî dikêşa, li gel ku fîzîka wê lewaz bû, ew şoreşgereke ku di hest û ramanên xwe de pir bihêz bû, Zinarîn di şerê hest û ramanê de qezenc kiriye, ji ber vê sedemê ev dibû sedema meşa wê ya serkeftî…”
Birastî ji bo ku mirov behsa hevala Zinarîn bike, ne çend rûpel, hêjaye romanek were nivîsandin. Jixwe hêza min têra vê yekê nake. Lê birastî hevaleke hêjayî naskirinê ye. Ya herî baş jî ewe ku mirov Zinarînê ji wê bixwe nas bike. Ango ji rojnivîsên wê yên ku bi destên xwe nivîsandiye. Ji ber hizirandinên xwe, hastên xwe, lêpirsîna xwe û hawîrdora xwe pir vekirî daniye holê.
Ew hevaleke ku her şoreşgereke jin divê ji xwe re gelek mînakan jê bigre. Her jinek dibe ku di nava rastiyên şoreşê de zehmetiyan bijî û gelek caran bikeve, lê ya girîng ewe ku mirov ji wê ketinê re teslîm nebe û dev ji xwe bernede. Ji ketinên xwe re bi feraset û derûniyên kevneşop nêzîk nebe. Ne tenê ji xwe re, di heman demê de ji hawîrdora xwe re jî wiha be. Encax wê demê mirov dê bikaribe di kesayeta xwe de şoreşê ava bike û bibe xwedî meşeke serkeftî. Encax wê demê mirov bibe hevalên şehîdan yên rast. Ji ber ku wan jî kesayeta xwe bi têkoşîneke bêrawest mezin kirin. Encax wê demê em jî ji nêzîkatiyên îdealîzekirin û razberkirina (soyut) şehîdan xilas bibin. Ji ber pîvana hevaltiya bi şehîdan re pîvanên berbiçav û şênber (somut) in.
Ger mirov bixwaze li ser kesayeta jinên şoreşger biponije, hevala Zinarîn jî kesayetek ji wan kesayeta ye û hêjayî li ser ponijandinê ye. Wê rêya me bi roniya ku wan geş kirin, her ber bi serkeftinê ve dirêj bibe. Bîranîna wan roniya rêya me ya azadiyê ye.