Sistema Hevserokatiyê Modêla Civaka Wekhev û Azad e
Amedekar: Tanriça Zîlan:
Pêdiviya her civakê ya xwe bi rêvebiranê heye. Rêvebirên ku bikaribin pirsgirêkên civaka xwe rast bi destbigirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan bi hişeke têgihiştî û rêbazên dewlemend ve tevbigerin. Lê em dizanin ku di civakên baviksalar de, ji ber ku pirsgirêkên demokrasî ya ku çavkaniya xwe yek jê ji hişmendiya zayendparêzî digire, her dem bûne xwedî rêvebirên yek alî. Tevgera Azadiya Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Jin ji ber ku bi armanca demokratîkkirina civakê têkoşîn dike, li ser forma sistema hevserokatiyê ev demeke di nava rojeva xwe de û şêweyên xebatê xwe derdixin pêş. Me li ser mijara sistema hevserokatiyê bi Endama Koordînasyona KJB’ ê re rêhevala Leyla Agirî re hevpeyvîn da çêkirin û em dixwazin bi we re parve bikin.
Sistema hevserokatiyê di kesayeta jin de ji bo pêkanîna azadiya civakî qadeke têkoşînê ya girîng e
T. Zîlan:Hûn sistema hevserokatiyê çawa pênase dikin?
Leyla Agirî: Sistema hevserokatiyê sistemeke ku ev demeke me pêşxistiye. Sistema hevserokatiyê ya ku me di nava rêvebirtiya partiya siyasî de jî pêşxistiye ji bo roja me ya îroyîn de jî em bi biryarin ku destpêkê rêvebirê herêmî û her wiha ji bo vesazkirina civaka demokaratîk jî em weke saziyekê li her derê pêş bixin. Sistema hevserokatiyê qadeke ji qadên ku ewê di kesayeta jinê de, di civakê de zanebûna cewherî, îradeya cewherî û rêxistinbûyînê bide qezenc kirin. Jixwe wekî ku tê zanîn di çavkaniya tevayî newekheviyên di nava civakê de, ew kedxwariya ku li ser jinê ye. Rêgeza wekheviyê ya giştî ji bo jinê yekser wekheviyê pêknayne. Hişmendiya zayendperest heya ku neyê derbas kirin û heya ku azadiya jin, civak pêk neyê mirov nikare qala wekheviyeke civakî bike. Têkiliya di navbera jin û mêr de, bi pêşketina pergala şaristanî re rengekî xweyî ku di eksena siyasî û desthilatdariyê de girtiye, heye. Azadiya jin, azadiya civak di destpêkê de bi derbaskirina ev rengê têkiliya ku xwe dispêre desthilatdariyê, zayendperestiyê mumkune. Jiber vê yekê li hember çanda ku hatiye dayîn têkoşîneke mezin pêwîst dike. Weke tevgera jinê ji bo azadiya jin tişta ku me destpêkê kir rexnekirina avaniya çanda ku hatiye dayîn, redkirina wê û li hemberî wê bi armanca pêşxistina avaniyeke demokratîk û azad têkoşîn kirin bû. Têkoşîna me ya azadiya jinê ya ku dikeve 30. saliya xwe, ji bo azadiya jin û civak perspektîfên ku pêwîst dike dayîn û li ser esasê pêşxistina rêxistinbûyînê meşiya ye, dimeşe jî. Jin, di serî de di qada siyasetê de û her wiha di tevayî qadên jiyanê de bi tevlîbûneke zanebûyîna cewherî, îradeya cewherî û bi rêxistinbûyînê tevlîbûn da nîşan dan. Bi vê tevlîbûnê jî hewl daye ku civaka zayendperestiyê bide derbas kirin. Ev sistema hevserokatiyê jî di kesayetiya jin de ji bo pêkanîna azadiya civakî jî qadeke têkoşînê ya giring dibe. Ji bo derbaskirina civaka zayendperest ya ku li ser esasê yek hiş, pergal û avaniyan pêş dikeve, encex bi tevlîbûna jin û zilam di destpêkê de ji qada siyasetê re û her wiha ji tevayî qadên jiyanê re bi tevlîbûneke wekhev mumkun dibe. Pêşketina avaniyeke civakeke demokratîk bi hişmendiyeke û avaniyeke demokratîk pêk tê. Demokratîkkirina siyasetê, demokratîkirina civakê bi pêşxistina siyaseteke ku xwe dispêre vîna cewherî û rêxistina cewherî ya li gel jin û mêr dibe. Di vê wetayê de sistema hevserokatiyê ewê bibe qadeke ku tê de jin û mêr zanebûyîneke demokratîk, îrade û rêxistinbûyînê qezenc bikin û li ser vî esasî bi civakbûyînê pêş bixin. Sistema hevserokatiyê weke ku ewê bibe modêla rêvebireke demokratîk di nava avaniya civakeke demokratîk de, di heman demê de di demokratîkirina civakê de jî saziyeke girîng û qadeke ya têkoşînê dibe. Bingeha vê sistemê yên dîrokî û yên civakî bi hêz e, bi qasî ku li hemberî pergala desthilatdar, zayendperestî cihê xwe digire di heman demê de di esasê perspektîfa Neteweya Demokratîk de ewê xwe bispêre jiyana civakeke demokratîk.
Sîstema Hevserokatiyê ewê hişmendiya desthilatdar ya mêr tengav bike
T. Zîlan: Bi pergala hevserokatiyê re gelo gûherînên çawa di pergala desthilatdar yê zilam de dê çê bibe?
Leyla Agirî: Sistema hevserokatiyê, bi pêşxistina siyaseteke demokratîk ve, li hember pergala desthilatdariya mêr, ewê rêvebiriyeke civaka demokratîk ku li derdora nirxên jin û civakbûyînê de hûnandî pêş bixe. Ji ber vê sedemê li hember zayendperestiya ku weke gava yekemîne di şikestina civakê de, li hember hişmendiya desthilatdar û avaniyên wî yê yek alî, di esasê perspektîfa Neteweya Demokratîk de li ser esasê îrade û zanebûyîna cewherî ewê demokrasiya piraniyan pêkbîne. Sistema hevserokatiyê ku li ser esasê pêşxistina civakbûyîneke demokratîk tê avakirin, ewê hişmendiya desthilatdar ya mêr û avaniyên ku xwe dispêre vê hişmendiyê tengav bike. Tu pergaleke civakî dema ku jin li ser esaseke azad, wekhev di nav de cih negire nabe sistemeke demokratîk. Ezmûnên ku di cîhanê de jî hatine jiyankirin di vê mijarê de agahiyên girîng didine me. Di vê watayê de pêwîstî heye ku jin bi rengdayîna xwe ya ji siyasetê re, bi vê yekê siyaset ji tekela desthilatdariya zilam xelas kirin û xistina bin xizmeta civakê, ji bo wê jî pêdivî bi pêşxistin û kûrkirina qadên têkoşînê heye. Di pêvajoya netewbûyîna demokratîk de mijara herî giring jî, azadkirina jin û civakê ye. Ji bo ku ev yek were pêkanîn jî pêwîst dike ku rola zilam were berevajîkirin. Li şûna desthilatdariya li ser jin-civak pêwîst e ku xwe bi zanebûyîneke cewherî bigihîjîne îradeyeke polîtîk, ev di warê avaniya civaka demokratîk de jî pêdiviyeke di cih de ye, pêwîst e ku bikaribe herdem xwe di warê îdeolojîk û polîtîk de biafirîne. Çawa ku em ji bo jin dibêjin ji zêdahiya fîzîkî zêdetir, hêzbûyîneke hişî û ruhî pêwîst dike, ji bo mêr jî em herdem dibêjin mezinbûyîneke ruhî û hişî gerek dike. Sîstema hevserokatî weke civakeke ku xwe dispêre rêvebireke cewherî di avaniya civaka exlaqî û polîtîk de ewê roleke girîng bileyze. Ewê civakê di şexsê jinê de ji nû ve bi nirxên civaka demokratîk re bide hevdîtin. Di vê wetayê de di derbaskirina hişmendiya desthilatdariya zilam de ewê rêxistinbûyîneke hêza têkoşîneke girîng bide avakirin. Ji niha de bi avakirina rojeveke girîng re di civakê de di kesayeta jinê de ji nirxên demokratîk re lêger û eleqederbûyîn hîn zêdetir bûye. Jin di saziyên wiha de qezenciyên ku bi destxistiye, di destpêkê de li ser jinan û li ser tevayî beşên civakê jî bandor kiriye. Ev di heman demê de di kesayeta jina Kurd de ji civaka Kurd re him di Rojhilata Navîn de hem jî di cîhanê de ji bo avaniya civaka demokratîk nasnameyeke girîng daye qezenc kirin. Herwiha weke tevger vîzyonên me jî bilind dibe. Wekî jinên Kurd di têkoşîna me ya demokratîk û ya azadiyê de destkeftiyên ku me bi destxistiye bi rêxistinbûyînên xurt yê demokratîk re wan zîvirandina avaniyên demokratîk girîng e. Em weke tevgera jin jî ji bo têkoşîna azadiyê saziyên wiha hîn zêdetir bi berfirehî pêşbixînin. Li ser vê esasî emê civakê bigihîjînin hêza rêvebirtiyeke demokratîk.
Jinên Kurd ev yek bi keda xwe, zanebûn û têkoşîna azadiyê re qezenc kirine
T. Zîlan: We çima pêdivî bi pergaleke hevserokatiyê dît?
Leyla Agirî: Rêber APO, jin weke hêmaneke sereke ku di neteweya demokratîk de cih digire, dîroka jin, hebûyîna wê û berxwedaniya wê di nava vê avaniyê de di paraznameyên xwe de ji nû ve bi berfirehî pênase kiriye û perspektîfa wê ya têkoşînê jî li ser vê esasî pêşxistiye. Ji bo me daketina çavkaniya sereke ya pirsgirêka jin û di nava dîrokê de, şaristaniya navend ya ku bi binyad bûye li gel rastiya jin di nava xeta şaristaniya demokratîk de, rastiya jin di nava berxwedaniya dîrokî de weke şêweya hebûna civakbûyînê bi destgirtin, li ser vê esasî bi wate kirin û avakirin girîng e. Jin di hemû qadên civakî yên wekê qadên siyasî, civakî û çandî de, bi rêxistinbûyînên xwe yên bê hejmar di avakirina civaka demokratîk de, hêza herî dînamîk ya guhertin û veguhertinê îfade dike. Jin bi qezenckirina îradeya xwe û rêxistinbûyîna xwe ya cewherî, li hemberî desthilatdariya zilam dikare xwe bigihîjîne tevgereke azadiyê. Têkoşîna azadiya jina Kurd ya 30 salan di vê watayê de xwe dispêre têkoşîneke girîng. Heya asta ku gihiştiye, bi pevçûyînên ku li hember hişmendî û nêzîkatiyên desthilatdariya zilam û her wiha yên kevneşopiya koletiya jin, pêwîst e ku bê naskirin û bê zanîn ku di çi qonaxan re û bi kîjan têkoşînên hundirîn re derbasbûye. Li hemberî ferz kirinên bê îradeyî, nêzîkatiyên mal- milk ya pergala desthilatdariya zilam, jinan yek bi yek di destpêkê de serî rakirine, ev nêzîkatiyana qebûl nekirine, heya ku îrade qezenc kirine, weke kevneşopiyeke pêşxistina xeta berxwedaniyê û ya azadiyê di nava têkoşînê de jin heya ku pêşxistiye, bi dîroka têkoşîneke gav bi gav meşiya ye û her ku çûye xwe di warê xweser de bi awayekî hîn bi rêxistinkirî, ji avakirina artêşbûyîna jin, yekîneyên xweser û piştre jî çûyîna ber bi avakirina partiya azadiya jin ve çû ye. Weke sîwana hevpar ya tevgera azadiya jin û rêxistinbûyîna wê ya konfederalîzma demokratîk KJB, xwe dispêre dîrokeke wisa ya mîrate xeta azadiya jin û azadiya jiyanê. Di vê watayê de weke tevgera azadiya jin di pêşxistina rêxistinbûyîna xwe ya cewherî de, mirov dikare bêje ku asteke girîng hatiye girtin. Ya girîng ev asta ku hatiye girtin di qada civakî de vê ya gihandina îfadeyeke hîn bi hêz. Rêber APO pêvajoya çareseriya demokratîk û înşakirina jiyana azad ya ku peyama wê di Newrozê de da, ji bo me jinên Kurd weke pêvajoyeke avaniyeke ji nû ve bûye. Weke Tevgera Azadiya jin di qada civakî de li ser esasê perspektîfa neteweya demokratîk dema ku em ji nû ve xwe bi dest digirin, em dikevin nav hewldanên bi lez. Li ser esasê perspektîfên Rêber APO tevgera me ya azadiyê hem sîstema hevserokatiyê hem jî di gelek qadan de bi têkoşîn û rêxistinbûyînên curbecur re rabûye, asteke zanebûyîn û rêxistinbûyîneke demokratîk derxistiye holê. Sîstema kota ya ku hatiye pêkanîn ji bo tevlîbûneke aktîf ya jinê ji siyasetê re herwiha ji bo tevlîbûneke ji her qadên jiyanê de ku di derheqê xwe de bibe xwedî hêzeke biryarê û hêzeke îradî, di têkoşîna me ya azadiyê de her çendî weke gaveke girîng be jî, di avaniya demokratîk de ger ku weke avakirina zemîneke girîng be jî, ji bo pêvajoya ji nû ve avakirinê û di asta ku Tevgera Azadiya Jin gihiştiye, nabe bersiv. Di vê watayê de ji bo hêzkirina civakbûyîna jin û avakrina civaka demokratîk pêwîstî bi rêxistinbûyînên û mekanîzmên ku vê yekê derbas bike heye. Pergala hevserokatiyê ji bo pêdiviya avaniya civaka demokratk bi taybetî jî pêşxistina bûyer (olgu) rêvebiriya cewherî weke pêdiviyeke esasî em bidest digirin. Di heman demê de jina Kurd di tevgera azadiyê de destketiyên ku qezenc kiriye ji bo ku hîn zêdetir were berfireh kirin di warê civakbûyînê de sîstema hevserokatiyê dibe qadeke têkoşînê yê girîng. Jinên Kurd ev yek bi keda xwe, zanebûn û têkoşîna azadiyê re qezenc kirine. Bi kedên bê sînor yên salan, bi bedelên mezin avaniyên demokratîk yên nû ku pêşxistiye di roja me ya îroyîn de ewê li ser tevayî civak û cîhanê bandor bike. Ji bo avaniya civaka demokratîk ev hem weke pêdiviyekê hem jî weke xaleke girîng em bi dest digrin.
Sîstema hevserokatiyê modêla civaka ku dikare di civakê de azadî û wekheviyê pêşbixîne ye
T. Zîlan: Li Bakurê Kurdistanê, niha amedekariya hilbijartinê tê kirin, perspektîfa wê ya esasî jî sîstema hevserokatiyê pêş dixe. Gelo ev yek tenê hûn ji bo Bakurê Kurdistanê dihizirin yan ji bo tevayî qadên têkoşînê hûn bi dest digrin, û hunê çawa pergala hevserokatiyê pêşbixînin?
Leyla Agirî: Sîstema hevserokatiyê ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye. Em vê sîstemê ji bo tevayî qadên me yên têkoşînê esas digirin. Em vê weke perspektîfa esasî ya têkoşîna xwe ya dema nû digirin dest. Di destpêkê de li bakur û di tevayî qadên me yên ku xebatên rêxistinkirinê tê de heye em pêşdixînin. Di qadên civakî de ji bo derbaskirina hişmendiya desthilatdar-dewletparêz û tevayî avaniyên ku xwe dispêre wê, avaniyên demokratîk weke pêwîstiyeke jiyanî ye. Di Kurdistanê de ji bo avaniya civaka demokratîk jin û mêrên ku xwe di zanebûyîna azadiyê de têgihandine nebe, ne mumkune ku ev yek bi ser bikeve. Ji ber ku jin temînat û hêza pêşengiya demokrasiyê ye. J ibo pratîkkirina netewbûyîna demokratîk ya ku herî zêde pêwîst dike xwe di hêla pêşengtî de, rêxistinî zane bike, jin e. Li tevayî qadên civakî li ser esasê vê perspektîfê dema ku nêzîkatî were nîşan dan bi taybet di olguya rêveberiyê de, spartina vê yeke bi zanebûyîneke demokratîk û îradeyeke bi hêz re girîng e. Di civakê de di nava tevayî xweseriyên demokratîk de jineke ku xwe îfade neke, xwe bi rêxistin neke, xwe ne gihiştibe hêzeke biryarê û ya pêkanînê, ew civak weke ku demokrat nabe, weke civakeke ku rêxistinkirî û xwedî erkên xweyî cewherî jî nayê hesibandin. Jin nîvê civakê ye, ger ku di nava civakekê de cihê xwe ne diyar be, di nava xweseriya xwe de ger ku nikaribe xwe bigihîjîne sazîbûyînê, mirov nikare qala civakeke demokratîk jî bike. Di vê watayê de li ser esasê avaniya civakeke demokratîk, cihgirtina jin di nava tevayî saziyên civakî de, tevlîbûna wê ya çalak ji hemû aktîvîteyan re, weke ku ewê civakê bigihîne nîtelîkeke girîng, qadên ku têde yekdestî, navendiya ku li ser esasê hişmendiya desthilatdar pêşketiye jî ewê bê derbas kirin. Dema ku bi vê perspektîfê em nêzîk bibin, sîstema hevserokatiyê di avaniya civaka demokratîk de weke ku saziyeke girîng e, pêdiviya rêxistinkirina vê yekê bi awayeke berfireh heye. Sîstema hevserokatiyê modêla civaka ku dikare di civakê de azadî û wekheviyê pêşbixîne ye. Ev modêl di esas de avaniya civaka demokratîk û jina azad e. Weke tevgera jin, li ser vî esasî di qadên siyasî, civakî, çandî, aborî û dîblomasî de emê rêxistinên bi vî rengî berfireh bikin, bi awayeke mayînde emê bi sazî bikin. Em ne tenê ji bo rêvebirtiya herêman, sîstema xweseriya demokratîk ji bo tevayî erkdarên rêvebir emê sistema hevserokatiyê esas bigirin û li ser vî esasî jî em hewl didin ku xwe bi rêxistin bikin.