Serî rakir
Û
Ber bi qêrîna
Besê’yan, Zarîfe’yan ve herikî
Li nava kendalên derwêşan
Weke çirûska
Ji dergeha xwedawenda derdiket
Jiyan
Şer û
Şahnazî
Di tûrkê wê de bûn
Li baskên xwe yên
Ji bêrîkirin
Û xembarî westiyayî pêçabû
Pêtek agirê evînê
Li ser dil veniştibû
Disojand
Diqîrand
Û
Diperpitand
Li tax, kolan û koçeyên bêbext
Di rêwîtiyên bê navnîşan de
Belê, her ku di nava pêlên derya jin, a ronakbîriya asîmanên bîr û baweriya Kurd jiyaye de diherikim, bala min herî zêde jiyan dikişîne. Gelek ji me perwerdeyên PKK’ê dîtine û gelek caran dîroka PKK û Jinê guhdar kiriye. Dibe ku gelek ji me êdî piraniya çîrokên vê dîroka zindî jiber kiribe, lewma dibe ku jê re asayî jî were. An jî gelek caran wate nedê û pey nekevê. Jixwe mirov nikare li pey jiyanê bikeve. Ya girîng mirov jiyanê li pey xwe biherikînê. Bes ji bona mirov jiyanê biherikîne, divê bizanibe ku bijî û jiyanê bide jiyîn, da ku jiyan devjê bernedê.
Min gelek caran ji xwe pirsî Jiyan Sara ye, yan jî Sara Jiyan e? gelo birastî jî jiyan ew sitirandibû? Yan jî jiyana ku di nava qelîştekên fesadiya paşverûtî û koledariyê de hatiye hûnandin dibe stargeh? Gelekî hizirîm gelo ez jî dikarim weke wê jina xwedawend bibim lêgerînê vê jiyanê da ku ji nû ve bijîm. Lê min ji bona vê hewcedariyek mezin dît ku ez rêwîtiya xwe ya destpêkê di nava rêwîtiya jijyana Hevalbenda jiyanê Sara de bikim. Da ku girîngî û watedariya jiyanê di nava kêliyên hênaseyên xwe de bihesim. Xwedawenda me gava xwe ya yekê ya lêgerîna jiyanê wiha şîrove dike;
“Baldariya min li hember siyasetê kûr dibû. Bes di wan deman de gelek tiştên ku min dizaniya û balkêş bûn ser û bin dibûn. Kêfa min ji çepgiran re zêde dihat. Lê min dît ku hêdî hêdî di nava çepgiran de ferasetek tenê gelê Tirk nas dike derdikeve holê. Ev bala min dikişand û bê zanebûn jî be dihişt ku helwestên min pêş bikevin. Ev guhertinên bi kesayeta min re di nava malbatê de jî dihat ferqkirin. Lewma di hemû demjimêrên jiyanê de di bin çavdêriyê de bûm. Bi gelemperî xwîşk û birayên min erênî nêzî min dibûn. Lê birayê min ê navîn Elî, hinek din bi bêdeng û dayîka min ve girêdayî bû. Dayîka min jî ji vî rewşa wî sûd werdigirt û tembîh dikir. Car bi car dida pey min bê ka ez çi dikim. Ji bona bizanibe ez diçim kûr û têm kontrol dikir. Ji ber ger bizanibe ez diçûm ku derê dê li gorî wê biser min de were. Lê belê, ji ber ez jî bi van dihesiyam hişyar tevdigeriyam. Lê carina jî her tiştî berçav digirim. Ez û wê li djî hev şerek zêde dijwar dimeşînin. Ne ew tawîz dide, ne jî ez! Hewl dide min bi tiştên madî ve girê bide û bikişîne xwe. Vê jî zanebûn diceribîne. Cilên baş û xweşik li ber xwe kirinê weke hunerekê dihesibîne. Her cilê ku weke modeya nû daketiye sûkê weke amûreke, min ji rastiyên heyî dûrxistinê dibîne. Ger bes carekê çavlêkirin û daxwazên min li gorî dilê wê bin, dê rehet bibe û hêviyên xwe mezin bike. Bes wê ne dizaniya jixwe ez hê jî di nava cîhana wan de bûm.
Helwest û lêgerînên min hîna pir ji rêzê ne. Zêde bê zanebûnin. Lê dîsa jî ez, hêdî hêdî ber bi zemînê ez dikişandim û bandor dikir ve diçim. Tiştê weke asteng derdikevin pêşiya min nikarin gavên min paşde bidin. Bes di wê kêliyê de dayîka min ji polîs û leşkerên dewletê bandortir bû. Weke saziyek birêxistinkirî li malê disekinî. Hemû şane û hêmanên bedena wê bi çavderiya li ser me ve kar dikir. Wê digot; em siyasetê ve mijûl nebin de, em çi dikin bila bikin! Bes tiştek jî li hole tine bû. Ji bilî xwendina çend pirtûkan, guhdarkirin, an jî şopandina hinek nîqaşan tiştek din tine ye. Her wiha em jî tiştekê nakin. Ma çi hewce bû ji rewşek ev qas ji rêzê bitirse? Na. pir baş diyar dibû ku ew qetiyen ev qasî erzan û ji rêzê nagire dest. Jîr bû, hisên wê bihêz bûn. Em nas dikirin. Kêm mabû min winda bike. Hewl dida min rizgar bike. Wer dihizirî ku ger ez ji seriyekê ve bigirim û pê ve werim girêdan, êdî ne dikariya pêşî li min bigire. Ji ber ne dergistîbûn, ne zewac û ne jî dibistan tiştek li pêş min ne asteng bû. Tişta ecêb jî ya rastî ev tişt hemû wê fêrî min dikir. Ji ber şerê bi min re dikir, bi min re şerkerî pêş dixist.
Min jî ev şer û têkoşîn bi jinekê, bi dayîkekê re dimeşand. Ango, hem cînsê min bû, hem jî yek herî nêzî min dayîka min bû. Tevî van hemûyan min ti caran negot; “xweziya ez xort çêbûma.” Her cara wê digot; “xweziya tu ne keç ba”, min zêdetir ji jinbûnê hez dikir. Şêwaza şer û têkoşîna wê, ez ber bi şer û têkoşînek dijwar ku hê ez jê re ne amade ve birim. Lê belê, ew ne di ferqa vê de bû. An jî ne dizaniya dê heta kuderê biçe. Lewma her ku têdikoşiyam, baldarî û lêgerîna min ber bi wateya jin û jiyan ve herikî.”
Ger jiyan kêliya niha ye û ev kêlî jî raveya dîrokê dike, hebûn jî di van kêliyan de derdikeve holê. Lewma divê em beriya her tiştî dema dîrokê digirin dest, tenê tiştên hatine jiyîn û borîne fêm nekin. Ma çima emê nezanibin dîrok rastiyek zindî ye. Ev jî herî rasteqînî di wateya zîndewariya xwedawenda me Sara de eşkere li ber çave. Nêzîkbûna wê ya ji dîrokê re jî wisa bû. Ji ber di her gava xwe ya nû de bi nêrîna ku; “dê ev kêlî û roj bibe dîrok, lewma divê rast werê kirin û gotin” heqîqeta jiyan û têkoşînê kêlî bi kêlî jîndar dikir. Dîrok bi heqîqetên gerdûn û jiyana mirovan ve tê pênasekirin.
Lewma dema ez di nava gerdûna dîroka jinê de rêwîtiya xwe didomînim, yek heqîqeta dîroka zindî derdikeve pêşberî min, ew jî hezkiriya jiyan û heqîqetê Rêheval SARA ye! di hemû têkoşîn û pevçûnên xwe yên bi malbat, kes û dijmin re jî mirov dibîne ku, berdêla wê çi dibe bila bibe vebijêrka wê heqîqet e. Ji bona vê heqîqetê bide nasîn û pejirandin, ti caran dev ji wateya jiyan û têkoşînê bernade. Di kesayeta xwedawend SARA de jiyan dibe cewhera têkoşîn, têkoşîn jî dibe raveya avakirina jiyana azad! Ji ber di vebijêrka xwe de zelal bû. Dema di şoreşek weke şoreşa APO’yî de armanc û hedef zelal be, ma dê çima tirs hebe. Bi rastî jî tişta herî zêde bala min kişand jineke qet tirsê najiye. Ger serkeftin cesaretê dixwaze, nepeniya vê cesaretê jî xwedawend SARA ye. ma xwedawend bi xwe jî ne xwe ji armancên xwe re dayîne (KENDÎNÎ ADAYAN). Di nava vê dîrok û şoreşê de jî hevala Sara ti caran ji xwe dayînê dûr nema. Tawîz nedan. Vala nema. Her kêliya wê dagirtî bû. Şer kir. Têkoşiya. Lê, paşde nema, her astengî û xeternakî, bi hêza xwe ya bîr û bawerî derbas kir. Li hember paşverûtiyên ku hene ji jinbûna xwe zêdetir hez kir. Lewma di her kêliya jiyanê de dil û mejiyên me li hember vê rastiya jinê dihilpekê û disoje. Dibe ku jiyanê ew ne sitirand, lê wê di her kêliyê de jiyan sitirand û parast. Her kêlî watedar kir, ku bikaribe jiyanê bike stargeha neqşên azadiyê. Her êşek di rêwîtiya xwe ya dîrokî de kir neqşek xemilandina azadiya zarokên welatê rojê. Hênase bi hênase jiyan hûnand da ku jin têkoşîna xwebûnê jibîr neke û li pey biherike. Her fêrmiskek ji bo azadiyê barandî, bû evîna heqîqetê li ser dilê her jina bêriya azadiyê dike. Serkeftin a wê bû di asîmanên welatê jinê de. Çawa ku mirinê jê şerim kir, binkeftinê jî jê şerim kiribû. Lewma li her lutkeya çiyayên welatê min ê azad hênaseya qêrîna azadiyê ye. Wêneya serketinê ye di destê ciwanên çiyan de. Weke wê jî gotî; ‘ma ezê sernexim ezê çima bijîm. An jî ez bin bikevim jî bila heqîqetek hebe ku bêje nekarî serbixe, lê ya xwe bû. Ji ber serkeftin û heqîqeta herî mezin û rasteqîn jî XWEBÛN e.
Dê bidomê
Sozdar Cûdî