• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Şervanên Haqiqetê Ji Bo 9’ê Cotmehê Hestên Xwe Bi Lêv Kirin

November 16, 2021
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Şervanên Haqiqetê Ji Bo 9’ê Cotmehê Hestên Xwe Bi Lêv Kirin
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Heval Havin Zagros: Roja 9’ê cotmehê em nalet û şermezar dikin. Ji bona min nivîsandina wê rojê pir zehmete, lewra penûsa di destê min de nizane çawa wê rojê îfade bike. Peyv hevdu nagrin û lenûsa min nivîsandina wê rojê ser rûyê xwe qebul nake. Vê rojê di dîrokê de weke rojekî reş li ser rûyê heval û dostaniya kêm mohrekî bê dawî hişt. Ronahiya rojê weke berê germahiya tîrêjên xwe li ser mirovahiyê belav nake, mirovahî ji şahidiya wê rojê nalet dike.

Mirovahî di rêya zanîn û rêya te re bune wek çiruskek agir, di rêya heqîqetê re weke Rewşanan dilên wan yên biçûk bune glokek ji agir. Bersiva herî mezin ya komplogeran mezinahiya agirê bendenên zindî ku her diçe bilind dibe ye. Her çiqasî komploya bê bext ser Rêberê mirovahiyê hatibe meşandin  ji, mirovên ku di rih û mejiyên wan de azweriya azadiyê lê dide tu carê li hemberî vê bêbextiyê bêdeng namînin û wê heya demleya xwîna xwe ya dawî bi Rêbertiya xwe re têbikoşin. Lewra em wek mirovahi dengdarên Rêberên xwe û tekoşina wînê.

Heval Azime Tekoşin: Di derbarê vê rojê de hestên xwe anîna ser ziman ji bo min pir giran tê, hertim baweriya min heye ku ez rojekê bibînim û kêliyekê bi Rêbertî re jiyan bikim. Ez wekî jinekî dema hestên xwe tînim ziman, dema rojekê Rêber Apo bibînim ezê bêjim ‘te jiyan daye me’. Dema ez îradeya Rêber Apo dibînim pir hêz digirim. Ji ber ku bi saya vê îradeyê îro bi hezaran jin ji koletiya zilam rizgar dibin. Jin êdî bi mezinahiya fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin, êdî dikarin cihê xwe dinava siyasetê de bigirin, şer bikin û xwe bi parêzin. Ez dikarim bejim ti tişt nikarê îrada Rêbertî teslim bigre. Di jiyanê de tişta herî min bandor dike hevaltiya raste. Ev ji min ser linga dihele, Kesayata ku Rêbertî afirandiye bi keda xwe her tişt ava dike. Rêber Apo her tiştê di xwezayê de xweşik kiriye, ev li ser min bandorekî mezin dide çêkirin. Di dirokê da tu kesi wisa ev bandorî ne daye çêkirin. Rêbertî rêya berxwedan û tekoşînê nîşanî me daye ku em tû carê teslîmbûnê qebul nekin.

Heval Feraşin Egit: Komploya ku li ser Rêbertiya me hatî meşandin, di dilê her kurdekî dildarê azadiyê de, ji nuve pêvajoyekî serhildanê da avakirin. Ji bo her mirovekî bu rojekî tarî ku wê şevê sitêrkên li asîmanan jî xwe di valatiya esîmanan de ne girtin û ketin xwarê. Ji ber ku tava heyvê hatibu windakirin. Di dîrokê de tu pêşengan di tu çaxan de weke Rêbertiya me bandorek li ser civakê nedaye ava kirin. Ji ber ku Rêbertî li hemberî pergala kole seri rakir û li şûna wê rêya azadiyê ji bo civakê danî holê. Di dirêjiya tekoşîna xwe de jibo Jin her fedekarî kir û her xebat da meşandin, lê ez weke jin gelek caran di fikirim ku me çiqasî kariye bi pêşengtiya xwe vê komployê vale derxînin.

Li hemberi we komployê her dayim weki kesayeti xwe lêpirsîn dikim ku çawa rexnedayina xwe bidim û jêra bibim bersiv. Roja me ya îro de şerê herî mezin li zindana Îmralî da tê meşandin. Rêberti tu cari dev ji tekoşîna xwe berneda û di her şert û mercan de li ser xeta azadiya gelên Kurdistanê berxwe da. Ji bo we yekî em hertim dênydarên Rêberti û şehîdane. Her şoreşgerek di vê hertim di dilê xwe de kîna li hember dijminê xwe mezin bike û li gora wê dijminê xwe nas bike. Ji bo me roja herî bi êş roja 9’ê cotmehêye. Her xwastine bi komployên cuda pêşiya Rêberên Rêberan bigrin. Li hemberî komployan bi hezaran fedayî û xwedawendên wek Zîlan derketine û li pêşiya planên dijmin bune kelem. Em ji weki şopdarên ve dozê erka ku dikeve ser milê me divê pêvajoyêda em rol bilizin.

Heval Arjin Botan: Ji bo ku mirov wate ve rojê bizanibe serida pewiste mirov rastiya dijmin fêmbike û bizane. Ji ber ku ev komploya hatiye destpê kirin ne li hemberi kesayeta Rêbertî tenê bu, li hember fikir û felsefeya demokrasi û azadîxwaze û di heman demê de li hember tevahî gelên azadîxwaz bu. Ji ber ku Rêberti ji bo hemû gelên bindest ev fikirê azadiyê dayê avakirin. Rêber Apo bi berxwedana xwe da nîşan ku tu kes li hemberi iradeya gelê Kurd nikare bisekine û nikare roja wan tari bike. Heman demê li hemberi we komployê em wek kesayet çawa tevbigerin ev giringe. Bi taybet weki kesayet her dema ez rewşa Rêberti lêhurbun dikim di milê vijdanî de ez zehmetiyan dikişînim. Ji ber dema ez lêhurbun dikim kesayeteki weki Rêberti xwedi fikrekî azad di nava çar dîwarên zindanê da mayin bê hiqûqiyek heri mezine ji bo mirovahiyê. Bi taybet wek kesayet dive pêvajoyeda Rêberti xwandin û femkirin û pêk anin erka me ya serekeye, ji ber her dema ev roja nehleti tê hirs û kîna min zêdetir dibe û ez dixwazim hîn zêde li hemberî dijmin tekoşinekî  bidim meşandin. Bi taybet dinava vê pêvajoyê da ev berxwedana niha tê meşandin di min da hin zêde hers li hember dijmin çêdike. Ji ber her dema ez pêvajoyê mêze dikim û li ser rewşa Rêbertî lêhorbun dikim, ez wek kesayet vê rewşê qebul nakim ji xwera û dixwazim tevlîbunek xwurtir bidim raber kirin û azadiya Rêberti ya fiziki bibînim.

Slav û Rêz

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PKK BI XWE HEBÛNEKE ZINDÎ YE
Nirxandin

PKK BI XWE HEBÛNEKE ZINDÎ YE

May 14, 2025

Read moreDetails
ENCAM STANDIN BI JIYANEKE SOSYALÎST PÊKAN E
Nirxandin

ENCAM STANDIN BI JIYANEKE SOSYALÎST PÊKAN E

May 13, 2025

Read moreDetails
EM DÎROKEKE NÛ DINIVÎSÎNIN
Nirxandin

EM DÎROKEKE NÛ DINIVÎSÎNIN

May 13, 2025

Read moreDetails
ENCAMA DANEZANÊ YA KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê
Daxuyanî

ENCAMA DANEZANÊ YA KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê

May 12, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk