Şerê Taybet – Beşa I

0Shares

Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna Jina Azad
Destpêk;
Herikandina dîrokî ya ji dû milan de diherike, di milekî de xwediyên desthilatdarî û serweriyê xwedî kiriye, di milekî din de jî li ser navê gelan û civakan nirxên demokratîk heya roja me ya îro aniye. Di dîrokê de şoreşa dijber ê yekemîn, weke cinsê ku destpêkê hatiye misandin û pelçiqandin li hemberî jinê bi komployê hatiye pêkanîn. Di vê wateyê de jin bûye qûrbana yekemîn a şerê taybet ê mêjiyê zilam ê qûrnaz, bi xapandin û bê qûral. Şerê taybet ê ku li hemberî jinê hatiye meşandin, ji dîrokê heya roja me bi rêbazên derew, xapandin, qûrnaztî, weke ku pergala jinê qebûlkirin lê di bin re birêxistinkirina tifaqên bi hêz, xesp, talan, tecavuz û kolekirinê ve bi hev re hatiye pêşxistin. Ji ber vê çîroka mêyla mêjiyê zilam ê ji xirabî, bê ehlaqî û tekala hêzê re, dîrok çawa veguherî vê û taybetmendiyên kesayetî di zilam de çawa avabû di mijarên sereke yên di vê pirtûkê de hatiye bidestgirtin û lêkolînkirin e. Heya şoreşa dijber a destpêkê ku li hemberî jinê hatiye pêkanîn neyê fêmkirin, dê neyê fêmkirin ku civak çawa hat dîlgirtin û hat kolekirin. Serxwebûn û azadiya ku ji jinê hatiye dizîn, serxwebûn û azadiya ku ji civakê hatiye dizîn e. Nirxên ku bi zorê ji jinê hatiye girtin, xespa berhem û avakirinên ku bi ked û hewildana hemu civakê hatiye avakirin e. Avakirin, bawerî û hezkirina jinê, jiyana bi coş, bi ewle û siheta civakê ye. Ji ber vê dema pirsgirêka şerê taybet tê lêkolînkirin, bersiva rast a ku ji pirsa ‘Çima Jin’ re were dayîn, dê bibe bersiva rast a pirsa ‘Çawa Civak’ jî. Ji ber ku weke cinsekê ku nîvê civakê ava dike, ji lûtkeyên jiyanê ketina wê ya pêlikên herî jêr ango avêtina wê ya bîrekî bê dawî, çîroka di tarîtiyê de mayîn û ketina civakekî jî dihewîne.
Bi ceribandina vê pirtûkê re, armanca me ya bingehîn rê û rêbazên ku mêjiyê serweriya zilam ku xwe di qeleştokên civakî de bi cih kiriye bikar tîne, di van rê û rêbazan de amûrên ku bikar tîne, beriya her tiştî jî şêwegirtina zihnî û feraseta ku van amûran xwedî dike derxistina holê û heman demê rêbazên li hemberî vê têkoşînkirinê avakirin û amurên vala derxistina vê pêşxistin e. Şerê Taybet yê veguheriye mekanîzmaya dîlgirtin û bi rêvebirina civakên roja me, têkilî û tarzê jiyana me bî awayekî cidî bandor kiriye û beralî kiriye. Şerê taybet ku weke amûrekî bi xeter û veşartî çiziriye jiyana me ya civakî, dema rast neyê fêmkirin bê nav dimîne û xeteriyên wî jî nayên dîtin. Ji ber vê bisazîbûn û kesayeta şerê taybet yê wek hêzekî veşartî ya tevahî jiyana me dorpêç dike, divê di warê birdozî de were nirxandin û bi hêza fikrî were têkbirin.
Çawa ku nûnerên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst dibêjin ‘destpêkê li jinê bidin’ çavkaniya paradîgmaya Modernîteya Demokratîk Rêber APO jî dibêje ‘Destpêkê jinê rizgar bikin’. Wê demê tiştê ku divê were kirin jinan li hemberî şerê taybet weke eniyeke şoreşgerî birêxistinkirin, wana veguhartina kelhekî xwe parastî yên weke barîkatan. Bi felsefeya ‘Xwe bizanibe, xwe bihêz bike û bibe wek xwe’ hêza jinekî ku azadiyê bidest dixe, li hemberî şerê taybet hêza herî bingehîn a têkoşînê ye. Bêyî ku rêbazên şerê taybet ên di civakê de li hemberî jinê tê pêşxistin ji rêzê were bidestgirtin, bi hesasiyet û pêşdîtinek mezin a şoreşgerî şopandin û anîna rewşekî nikaribe kar bike yek ji rojevên me yên bingehîn e. Ji bo avakirina vê rojevê cîhana xwe ya hêst, rih û fikrî kirina ya şoreşê û bi Rêber APO re yekparebûn, weke xwedî armanc û hedefên mezin parastina hêvî û xeyalan xala navendî ya lêhûrbûnê ye. Li hemberî pêkanînên şerê taybet bûyîna pêşbîn, baldar û bi tedbîr nêzbûn dê wî vala derbixe. Ji bo vê şopandina meylên dijmin, rast fêmkirin, bi taktîk û stratejiyên dijber pêngavên dijber pêşxistin, ji kûr de dahûrandina vê şerê dixwaze.
Dibistana Jina Azad A Şehîd Zîlan-Zeynep Kinaci

BEŞA YEKEMÎN
DI DÎROKÊ DE RÊBAZ Û PÊKANINÊN ŞERÊ TAYBET

Dema di dîroka 20 milyar sal a peresanê de bi awayekî hûr li pêvajoya pêşketina mirov were nêrîn, bûyîna mirov a xulaseya (kurtasî) peresanê wek daraziyek zanist jî tê pênasekirin.Rêbertiya me li ser vê bingehê vê rastiyê tîne ser ziman, weke xwezaya ku ‘xwe fêm dike û xwe dizane’ mirovan mînak nîşan dide. Ji vê re gernûtiya dawînî jî tê gotin. Rêbertiya me, tevahî zindiyên di nav pêvajoya avabûna gerdûnê çêbûne di bergeriya xwezaya yekemîn de pênase dike, dide xuyakirin ku însan a di nav vê çerxê de cih digre bi xwezaya dûyemîn re beşekî ji vê gerdûnê ye; pêvajoya ku mirov êdî bi civakî dibe jî ev dem e. Ango civak weke xwezaya dûyemîn, di nav xwezayê de weke xwezayekê cûda şêwe digre. Nabe koma zindiyekî cûda, weke xwezayeke cûda şêwe digre. Di nav nakokî û têkiliyên xwe yên bi xwezayê re jî vêya dike. Ji xwezayê bi hemu tiştê xwe qût nabe, lê ji wê cûda dibe û weke xwezayekî nû xwe diafirîne. Di mirov de hêza fikrê pêşdikeve. Girîngî dide rêxistinbûna xwe. Komên wek klan, kabîle û hwd pêşdikeve. Weke pergala baweriyê, hêzên pîroz weke totem qebûl dikin. Bi vê re hebûna însan dihomînin (pîroz kirin) û bi wate dikin.
Rêber APO dibêje; ‘Ji klana seretayî û şûnde hemu pergal kurevî ye’. Di klanê de şêweyê jiyanê li gor qanûna ‘an bi hev re, an qet’ e. Hêmana piştgiriyê bingeh e. Sembola zanebûna klan totem e. Form, zayîn û şêweya klan weke şêweyê destpêkê yê birêxistinbûna civakê pêşketiye.
Di vê şêwazê birêxistinbûna destpêkê ya civakê de, bi çavkaniya çand û feraseta dêxwaz di navbera jin û zilam de karbeşiyeke dûrî serwerî û dagirkeriyê pêş dikeve, lê jin di civakê de û di jiyanê de pêşeng e. Sazbûna jiyaneke bi vê rengê ya bi vê ferasetê pêş dikeve him di cinsan de hîn taybetmendî dide avakirin û him jî rê li ber encamên ku statuya wan a civakî bandor bike vedike. Li gor vê;

Di Qada Komkerî-Jinê De
1- Jiyana klan birêxistin dike
2- Di mezinkirina zarokan de xwedî rîstekê sereke ye
3- Di qada komkeriyê de erk û berpirsiyartî girtiye ser milê xwe
4- Karên çandinî, cotkarî, xwedîkirina ajêlan kiriye. Di vê wergiriyê de tiştên ku hatine rêzkirin beşên aborî ye û di vê wateyê de aborî di destê jinê de ye.
5- Jina ku bi karên çandinî û berhevkirina berheman ve mijûl dibe, bi xebatekê aştîyane vana pêşdixe. Di vê wateyê de, di xwezaya jin de di nav aştî û aramiyê de jiyankirin heye.

Di Qada Nêçîrvanî-Zilam De;
1- Di warê parastina klanê de tevlî karbeşiyê dibe.
2- Nêçîrvaniyê dike. Nêçîrvanî û qada şer di zilam de weke qûtbûna ji rastiya civakî xwe nîşan dide, heman pêvajo ji zekaya hestiyarî qûtbûna zekaya analîtîk jî pênase dike. Dema ku zekaya analîtîk ji zekaya hestiyarî qût dibe êdî bûyîna cinawir derdikeve holê. Dema ku rîsta sereke yê zilam di derbasbûna civaka hiyerarşîk-çînî de lîstiye tê fikirîn, mirov nikare pişt çav bike ku bandora van taybetmendiyan heye.
Weke ku ji karbeşiyê jî tê fêmkirin, rîsta zilam pir bi sînor e û tevlîbûna xwe ya jiyanê qismî di qada parastinê de pêşdikeve. Ya ku di bingeh de jiyanê birêxistin dike, sererast dike û bi rêve dibe jin û forma ku li derdora jinê avadibe ye.
Mirov dikare bêje ku, hêza fikrandina însan û amûrên hilberiyê ku pêş dixe bi xwedîkirina hev û temamkirina hev pêş dikeve. Feraseta ku di vê pêvajoyê de ava dibe, wesfa karê ku tê kirin jî diyar dike. Di jiyanê de tişta ku wesf û çendaniya her tiştî diyar dike, vesazbûna ferasetê ye. Civaka xwezayî bi pêşegtiya jin-dayîka xwedawend, pêvajoya ku di rêya heqîqetê de baş difikre, rast diaxife, xweş kar dike û bi awayekî afirîner xwe zêde dike digre nav xwe. Girêdayî vê, hemu tiştên pîroz bi jinê tê sembolîzekirin, ji ber ku wateya xwe ji feraset û afirîneriya jinê digre. Karbeşî, di çarçoveya feraseta vezakirina jiyanê de ye, wê derbas nake. Ji ber vê xweşikbûna civaka dêxwaz, di bingeh de dine pênaseya xweşikbûna fikrî, bi xwezayê re hevsengî, birêxistinbûn û sekna jiyana bi cewhera însan e. Bi giştî ji ber vê sedemê pênaseyên herî pêşketî û pêşverû heq dike.
Salên B.Z. (beriya zayinê) 12.000 û 4.000 Serdema Neolîtîkê digre nav xwe. Ev pêvajo, pêvajoya ku tebeqeya 1., 2., û 3. digre nav xwe ye. Weke Serdema Xwedawendiyê tê pênasekirin. Sedemê wek Xwedawend wate dîtina wê ev rastiya ku Rêbertiya me pênase dike ye; ‘Xwedawendî, taybetmendiyên giştî yên jina ku şoreşa neolîtîk biserxistiye ye’.
Di vê pêvajoyê de di ernigariyên cûda, bi navên cûda gelek xwedawend pêşengtiya civakê kirine. Li Mezopotamya Îştar û Star, li Fenîke û Kenan’ê Astarte, di Hurriyan de Heppat û Înanna, li Misrê Îsîs û Hothar, di Hîtîtan de Kîbele, di Asuriyan de Gola, li Afrîka Nîam, li Aborîjînan de Yfî, di Çermsoran de Îrdyako, li Asya Atevavîda-Budivida, li Erebîstanê Lat-Menat û Ûzza ye. Ev jinên pêşeng yên şoreşa Neolîtîk pêşxistine, weke stêrkên ku li ser civakê bariyan e, pêşengtiya civakê kirine û bi îmza avêtina gelek tiştên destpêkê him bi avakirinê zêde kirine û him jî bi afirîneriyê gihandina lûtkeyê jiyan kirine.

Weşanên Akademiya Şehîd Zîlan-Zeynep Kinaci

Dê berdewam bike: ‘Beşa II: Pêvajoya Neolîtîkê û Di Mîtolojiyê De Jin’

Attachment