Navê Kod: Dersîm Rêzan
Nav û Paşnav: Medîne Işikli
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 1998 Stenbol
Cih û Dîroka Şahadetê: Gulana 2007-Besta
Di jiyana mirov de veqetan hêsan nabe. Ne kesên beriya me fêrî vê veqetanê bûne û ne jî wê yên piştî me fêr bibin. Her însanek wateyek bar dike li ser veqetanê. Me wateyek çawa da veqetanê? Me veqetanan çawa jiyan kir? Wek kes û gel me çawa pêşwazî kir? Bê guman di dîrokê de veqetanên herî bi êş Gelê Kurd jiya ye. Ji cihên xwe, warên xwe, welatên xwe hatine qutkirin û her cûre êşê jî bi girtina dilên xwe koçberî cihên cûda bûne. Û bi vê awayê bûne serpêhatiperestê her koçberiyê jî. Zarok, ciwan, jin, kal û pîr… û bi gotina rêwitiya hêviyê rêya serpêhatiyê girtine. Serpêhatî destpê dike, di jiyana wan a koçber de. Dersîm tenê yek ji zarokên ku bi lîstokan dest bi serpêhatiya gerîla kiribûn e. Wisa ji bo lîstokan nehatibû çiya û ji ber ku hîn ciwane ne ku êşan nabihîse. Dibe ku yê Medîne dike Dersîm, berbirsiyartiyên ji emrê xwe mezintir rakirin e. Ev ne hilbijartina wê bû û ne jî pirsgirêka nifşê bû. Ev, mîrateya deynê bê eman a pêşiyên me bi sedan salan komkirine bû. Dibe ku ji ber vê ye, di demekê zû de çareserkirina sirên agir ê ciwanên me û xeyalên wan ên qadên azad.
Sadebûna ciwantiyê, wana li hemberî xeteriyên jiyanê him bê parastin dihêle him jî ji bo tunekirina xeteriyan rê li ber ji kûr de jiyankirina bertekan vedike. Ji ber vê kesên dildar, ji kêfxweşiyê bêhtir hezkirina ji dil û êşa ji dil ji kûr ve hîs dikin. Ew rastiyê di lûtkeyên jiyanê de digerin. Lê tişta ku wan nêzî rastiyê dike halên wan a herî sade ye. Bi serpêhatiyan, li çiya rastiyê digeriya Dersîm. Dê qehremana mezin a di hêviyên xwe de dîtiba. Ji ber ku ew qehreman hemu nebaşiyên cîhanê jê biba.
Rêheval Dersîm di meha dawiyê ya sala 98’an de destpêkê tê Botanê. Bi avêtina gava xwe ya yekemîn a pêkanîna xeyalên xwe û kefxweşiya gerîla weke gerîlayek ciwan êdî li çiya cihê xwe digre. Û bi şêkirina nepeniya Botanê, xeyalên wê hîn mezintir bûn. Ew bi xwe ciwan bû, lê her roja ku derbas dibû xeyalên wê hîn bêhtir mezin dikir. Li Botanê demekê kin ma. Bi komekê rêhevalên xwe re wê patîqayên zehmet derbas kiriba.
Sal 1999… Bi komekî hevalan re derbasî Qada Başûr bû. Êdî ji Botanê qût dibû. Lê Botan şopên kûr bi wê re hiştibû. Bi hêviya carekê din dîtina Botanê rêya xwe berdewam dikir. Piştî serpêhatiyekê zor û zehmet gehiştibû qada Başûr. Dema jê hatiba pirsîn ku ‘çima’, gotinên ji emrê xwe mezintir dikir. Me dizanî ew tiştên tên bilevkirin e. Lê dema Botan dihat gotin, di laşê wê ya esmer de çavên wê ya qehweyî dibiriqî.
Rêheval Dersîm ji ber ku dibistana seretayî bi dawî nekiribû, xwendin û nivîsandinê ji rêhevalên xwe fêr bû. Rêheval Dersîm a ku daxwaza xwe pêşxistinê pir mezin jiyan dikir, di demekê kin de xwendin û nivîsandinê fêr bû. Jiyanê ewqas hezdikir ku tiştên nikaribû bîne ser ziman, hestên xwe yê nikaribû bi lev bike, li ser lênûsa xwe dineqişand. Tişta ku yekemîn di rêheval Dersîm de bala mirov dikşand ciwantiya wê bû. Lê dema mirov nas dikir, mirov ew safbûna wê, dilpaqijbûna wê ya weke zarokan didît. Ji ber xwîngerbûna xwe, di dayîn û stendinê xwe ye bi rêhevalên xwe ye germ bû. Li hemberî rêhevalên xwe her tim ji dil bû. Dema pirsgirêka digirt dest bi zimanekê zelal rexne dikir û tiştên ku dixwest bêjê yekser dianî ser ziman. Bêyî ku dûdilî jiyan bike tevlî jiyanê dibû. Sadebûna nêrînên wê, bê tirsbûn û wêrekbûna wê hevalên wê bandor dikir. Pir jîr û zîrek bû. Nêrînên wê yên li ser jiyanê, nirxandinên wê yê însanan rêhevalên li derdora wê bandor dikir.
Rêheval Dersîm piştî hatina xwe ya Başûr bi demekî kin, di xebatên ragihandina HPG’ê de cih girt. Di demekê kin de, gelek aliyan de xwe pêşxist. Nivîsandina gerîla, kelecanekê pir mezin dida wê. Dema li ragihandinê nû dest bi karê nivîsandinê kir, mirov ew heskirina wê di çavên wê de didît. Ti caran tawîz nedida, di vê mijarê de kêyfî nêz nedibû. Ji ber ku ew pir baş dizanî ku çiqas di kesayeta xwe de pêşketin bide avakirin dê ewqas ji Rêbertî re bibe bersiz û rêhevalên xwe kêyfxweş bike. Gheiştibû zanebûna vê. Bi li derdora xwe belavkirina coşa xwe, rêhevalitekê kûr di jiyana xwe de dida afirandin.
Bi rêhevalên xwe re pir girêdayî bû. Dema ku rêhevalekê wê dixwest pê re tiştek parve bike ango pê re nîqaş bike û dema hîs dikir ku li ber hevalên xwe de ked dide, pir kêyfxweş dibû. Ne gengaz bû ku mirov ji vê rêhevalê xwe yê ciwan a xwedî hestên pir kûr bû, bandor nebe. Dema diçû ser karekê teqez diviya bû wî karî ser bixe. Sozên serkeftinê dida rêhevalên xwe. Her çiqas zehmetiyan bikşîne jî sozên xwe bi hendazetiyekê mezin û sebrekî mezin pêkdianî. Girêdanbûna rêhevaltiyê bi hestên bi hêz jiyan dikir û dida jiyankiri. Rêheval Dersîm a ku wateyên kûr dida rêhevaltiya derfetên zehmet, her tim bi avakirina tiştên mayînde dibû bersiv.
Rêheval Dersîm demekê dirêj li qadên cûda yên Başûr ma. Xinerê, Qendîl, Gare, Zap û Heftenîn. Gelek rêhevalan naskir. Bû xwedî gelek ceribandinên jiyanî. Berpirsiyartiyên wê bilind bûn. Bi keddayînê sekna xwe ya jiyanê hîn bêhtir bi hêz dikir. Lê dev ji taybetmendiyên xwe yên zaroktî bernedida. Êdî gehiştibû dema xwe, pêkanîna xeyalên xwe yên zaroktiyê.
Gotinên weke ‘Bakûr hîna ji bo te zû ye, li Başûr bimîne’ weke guleyek bê navnîşan wê diêşand. Qet tawîz nedida, li ber xwe dida. Bi înadek mezin, sebrekî mezin patîkayan derbas dikir. Dem dema serpêhatiya xeyalên xwe û hêviyên xwe bû. Botan, destpêka serpêhatiya wê bû, divê çûba. Di vê mijarê de biryar dabû. Gelo sekinandin gengaz e? Bi jiyankirina gelek veqetanê, mezin bûbu. Gelek rêhevalên wê çûbûn Botanê. Bi gotina hevdîtina li Botanê, ji wan veqetiya bû. Roj, meh, sal derbas bûn piştî hevalên xwe yên jê xatir xwestibû. Ji hevalên ku vêxer kiribû, yên şehîd ketibûn hebûn. Bi guhdarkirina berxwedaniyên rêhevalên xwe yên şehîd, xeyalên di dilê xwe de hîn mezintir dikir. Dixwest bibe şopdarên rêhevalên xwe yên şehîd. Di hindûrê xwe de têkoşîna gerîla ya bê hempa ya Botanê jiyan dikir. Dixwest him xeyalên xwe yên nîvçe mayî pêk bîne him jî bigehîje çeperên rêhevalên xwe yên şehîd û şer bike.
Dê soza xwe ya bi Rêbertî re, bi çûyîna Botanê pêkanîba. Bi rêhevalên xwe re mil bi mil şerkirin û bersivdayîna pêvajoyê dixwest.
Dê carekê din ji rêhevalên xwe yên Başur veqetiya ba. Dê veqetînê careke din jiya ba. Lê wê çûba axên ku li ser wê hêviyên xwe şîn kiriye, warên ku berxwedaniya qehremanî dihat jiyîn. Dem hatibû. Sal 2006 bû. Rêheval Dersî careke din dê dest bi meşa Botanê kiriba. Rêhevalên wê rêwitiya Dersîm a ciwan nedixwestin, dixwestin ew hinek din bimîne. Lê rûxmê hemû israran feyde nekir. Ji ber ku rêheval Dersîm biryara xwe dabû. Dê ruxmê her tiştî vê carê çû ba.
Bi awayekî ciwan hatibû Botanê, lê bi hêzbûn û mezinbûne vedigeriya Bi yek bi yek hîskirina tiştên di hişê xwe de, bi gotina ‘vê carê hîn cûdatir e’ dest bi meşa xwe kir.
Çawa ku gava xwe avêt, pêyvên ji dilê xwe, li ser lênûsa xwe neqişandibû. Bi van pêyvan hestên xwe bilevdikir;
“Vayê ez hatim Botanê
Vayê hatim, evîna min
Evîna min, bêrîkirina min
Vayê ez hatim, li vê derê me
Êdî hîn bêhtir nêzî te me
Heta di dilê te de me
Tu çavêşa min a destpêkê
Ya ku min ji gerîla re got ‘merheba’ yî”
Bi van gotinan destpê kir hestên wê yên Botanê. Rêhevala dilê wê tijî bêrîkirin, rûken… Rêheval Dersîm di pêvajoyekê êrişên dijmin yên giran de di nav koma çalakiyê de cih digre. Dîsa bi israra xwe tevlîbûna xwe ya komê biser dixe. Ji ber ku dixwest bêrîkirinên xwe yên nîvçe mayî temam bike.
Li qada Besta ya eyaleta Botanê, di çûyîna çalakiyê de dikeve nav pevçûnê de û bi komekê rêhevalên xwe ve şehîd dikeve.
Ma bîrkirina te gengaz e Gûla Botanê? Emê te ji bîr nekin.