Tekoşîna gelê Kurd û rastiya civaka Kurd gihiştiye asta ku siyaseta înkar û îmhayê vala derxistiye. Civak û nasnameyek azad ava bûye, ji bo fermî were naskirina hebûna xwe disepîne. Pirsgirêk gihiştiye dema xwe ya rast were pênasekirin û destgirtinê. Dîsa wekê ku faîlê pirsgirêkê dewletên herêmê û hêzên hegemonîk a cîhanê ne, ji lewra terefên mûxateb jî ew in.
Di wateyek din de, dem dema diyalog û goftigoya li ser statuya Kurdê azad e. Lê em dibînin ku dewletên dagirker û hêzên hegomonîk ên cîhanî hîna jî di siyaset û konsepta xwe ya înkar û îmha ya dijî gelê Kurd, bi îsrar û bi hêvî ne. Ji lewra hêz, îrade û destkeftiyên gelê kurd ji nedîtî ve tên. Kurdê azad weke potansyel tehlike dibînin û dijmintiya wan rewa dikin. Bi vî rengî hişmendiya faşîzmê pêşdixin û her cure êrişên li ser wan rewa dibînin. Li kur destkeftiyên Kurdan hebe, li wir çavkaniyek êrişkirinê avadikin. Dewletên dagirker yên li ser kurdistanê û bi taybetî jî hêzên hegemonîk bi pêşxistina konsepta li dijî Kurd, hevkarî û projeyan pêşdixin û serweriya xwe ya pêşerojê jî li ser vê yekê ava dikin. Ji bo nimûne hêzên hegemonîk plana xwe ya qirkirina Kurdan weke proje bi rêya dewleta faşist a Tirk, dimêşînin. Dîsa dewleta Tirk serweriya xwe ya li ser gelên Tirkiyê, li ser esasê tunekirina Kurdan dibine. Çiqas di hindur de bihêz wê ewqas jî di derve de bihêz bibe.
Her weha dewleta îran û dewletên din ên herêmê xwedî plan û projeyên bi vî rengî ne. Heftenîn yek ji alanên ku di navbera Bakur, Rojava û Başurê Kurdisanê de startejîk e. Dîsa sê perçeyên Kurdistanê bi hev girêdide. Yanî hem di warê erdnigarî hem di warê siyasî û leşkeri de jî xwedî girîngî ye. Plana dagirkirina wê alanê eve ku di gava yekê de perçeyan ji hev qut bikin, bi tene bihêlin û piştre di hindur û derve de êrişa wê bikin. Dîsa bi girtin û binçavkirinan hêza şoreşê ji holê rakin. Her weha dixwazin Rojavayê Kurdistanê ku şoreş lê pêk hatiye, di bin êrişên hevbeş de biperçiqênin. Başûrê kurdistanê bi tifaqa ku bi Barzaniyan re li hevkirinê heya ku ji destê Kurdê azad derxînin, emanet bidin wan û piştre bi ji destê wan derxînin. Ji xwe bi wan re şer nakin, ji ber şirîkê hev in û plan berê de bi vî rengî hatiye dayîn. Dixwazin ku bi vî rengî Kurdê azad ji holê bê rakirin.
Hebûna hêzên PKK li heftenîn garantiya avakirina Kurdistanêk yek perçe ye û dawî li xewin û xeyala dewletên dagîrker li ser kurdistanê û bi taybet hêzên xayîn ya navxweyî ye. Ji lewra tekoşîn, berxwedanî û şerê li Heftenîn’ê tenê şerê perçeyek an jî yê PKK’ê nîne. Berowajî şerê azadî û serxwebûna Kurdistanê ya li hemberî planên dagîrkerên hindûrîn û derve ye. Encama şerê li Heftenîn’ê hemu aliyan ji nêz ve elaqedar dike. Çawa ku serkeftina şerê Heftenîn wê encama gavên azadî û serxwebûna Kurdistanê bi xwe re bîne, bi heman awayî jî wê ji bo dagîkerên hindurîn û derve encama binkeftinê û vekişînê bi xwe re bîne. Ji bo vê yekê şerêk girîng e. Encam wê gelek guhartinên siyasî bi xwe re bîne. Îsrara dewleta dagîrker a Tirkiyê ji bo vê yekê ye. Dîsa hevkariya PDK ya bi Tirkiyê re jî, vê yekê îfade dike. Heya niha jî dewleta dagîrker a Tirk ku li heftenîn şer dimeşîne, tu encaman bi dest nexistiye.
Dem û zamanê ku ji bo vê şerê hatibû diyarkirin û negehiştina vê hedefê serweriya siyasî, erdnigarî û leşkeriya gerîlayan nişan dide. Dîsa neçarmayîn û dirêjkirina vê şerê hiştiye ku dagirkeriya Tirkiyê tawîzên ciddî bide hêzên hindurîn û hêzên hegemonîk. Di destê dewleta dagirker de dû bijarde hene ku dixwaze wan baş bi kar bînê. Yek navenda şerê taybet e ku bi vê rêkê motîvasyona aliyên faşist diparêze û heman demê de kesên zayîf jî bandor dike. Ya dûyem jî bi kar anîna xiyaneta hindurîn a Kurd e. Ev rol ji xwe ji PDK’ê û hevkarên wê re hatiye dayîn û ew jî di vê mijarê de kisur nake. Ê ku her dû bijardeya di destê dewleta dagirker a Tirkiyê de vala derxe, sekin û tekoşîna gelê me ye. Bi taybet jî sekna gele me yê Başurê Kurdistanê ye. Heya niha sekna berxwedêr serkeftiye. Lê pêwîste ji niha û şûnde hîn bi zanist û rêxistinkirî tekoşîn were bilindkirin û pêşxistin.
Ji bo bidawîkirina xiyaneta navxweyî û vala derxistina planên qirkirinê, bi hev re tekoşîn û rêxistinbûn pêwîste. Em di cihekê gelek zehmet a tekoşînê de ne. Me bi tekoşîna xwe dijmin vala derxistiye, lê hêvî û gavên wî bi dawî nekirine. Ji lewra tenê şîrovekirina planên dijmin û hişyarbûn di vî warî de têrê nake, ji ber vê pêwîste di saheya şer de jî dijîmin were şikandin. Şerê Heftanîn şerê Kurdê azad û Kurdistana Demokratîk e.
Dilar Çiya