Sêyemîn Sedsala Şoreşa Rojava Pîroz Bibe

0Shares

Sarya Hebûn

Beriya her tiştî ez şoreşa Rojava ya 19’ê tîrmehê bi coşeke mezin slav dikim. Ji hevalên ku li wê derê têkoşîn dikin re serkeftinê dixwazim. Şoreşa Rojava dikeve sala xwe ya sêyemîn. Dibe ku gelek derdor di derheqê Şoreşa Rojava de nêrîn diyar dikin, dibe ku hinek kes weke nirxandinên demdiyareke kurt dikin jî hene. Lê belê dema em li rewşa heyî binêrin em dê bibînin ku ne mijara rewşeke demdiyarê kurt e. Weke ku tê zanîn di dîroka partî an jî têkoşînê de bi taybetî kedeke mezin ya Rêber APO li ser gelê Rojava heye. Şoreşa Rojava li ser vê bingehê pêk hat.

Di vê wateyê de Şoreşa Rojava weke şoreşeke ku di demdiyareke pir kurt de pêk hatiye nirxandin dê me bibe kêmasiyeke mezin. Di aliyê têkoşîna giştî de jî têkoşîneke zêdeyî çil salî, kombûyîna tecrûbeyan, êdî nirxan weke manevî, weke kombûyînê nirxan şîrovekirin li gorî min ya herî di cîh de ye.

Em di pêvajoyeke ku êrîşên zêde têne kirin re derbas dibin. Ev hefteyeke dawî çi êrîşên zêde li ser Kobanê hene? Di bin van êrîşan de gelo kîjan sedemên bingehîn radizên?

Ji dîrokê qut nirxandin û destgirtina Şoreşa Rojava dê seranser bimîne. Di wateya giştî de, li hemberî têkoşîna me ya navnetewî êrîşek heye. Yanî ji bo ku têkoşîna adiya Kurd hilmê negire, ji bo ku li cihekî bi sazî nebe, ji bo ku gavên ji bo azadiya gelan hatine avêtin bifetisîne em têkoşînên pir zêde ya hêzên navnetewî dibînin. Dema em li dîrokên derbasbûyî dinêrin ev pir eşkere tê dîtin. Ev êrîşan berdewamiyeke wê ye. Rêxistinên ÎŞÎD û yên weke wî, ne pêkhateyên ku bi demdiyarên kurt hatine avakirin in. Di serî de ABD, Îngîltere û hêzên ku dixwazin di Rojhilata Navîn de hakimiyeta xwe bi rê ve bibin, di rêxistinbûyîna ÎŞÎD’ê de roleke mezin dilîzin. A rastî pêşengîtiya vê ya pratîkî jî dane Tirkiyê. ÎŞÎD ne rêxistineke nû ku derketiye holê û dest bi xebatan kiriye. Tê zanîn, ev nêzî deh salin rejîma Îranê bi hilweşandina rejîma BAAS’ê re ev rêxistinbûyîn hinekî jî di pêşengîtiya el-kaîde yê ve pêk hatiye. Pişt re ji El-Kaîde yê qutbûnek tê xuyakirin. Lê belê ji ber ku pêşengîtiya vê ya pratîkî Tirkiyê dike fînansa vê jî Katar û Suudî Arabîstan dike. Îşte têmînkirina çekan e, tedavî kirina birîndaran e, çeteyên ÎŞÎD’ê ji sînorên xwe derbaskirin e, piştgirî dayîna lojîstikê be, heta perwerde dayîn be, ev hinek jî dema em di demdiyareke nêz de li paşerojê dinêrin di vê aliyê de li ser Tirkiyê hinek agahiyên şênber, hinek delîlan derketina holê jî rastiyeke. Di vê wateyê de têkoşîna azadiya Kurd di şexsê Rojava de dixwazin bifetisînin. Li wê derê ji bo ku jiyanî nebe hewldaneke zêde heye. Di Rojava de tê zanîn ku avakirina Konfederalîzmê heye. Di vê alî de xebatên diyar têne meşandin. Ji bo ku vê xebatê asteng bikin bi taybetî di pêşengîtiya Tirkiyê de hewldanên zêde yên hêzên navnetewî hene. Jixwe di rewşa heyî de dema em li pêvajoyê dinêrin jî hêzên navnetewî, bi taybetî bêdengiya hêzên ku dixwazin hakîmî Rojhilata Navîn bibin hinek jî delîlê vêna ye. Him dixwazin Iraq’ê bikin sê perçe, projeyeke wisa niha di rojevê de ye. Di aynî wextî de ji bo Sûrî jî di hedefeke pêş de, armanca hevbeşkirina sê perçeyan heye. Lê belê ev qutbûyîn, ev cudabûyîn ne ji bo berjewendiyê gel in, ne ji bo gelên ku li wê derê nin, hêzên navnetewî yê heyî ji bo berjewendiyên xwe ev lîstikên ku ji bo hakimî Rojhilata Navîn bibin û planên xwe derbasî jiyanê bikin lîstikên ku dilîzin in. Em bi rastiyeke wisa re rû bi rû nin. Ev êrîşên dawî yê li hemberî Kobanê li her derî bangewaziya seferberiyê kirin. Herî dawî jî Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdûllah Ocalan bangewazî kir. Hûn weke milîtaneke tevgera azadiya Kurd ji bo gelê Kurd, ciwanên Kurd re mesajên we hene?

Di şexsê Rojava de berî hingî jî me got dixwazin têkoşîna azadiya Kurd marjînal, bêtêsîr bikin. Em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin. Destpêkê di şexsê Kobanê de divê li Şoreşa Rojava xwedî derketineke mezin çêbibe. Em di pêvajoyeke ku bi hewldanên zêdetir pêşxistina sînorên hêzên navnetewî ku Kurdistanê beşî çar perçeyan kirin de ji ciwanên ku di têkoşîna azadiyê de rêxistin dibin, ji xwe re welatparêz im dibêjin, dîsa bi gelên xwe re yek bûye re rolê mezin dikeve. Mutlaqa divê ciwan wan sînoran derbas bikin, divê sînorê Kurdistana Bakûr û Rojava bike yek. Ev weke berpirsiyareke girîng dikeve ser me. Divê ciwanên Kurd ji vê re pêşengîtî bikin. Bêguman xwedî derketinek heye. Bi taybet jî bi bangewaziya Rêber APO re, bi ruhê Rêbertî hewldanek heye. Lê belê ev nebes e. Yanî bi taybetî gelê me yê Kurdistana Bakûr li cihên nêzî sînorê ji bo ku bertekên xwe nîşan bidin konan( çadiran) saz kirine. Bêguman ev çalakiyeke demokratîk e, lê belê vêna zêdetir kurkirin, zêdetir yekkirin girîng e. Ger gotin di cih de be divê bi derbasbûna aliyê sînorê re gelê Kobanê û gelê Kurdistana Bakûr bibin yek. Ji bo vê di destpêkê de jin û ciwan pişt re hemû aliyan divê piştgirî bidin vê. Encam jî di holê de ye, dema em Rojava di rastiya Sûrî de bigirin dest di pozîsyoneke ku dikare xwe bi rê ve bibe ye, dîsa di nav sîstemek, ramaneke ku gelên li wê derê jiyan dikin bixine navê. Lewra dixwazin sîstemeke ku ji Rojhilata Navîn re bibe model pêk bînin. Di vê wateyê de divê hemû gelê me seferber bibe, destpêkê bi hêz kirina rêxistinbûyînên xwe, bi awayeke cuda xwedî lê derketin, dîsa bi awayeke madî-manewî divê xwedî lê were derketin.