Heval Sema Yûce ji çalakiya Heval Zîlan bandor bû û wek hevala yekemîn ya ku di hawira zîndana dewleta qirker û mêtinger ya tc de îdîa û biryardariya pêşxistina terzê Zîlan nîşan da Heval Sema bû. Heval Sema ji ber ku demdirêj di zindanên dijmin de hatibû girtin berxwedana xwe di zindanê de pêş xist. Kevneşopiya me ya berxwedana zindana di şexsê xwe de mezin kir û kûr kir. Di xwe de hem zanabûneke kûr ya neteweyî hem jî zanabûna azadiyê pêş xist. Dema Rêber APO di 8’ê Adara 1998 de Bîrdoziya Rizgariya Jinê îlan kir Heval Sema coş û moraleke mezin girt. Ji bo Bîrdoziya Rizgariya Jinê ya Rêbertî îlan kiriye silav bike û xwe di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bike pirdek di Newroza 1998 de li zindana Çanakkale çalakiya fedaî kir. Birastî jî însanek encax ewqas dikare ji pêşketina îdeolojîk feyz bigre.
Hevala yekemîn ya ku Bîrdoziya Rizgariya Jinê fêm kir û bi çalakiya xwe ya fedaî re temsîla wê kir Heval Sema bû. Lewma, em ê bi hemû hebûna xwe Bîrdoziya Rizgariya Jinê çawa fêm bikin, hîs bikin û emê çawa temsîliyeta wê bikin Heval Sema bi sekna xwe ya fedaî nîşanî me hemûyan da. Ne tenê nîşanî hevalên jin kir, heman demî hevalê xort wê li beramberî Bîrdoziya Rizgariya Jinê sekneke çawa nîşan bikin, şênber kir. Di encam de Heval Fîkrî Baygeldî bi çalakiyeke mîna Heval Sema şopdariya Heval Sema kir. Ji eniya hevalên xort ve bû mînaka ku Bîrdoziya Rizgariya Jinê fêm dike û fermandaya jinê ji dil de qebûl dike.
Heval Sema ne tenê bi çalakiya xwe, di jiyanê de jî parêzereke dijwar ya tekoşîna îdeolojîk û zayend bû. Li dijî tesfiyekariyê sekneke xurt ya tekoşînê de bû. Li dijî jinîtiya klasîk, feraset û nêzîkatiyên paşverû yên zilam û li dijî jiyana feodal-kevneşop û modernîst kapîtalîst ya ku pergala mêrê serdest li ser jinê ferz dike re tekoşînê bû. bi awayek rexnegir û rexnedan tekoşîna xwe her ku çû bilindtir dikir. Heval Sema heman demî danî holê ku feraset û nêzîkatiya jinê ya ku pergala serdestiya zilam derxistiye holê encax dikare bi rexnedaneke ji dil bê derbaskirin. Partîbûneke rast encax dikare wiha bê avakirin.
Rêber APO ji bo Heval Sema vana diyar dike: “Aşkere ye ku kesayeteke serî natewîne, serî radike û her diçe xwe bi wate dike ye. Kesayeteke mîna Zîlan e. Di çalakiya wê de aliyên xurt û xweşik pir zêde ne. Li dijî kêmasiyên nav rêxistinî xwedî hêrseke mezin e. Her tim li dijî dijmin û xiyanetê bi bertek e. Ji bertek jî wêdetir, kesayeteke şer ya daîmî heye. Di berxwederiya zindanê de mînakeke teqez e. Ji pirsa ‘Çawa bijîn’ re bersiveke teqez e. Rastiya Sema tê wateya eşq, xweşikbûn û xwedî nasnameya bi îdîa. Şervana mezin ya azadiyê. Jina ku teslîmî zilam, bêêvînî nebûye. Ji bilî qezenckirina vê kesayetê tu tiştek nikare we di vî şerî de bide meşandin. Cewhera şer vê divê.”
Heval Sema bixwe jî di nameya hiştî de vana tîne ser ziman: “Jina Kurd talîmata Serok APO girtiye. Li ser çalakiyên şehîdên me yên ku hewil didim bibim şagirtên wan pir fikirîm. Min pir xwest ku her roj, her kêlî di agirê şoreşê de bimeşim, bişewitim, sirrê wê fêm bikim. Min dît ku, ev çalakiya mirova ku xwe derbas dike ye. Piştî biryara vê da min dubare dubare şerekî navxweyî da. Min cara dawî di xwe de hêza zaefên şexsî dîtin û ew bin xistin. Azweriya min ya jiyana azad û jina azad vê talîmatê dide min. Min biryar da ku di xwe de jiyanê ava bikim. Yek ji çavkaniya herî xurt ya vê biryarê çeka Partîbûnê ango YAJK bû. Rêber APO bawer dikir ku bi jinê re hevaltî pêkan e. YAJK berhema vê baweriyê ye û ez bawer im ku wê bibe yek ji çeka sazîbûn, belavbûn û kûrbûna felsefeya Rêber APO. Lewma, erka esasî ya jinên Kurd û gelên herêmê YAJK’ê mezintir kirin e.”
Heval Sema xwe dixe nav lêhûrbûn û bîryarbûneke kûr û bi çalakiya xwe ya fedaî mîna Sîmûrg xwe ji xweliyên xwe ji nû ve diafirîne.
Fedaî ya di xeta Apo’yî de; Gulan
Heval Gulan jî, fermandera avahiya me ya fedaî ya ku xwe di xeta Zîlan de rêxistin kiriye fermandara Hêzên Taybet bû. Yek ji rêxistînêrê yekemîn ya xeta fedaîtiya jinê, xeta Zîlan bû. Li ser bingeha xeta Zîlan ji perwerdekirin û rêxistinkirina bi sedan hevalan berpirsiyar bû. Ji bo fedaîtiya Tevgera Jinê pêş bikeve û bi sazî bibe roleke pêşeng lîstibû. Heval Gulan ji bo ku Hêzên Taybet hem wek rih hem wek pergal pêş bikeve, disîplîn qezenc bike û di wextê pêwîst de veguhere çalakiyê xwedî hewildan û kedeke mezin bû. Ji bo jiyan û rêxistiniyeke ku dikare di xeta Zîlan de nemir bibe pêş bikeve, jê re pêşengî kir. Her wiha kûrbûyîna îdeolojîk û rêxistinî ya Heval Gulan di avakirina rastiya milîtaniyeke wiha de roleke girîng lîstibû.
Heval Gulan wek fermandereke jin ya pêşeng bi sekna xwe ya jiyanê, bi beşdarbûna xwe ya tekoşînê ket dîroka me ya tekoşînê. Bi terzê xwe yê fermandarî di pêşxistina terzê me yê fermandeya jin de bû xwedî roleke girîng. Bi biryar, bi îrade bû û xwe fedaî xeta APO’yî kiribû. Jiyana xwe bi gerîlatiyeke bênavber tije kir. Kesayeteke pêşeng û milîtan bû û xwe bi zanabûn û têgihişteneke APO’yî xemilandibû. Ji bo felsefe û bîrdoziya Rêbertî belavî ya avahiya me ya fedaî bibe, rihê APO’yî pêş bikeve ked û hewildaneke mezin da. Ji bo xeta azadiya jinê, xeta PAJK’ê serwer bibe di asteke pêşeng de rol lîst. Li dijî nêzîkatiyên paşverû, tesfiyekar yên ku hewil didan Tevgera Jinê parçe bikin xwedî sekneke dijwar bû.
Heval Gulan di jiyan û têkiliyên xwe de tawîzan nedida, bi biryar û bi îstîkrar bû. Li pey xwe mîrateyek mezin ya fedaîtiyê hişt. Lewma, di xeta fedaî ya tevgera me ya jinê de bû sembolek giranbiha. Hevalên me yên fedaî yên wek Êrîş, Andok, Doga, Zinar, Eylem, Rûken, Sara, Erdal û Rojhat xwe spartin mîrateya Gulan’an ji wan re hiştiye û bûn xwedî çalakiyên mezin. Bûn nivîskarên nemir yên dîroka me ya azadiyê.
Şopdarên xeta Zîlan destanan dinivîsin
Şopdarên nemir yên xeta Xwedawend Zîlan îro li Kurdistanê destanên nû dinivîsin. Dîmenên çalakiya mûhteşem ya Heval Sara û Heval Rûkên ya li Mersînê di medyaya Tirk de jî bi rojan hat nîşandan û nekarîn asteng bikin. Her kes sekna van her du hevalên fedaî, sekna wêrekî û bêqisûr bi xwezî pê anîn temaşe kirin. Herî dawî di dilê dijminê qirker û mêtinger li Enqerê, li taxa navenda bûrokrasiya Tirk de çalakiya fedaî ya Heval Erdal û Heval Rojhat jî di nav xwe bêqisûriyek dihewand. Her du Heval di nirxandinên xwe de nêzîkatiyên xwe yên bi jinê re bi awayekî pir bibandor danîne holê. Her du çalakiyên di xeta Zîlan de pêk hatine de ji dost re jî ji dijmin re jî peyamên pir xurt hebûn û ev peyam rê li ber daneheveke girîng vekir. Encamên wan yên siyasî, civakî, îdeolojîk û rêxistinî çêbûn.
Divê ev werin dîtin. Bi saya van çalakiyên bi wêrek û bi heybet yên van hevalên fedaî pêşketinên pir girîng derketin holê. Divê bê zanîn ku li Kurdistanê ti pêşketin ji xwe ve dernakeve holê. Heke em bi hin pêşketinan ketibin vê salê divê em rolên rihê fedaî yên van hevalên me bibînin. Di bingeha hemû pêşveçûnên îsal derketin de sekna çalakiya biserketî û rihê wan yên fedaî diraze. Ji ber ku ev çalakiyên bi heybet hem di çavê dijmin de dengek mezin vedan hem jî di nav derdorên me yên welatparêz de, ji kesên ku baş beşdarî pêvajoyê nabin, bi teredût nêz dibin re peyamên pir xurt dan.
Çalakiyên fedaî yên ku hevalên me bi ezîm û biryardariyeke mezin pêk anîn tevgerbûna gel ya ku li derdora Rêbertiya me pêş dikeve jî li gorî demên berê çalaktir kir. Dikarin bêjin Pêngava ‘Azadî ji Rêber APO’ ya ku di pêşengtiya dostan de pêş dikeve xurttir kir. Ew bêdengiya ku li Bakurê Kurdistanê çêbûbû xira kir, hişt ku gelê me cesareta xwe kom bike, ew rihê serhildanê ya li paş xistibû carek din bi çalak bike.
Em li Herêmên Parastina Medya di pêşengtiya şopdarên ciwan yên Xwedawend Zîlan de, bi pêngaveke pir xurt ya gerîla ketin sala nû. Bi taybetî çalakiyên Girê Amediyê û Girê Cûdî bi yek gotinê mûxteşem bûn. Her du çalakî jî bi awayekî profesyonel bûn û birastî jî dijmin matmayî hişt. Di encama çalakiya Girê Amediyê de eniya dijmin tarûmar bû û ji ber ku şaş mabû êdî nikarîbû hemû windahiyên xwe veşêre jî. Neçar ma hezîmeta dijiya parve kir.
Piştî demeke kurt jî vêcare hêzên me yên girê Cûdî yên ku di bin fermandeya hevalên jin de demek dirêje berxwedaneke dîrokî dimeşînin çalakiyeke pir xurt ya serdegirtinê kirin. Hevalên me yên ku di vê girê de berxwedaneke dîrokî dimeşînin hem bi windahiyên ku bi dijmin dan hem bi çek, cebilxane û alavên leşkerî yên li ser dijmin rakirin, hem jî bi dîmenên profesyonel re birastî jî di mijara taktîka demê de pêleke nû vekirin. Di serî de ji Kurdan re ji hemû gelên herêmê û mirovahiya dinyayê re fîlmeke rast ya gerîla diyarî kirin. Her hevaleke ku bi rih û zanabûneke fedaî û kûr çûn vê çalakiyê dikarin bêjin di qadê de mîna hunermendekê, mîna artîstekê bi awayekî pir xweşik xwe dan temaşekirin. Birastî jî xweziya xwe bi van hevalan neanîn û gotina ‘xweziya ez li şûna wan bam’ nekirin ne gengaz e.
‘Destê we û keda we sax be’
Ji bo van hevalan çi kêfxweşiyeke ku di şexsên xwe de hesta bilindbûn, mezinbûn, rûmet û xirûrê bi me dan jiyîn. Ev hevalên me pêvajoya dîrokî ya tê re derbas dibin û derketina taktîkî ya pêwîst baş dîtin, di nav disîplîneke cidî de pêwîstiyên wê pratîkî kirin. Van hevalan hezîmeteke mezin bi dijminê qirker û dagirker dan jiyîn û sekneke mînak nîşan dan. Ev hevalên me yên fedaî bi saya van pratîkên biserketî moraleke bilind dan me, dan gel û dostan. Ji ber pratîkên serkeftî ji van hevalên xwe re em dibêjin “Destê we û keda we sax be”.
Em bala xwe bidine; ev rihê fedaî yên di sengerên şer de derdikevin di gelê me de jî ezîm û biryardariyek ava kir. Me asta ezîm û biryardariya di gelê me de derketiye cara ewil di meşa mezin ya azadiyê ya ku ji bo Rêbertî li Bakur çêbû de dît. Siyasetmedarên Kurd yên ji vê meşê re pêşengtî dikirin diçûn ku derê bi eleqe û coşeke mezin ya civakî dihatin pêşwazîkirin.
Me asta coş û morala di gelê me de, asta ezîm û biryardariyê di qadên 8’ê Adarê û Newrozê de dîtin. Qadên Newrozê bi ciwanên ku rihê wan bi agirê tekoşînê ketibûn re tijî bûbû.
Me ev rihê tekoşînê ya zindî bû, bi wêrek bû di helwesta gelê me yê ku di hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye de nîşan dan de jî dîtin. Di encam de di hilbijartinên xwecihî de helwesta bibiryar û bi ezîm ya siyasî ya gelê me nîşan da derbeyeke mezin li rejîma şerê taybet ya AKP-MHP da. Yek jî, piştî hilbijartinê hewil da derbeyek li îradeya xurt ya gel ya li Wanê derketibû bide. Dema rejîma faşîst ya AKP-MHP li vir bi serkeftî nebû û gav paş de avêt dikarin bêjin ku tam binkeftinek jiyan kir. Di encama derbeya kujer ya gelê me de êdî ti rewabûna rejîma şerê taybet ya AKP-MHP nemaye. Rejîma faşîst hûkmê xwe tijî kiriye, bi awayekî nerewa rêveberiya dewleta Tirk dagir kiriye. Divê tavil bi hêzên demokratîk yên Tirkiye re bibin yek, berxwedaneke yekgirtî pêş bixin, rejîma faşîst, qirker û dîktator bin bixin.
Niha rêveberiya faşîst, şerê taybet ya AKP-MHP ya dagirker û qirker ji bo xwe carek din rewa bike û dewleta Tirk bi rêve bibe pêwîstî bi rewşeke nû ya siyasî û leşkerî dibîne. Bilindahiya moral di destê Rêbertiya me, gelê me û Tevgera me de ye. Rejîma faşîst ji bo xwe ji vê rewşê xilas bike hewil dide tevgerên nû û mezin yên dagirkirinê pêş bixe. Ji xwe di vê pêvajoyê de planên tevgera dagirkirinê yên ku dixwaze li dijî me pêş bixe dike navenda hemû xebatên xwe yên dîplomatîk. Lewma, dibe ku li her derê, her kêlî êrîşên dagirkirin û qirkirinê pêş bixe. Divê hemû gel û tevgerên me vê rastiyê bibînin; ji bo li dijî êrîşên dijmin berxwedaneke xurt pêş bixin, rêxistin bikin û xwe ji her alî ve amade bikin. Em bibawerin ku li ser bingeha erk û berpirsiyartiyên ku wê pêvajoya pêşiya me derbixin holê; wê hemû gel û rêhevalên me xwe di her astê de amade bikin û bi hevre di xeta Zîlan de zaferê ava bikin.
Koordînasyona PAJK’ê