Dema her tişt ji min re tê pêşkeş kirin, ez qasî pêdîviyên xwe digrim. Pîlot jî digot, “bira ez koma te xwedî bikim, em vê çalakiyê bikin, wê çalakiyê bikin.” Û digot, “ez ji kûr bînim ezê diravan peyda bikim.” Min digot, “bila bimîne.” Yanî her tiştekî ku me di çerxekê de tune bike çi hebû anîna wan pêşniyar dikir. Û jinê jî deqe bi deqe dixwast min bixwe, bixe, tune bike û bikuje.
Her dema wê şer bû. Şûna ku ez jiyaneke wisa qebûl bikim, min rojê bi hezar caran mirin digirt pêş çavan. Ev li hemberî rastiya jinê pir bi wate bû.
Lê belê di wir de şerekî mayîn û nemayînê hebû. Niha pergalê xwast li min bide, him jî bi kesayetên xwe yên di asta herî bilind de xwedî bandor in. Şerê giyanî û şerê li dij pergalê.
Dilê min jî hebû, pêwîste were fêmkirin. Giyaneke min jî hebû, weke mirovan ajoyên min jî hebûn.
Planên rejîmê hebûn. Digotin, “em bi malbatê ve bidin girêdan û bikin malê dewletê yê herî baş.” Zilam jixwe ev yek gotibû. Daxuyaniya wî heye. Mirina min dê ji bo wî zerar bûya. Ji bo min bikin kerekî baştir, qaşo planan peş ve dixin. Bi rastî jî ev nêzîkatiyeke ji kuştinê xetertir bû. Tuyê mirov carekê bikûjî û dê ew xelas bibe û vê dixwast min her roj bikuje û li gor xwe bide meşandin. Niha jî ev hestekî erzan û pêngaveke erzan nîne. Giyana min a wê demê û ramanên min, şayîşên min, fikarên min, derfetên min û bêderfetiyên min, sebir û rika min çi ye?
Vaye di vir de ramana ku min bi rê ve dibe, bûyera ku min gotî heye. Di wê gavê de her gav min dikarî ez giyana xwe bifroşim. Ji ber ku jina hêzdar heye, dirav hene, hêz heye, hereşe heye û hemû derfetên jiyanê yên ku pergal pêşkeş dike hene. Wê gavê ji bo ku ez wenda nekim tenê tiştek pêwîst e, tiştê ku min weke armanc bi nav kiriye. Dema ku pêwîst bike ezê van hemûyan qurban bikim. Lê belê ezê radest nebim. Û ezê bi wan ve neyêm girêdan. Hindekî din dema di asteke pir ketî de dibûn dîlê hindek fêrbûyînan ez bi dewletê ve nehatim girêdan. Weke ku ez nehatim girêdan, yek jî min taktîk pêşxist û ev yek pir erjeng bi kar anî.
Pir eşkere ye, dema ku ez bi ser vê têkiliyê ve çûm, aliyên bi fikar hene û gelek gotin tên pêşxistin. Di sala 1925’an 1940’an malbateke ku di hemû serhildanên Kurdan de rola hevkariyê lêyîstiye. Heta ku bi damezrînêrên dewletê re di nava girêdanên pir nêzîk de ne. Ev jî ji malbateke wisa hatiye. Bi serê xwe têkiliyeke gumanbar e. Hetanî dawî ketina rewşeke riskdar e.
Dema ku me ew kişand nava komê pêwîste me bi vî rengî dest pê kiriba. Lê çima me ew girte nava koma xwe û ez rasterast jê re dibim piyê pêş? Jin yeke wisa ye ku, divê di nava çepgirên Tirkan, CHP, Dev-Yol an di nava komeke wisa de divê bi cih bibe. Em dest diavêjin wê, yan jî çima ew dest diavêje me? Heta gelek berendamên koma me jî zêde hiş bi ser vê têkîliyê de nabin. Yanî him takekesê malbateke di serhildana Kurdan de xwedî roleke xirab e, him jî keseke ku divê di cihên din de xwe bi cih bike, çima em dixwazin bigrin pêş? Silametiya koma me mijara gotinê bû û hîna sedemên dîtirê jî dikarin werin rêzkirin. Em, komeke ji ciwanên kedkar an jî proleter saz dikin. Diviya ku me ev yek bingeh girtiba yan jî diviya ku bingehê çîna wê bingeh girtiba, lê di vê xalê de têkîliyeke wisa dîsa balkêş e. Ji aliyê silametiya komê ve di wesfa şayişî de ye, lê heke bal bê kişandin jê re eleqeya me pêş ketiye.
Meraq e. Wisa em dibêjin, “ma dê çi bibe, em wê jî tevlî komê bikin.”
Divê mirov di aliyê derûnî de jî bi dest bigre. Jê re eleqe tê nîşandan, yeka baş e, sosyalîst e, bi esas Kurd e, hindekî zana ye, weke jinekê jî dikare bibe mînakeke baş ûhw… Ev nêzîkatiyeke derûnî ye. Dibe nêzîkatiyeke siyasî-psîkolojîk. Heta wisa dide hizirîn jî, “dibe ku ajan be yan jî dikare me hetanî dewletê bikişîne?” lê li dêrê tiştê ku divê baş were fêmkirin ew e: esas dewsa reva ji rastiya civakê meraqa bi ser de çûyînê yan jî hebûna têkîliya wê derdikeve holê.
Vekiriye ev kes, ji aliyê malbatê ve, ji aliyê kes ve ji nava bûyera Kurdan tê. Bi dîroka xwe ya di serhildana Kurdan de pir bi rewşeke xeter derdikeve pêşberî me. Dibeje, “ez çepgirim”, heta dibêje, “ez sosyalîst û Kurd im.” Wê demê kesê tekoşînêr dibêje, “ev kî ye, em vê fêm bikin.” Yanî şêwaza min şêwazeke tekoşîniye, ev yek niha pêtir tê fêmkirin. Her çiqas em dikişînin nava komê jî, rast weke berendamekî hevaltiyê ne, tê fêmkirin weke kesê li dij tekoşîn bê meşandin nêzîkatî tê raberkirin. Ji bo ku kom li gor diyalektîka Kurdistanê were avakirin destpêkeke pir girîng tê çêkirin.
Esas heke em ji endamên komê yên dîtirê re berdin, dê di heman demê de biqewtînin. Lê şêwaza ku em bi rê ve dibin, heke kesekî tekoşînê pêş çav bigre; dê bibîne ku weke ku têyî hizirîn xeter nabe, dê tekoşîne encamê diyar bike. Li hawirdora Enqereyê, di heyameke bandoriya çepgiriyê de, bi navê Kurdistanê em komeke wisa dadimezrînin. Û li beramberî me, weke ku min gotiye, heke em ji keseke ku di serhildanên Kurdan de roleke dijber lêyîstiye, xwe çepgir û Kurd dide nasîn re têkîlî raber nekin, ev nayê wateya şarezayiya me ya polîtîk. Her wiha kesayet bi xwe bi rola seroktiyê tevlî jiyanê bûye. Malbat malbateke serokatiyane ye. Li Kurdistanê hevkarî serdest e. Belkî ji çend malbatên serdest yek jê ye yan jî li gor serdemê ev yek wisa ye. Sedema tercîha wê ya çepgiriyê, ji ber pêvajoyê ye ku dibêje, “heke tu dixwazî bibî xwedî bandor dibe ku bibî çepgir.” Heke çepgiriya wê yan jî nêzîkatiya wê ya ji pirsgirêka Kurd re nebe, weke berendameke serokê ciwaniyê dê qet şensê wê tune be. Her wiha ji ber berdewamiya statuya xwe ya berê be jî dê pê re mijul bibe. Û çavdêriyê dike. Koma herî pêşketî kîjan e? Hawirdora herî pêşveçûyî kîjan e? Ku der bûya dê xwe bisparta wê derê. Bi wê wateyê, rastiya xwezayî ya tekoşînê û azweriya desthilatdariya hevkarî ya li Kurdistanê hatiye sepandin, di kesayeta xwe ya beramberî me de eşkere derdikeve holê ku dê bi hêsanî dev ji taybetmendiya xwe ya rêbertiyê bernede.
Ya me jî li ser bingehê çinayetiyeke nû û sosyalîzmê bi ser de çûyîna me heye û ev, dibe li dij derketin û bi vê teşeyê ve bi şêwazeke nakok rewşa derketina komê çêdibe. Di serî de em di nava komê de tovên tekoşîna mezin diçînin.
Esas ev yek di gelek têkîliyên min de wisa ye. Hema ji bo her tevlîbûnê dibe şêwazeke destpêkirinê. Bêyî ku ez cewaziya çînayetiyê bikim bangewazî dikim. Lê ez bi ser aliyê kedê û serokatiya kedê ve diçim. Ev şêwazek e û rastiya wê tê fêmkirin.
Di nava partiyê de tekoşîn şert e.
Ev di mao de cuda pêş ket. Di lenîn de cuda pêş ket. Weke encam heke tu tekoşîna nava partiyê rast bi rê ve nebî, weke reel sosyalîzmê encax dikare 70 salan bi rê ve bibe. Li çînê jî heke wisa bi rêve biçê dê çêbe. Bi kurtasî heke di rêxistina pêşeng de bêyî eman tekoşîn neyê meşandin, di nava têkîliyên pêşêng de zexmtir û pisporaneyî nayê meşandin, şoreşek dikare 70 salî piştre wenda bike. Û weke tê zanîn wenda kir. Ji ber vê yekê nîha ji roja yekemîn ve her derê belav kirina me, wisa destpêkirina me dibe nêzîkatiyeke Mahîrane. Ma ez pispor û Mahîr bûm? Na. Weke şêwazeke fêrbûyiyane yan jî şêwazeke nêzîkatiyê ye.
Esas ez ewqas jî amade nebûm. Ma ez dikarim encamên vê rabikim? Lê li gor min ez ji xwe bawerbûm û min dikarî ez rabikim. Nêzîkatî heke hindekî dîtir werin lêkolînkirin, dê were dîtin ku ez dixwazim, deriyê tekoşînê vebikim, deriyekî dîrokî vebikim, dewsa sergirtina bûyerên dîrokî, ez dixwazim vebikim, dewsa serî tewandina li hember vê têkîliyê ji wê re dikê vebikim an jî ji wê re bibêjim, “fermo, tu çawayî?” û dema ez vê yekê dikim jî bi dirûstî û niyeteke baş dikim. Ma tu çepgirî? Keremke pêwîstiyên çepgiriyê pêk bîne. Ma tu Kurdewarî? Fermo pêwîstiyên Kurdewariyê. Ev nêzîkatî pir rişt û lihevhatî ye, di asteke herî pêş de li gor guncawiya taybetmendiyên armanc in, nêzîkatiyeke di cih de ye. Li ser vê bingehê hest jî dibin. Ji hestan re jî rêz û eleqeyeke ji dil tê raberkirin, ev yek nayê kêmkirin. Her wiha ev jî aliyeke tekoşînê yê girîng e.
Têkîliyên ku di asta bilind de nehatine bidestxistin tu rûmeteke wê ya bilind jî nîne. Di van têkîliyan de pêtir radest girtin û radestbûna hev heye. Mînaka min vê yekê pir balkêş eşkere dike. Ji ber ku di aliyê netewî de divê em hesab bipirsin. Ez bi vê têkîliyê re di aliyê çînî de ez hesab digrim, aliyê zayendî de hesab digrim û di aliyê çandî de hesab digrim. Ka dibêjin, te bi serê xwe bela da rûniştandin, vaye rewşeke wisa ye.
Bi giştî di têkîliyên jin-zilam de lihevhatinek heye. Tê gotin, “ez gelekî ji te hezdikim, erjeng hezdikim. Evîna min, te diecibînim…” an jî, “me hev dît, em li hev hatin û em bûn cotek.” Ma ev yek wisa ye? Carekê ma têkîlî li ser bingehêke azad e?
Ji ber ku, ev ji bo şerekî pêwîst e.
Ya pêk tê desthilatdariya zilam û koletiya jinê ye. Jixwe ev şêwaza yekbûnê li serê partiyê dibe bela. Gelek kirêtî û koletiyê vedişêre. Bêrêxistiniyê vedişêre, bêtekoşîniyê vedişêre. Gihiştina lewaziyên erzan, dibe qedîna erzan a zayendîtiyê. Hevgirtina lêwaziyên erzan dibe bêrêxistiniyê, bêtekoşîniyê û berbi bêsiyasitiyê ve dibe. Dema ku tê artêşbûnê jî, jixwe berbi tûnebûnê ve dibe. Li gor têkîliyên wisa tê avakirin encam bi pêş dikeve. Pir balkêş e, hindek ji bo hev ketine nava partiyê. Armanca siyasî, civakî û leşkerî bi aliyekî ve berde, keç û kurên ku di malbatê de tengav bûne hev girtine û hatine nava PKK ê. Dema ku yek diçe ya din jiyan nake û xwe dikuje. Yan jî dema ku ew têkîliya takekesî ya ew dixwaze nebe, xwe dikuje. Weke ku bêşarezayî ye tevdigere. Bi wateye ku ev kêmanî di destpêkê de hatiye kirin.
Niha di têkîliya min de çima wisa nebûye? Têkîliyeke hetanî qonaxa dawiyê bi nakok û têkîliyeke ku tekoşînê ferz dike. Bi rastî jî di hundirê wê de tekoşîneke pir mezin heye û tekoşîna îstîxbarat û sîxuriyê jî heye. Ez wê jî li ser zêde dikim. Xwe serokê siyasî dizane û yek jî ji bo xwatirê wê tekoşîneke wê heye.
Sazbûneke cewaz a siyasî û tekoşînî çêdibe. Ji aliyê çandî ve cewaz e, ji ber vê yekê jî tekoşîneke çandî û wêjeyî dê çêbibe. Ji ber ku cewaz e û wisa xwe ferz dike. Statuya wê ya civakî bi serê xwe tekoşîneke çînî ye. Yek jî hindek pîvanên ku jinayetî li gor xwe disepîne hene û ev yek dikare bibe tekoşîneke mezin a di navbera zayendan de.
Di vê mijarê de ji bo ku ez nebim kesayetekî demî çi pêwîst dikir? An diviya ku ez serê xwe bitewînim ( ku rewşa serî tewandînê de jî ezê bi gelek teşeyan bi binketibama). Yanî hun ji bo ku hêza li hevkirinê ya zayendîtiya erzan û hestyariyê bi dest bixin, esas keç ji kur re, kur jî ji keçê re serî ditewîne. Ev ji bo we rawe ye. Lê ji ber ku min pêwîst dît ez hindekî xwe biparêzim vê yekê rê ji tekoşîneke mezin re vekir. Me fêm kir. Vaye li gor sosyalîzmê têkîlî, vayê pîvanên rêxistinê, vaye şêwaza propagandayê û vaye pîvanên cur be cur ên azadiyê û wekheviyê. Tu carekê dinihêrî ev nayê pêk anîn. Ji ber ku ya li hember ji bo serokatiya Kurdistanê dilêyîze. Ji desthilatiya zilam zêdetir, bi kar anîna ketîbûna jinê lîstokeke pir erzan a jinê dike, di hundirê xwe de dihizire ku li komê desthilatiyê pêk bîne. Piştre jî derket holê ku qelsiya zilamê Kurd a pir kûr girtiye, hemû hevalên min ên ku li derûdora min pir bi nirx bûn bi wî şêwazê nêzîkî wan bûye.
Di vê navbêrê de em Kemal Pîr bi bîr bînin. Ew ji zû ve pê hesiyaye ku, ew bêyî ku di vê komê de bixebite, bi ihtimaleke mezin bi taybetmendiyên xwe yên jintiyê ve dixwaze komê bike bin bandora xwe. Qaşo hîna di heft-heşt saliya xwe de li gor pîvanên feodal û hevkariyê weke serokekê hatiye mezinkirin. Statuya civakî bi tevahî wê disepîne seroktiyê. Çi têkîliyên wê bi kedê ve tuneye. Bihizirin him pîvanên xiyaneta netewî û him xiyaneta civakî û him jî taybetmendiyên dijberî civakî yek jî serokatiyeke ku ji taybetmendiyên jiniktiyê ve hatiye afirandin. Û ev wisa bi plan û amade tê nava komê. Em jî ji her alî ve xwedî rewşeke nebes in. Ji aliyê civakî ve, hatiye parvekirin çi amadekariyeke rişt a serokatiyê nîne. Dîsa aliyê naskirina jinê jî tune ye. Di derbarê zilamek divê bibe zilamekî çawa de jî, hîna gumanên min hene. Hîna weke zilamekî min xwe bi pîvan amade nekiriye. Hindek gelemperiyaneyî û li ser çawanî pêşvexistina kar hîs û hizrên min hebûn.
Di vir de ya girîng, rewşa ku gelek kes di biçuktiya xwe de ketine nav, xwe nexistina min a wê rewşê bû. Ew rewş çi ye? Vaye weke ku em hêsanî evîndar bûn, em li hev hatin, me li hev kir, rewşeke wisa nabe. Em li hev nehatin ku! Dîsa nêrina van hevalên me digotin, “em lêbixin û biavêjin.” Hindek endamên hêja yên koma me, di temeneke pir zû de bi şêweyeke herî tund li cezakirinê dihizirîn.
Kemal Pîr û hevalê me cemîl bayik digotin, “hevalê me çawa tehemula vê dike û divê em vê hema bikujin.” Li hember ev heqareta mezin tu zilam nikare li ber xwe bide. Ev darezîna demekê ye, lê di encamê de digotin. Tiştekî ku hevalê me dizane heye, em xwe têkil nekin û di navbera xwe de guftugo kiribûn û kemal piştî berxwedana xwe ya mezin bi şûn ve dema ku şehîd dikeve dibêje, pêwîstiya ne jibîrkirina wê jinê divê misoger bê zanîn û heke pêwîst bike divê were cezakirin. Kûrahiya wê ez nizanim. Lê taybetmendiyeke girîng a wesiyata wan ev e û wisa pêş dikeve. Ew, dihizire ku belkî ez dê ji baskê ve bibin û bikevim. Bêguman li gor wî ez hevalekî wî yê nirxdar im. Kemal şervanekî baş bû û erjeng li ber xwe da. Erê, baweriya wî ya bi berxwedan û serkeftina min pir bilind e. Lê dihizire ku bi riya wê jinê gengaze ez bikevim an jî ji ber wê xeterê pirsgirêkek were serê min. Û di wir de pêwîstiya ne ji bîrkirina wê dibêje, ku nêrîneke di cihê xwe de ye. Lê ez jî ne di rewşeke wisa de me ku bi hêsanî bin bikevim. A rast ew jî dibêje heval dizane, lê dîsa jî ji diyarkirina van paş ve namîne.
Erê nêrîna hevalên me yên zu cezakirinê, diviya ku rastbûya? Piştî wê derkete holê ku, dê neşiyariyeke mezin bûya. Hema hema dewlet temsîl dikir. Me bi wê re arîstokrasî, hevkariya feodal girtiye bin kontrolê. Dibe ku di destpêkê de ne ewqasî bi zanebûn bû. Lê bi wate hîsdarî bûn. Me azadiya jinê girtiye bin kontrolê, heke ku em xwe berdin, her weke ku emê xwe ji wijdana rejîmê re bihêlin. Bi xwe ji niha ve, bûyereke mezin e ku ez bawerim vegeriyaye rewşa têkîliyeke bingeh a dewletê ku dikole.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike