Şerê Taybet Beşa XII: Zanistperestî

0Shares

‘Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna Jina Azad’

Zanistperestî

Ger zanist li pêy heqîqetê biçe dê xizmeta jiyanê bike. Çawa ku wate potansiyela heqîqetê be, zanist jî neçar e ku wateya rast pêş bixe û bibîne. Ango ne wisa be, dê veguhere lîstokekî di destê deshilatdaran de.

Însan hebûnekê civakî ye. Civakbûna xwe, deyndarî afirînerî û qebîliyeta xwe ya avakirinê ye. Ger zekaya hestiyar, di wateya navajoyî de refleksa însan a parastina xwe û zêdebûnê be; pêkanîna pêdiviyên xwe û pêdîviyên xwe rast tespîtkirin, ji bo vê ketina nav tevgerê jî encamê zekaya analîtîk e. Ji ber vê di pêşketina civakên însan de, tiştên yekemîn ên bi destê jinê pêşketine, zaninsta destpêkê ne. Ev îcadên ku bi civak û xwezayê re bi ahneg hatine pêşxistin, bi qasî derketina hêyvê ya mirovahiyê girîng û bi nirx e. Kedîkirina ajelekê, dîtina tovekê, çandina wê tovê û di encama çandinê de pêdiviyekê bi cih anîna wê berhemê, venasîna taybetmendiyên nebatan, ji bi tedawiyê şixulandina wê, ji bo hilberînê avakirina amûran; weke kedkarên zanistê girêdayî hewildanên jinê pêşketiye. Ger înkara vê înkarkirina mirovahiyê be, weke hêza pêşeng a berhemên ku di jiyana mirovahiyê de derketiye holê nedîtina jinê, encamê korbûna birdozî û hilbijartinek bi zanebûn e. Ji ber ku zanista serdema jina-dayîkê, armanca avakirina hêz û tekelê nahewîne, encamekê ku her kes dikare xwe bigehîne wê, jê sûd werbigre û bişixulîne derxistiye holê.

Ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro zanist her tim hebû. Rûyê ronak a civakê tu caran ji zanistê qût pêşneketiye. Ji ber, her berhemê ku ji hêla aqilê însan pêşketiye, bi destê însan hatiye çêkirin. Ger zanist weke çalakiya însan a difikre û şîrove dike pêş ketibe, wê demê pêşketinên zanistê tenê di sedsalên 16 û 19’emîn û piştî vê girtina dest, nirxandinek bi sînor, berovajîkirin û çewtiyekê mezin e. Ger zanist bi zekaya esnek û azadiyê berheman zêde dike û diafirîne, ev pêvajoya neolîtîkê ye. Di vê demê de her tiştê ku însan keşif dike, li ser lêgerîn û meraqê pêş ketiye, her tiştê ku tê keşifkirin di jiyanê de bi rêbaza ceribandinê hatiye pratîkkirin û gehiştiye merheleyên cûda. Jiyan, weke labaratûara herî mezin ji ceribandina her kesê re vekirî hatiye hiştin. Her kesekê/î encamên xwe yên ku bi ceribandinan bi destxistiye bi civakê re parvekiririye, bi vê awayê di nav herikandina afirînerî û azadiyê de keşfên nû hatiye dîtin. Zanista rast, bêyî bikeve bin pêkutî û zordariyê, zanista ku tê pêşxistin e. Çiqasî hêza fikrandin û bi zanabûnê pêş ketiye, zanist jî ewqas pêş ketiye.
Ji lewra jinên ku herî zêde nêzî jiyanê ne û di nav jiyanê de ne, ji bo bi cih anîna pêdiviyên ku jiyan derxistiye holê û zanîna tiştên ku nayên zanîn weke kesên mezin ên zanistê pêşengtî kirine. Tişta ku jinên di serdema navîn de bi sucên pîresêrê hatin şewitandin dikirin jî ji vê cûdatir nînbû. Çi rast hatine, ku di serdema ku tê gotin zanist pêş ketiye de di bin navê pîresêr de şewitandina jinan, destê tunç ê zanista ku dibe desthilatdar nîşan dide. Sûcê van jinan bi zanabûn, naskirina nebatan, zanîna ‘gelo kîjan nebat ji kîjan nexweşiyê re ne baş e’, zanabûna xwe ji bo berjewendiyên civakê şixulandin û bi jiyanê re di nav hevsengiyê de jiyankirin e. Ya din jî li hemberî serweriya zilam serî netewandina wan, ji bo mirina wan bes hatibû dîtin. Piştî ku ev jin hatin kûştin, bi şewitandinê hatiye xwestin ku rihê wan jî were tunekirin. Ji ber ku li gor ferasetên wan diviyabû rihê wan jî li ser rûyê erdê nemîne. Dihat bawerkirin ku ew bi rihên xwe civakê bi rêve dibin.
Bi navê zanistê bendena jinê weke kadavra hatiye şixulandin û hatiye xwestin ku mahremiyet-nepeniya jinê ji destê wê were girtin. Ev feraseta ku jinê weke kobay şixulandiye, wekê însanekê nêzî jinê nebûye. Jinên ku weke cadî hatine sucdarkirin, bijîşkên destpêkê, botanîkçî û kesên zanistê yên destpêkê bûn. Bi vê qirkirinê, jin ji hemu qadên zanistê hatiye avêtin. Heyanî sedsala 20’emîn jinan negirtina tibbê, karên wekê hemşîretî û welidandinê li malan bi awayekê veşartî meşandina wan, ji aliyê kîlîseyê ve şîroveyên weke ‘ew jin zarokan dikuje û direvîne’ çiqas dişibe çîroka ku tê gotin Lîlîth weke cinekê zaroka direvîne û dibe daristanê.

Zanistên modern îcadên sedsala 19’emîn e. Piştî ku zanist bi hêzê bû desthilatdar, kapîtalîzm bi rêya li yek navendê komkirin û rêvebirina hemu danehevan saaziyên xwe li ser akademî û enstîtuyên lêkolînê meşand. Di vê derbarê de mêjiyên ku difikre li yek navendê kom kir; fikr û têgînên nû ji bo çêkirina amûrên nû şixulandiye û zanista ku teknîkê pêş naxe li gor berjewendiyên xwe nedîtiye. Encamên teknîkî yên zanist pêşî lê vekiriye, ji bo qadên kâr karibûye di astekê girîng de bigre. Ji ber vê yekê polîtîqayên teqez desteserkirina zanistê hembêz kiriye û zanistperestiyê pêşxistiye.

Zagonên biyolojî, kîmya, fîzîkê yên ku kesên zanistê pêşxistiye, bi daxistina civakê, vana ji bo bihêzkirina desthilatdariya xwe şixulandiye. Bi kapîtalîzmê re zanistê kirine amûrê mezinkirina berjewendiya komekê û berjewendiyê wan mîsogerkirinê. Zanistperestî, pêkutiyekî ku dethilatdariya zilam li ser jinê daye avakirin e. Zanistperestî, bi veguherandina wî ya ya amûrê mijokdarî û komkirina hêzê, li ser civakê weke hêzê operasyonê hatiye şixulandin.

Di modernîteya kapîtalîst de zanist pozîtîvist e. Ji bo pozîtîvîzmê rastiya herî bingehîn diyarde ye. Lê pozîtîvîzm tu car nabe tevahiya rastiyê. Diyarde, dîmenê rastiyê ye. Lê di pozîtîvîzmê de rastî bi xwe ye. Pozîtîvîzm tiştekî an bi giştî baş an jî xirab dibîne. Tiştên bireser dike mijarên perestînê. Civaka pozîtîvist, civaka ferazî ye. Medyatîk e, birêser e. Ne bi cewhera jiyanê re, bi aliyên wê yên şêweyî re mijûl e. Têgîna endezyara civakî, bi pozîtîvîzmê re girêdayî ye. Dibêje qêy, bi mudaxaleya derve ya li hemberî rastiyê, wê bikaribe wê biguhere. Pozîtîvîzm, pûtperestiya modernîzmê ye. Li şûna qanûnên xwedayê, qanûnên zanistê hatiye dayîn. Zanist, bi desthilatdarbûnê ve, azadiya xwe wenda dike. Ji ber cûdabûna kirde-birêser cih nade para şaşbûnê. An birêseriya pozîtîf an jî îzafiya kirdeyî; yek ji van her dû rêbazan bingeh girtin jirêketinê jî bi xwe re aniye. Ev rêbazên ku veguherîne çekên birdozî, rolekê ji çekên leşkerî hîn xetertir û qedexeker lîstiye.

Zanistperestî, di qada perwerdê de ji bo herikbariya fikr weke çekekî girîng hatiye nirxandin. Kes û civak bi navê bireseriyê ji qada metafîzîk hatiye dûrxistin, bi rêya ceribandinê ber bi pozîtîvîzmê ve hatiye dehfdan. Bi zanistperestiyê re materyalîzm û metafîzîk ji hev hatiye cûdakirin, weke dû aliyên dijî hev hatiye nîşandan û bi vê awayê an bi mêyzekirina îdealîst an jî bi materyalîzma diyalektîk vesazbûnekê nû ya zihnî hatiye avakirin. Ev feraset civakan, zayînan, xwezayê parçe kiriye, weke çîn ji hev dabeş kiriye, yekîtiya di navbera wan de qût kiriye û gihandiye rewşekê dijî hevdû.

Li pergalên ku zanistperestî heye navend hatine avakirin, li derdora van navendan de nîvendên hêzê hatiye birêxistinkirin, yek ji van nîvendên hêzê yê din perçiqandiye û bi xistina bin desthilatdariya xwe îrada wî şikandiye û nasnekiriye. Zanistperestî vêya ji rêzê dîtiye, diyalektîka pêşketinê bi hîn cûdakirinên weke zeîf-bihêz, dewlemend-feqîr, jîr-bê aqil, kole-axa, yên li jêr-ên li jor daxistiye tebeqeyan. Zanistperestî di warê avabûn û şêwegirtina ferasetê de ji bo şerê taybet cihekî pir girîng girtiye û di mijarên zirav de bi temamkirina şerê taybet kes û civakê dîl girtiye.

Zanistperestî weke pîvanê pêşketîbûn û pêşketinê dayite hesibandin, li ser vê bingehê bi mêyzekirina oryantalîst çand, ziman, gelên cûda biçuk hatiye dîtin. Ji ber zanistperestiyê teoriyên netewa jor derketiye holê, mudaxalekirina pitikê di nav zikê dayîkê de çêbûye. Di bin navê mudaxaleya zêdebûna hejmarê, cînsa ku hatiye mudaxalekirin bûye zarokên keç. Bi destê zanistperestiyê bombe, çekên qirkirinên mezin, enerjiya nukleer û hwd, bi tenduristiya civakê re hatiye lîstin û bi aqilê însan li ser civakê gef hatiye xwarin, bi vê awayê hatiye terbiyekirin. Kî bihêz be, amûrên wê yên teknîkî bi saya zanistperestiyê zêde bûe û gehiştiye asta ku ji bo mirovahiyê xeteriyan ava bike.
Tê dîtin ku dewletên heyî li ser însanên biyonîk, çekên biyonîk robotên biyonîk ên şer dişixulin, bi vê awayê ji bo projeyên dikare hêdî hêdî dawiya gerdûnê tîne pere diherikînin. Zanist, di esas de hişê hevpar a civakê ye, lê di vê hewzê de tenê hebûna cihê desthilatdariyê û bi qasî avê peşikandina hawirdorê civakê kirina xwedî para zanistê bê guman rêbazekî şerê taybet e. Hevkêşeya zanîn-hêz-desthilatdarî rê lê vedike ku zanîn dijberî civakê were şixulandin. Mînak şerê ku li Kurdistan’ê tê meşandin, encamên teknîkê li ser esasê berjewendiyên xwe şixulandina dijmin e. Hemu saziyên zanistê, di wê rewşê de ne ku di bin venêrîna hêzên hegemon ên girêdayî wan in û xizmetê wan dikin. Ji îstîxbaratê heyanî teknîka çekan, ji polîtîqayên ku li hemberî gelan tê pêkanîn heyanî her cûre plansaziya mijokeriya aborî, pêşnuma esasî bi van saziyên fikrî tê avakirin û aqilê ku danehevê mirovahiyê ye ji bo hilweşandina mirovahiyê tê seferberkirin. Şerê ku xwe dispêre vî, bê guman bi îlankirinekê bi çav tê dîtin xwe derdixe holê, bi awayekê veşartî li dijî civakê weke ku şixulandinek xwezayî be kar dike. Zanistperestî bi awayekê cewherî ev e, ango wesfekî ku bi şerê taybet re wekhevîbûnê dihewîne tê penasekirin.

Zanistperestî bi qûtbûna jiyanê re weke amûrekê ceribandinê, bi destê desthilatdariyê gehiştiye rewşa dijberiya civakê û asta ku zayîndperestiyê ava bike. Bi zanistperestiyê re îradeya serbixwe ji holê hatiye rakirin. Zanistperestî weke amûrekê bireserkirinê, bûye amûrê yekane ya bidestxistina danehevên maddî ya kapîtalîzmê.

Di encamê polîtîqayên zanistperestî û zayînperestî de, jin tenê weke biyolojîk hatiye bidest girtin û penasekirin. Jin bi sê sifatan hatiye penasekirin. Ol jinê weke dayîka pîroz, diyardeya bingehîn a feodalîteya Serdema Navîn bidestgirtiye; kapîtalizm jî weke hezkiriyê jêveneger bidestgirtiye. Di modernîteya kapîtalîst de jinan weke cadi sucdarkirin û şewitandin qirkirinekê mezin bû, bi tunekirina jinê kapîtalîzm xwe birêxistin kir. Rêbertî dibêje; “di kapîtalîtalîzmê de jin biresera cinsî ye, melîkeya metayan e. Tenê amûrê berdewamiya ajar, koleya modern e. Karkera erzan e, koleya herî li jêr e û ya ku keda wê tê xwarin e.”

Weşanên Akademiya Jina Azad a Şehît Zîlan-Zeynep Kinaci

Dê Berdewam Bike: ‘Şerê Taybet Beşa XII: Zayendperestî’

Attachment