Şopên DılanDe

0Shares

Gulan Botan

Nikarim pênaseya rengê

Çavên te bikim

Te porên xwe şeh kir

Yelekê xwe li xwe kir û hilda çeka xwe

Pêlên rûyê te de ken

Em rêyek zirav de dimeşiyan

 Te li pişt xwe rênî

Rûyek bi ken got;

Dewsê me hene li ser rêya

Em dimeşiyan ber bi zinara ve

Di bin barana fîşekan de

Çavên te agir jê dibarî

Te hevala birîndar girt

Bi yekîneya xwe re paşve kişiya

Ji xwîna hevala birîndar

Dewsên te sor bûn

Te li me fitilî û got;

Yên çiya dixemilînin û reng didin em in

Em ji nav şevan derketin rojan

Hevala me baş bû

Ji keyfxweşiyê

Çend dilop ji çavên te

Ketin ser axê

Li ser rûyê te

Belav dibûn pêlên ken

Bi dengekî az te got;

Yên axê jî av didin em in

Sal derbas bûn

Lê min hê jî ji rengê çavên te re

Tu pênase nedît

Ez bawer im hingî

Çavên te de

Şev u roj

Keske sor diberiqî

Hemû reng hembêz kiribûn

Ji ber vê ye

Hê ti gotin têrê nakin

Rengê çavên te pênase bikin…