Zinarîn Amudê
Şoreş, çalekiyeke mirovahiyê ya pir kevn e, belkî jî ya destpêkê be. Ji ber şoreş tê wetaya têgihîştina nû ji jiyanê re û li gorî vê têgihîştinê xwe û hewirdora xwe bi rêxistinkirin e. Ji bo lidarxistina şoreşê, wêrekî gerek dike, ji ber tu li hemberî hînbûyîn û kevneşopiyên ku hatine qebûlkirin, bê ku bikevî nava hesabên takakesî, helwest didî nîşandan. Bi têgihîştina nû li hember baweriyên kevn dikevî nava israra têkoşîna veguhertinê. Lewma ji kesên xwedî vê helwestê re şoreşger tê gotin.
Gelo fikra şoreş di kîjan şert û mercan de derdikeve? li gorî agahiyên dîroka heyî mirov digihîje wê qenaetê ku şoreş di mercên xwezayî de jî pêk tê. Wekî nimûne, civaka mirovatiyê beriya ku derbasî qonaxa neolîtîkê bibe, ti zextên civakî, an pergalekî ku serdestî û bindestî ava bike nebû, lê ruxmî wê jî guhertinên pir mezin çêkirine ku di dîrokê de wek şoreşa neolîtîkê tê binavkirin, ev şoreşa ku bi pêşengtiya xwedawendên jin hatiye pêşxistin, ji civakê re gelek derfetên nû afirandiye.
Ev şoreş li gorî pêşketinekî xwezayî ku mirov ji hawîrdora xwe û ji rastiyên xwe yên xwezayî derketiye rê pêk hatiye. Pêdiviya sereraskirina jiyanê ku ji aliyê jin ve hatiye hîskirin, çi di warê têkîliyan de be, çi jî di warê şêwazê tevgera civakê de, bi hewldanên demdirêj hatiye pêkanîn. Guhertinên di xweza û biyolojiya jinê çêdibin, di têgihîştina zekaya hisî de xwedî bandoreke girîng e. Jin, li gorî van guhertinan civakê jî perwerde dike û dixe nava tevgereke bi zanebûn. Sekna exlaqî û polîtîk di civakê de, bi wetedayîna ji bûyerên li derdora wê diqewime re, pîvanê têkîliyên civakê bi hev re, di heman demê de jî yên civak bi xwezayê re dide diyarkirin.
Berê di têgihîştina me de şoreş, wekî çalekiyeka xirakirina ya heyî, li şûna wê tişta nû avakirin bû. Lê em niha hîn baştir tê digihîjin ku ev têgihîştineke teng û înkarger e. Ti şoreş ji tinebûnê nehatiye pê, her şoreş li ser nirxên heyî xwe ava dike û dest bi avakirineke nû dike. Yarast şoreş li dijî feraset û şêwazên şixulandina nirxan e. Ji bo parastina nirxan, şoreş ferasetekî nû derdixîne holê. Ger em vê rastiyê ji bo civaka xwezayî jî bi dest bigrin, em ê bigihîjin heman encamê. Ji ber di gerdûn û rastiya xwezayê de ti tiştekî ku em ji nû ve avabikin tine ye. Tenê ji tiştên heyî re em fêrdibin ku çawa bi kar bînin û têgihîştinên me diguherin. Hemû hebûnên ku di derdora me de ne, xwe di têgihîştina me de çawa bi cih dikin, bi qasî têgihîştina rastiyan, di mirov de hêza wetedayînê jî pêş dixîne. Ger em ji civaka xwezayî jî mînakan werbigrin, bi tevahî tiştên ku wekî mirov, agir, şînkahî, rêbazên xweparastinê û hwd. yanî jixwe hertişt di xwezayê de heye. Lê dîtin û têgihîştin di mirov de, ji bo şêwazê bikaranîna wê, bûye amrazekî girîng. Jixwe ji ber ku zextekî civakî nebû, pêşketin hîn bi lez diqewimîn. Mereqa ji xweza, ji xwe û ji hev re, li gel mirovatî ewqas li pêş bû ku şoreş di nava şoreşê de pêk dihat. Jixwe dema mirov şoreşa neolîtîkê lêkolîn dike, berhemên ku civaka xwezayî li derdora jinê derxistine holê, bi serê xwe wekî mijarekê hêjayî vekolandinê ye.
Rola jinê di pêşxistina şoreşê de wekî ku di roja me ya îro de girîng e, di civaka xwezayî de jî ya ku ev rol ji ber xwe ve dileyîst jin bû. Gelek heykelên jinan yên Beriya Zayînê bi hezaran sal, di roja îro de jî li gelek ciyan têne dîtin, her wiha bermahiyên wê demê ku bi rêya xebatên arkolojîk derdikevin roniyê, ji me re gelek tiştan dibêjin. Çêkirina şoreşê bixwe hunereke jinê ye ku pir bi ziravî, hosteyî hatiye kirin. Ger mirov bêje şoreş di destpêkê de karê jinê bûye, dibe ne şaş be. Jixwe pergala mêr ya ku xwe dispêre serdestiyê, li hember pergala dayîkê, wekî şoreşekî dijber xwe avakiriye, êdî di dîroka mirovatî de qonaxekî nû daye destpêkirin. Pêdiviya derketina şoreşê jî li ser ferasetekî dijberiya mirov a li hember zilma mirov hatiye dîtin.
Piştî ku pergala desthilatdar xwe geh bi navê xwedayên qiral, geh jî bi navê nîjadperestî, herî dawî jî bi navê modernîteya Kapîtalîzmê li ser civakan ferz kir, êdî şoreşên ku hatin lidarxistin û hîn jî têne lidarxistin, li hemberî desthilatdariyê weke çalekiya gelan naveroka xwe girt. Ev pergal her carê civakê bi maskeyên cuda dixapîne. Lê dema ku ev maske ji hêla şoreşgeran ve tê analîzkirin, şoreşger bi wîjdaneke hişyar, dikevin nava hewldana rêxistina derdora xwe li gorî têgihîştineke nû û êdî şoreşgerî dibe tevgera gel bi xwe. Nimûneyên vê di dîroka mirovatiyê de gelek in, ji vana hin mînakên herî berbiçav helwesta Hz. Îbrahîm li hemberî serdestiya Nemrûdê ku wekî nûnerê pergala xwed- qiralan bû, ya Hz. Mihemed li hemberî hişmendiya Qureyşiyan ya putperest, a Hz. Îsa li hemberî zilma Romayê, her weha di serdema Kapîtalîzmê de jî gelek şoreşgerên wekî Che, Denîz gezmîş û Rêber APO derketine.
Berî ku Rêber APO derbikeve, miorv dibîne ku hemû şoreşgerên heya wê demê jî xwedî kesayetên mezin bûne, lê tiştekî kêm ku mirov di wan de dibîne çiye? Dîsa jî şoreşên ku pêşxistine, wekî mirovên seqet ji bo gihîştina armancên xwe li ser lingekî meşiyane. Ji ber di van şoreşan de zêde pirsgirêkên gelan ên civakî bi kûranî nehatiye bidestgirtin, ya herî girîng jî bêguman pirsgirêka jinê ye. Ji ber wê şoreşa ku Rêber APO daye destpêkirin her ku diçe bi hêztir dibe. Sedema vê jî diyar e, Rêber APO pirsgirêk û diyardeyên civakî tenê wekî pirsgirêka netewekê yan jî herêmekê nagire dest. Wek pirsgirêka cîhanî dibîne. Lewma jî pergala desthilatdariyê bi awayeke pir bingehîn şîrove dike. Jixwe êrîşa pergala desthilatdariyê ya cîhanî ne ji ber xwe ve ye, ji ber ku Rêber APO hemû sirên wan ên veşartî eşkere kir û hemû lîstokên wan dide nasîn. Lewma şoreşa ku bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê tev digere gelek şoreşan di nav xwe de dihewîne. Ya herî girîng jî şoreşa jinê û şoreşa gelan bi hev re pêş dixe. Ji pirsgirêka jinê re wekî pirsgirêkekî ku piştre were çareserkirin û ji zeman re were hiştin, nêzîk nabe. Feraseta Rêber APO, berovajiyê ferasetên tevgerên şoreşgerî ku pirsgirêka jinê wekî pirsgirêkekî civakî ya bingehîn bi dest negirtin, li navenda têkoşîna azadiyê mijara azadiya jinê daye bicihkirin.
Şoreşger keseke ku di destpêkê de pirsgirêkan di kesayeta xwe de çareser dike û modela serdema heyî di xwe de têk dibe, wê dizîvirîne modêleke nû. Wîjdanê wê/wî bi zanebûna rastiyê re hatiye strandin. Jixwe Rêber APO di şêwazê jiyana xwe de feraseta şoreşgertiyê wekî rêgezekî jêneveger pênase dike û dijî.
Di rastiya rêber APO de, em hîn baştir tê digihîjin ku şoreşgertî seknekî pîroz e, helwesta mirovên bi rûmetin ku ji rastiya heyî re serî natewînin. Kesên ku ji bo azadî û jiyaneke rast, di hemû şert û mercan de xwedî biryar in. Ji xwe îro gelê Kurd bi xwe jî li her derê dibe xwedî sekneke şoreşgerî.
Dema ku zanebûna azadiyê di gelan de pêşdikeve, êdî tehemûla wan ji koletî û bindestiyê re namîne. Tişta ku vê enerjiyê di gel de pêşdixe û wî dike xwedî helwest, ev zanebûn bi xwe ye. Jin û gel du netewên ku çarenûsa wan bi hev re girêdayî ye. Ji ber pergala desthilatdar, bi xistina jinê re, dest bi perçiqandina gelan kir. Herî zêde jî li ser van her duyan êrîş û çewisandin pêk tînin. Îro herî zêde di serdema Modernîteya Kapîtalîzmê de, komkujiya gel û di heman demê de ya jinê tê kirin. Ev serdema ku herî zêde dixwaze xwe di çavên mirovatiyê de şayîk bide nîşandan, bi helwesta gelan û jinan, êdî digihîje îflasê. Her ku hêzdariya van herduyan dibîne, êrîşên hovane zêdetir dike. Îro ev pergal tevahî saziyên xwe dixe nava liv û tevgerê ji bo ku asîmlasyona çandî, siyasî, bîrdozî li ser gelan, bi rêya jinê bide kirin. Siyaseta ‘bi yek kevirî kuştina du çukan’ dide meşandin, bi vê siyasetê re, çanda madî derdixe pêş û çanda menewî pûç dike. Bi rastî jî em bala xwe bidinê, pir siyasetekî zirav tê meşandin, jin wekî amûreke meta bikar tîne. Herî zêde jî li ser gelan vê amûrê diceribîne. Li hin deran bi tehrîkirina ferasetên feodal ên ku jinê namûs dibîne, gelan dixe nava fikrandineke teng de. Li cihekî din jî bi navê azadî û hemdemiyê, bi ajoyên mirovan dilîze û wan hînî jiyaneke seranser û rojane dike.
Îro li her derê xwepêşandanên gelan û yên jinan ku pêş dikevin, ji pergalê re dibêjin ku “Ev siyaset êdî bi kêr nayê!” Dibe ku ev çalekî di aliyê sekn de belav bin, biçûk bin, perçebûyî bin, lê di encam de îro pergalê tengav dike û wî mecbûrî veguhertinekî bi lez dike.