Seknekê Têkoşer Wê Tundiya Li Ser Jinê Têk Bibe

0Shares

Di qirna 21’emîn de pergala sermayedar û birdozî roj bi roj ber bi qeyranek global ve diçe. Bi her alî ve qeyranên aborî, siyasî, leşkerî, civakî, çandî û dîrokî bi awayekê kûr jiyan dike. Di van qeyranan de hêzên hegemon di nav pêşbirkek serkeftina desthilatdariya xwe de ne. Her çiqasî jinê li dijî demokrasî û azadiya gelan û berxwedaniya jin wek xeteriyek dibînîn û wek eniyek dijber digrin dest her wiha li hember pêşxistina berjewendiyên xwe asteng dibînîn û lê di nav xwe de jî şerekî ku yek xwe li ser yekî din bi hêz bikin didin meşandin û hemû xwedî armanca xurtkirina desthilatdariya xwe ne. Dixwazin desthilatdariya xwe biparêzin. Hewil didin îktîadara xwe û emrê xwe dirêj bikin. Ev rewş carek din me bi vê rastiyê re rû bi rû dihêle ku pergala mêr ya deshilatdar û pergala sermayedar a global ji bo ji vê rewşa qeyranê rizgar bibe bi rehendên lîberalîzmê ya olperestî, zayendperestî, netewperestî, zanistperestî çargavî dibaze û civakê xistiye nava pencê xwe yê herî har de. Bi van rêk û rêbazan li dijî gelan şer îlan kiriye. Civak û jin xistiye qefesa xwe de û kiriye dîlê pergala xwe. Tiştê herî xeter di vê qirnê de em dijîn ev rewş e. Ev amur bi awayek pir xeter li ser civakê tê bikaranîn. Belavkirina şewba korona, teqîna mezin a li Beyrûtê, asta kuştinên jinan, xwekûjiyên jinan, destdirêjiya zayendî, şewitandina erdnigariya Kurdistanê û êrişên ekolojîk, her wekî din bi van rêyan li ser civakê qirkirinek fîzîkî, çandî û guhartina demografya dixin armanca xwe de. Di van êrişan hemûyan de yê herî zêde dibe qurbanî jin û civak e. Ji her wextekî zêdetir pirsgirêka azadiya jinê, kuştin û destdirêjî gihiştiye lutkeya herî bilind. Ji ber ku timî jin ji bo xwe û destihilatdariya xwe wek gefekî mezin dibînîn.

Di sedsela 21’emîn de jî şerê cîhanê siyemîn, beşekî mezin ê vê şerê li ser jinê tê meşandin. Hişmendiya mêr û netewperesiya dewletperestî, olperestî û zayendperestî dibin yek û di hemû milan de êrişî jiyana jinê dikin. Di şexsê jinê de dixwazin jiyanê bê wate bikin, bê çavkanî bihêlin û manewiyata jiyanê têk bibin. Hewil didin çanda gelan têk bibin, nirx, ehlak û darêzên civakê tine bikin. Di bingeh de jiyanê dikujin û çavkaniyên herî xurt ya vê jînê zuha dikin. Çima ewqas pirsgirêk di dema Korona de zêde bû? Herî zêde bi vê nexweşiyê re destdirêjî û êrişên li ser jinê zêde bû, dewlet jî vê yekê wek firsendekî dît û besleme kir. Di vê serdemê de rastiya mêr a desthilatdar bi bûyerên ku rû da, zêdetir derket pêş. Dewlet vê yekê wek çekekî bikar tîne û bi vî şêwazî hewil dide civakê bê nefes bihêle. Kuştina Pinar Gûltekîn, destdirêjiya li ser zarokekî ya li Şirnexê, dîsa buyera tecawûzê ya li Batmanê ku ji aliyê uzman çavuşek Tirka li hember keçekî Kurd rû da ne ji rêzê bû. Ev yek di bingeh de êrişekî bi plan a pergala dewletê ye. Ger ne wisa bûye piştî xwekujiya keça ku rastî tecawûzê hat, uzman çavuş serbest ne dihat berdan. Êriş bi awayekî pergalî tê meşandin, tecawûzkar destdirêjî dikin bi rûmet û nirxên civakê dilîzîn dewlet jî wan tacîdar dike. Her wekî din du jinên ku ji Efrînê xwestin derbasî sînorê Bakur bibin, rastî destirêjiya leşkerên Tirk ve rû bi rû man. Li Dirbêsiyê dîsa jin tên kuştin. Her roj agahiyên revandin û tecawazûzkirina jinên Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî dikeve rojevê. Dewleta Tirk cihê ku dagir dike, li wê derê çanda tecawûzê normalîze dike û vê yekê ji xwe re heq dibîne. Her wisa tarîkatçiyek destdirêjiyê li ser keçek 12 salî dike, lê bertek nîne, dewlet xwedî li tecawûzkaran derdikeve. Heman wext PDK’ê kesekî ku tecawûzî zarokek 8 salî kiriye berdide, tu hesab jê nayê pirsîn ev hişmendî hişmendiya çanda tecawûzê ya bi hezaran sala ye. Di bingeh de destdirêjî tenê li ser bedena jin nayê kirin, li ser ramana wê, derûniya wê, şêwazê jiyana wê aboriya wê, çanda wê, rihê wê di her alî de dorpeçek destdirêjiyê li ser jin heye û di şexsê jin de tiştê dixwazin bikin, xistina civakê ye. Li Bakûrê Kurdistanê di salekî de deh hezar jin hatiye qetilkirin û evqas jî rastî tûndî û êrişên serweriya mêr hatine. Di encama vê hişmendiya tecawûzkar û tundî de, dewleta Tirkiyê hewil dide xwe ji hevpeymana Stenbolê bikşîne, ji bo zemînê kuştin, destdirêjî û tundiya li ser jinê têk neçe çi ji destê dewleta Tirk tê dikin, cîhan hemû pêş de diçe lê hişmendiye AKP’ê bi vê hişmendiya xwe ya desthilatdariya Îslamgîr Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê aniye qerexa kendalan. Tiştê herî zêde civak li ser lingan digre û nahêle ji hev bifilite pîvanên ehlaqî ne, dewlet ji bo vê civakê ji hev belav bike bi hemû normên ehlaqê civakê dilîze û nifşekî ji çand û exlaqa civakê bêpar perwerde dike.

Dewlet û hişmendiya faşîzm êriş û destdirêjiya li ser jin wek tewanek nabîne, berovajî rewa nîşan dide û kesên wisa bi tu şêwazî nayên darizandin, ger werin darizandin jî ji ber bertekên civakê tên darizandin û piştî demekî cardin tên berdan. Ev hişmendî di her wextekî de xwe di hişmendiya PDK’ê de jî dide pêş. Him kuştinên tên jiyîn, him jî destdirêjiyên tên kirin roj bi roj zêde dibe, ev jî hişmendiyek netewperestiya paşverû ye. Herî dawî keçek Êzidî ya bi navê Hêla ku du salan di destê DAIŞ’ê de mabû, piştre ji destê wan rizgar dibe lê dema derbasî Başûrê Kurdistanê dibe ji aliyê PDK’ê ve tê girtin. Nêzî du sal di destê PDK’ê de ma herî dawî PDK’ê bi hişmendiya xiyanetkar û netewperestiya paşverû ve xwest vê keça Êzidî bi pêşmergeyekî xwe ya di destê de PDK’ê de biguhere. Ji ber bertekên civaka Êzîdî neçar keça Êzîdî berdan û wekî tiştek nebûye tevgeriyan. Di bingeh de ev nêzîkatiyê PDK’ê helwesta wan a li hember jinê nîşan dide, di hişmendiye PDK’ê de nirx dayîna jinê ewqas e. Her wiha jinên ji destê DAIŞ’ê rizgar dibin bi mabesta tedaviya derûnî û fîzîkî dişînîn Ewropa û ji bo xwe dikin amurekî bikaranînê. Civaka ku ji fermanê rizgar bûye carek din bi van helwestan civakê ji ferman û qirkirina çandî derbas dikin. Dema mirov vê rewşê mêyze dike dibîne ku rewşa jinê ji her wextê zêdetir bûye pirsgirêka girêka kor û her roj em bi pirsgirêkên jinê re rû bi rû dimînin. Ji bo vê jî Serokatî dibêje ku qirna 21’emîn wê bibe qirna azadiya jinê.

Ji ber pirsgirêkên jin gehiştiye lutkeya herî jor, pêwistî bi çareserkirina van nakokî û pirsgirêkan heye. Pirsgirêka jin bûye bingeha hemû pirsgirêkan. Her wextekî zêdetir çareserî xwe ferz dike. Çareserî jî paradîgmaya Serokatî ya ku ji bo azadiya jinê pêşxistiye ye. Wê ev paradîgma ji bo hemû pirsgirêkan bibe riya çareseriyê. Paradîgma çiqas biherike jiyanê wê ewqas hevpariyek jinan ava bike, hêvî û baweriya jinan xurt bike. Di tekoşîna azadiya jina Kurd de û di pêşengtiya şoreşa Rojava ya jinê de nasnameya jin a îdeolojîk, a rêxistînî, ya parastinê, civakî û çandî bi awayek şênber derket pêş û hişt bibe hêviyek. Ev tekoşîn bû çirayek timî pêxistî û astekî gerdûnî bidest xist. Eger jin îro bi wêrekî li her cîhekî tekoşîn dike, refleksê xwe derdixe pêş û rêxistiniya xwe ava dike li dijî pergala desthilatdar hêza xwe ji tekoşîna Kurd digre û ji xwe re referans digre. Ev bi awayek pir şênber li Rojhilata Navîn û tevahî Ewropayê derdikeve pêş.
Îro bi taybet li çar parçê Kurdistanê jina Kurd tekoşîn dike, şer dike taybet di berxwedaniya Heftanînê de li dijî pergal û hişmendiya desthilatdar berxwedaniyek bi vîn, xurt berxwedaniyek bê hempa pêşdixînîn û tola tecawûzkaran hildidin. Seknek berxweder, hevgirtî, li dijî êrişên serweriya mêr, bi parastina hevdû wê ev hişmendiya tecawûzkar û tûndîya li ser jinê têk bibe û wê roj ji bo jinê hilaveje.

Lawa Elî

Attachment