Beriya her tiştî em berxwedana dîrokî ya gel û şervanên YPJ û YPG’ê ya li Bendava Tişrînê silav dikin.
Artêşa Tirk a dagirker ev demeke li Bendava Tişrînê komkujiyan li gel dike, ji xwe re weke mafekî dibîne ku bi her awayî polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan bimeşîne. Lê belê di sedsala 21’ê de Kurd êdî veguherîne Hêzeke mezin û Kurdên berê nînin. Îro radestiyeke welê ya Kurdan heye ku xwe diparêze, haya xwe ji xwe û hêza xwe ya parastinê heye. Weke Kurd me hebûna xwe dan qebûlkirin û em gelê herî qedîm ê vê xakê ne. Êdî em ê nehêlin ku kes li ser me hesaban bike. Yên ku vê qebûl nakin îro li çar parçeyên Kurdistanê êrîşan dikin. Êrîşên li ser Bendava Tişrînê jî dewama vê polîtîkaya qirkirinê ye. Li hemberî vê yekê bi pêşengiya YPJ, YPG û QSD’ê berxwedan û têkoşîneke mezin tê kirin. Wezîfeyek e ku li hemberî van êrîşan rûmeta mirovahiyê bê parastin. Em jî weke gerîlayên YJA Starê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li tunelên şer li ber xwe didin. Ne tenê li çiyayên Kurdistanê yan jî li Bendava Tişrînê li tevahiya cîhanê Kurd û dostên wan ên li dora îdeolojî û felsefeya Rêber Apo civiyan e, li ber xwe didin û têkoşînê mezin dikin.
Ruhê berxwedanê yê gel muazzam e. Çawa ku weke gerîla em li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi ruhê fedaî li ber xwe didin, îro jî ev ruh li Bendava Tişrînê bilind dibe. Li dijî artêşa Tirk a faşîst û dagirker, ruhê berxwedêr û fedaî yê gel ku xaka xwe diparêze, wê me bi ser bixîne. Rabûna li ber hebûna artêşa Tirk a dagirker a li ser vê xakê, sekneke mezin a rûmetî ye. Divê em ji bo jiyaneke azad şer bikin. Li dijî artêşa Tirk a dagirker em bi biryardariyeke mezin li ber xwe didin, gelê Kurd wê ti carî serî li ber van êrîşan netewîne. Ruhê Kurdan, ruhê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ye.
Sekna bi rûmet a dayikên şehîdan a li hemberî dijmin û gotina ‘Em ji mirinê mezintir in’ moral û wêrekiyeke mezin dan me. Ev sekn wê dîrokê binivîsîne. Weke jin gelekî girîng e ku haya me ji hêza me hebe û li dijî dijmin xwedî seknekê bin. Çi li Rojava çi jî li Bakur, Başûr an jî Rojhilat, dayik hemû dayikên me ne, em jî ewladên wan e. Em zarokên vî gelî ne. Şerê li hemberî heman mejî heman armancan jî bi xwe re tîne û em di oxira vê armancê de şer dikin. Ev şer wê bi ser bikeve. Ji tunelên şer heta bi tunelên berxwedanê yên li Bendava Tirşînê û Qereqozaxê serketin wê ya me be.
Teqez, şoreşa ku di sedsala 21’ê de bi pêşengiya jinan hate kirin, wê gelê Kurd azad bike. Rabûna li ber êrîşên faşîst di heman demê de şerê li dijî mejiyê serwer ê mêr e. Berxwedana li Bendava Tişrînê hate kirin daxwaza me ya ji bo têkoşîneke hîn bi biryar û lêdana li artêşa Tirk a dagirker hîn zêde dike. Ev berxwedan divê ne tenê li Tişrîn û Rojava be. Ev berxwedan divê li çar parçeyên Kurdistanê li her derê belav bibe. Kurd divê bi temamî tevlî vê berxwedanê bibin û li her devera ku lê ne li dijî artêşa Tirk a dagirker şer bikin.
Esmer Salar-Dîren Çekdar