Şevîn Murad Bîngol
“Şaîr bi helbestên xwe hestên xwe bi wate dikin, wêjevan bi hevokan wêjeyên xwe tînin ziman. Helbestvan bi helbestên xwe, xwe bi lêvdikin, niviskar jî bi nivisên xwe. Lê gêrîla bi têkoşîn û jiyana xwe ve xwe bi nav dike, wisa jiyanê watedar dike”.
Elî İşik bi navê kod “Ayhan Gorsê” di sala 1978’an li Sêrt Pervariyê ji dayîk dibe. Di sala 1993’an de li Amedê tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Piştî demekê derbasî Eyaleta Dersimê dibe. 9 salan li Dersimê dimîne. Di sala 1999’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Li her deverê Başûr dimîne. Di sala 2008’an tevlî operasyona Zap’ê dibe û li berxwedana Zap’ê de şehîd dibe. Elî İşik kiye? Me ji hevalên wî yên têkoşînê ev pirse kir û wan jî wiha bersivandin:
‘Li her deverê bû’
Ferzê Dersim demeke dirêj li çiyayên Dersimê bi hevalê Ayhan re dimîne û dîtinên xwe yên destpêkê wisa anî ziman “Min cara yekem Hevalê Ayhan di sala 1997’an de dît û li wir naskir. Ew di temeneke pir piçûk de tevlî refên têkoşînê bibû, heya 1999’an li Dersimê ma. Di demên herî zor û zehmet de di nava têkoşînê de cîhê xwe girt. Temenê xwe yê herî xweş li Dersimê derbas kir. wî jî her tim ev danî ziman. Li eyaletê min hertim navê hevalê Ayhan bihîstibû lê min ew nas nedikir. Destpêkê wexta min ew dît, tişta herî zêde bala min kişand ew bû ku ruxmî hevalê Ayhan xwedî erk nebû, lê bi tevlîbûna xwe ya jiyanî bi her awayî bal dikişande ser xwe. Di hemû qadên têkoşînê de xwe berpirsyar didît û wisa tevlî dibû. Di têkîliyên xwe de pir rehet, di xitabeta xwe de jî gelek xweş bû. Bi hemû kesê/î re dikarî empatî çêke û gorî wî/wê nêzikî wan bibe. Pir zindî bû, nedikarîbû li cihê xwe bisekine. Li her deverê bû. Di her rengên jiyanê de tevlîbûneke xwezayî şexsiyeta xwe de dabû rûnişkandin”.
Dêrsim wiha dewam kir: “Navê Ayhan berê Gorsê bû, lê piştre guhert. Hevalek bi navê Ayhan li Behrareş şehît ket. Hevalê Gorsê pir ji wî hezdikir û demeke dirêj bi hevre mabûn. Dema ew şehit ket, navê wî hevalî hilgirt û wisa dewam kir. Hevalên li Dersimê hemû pir ji Ayhan hezdikirin. Di sala 1997’an de di çalekiyê de bi guleya hevalan bi şaşitî birîndar bû. Dema me ev bihîst, em gelek bandorbûn. Demeke dirêj di navbera mirin û jiyanê de çû û hat, lê têkoşîna jiyanê biser xist. Xwediyê kedeke mezin bû, bi keda xwe mezin bû. Ji ber vê yekê heval li hember şexsiyeta wî rêzdarbûn. Di nava pratîkê de şexsiyeta xwe ava kiribû, di pratîkê de kesayeta wî pijiyabû. Baweriyeke mezin dabû avakirin, hemû demên zor û zehmet de erk digirt û pêk jî dianî. Di nava şer de hêvî dida avakirin. Ji bo wî ti astengî tinebûn. Biçûya çi karî hertim serkeftî vedigerî. Di karê xwe de hertim mînak bû. Şexsiyeta xwe anîbû asta milîtanekî ku li her derê kar bike û cih bigre. Li hemberî şaşiyan xwedî helwest bû. Ticar çavên xwe ji şaşitiyan re nedigirt û hertim têkoşîn dimeşand. Lêgerên wî hebûn. Di nava gêrîla de ji bo min îdealek bû. leşkerekî jîr bû ku bi qehremanî êrîşê dijmin dikir. Têkîliyên wî û gel gelek balkêş bûn. Gel pir jê hezdikir. Ji ber ku xwe danî asta gel û tişten ku dixwest bide fêmkirin bi jiyan û seknandina xwe bi gel dida nasîn û fêmkirin. Zimanê gel baş dizanî û li gorê wê, ji dil de nêzîkî gel dibû. Bi çanda PKK’ê mezin bibû û dixwest vê çandê bi gel re jî bide nasîn”.
‘Hesreta dîtina Ayhan di dilê min de ma’
Dersim, hesreta xwe ya ku careke din piştî qada Dersimê hevalê Ayhan li Başûr bibîne vegot û diyar kir ku ew li hêvîya dîtina wî bû, lê şehadeta wî bihîst. Hevala Dersim êşa ku dikişîne bi van gotinan anî ziman: “Wisa li min hat ku weke tiştek ji canê min qut bû. Dema mirov bi hevalekê/î re demeke direj dimîne û hinek bi hev re parvedike, wê demê bêguman bandoreke mezin li ser mirov çêdike, lê piştre hêviya min hîna bilindtir û hêztir bû. Min ji xwe pirs kir, gelo mirov dikare dîsa biçe rojên berê? Dîsa em bi hevre li çiyayên Mûnzûrê re derbasbibin? Min dizanîbû êdî nabe, lê dîsa jî min ji xwe pirsdikir. Hevalê Ayhan herdem di nava têkoşîna jiyanê de ye”.
‘Ayhan gêrîlayê Dersimê bû’
Ji hevalên Ayhan yê tekoşînê Gorsê Mereto jî naskirina xwe ya destpêkê ya bi wî re, wiha bi lêvkir: “Hevalê Ayhan di sala 1993’an de dema li Amedê derbasî Dersimê bû, wê demê min ew nasî. Dema min ew naskir temenê me yekbû, ji bo vê ez gelek kêfxweş bûm. Birastî ez nizanim hevalê Ayhan çawa bidim nasîn? hinek tişt hene ku bi hevokan mirov nikare bîne ziman û bi hevokan nikare watebike. Şaîr bi helbestên xwe hestên xwe bi watedikin, wêjevan bi hevokên wêjeyên xwe tînin ziman, helbestvan bi helbestên xwe hestên xwe lêvdikin, niviskar jî bi nivisên xwe, lê gêrîla bi têkoşîn û jiyana xwe, xwe bi nav dike û wisa jiyanê watedar dike. Kesên ku gêrîla nasdikin vê wateyê baş dizanin, lê yên ku nasnakin bê guman wateya vê jî nizanin”.
Mereto, xwest destpêkê Ayhan Gorsê bi me bide nasîn û wisa behsa wî kir: “Ez encex dikarim Gorsê bi we bidim naskirin. Ji ber ku demên herî xweş û bi wate me bi hevre li eyaleta Dersimê derbas kir. Wê demê jî navê wî Gorsê bû. Gorsê dema hat Dersimê tevî ku nû hatibû jî bi awayekî zindî tevlî jiyanê dibû. Bi tevlîbûna xwe balkişand li ser xwe. Erdnîgariya Dersimê nasnedikir, lê demeke kurt de karî her derî baş nas bike. Pir bi meraq bû û dixwest fêrî hertiştî bibe. Neh sal li Dersimê ma. Em demeke dirêj di heman pratîkê de man. Di 97’an de di biryargeha Rojhilat de pevçûn derketibû. Wê demê gotin ku Gorsê şehîd ketiye, ez gelek bandor bûm, navê min Serhet bû, lê min navê xwe guherî û kire Gorsê. Piştre min bihîst şehid neketiye, ez gelek kêfxweşbûm. Em bi hevre di nava şerên giran de mezin bûn”.
‘Ti lewazbûn qebûl nedikir’
Mereto, pirsa me ya ku, hevalê Ayhan xwediyê kesayeteke çawa bû, bi hestên jidil wiha anî ziman. “Hevalê Ayhan her tim li herî pêşbû. Ji dilde bi berpirsyar tevdigerî. Li hember gel jî xwe berpirsyar didît û hertim digot em ji bo vî gelî çi bikin jî kem e. Gelê me layiqî xweşikbûn û azadiyê ye. Pir xweş dihate nasîn ango bi nav û deng bû, ev jî bi ked û tevlîbûna xwe avakiribû. Li her deverê hem fermandar hem jî şervan bû. Gorsê şexsiyeta dagirtina valatiyan bû. Ti lewazbûn qebûl nedikir û lewazî ji holê radikir. Ev yek jî ne bi axaftin bi pratîka xwe îspat dikir. Bi keda xwe mezin dibû û digihîşt nasnameya xwe. Bi vê jî hate heskirin û weke mînak hate nîşandayîn. Tevî ku ne xwendevan bû, lê xwediyê zanebûneke mezin bû. Ji ber ku pir bi mereq bû û hewldanên wî yên pêşxistinê xwe hertim li pêşbû. Bi vê jî xwe gihande asteke bilind. Pir durûst bû, referansa hêviyê bû. Ayhan gelek kûr difikirî. Di warê lêhûrbûn û xwe anîna ziman de demên borî hinek zehmetî kişand, lê dema hate Başûr û ji dewreya perwerdê de derbad bû û erkên hîna di asta jorde da ser milê xwe û herwiha ev zehmetî ji holê rakir”.
‘Hevaltiya rast pêkanîna felsefa Rêbertiyê ye’
Mereto, balkişand li ser girêdanbûna hevalê Ayhan ya bi Rêbertî re û wisa vegot: “Pir dixwest Rêbertiyê bibîne lê nedît. Hertim bi hêviya ku Rêbertî bibîne tevgeriya. Qasî ku Rêbertî fêmkir, wisa jî tevlîbûna xwe çêdikir. Dema ku Rêbertî kete bin esaretê, wê demê kete nava lêhûrbûneke kûr. Axaftina Rêber APO ya “hevaltiya kêm” li ser wî gelek bandor kir û li ser vê gotinê pir bi kûrahî rawestiya. Xwest vê ji holê rake. Hertim digot: “Me li kuderê şaşitî kir, girêdana me ya bi Rêbertiyê re di çi astê de ye, çima me nikaribû Rêbertî biparêzin, girêdanbûn çiye, me çima erkên xwe pêkneanîn?” Di encamê de digot: “Girêdanbûn di pratîkê de felsefa Rêber APO pêkanîn e, lê me ev nekir. Hertim me got em bi Rêber APO ve girêdayînê, lê me ev girêdayîn bi pratîkê re nekir yek. Kêmasiyên me bûn sedem ku Rêber APO bikeve bin esaretê”. Di eksenê parêznameyên Rêbertiyê de xwe perwerde dikir û wisa tevlî dibû. Girêdana wî ya bi Rêbertî re pir kûr bû û dixwest wî fêm bike. Wiha digot; “Bi koranî girêdan ne rast e. Ya girîng ewe ku felsefeya Rêbertî û girêdana vê felsefeyê bê fêmkirin û pêkanîn. Ya ku min bi hêzdike felsefeya Rêber APO a jiyanê ye. Ev jî baweriyeke mezin dide min. Hevaltiya rast jî pêkanîna felsefa Rêbertiyê ye.”
‘Hevaltiya rast bê ked nayê avakirin’
Rêhevaleke din a têkoşînê Diljîn Şirnex, rêhevaltiya ku hevalê Ayhan bi hevalên xwe re pêşxistiyê û watedayîna wî ya hevaltiyê wiha pênasekir: “Hertim behsa pratîkên Dersimê dikir. Pir bi Dersime ve girêdayî bû. Hevaltiya wî gelek bal dikişand. Hertim rihê hevaltiya Bakûr dida jiyandin. Bê fikar nêzîkî hevaltiyê dibû. Pir paqij bû, durust û dilsoz bû. Vê yekê dihişt ku heval hemû li dora wî kom bibin. Şervanên xwe fêrî hevaltiya rast dikir. Hevalên xwe yên şehîd ve gelek girêdayî bû. Hertim behsa wan dikir û dixwest wan bide jiyandin. Digot: “Wan hevaltiya şêrîn bi min dane naskirin, ez ê jî vê hevaltiyê bi we bidim naskirin. Hevaltiya rast bê ked nayê avakirin, dema ku te ji ber hevalên xwe de ked da, wê demê hevaltiya rast tê avakirin. Ked, bingeha her tiştî ye. Hedefa min a yekem ez ê dîsa biçim çiyayên Dersimê. Masî bê av nikare bijî û gêrîla jî nikare bê gel bijî”. Bi gel ve pir girêdayî bû û ji gelê Dersimê jî zehf hezdikir”.
‘Girîngiya perwerdê bi me da fêmkirin’
Hevala Sema jî weke şervaneke hevalê Ayhan, di derbarê taybetî û fermandariya wî de hest û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Cara yekem min hevalê Ayhan li Heftenînê dît. Piştî perwerdeya şervanên nû, ez derbasî yekîneya wî bûm. Pir rûkên bû, vê yeke jî gelek bala min dikişand. Gelek xwezayî tevlî jiyanê dibû û bi coş bû. Ji jiyanê pir hezdikir û ev heskirin di şervanên xwe de jî dida avakirin. Terzê wî yê fermandartiyê gelek baldikişand. Pir giringî dida perwerdeya şervanên xwe. Hertim digot: “Dema em tevlîbûn, derfetên me yên perwerdê kêm bûn, lê derfetên niha gelek hene, ji bo vê girîngî bidin perwerdê. Perwerde gelek girîng e. Mirov çiqas fêmbike hewqas dikare beşdar bibe.” Bi her hevalê/î re mijûl dibû û dixwest wî/wê pêşbixîne. Ji bo vê jî kedek mezin dida. Dixwest hevalên di bin berpirsyariya wî de di her warî de xwediyê nêrîn û helwest bin. Digot: “Pêwîste hûn ji bo pêşxistina xwe bi hêrs bin. Xwediyê ked bin, dema hûn kedê nedin, hûn ê nikarin xwe û hevalên xwe pêşxînin. Niqaşên we pêwîste hertim tijî bin. Ji nîqaşên vala dûr bikevin û demên xwe bi tiştên vala re derbas nekin. Dema xwe rast bikar bînin. Hûn îro vê nekin dema pêş hûn ê poşman bibin û bibêjin: “Çima di nava wan derfetan de me xwe perwerde nekir?” Ji bo ku hûn vê nebêjin girîngî bidin vê yeke.” Bi jiyanê re jiyan fêrî me dikir.
‘Dixwest têkoşîna jinê fêm bike’
Hevala wî ya tekoşînê Ronahî jî weke jinek nêzîkatiyên hevalê Ayhan ên di mijara jinê de vegot: “Min cara yekem hevalê Ayhan li heftenînê yekîneya Kêşanê naskir. Di zarokatiyê de tevlî bibû. Dema tevlî dibe têkîliyen xwe bi hevalên jin re gelek xweş e. Hevalên jin jî gelek jê hezdikin. Di nava şerên giran de hêza jinê dîtibû, ji jinê pir bawer dikir. Bi hevaltiya jinê ve girêdayî bû. Dixwest bibe hevalê jinê û têkoşîna jinê fêmbike. Ji bo vê ked dida. Pratîkên xwe yên demên borî hertim bi bîra xwe dianî û dikete nava lêhûrbûnê. Li hember jinê nedixwest bikeve nava şaşitiyan. Dixwest jin hîn bi hêztirbe û li hemberî desthilatdariya zilam têkoşînê bimeşîne.” Digot: “Weke Rêbertî dibêjê hûn nikaribin hêzbidin vê tekoşînê, lê hûn dikarin hember vê têkoşînê astengiyan çênekin! Ez astengiyan ticar çênakim, ji bo min ev esas e.” Li hember jinê gelek rêzdar bû. Hertim Bêrîtan û Zîlan weke mînak dida û dixwest hemû jin jî weke wan azad bijîn. Digot: “Bi têkoşînê re jin wê bigihîje azadiya xwe û hemû civakê jî azad bike. Lê pêwîste mirov ji têkoşîna xwe bawerbe û hertim li hemberî paşverûtiyên ku di şexsiyetên me de hatiye avakirin, bêhempa şer bike û helwdanên xwe xurt bike. Wê demê keda ku Rêber APO ji bo jinê daye watdar dibe.” Di nava artêşa me de xwediyê mîsyoneke cûda bû. Dixwest bibe bersiva demê. Têkoşîn dida da ku jiyaneke azad di tabûra xwe de ava bike. Dema dibêjin mîlîtanê demê, hevalê Ayhan tê ber çavên min. Mîlîtanê demên zehmet bû.”
‘Di nava berxwedana Zap’ê de xwedî roleke girîng bû’
Ji hevalên wî yên tekoşînê Sofi Mêrdîn jî ew wiha vegot: “Hevalê Ayhan xwedî tecrûbeyeke mezin bû, nexwest di vê operasyonê de li paş bimîne û bi israra xwe tevlî pevçûnê bû. Derbarê operasyona Zapê de gelek tişt hatin gotin. Hin jî berdewam in. Berxwedana Zap’ê gelek tişt dane guhertin. Yên ku ev operasyon berovajîkirin hevalên ku bi berxwedan şer kirin bûn. Yek ji wan jî Ayhan bû. Hevalê Ayhan dema hate Başûr min ew naskir. Demekê em bi hevre jî man. Dema opersayonê jî em bi hevre bûn. Hevalekî kevin bû, tektîka artêşa Tirk baê nas dikir. Rêxistin nas dikir, tecrûbeyên wî yên jiyanê pir bûn. Gelek bi coş bû, ev jî bi her awayî dida nîşandan. Derê ku ew lêbaya hertim kêfxweşî hebû. Piştî meha Sibatê hevalê Ayhan ji Heftenînê hate Zapê. Sedema hatina wî jî li ser esasê çûyîna Dersimê bû. Lê dema ew gihîşte Zapê, bi gihîştina wî re jî operasyonê destpêkir. Ji rêya dirêj hatibû, lê ti westandin nasnekir û got: “Ez ê jî tevlî vî şerî bibim.” Çû cihe xwe li eniya pêşde girt. Wir nasnedikir, lê ji bo wî nebû astengî, mîna ku bi salane li wire tevgeriya.”
Sofî balkişand liser biryarbûn, coş û keda hevalê Ayhan a di nava pevçûnê de û hest û dîtinên xwe wiha parvekir: “Hevalekî fedekar bû, ev fedekariya xwe di nava operasyonê de pir bi zelal danî holê. Di nava pevçûnê de xwedî roleke girîng bû. Di vê operasyonê de ji bo me hemûyan bi tevlîbûn, biryar û berxwedana xwe mînak bû. Roja ku şehit bû, wê rojê gelek êrîş li ser me çêbûn. Heya evarê cihe xwe berneda û hemû êrîşên ku li ser me hatin pêşxistin, bê êncam hişt. Êrîşên dijmin vala derxist û me êrîş bire ser dijmin. Me encam girt. Lê dijmin pir bi zanebûn êrîş dibire ser mewziya hevalê Ayhan. Wî her li ber xwe da û ji bo ku êrîşên dijmin bişkîne heya saet 9’ê êvarê bersiveke xurt da dijmin, wê demê şehîd ket. Em hemû gelek bi bandorbûn, lê me got wî ewqas li berxwe da, wê demê pêwîste dijmin li vir bi ser nekeve. Me hêza xwe hemû kire yek û dijmin vala derxist. Beriya hevalê Ayhan şehîd bikeve bi berxwedana xwe dijmin vala derxistibû. Dijmin vala derket, lê şehadeta hevalê Ayhan û hevalên din ji bo me wendahiyên giranbûn.”
‘Ayhan minakê mîlîtaniya PKK’ê ye’
Dr. Bahoz Erdal rihê tevlîbûn û berxwedana Zapê bi giyan û baweriya hevalê Ayhan wiha anî ziman: “Hinek hevalan li eniya pêş şer dikirin, hinek heval jî eniya paş girtibûn. Hemû hevalan zextekê mezin li ser me çêdikirin, ji ber ku dixwestin biçin eniya pêş. Hevalên ku di pevçûnê de birîndarbibûn israr dikirin mewziya xwe neterikînin. Vî rihê êrîşê ya hevalan bandoreke mezin li ser me çêkir. Ti teknîkên şer û artêşê nikarin vî rihê êrîşê têk bibin. Artêşa Tirk ev rih nehesibandibû. Li gorî xwe gotibûn “Em ê biçin bi teknîkên şer ên herî pêşketî wan tine bikin.” Çekên qedexe jî gelek caran bikar anîn. Hêzên xwe yên herî taybet û bi tecrûbe anîbûn Zapê. Lê wan hesabê hevalê Ayhan û hevalên wek Ayhan nekiribûn. Rihê PKK’ê, bîr û baweriya PKK’ê nehesibandibûn. Hunerê şerên gêrîla jî hesab nekiribûn. Li hember berxwedana gêrîla û hevalê Ayhan têkçûn. Hevalên me yên ku di şer de şehid ketin hemû di êrîşan de bi berxwedanî şehid bûn. Hevalê Ayhan mînaka berxwedana Zapê ye.”
Bahoz Erdal got: “Me ji bo çûyîna Dersimê hevalê Ayhan kişandibû biryargehê da ku em bi wî re bipeyîvin û wî bişînin Dersimê, lê dema operasyon destpêkir nehişt hevalên din biçin. Bi israr got: “Ez ê biçim”. Li eniya pêş de çû pêşiya dijmin girt û heya şehid ket jî şer kir. Derê ku dijmin pir bi dijwarî êrîş dikir, li wê derê cihê xwe girt. Qobra cihe ku ew lê bû, li wir ket. Çekên giran jî li cem wî tinebûn, tenê kileşa wî hebû. Moral da wê eniyê û hemû heval bi helwesta wî hêzgirtin û wisa jî şer kirin. fermandar bû, bi axaftinên xwe yên cîhazê moral û bawerî da hemû hevalan. Yê ku plana êrîşê dikir û heval dixistin nav tevgerê ew bû. Hevalê xwe parast lê xwe neparast. Ger xwe biparasta şehîd nediket. Pir bi germî li ser dijmin de çû û nekete nava ti fikaran. Hevalê Ayhan minakê milîtaniya PKK’ê ye. Yê ku di vî şerî de bi serket rihê milîtaniyê bû. Keda hevalê Ayhan û şehidên din nebûya, dibû ku me li Zapê de ev encam negirtibûya. Rola hemû hevalên şehid zehf li pêş bû. Xwediyê kedeke mezin bûn. Bi tevlîbûn û seknandina xwe ya berxwedanê dijmin têkbirin. Di vê operasyonê de rihê PKK’ê bi serket. Sembola vê giyanê jî hevalê Ayhan e.”