Ji ber ku hevalan gelek ji şervanên nû hesdikirin bi hêceta erazî gorevê, dihatin serdana şervanên nû, her kesê mereq dikir û dixwestin bên me bibînin. Welhasil dema ku mêhvanên me ji derve nebûya, hevalan di nava rohnê ku ji dûvê pez girtibû, li ser agir helandibû û dixistibû bîdonekê de, salçe sor dikirin ger me nan hebûya me bi wê salçeyê dixwar. Me heta demekê ew salçeya xwe wisa xwar mixabin ew pezên me jî çû, mijara dîtina salçe di nava me de wekî sirekî bû heta niha jî kesek vêya nizanin 25 sal derbaz bû belkî ev cara yekêye ez vê sirê wekî bîranîn dibêjim ew sirê me yê şervanên nû bû di heman demê de bîranînek xweş jî bû.
Bi rastî jî nizanim çawan wisa çêbû weke ku dilê hirçê jî bi me ve mabe gotibe başe min pezê we xwar va ji were salçe. Em rojê pir caran diçûn wê kaniyê me av di anî, lê me nidizanîbû hevalan li di hindirê şikeftê de tiştên xwe binax kiriye, birastî jî baş veşartibû û lê nikaribû ji hirçê veşêre êdî hirçê çawa dîtibe dîtîbû diyare hirç jî mabû hêviya rojek wisa. Piştî pezê me windabûyî û me salçe dîtî demek derbaz bû, di wan deman de perwerdeya me ya leşkerî hebû û me wan rojan jî perwerdeya sizmayê didît. Erê lojîstîkê em ceza kiribû lê helbet pilansaziyên me li ser lojîstîkê jî hebûn.
Me got ya di wan deman de me di aliyê erzaq de hinek tengasî jiyan dikir, hevalan ji mere pilansazî çêkirin û ragihandin, komên sizma û êrişê hatin diyarkirin, helbet ez pir bi şansbûm ku min di koma sizmayê de cih girtibû. Hevalan komek cûda ji şervanên nû amadekiribûn ku emê bi taybet biçûban sizmaya lojistîkê, baş nayê bîra min navbera me û lojîstîkê de saetek hebû yan na ji ber ku li jêra me bûn û bi qasî taximekî hebû di lojîstîkê de. Hevalên li lojîstîkê ne wekî me bûn, her roj diçûn gorevê û dihatin pir diwestiyan kêm jî bûye erzaqên wan hebûn.
Ew çend rojbûn me li ser lojîstîkê dikir, kengê li kuderê dirazin, çekên xwe didanin kuderê, erzaqên wan li kuderêne, erzaqên ku ji gund tînin didanin kuderê, mutfaqa wan li kuderêye welhsil me hemû bi detayên zirav keşîf kiribû. Me kirokiya wê derxistibû û me li gorî wê komek amadekiribû. Welhasil em nêzî nokteyên hevalanbûn yên li nêzî gund, yanî em tam çûn ber wan, me keşîf kir me dît ku hemû razayîne. Hindek ji gorevê hatibûn, hindek ji erzaq hatibûn, hindekan kom anibûn welhasil pir westiyabûn haya wan ji tiştekî nebû.
Em sê hevalbûn, em dû heval çûn nêzî cihê nobetê bûn me xwe xist ber tehtekî heta ku nobet tê guhertin. Ji ber ku me di keşfkirina xwe de bi hêceta ziyaretê zanibû kengê nobetçî tê guhertin ji ber wê em li wir man heta ku nobetçî hat guhertin. Dema ku nobetçî nobeta xwe diguhert, ji ber ku Kato li her derî rê nadin ji bo wê jî em neçar bûn ew rêyên ku wan bi kar di anîn bi kar bianibûya. Jixwe hevalan di derî de nobet digirtin, çawan ku me dît heval çûn her mangeyekê hevalekî şiyar bikin, em jî ber cihê nobetçî re ketin nokteyê de. Em ketin mutfaqê de me torbe û çante jî gel xwe biribû hema çi ber destê me ket ji kefçîk, berdaq, lalîk û hwd me hemû xistin torbe. Me ev sizma hem bi navê perwerde û hem jî ji ber ku hirçan pezê me biribûn û erzaqê me jî nebû û em cezalî jî bûn û me xwest em bersivekî xweş li ser lojîstîkê bikin. Welhasil me çi dît me bixwe re anî. Em çûn ber tehtê hejmarek çek li wir bûn tam nayê bîra min çiqas bûn, min got ya ji ber ku heval pir westiya bûn xir xir ser wan diket, me çend çek jî anîn û me xwe berda jêrê. Ji ber ku her saet nobetçî dihatin guhertin, em neçar bûn xwe hinekî mijûl bikin heta ku saeta nobetçî tê guhetin.
Em bi taktîka ku em hatîn mûtfaqê em cardin bi wê taktîkê derketin. Ji derve de komên me yên pusu û parastin jî hebûn lê em koma sizmayê bûn ku em çûbûn nokteyên hevalan ango nokteya lojîstîkê, weke ku em ketîn karakolên dijmin, me hemûyan torbeyê xwe tije kirin. Fermandarên me bi me re neketin nokteyê ji ber ku perwerde bû, piştî ku em derketîn me dît ku ji derve li benda me ne. Helbet ew jî pir bi kelecanin ji ber ku şervanên xwe rêkirine çalakiyê ji derveyî nokteyê li benda me bûn.
Ji ber ku ne gotibûn çi bînin, gotin we çi anî, me jî got çi ber destê me ket me anî, helbet diviya bû me firax ne anibûya lê me anibûn. Em şervanên nû bûn fermandaran çi digot me ew pêkdianîn, wan ji bo erzaq gotibûn çi ber destê we bikeve bînin. Lê me nizanîbû tenê ji bo erzaq dibêjin ji bo wê jî me çi dît me ew anî. Ji ber ku em wek şervanên nû her roj zêde dibûn ji bo wê jî her tim pirsgirêkên firaxan derdiket. Ji bo wê em gihiştibûn firaxan me hemû anibûn. Piştî ku em derketîn pirsîn got wek çi aniye? Me jî got we çi gotiye me wisa kiriye. Jixwe emê li nokteyê tekmîla xwe bidin, welhasil gotin temam.
Me keşîfa erzaqê ku ji gund hatiye kiriye emê îşev biçin hinek erzaq jî ji xwe re bînin. Min kefiyeyek eskerî hebû, mi di pişta xwe re girêdabû wêdemê wekî çandekê bû her tim kefiya me ya erskerî li gel me bû. Me ji bo bar û her tiştî bi kar di anîn. Hevalan gotin kefiye kî heye? Min jî got erê min heye, girt min meyze kir ew nalyona biranda rakirin di bin de hemû torbeyên erzaqin, helbet ew erzaq ne tenê yê mene, ji bo tevahî quwetê Botanê û taybet ji bo zivistanê hatine. Min dît hevalan torbeyek şekir vekir, fermandarê me got hûn bikaribin çiqasê bibin di nav kefiyê de bînin. Jixwe barê min bû, wê demê temenê min jî biçûk bû zêde hêza min jî nebû lê heta ji min hat min şekir xist di nava kefeyê de. Jixwe di wan deman de zêd şekir peyda ne dibû, carnan çay hebû şekir nebû, carnan çay hebû şekir ne bû. Welhasil me vê carê şekir dît, min got vê firsete hazir fermandar jî destûr daye em bibin. Fermandarê me bawer nedikir ku ezê ewqas zêde bînim, digot bejana wê ewqas biçûke nikare gelekî bîne jixwe ne dixwest em zêde jî bînin ji bo em rexne nexwin eger bibe roj wê bizanibin ku me birine.
Min jî got firsete em hem hatine çalakiyê û hem jî ez çiqas zêde bibim ezê ewqas puan bigrim, ji bo hevalan jî başe û ji bo çalkiya me jî serkeftineke. Wele hevalan savar, ar û hinek tişt û mişt dixisitn di torbe û kefiyan de û dibirin. Min jî kefiya xwe vekir heta ji min hat min tije ser kefiya xwe şekir kir hema bêje min nîvê torbe zêdetir ew şekir valakir ser kefiya xwe, heval hatin mudaxelekirin gotin te şekir ji wan re nehişt gotin ev şekir neyê şervanên nû tenê ye, yê genele em divê çalakiyê de hemû erzaq bibin nebaşe.
Piştre ez bi xwe hesiyam ku ez tiştekî ne baş dikim. Ew şekirê ku mayî min girêda û danî cihê wî û min barê xwe jî çêkir. Şekirê ku ji me re ji Botanê dihatin, şekirê kirtlama bû min kefiya xwe tije şekir kir û yên mayî jî me hemû dîsa kamûfilaş kir û em çûn. Bi rastî jî weke ku me karekolekî rakirî ewqas em kêfxweş bûn. Ji ber ku em hem ketibûn nokteyan de û nobetçî bi me nehesiya bûn, hem jî me cepane li ber serê hevalan rakiribûn û bi me nehesiya bûn, bi wê ve girêdayî em ketibûn mûtfaqa wan me tiştek ji wan re ne hiştibûn.
Her wiha erzaqê ku ji gorevê jî anibûn me ew erzaq jî qederek anibûn û em hatin. Jixwe em hatin jêra nokteyê li wir hevalan civîn çêkirin, tekmîlên koma girtin min got ya bi rastî jî weke ku em ji çalakiyan hatine. Me yek bi yek tekmîla xwe da ka kê çi aniye hemûyan tekmîla xwe da, welhasil dor hat dora min, min got jixwe min di sizmaya mûtfaqê de cihê xwe giribû min anî û hevalan jî xistin barê xwe. Min çi anibû min hemû got û di çalakiya dawiyê de jî min got min tejî nav kefiya xwe re şekir kir, hevalan gotin temam destê we saxbe û hinek rexne jî kirin.
Kêmaniyên ku di dema çûyîna çalakiyê de ji ber kêfxweşiya heyî car caran deng û qerebalixî çêdibû. Lê encama çalakiya me bi awayek giştî ya ku li ser yekîneya lojîstîkê serkeftî hatibû derbazkirin. Jixwe ew mehek bû em li wir, di wê çalakiyê de me ji bo mehek din jî erzaq anibû welhasil heta ku şervanên nû hatin belavkirin jî erzaqê me hebû me veşartibû. Jixwe ew roja ku emê biçûban wê şevê em ji kêfan ne razan, me zanibû wê lojîstîk siharê zû banî me bikin û me rexne bikin welhasil bû sihar yên lojîstîkê banî me kirin fermandar bersiv da, gotin yên webûn şevê din ketibûn nokteyên me? Fermandar jî got belê raste, bi navê perwerdê bû. Me ji hevalan re gotibû eger hûn bikaribin nobetçiyê lojîstîkê derbazbikin hûnê bikaribin sizmayê bikin. Ji bo wê hatine dîtine û karîne sizma bikin. Yên lojîstîkê êdî nikaribû tiştekî bêjin, ji ber ku kêmasî kirine.
Gotin başe me kêmanî kir em hinekî bê hişyarî tevgeriyan erê hûn ketin mutfaqê we hertişt bir, qene we çekên me nebiribûya eger tiştk derbiketibûya ji bo me nebaşbû. Bi rastî jî em neketibû feqa wê de erê me çalakî kir, lê ger rewşek cûda derbiketibûya wê heval zehmetî bikişandibûna. Di encamê de hem kêmaniya me bû, hem jî kêmaniya wan bû. Di rastî de dijmin bihatibûya wê çekên wan bibûya. Me dîsan rexneyên xwe xwarin lê li rûxmê hertiştî jî çalakiya me berkeftî bû. Jixwe heta nîvro çekên hevalan li gel me man, me got em nayînin, ji ber ku me sizma kiriye û aniye. Piştre hevalên ku li çekên xwe xwedî derneketibûn hatin çekên xwe ji gel şervanên nû girtin û çûn, hevalan jî em pîrozkirin. Ev bîranîna min ya Kato Jîrikan jî bi vî awayî bû…
Sorxwin Nîştîman