ŞEHÎD NIRXÊN HERÎ MEZININ

0Shares

Rêber APO

PKKyîbûyîn mîladeke hemdem  hilatina Kurd  a Kurd e, min ti car ji vê yekê guman nekir. Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hînê amator jî nebû, di Nîsana sala 1973 de li peravên Bendava Çûbûk a Enqerê geh li şipiya û geh jî rûniştî guftûgo dikirin û bawer dikirin ku ger wek komeke cuda ya Kurdistanê tevbigerin rast e, sedema vê yekê jî yekem car wek sirrekê dianîn ziman û digotin Kurdistan welatekî mêtingeh ê klasîk e.

Ev koma piçûk a ji şeş kesan pêk dihat, bi eşkerekirina vê sirrê dest bi karê xwe kir. Şêwazê berê yê yek bi yek eşkerekirina rastiyan wergeriya şêwazê pêkanîna civakê û mirov dikare vê yekê wek yekemîn destpêkê binirxîne. Ev şêwaz taybetiyek wê hebû ber bi rêxistinbûyînê ve dibir. Kom di salên 1974, 75 û 76 de li bin banê ADYOD (Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqerê ) hat pêşxistin. Me bi avakirina partîbûyînê bersiva şehadetê da. Di dawiya heman salê de min li Dîlokê pêşnûmeya bernameyê amade kir

.Di PKKyîbûyînê de rola bingehîn a min dixwest ez bilîzim, eşkere di warê zêhniyetê de bû. Lê belê ez wek ferd û wek çavkaniya jê hatibûm Kurd û civaka Kurd bi teoriyên heyîn çareser nedibû û her çend ji bo vê yekê min xwe pir ceriband jî min nikarîbû ji kêmasî û çewtiyan xilas bibim. Hînê di gavavêtina sala 1975 de min bi M. Xeyrî Dûrmûş re bi bangewaziyeke Zerduştwarî li ser emperyalîzm û mêtingeriyê dest bi beyankirina fikrên pêşnûmeyekê kir. Ew pêşnûmeya ku ez texmîn dikim hîn di dest de heye, ji girîngiya xwe hînê tiştek wenda nekiriye û welê radiweste. Niha jî weke ku heye mirov dikare bi kar bîne. Pêşnûmeyeke baş bû, ji fikrên mora xwe li şoreşgeriya demê xistibû pêk dihat; dikarîbû di şerê zêhniyetê yê Şoreşgerên Kurdistanê de alîkariyeke ciddî bike. Gerê min ên di çarçoveya vê pêşnûmeyê de balkêş bûn. Di Adara sala 1976 de min bi axaftina xwe ya li civîna Odeya Mîmarên Enqerê start da. Paşê min gera xwe bi Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlik, Elezîz, Amed, Ûrfa, Dîlokê dewam kiribû û careke din min di meha Gulanê de li Enqerê bi dawî kiribû.

Min di Adara sala 1977 de ji Enqerê berê xwe da Kurdistanê û li Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlîk, Elezîz, Amed, Ûrfa û Dîlokê geriyam û rêzeke civîn lidarxistin. Bi vê gerê û civînan me koma xwe bar kir welat. Ez dîsa paşê vegeriyam Enqerê û şehadeta Hakî Karer li Dîlokê piştî civînê bi sê rojan – em hîç li bendê nebûn û em şok kirin.

Kemal Pîr û Hakî Karer du zarokên Derya Reş bûn ku hînê xira nebûbûn, bi eşq û şewq bi şêwazê hevaltiya min ve hatibûn girêdan. Ji bo ez nekevim zehmetiyeke piçûk, beriya me hemûyan berê xwe dabûn Kurdistana ne ziman û ne jî toreyên wê zanîbûn.

Rêhevalên min yên herî nêzîk Kemal Pîr û Hakî Karer bûn. Heta niha bi sedan hen e. Di asta netewe û gelde em nikarin bibin dijmin. Ez dijberî pergala olîgarşî me. Li dijberî rêgezên dij- demokratîkim. Ez kesayetekî ku li ser rastiya komarê disekinim, difikirim, girîngî didim demokratîkbûna wê. Pêwîstiyên kurda yên demokratîk wek xala yekê yekemîn ez bi dest digrim. Ev yek ji bo çarereseriya pirsgirêkên Tirkiyê jî rêgeza bingehîne. Ger ku bi xwazin me binîn lîstoka, me erzan bi karbînin dawiya vê yekê nin e. Wê demê yê parastina rewa bikeve rojevê.

Di nava tevgera  me de gelek hevalên Tirtk cîh girtine. Ji roja damezrandinê heta roja îro di nav refên tekoşîna azadiyêde hevalên me yên Tirk wek Kemal Pîr, Hakî Karer. Ew rêheval Tirk bûn. Lê belê ji gelek hevalan zêdetir em fêmdikirin û nêzî me bûn. Di nav hevalên jin de jî cardin bi sedan hevalên Tirk hebûn.

Wê demê ez li Elezîz bûm. Di wê demê de Pênc Perçevan hebûn. KÛK jî derketibû holê. Heta wê demê ji Meletî, Elezîz, Amed, Mêrdîn jêrdetir xetek danîbûn di gotin “PKK nikare derbasî rojavayê vir bibe.” Ev yek îda dikirin. Piştî wê dema tesfiyê Baran’ê Zer, Selîm Çurukkaya, Silêman û Şemdîn Saqiq re keda wê tesfiyê didan me didît. Eve texrîbatên sosretin. Bûn sedema mirina gelek mirovan. Gelek zirar dan tevgerê. Tevger wê demê di pêvajoyeke bi tehlûkere derbas dibû. Plansaziya ABD di vê derbarê de hebû. Dixwes tirkiyê qanûna efûyê derxe. Di vî derbarîde li hev nekirin. 

 Meşa min di 15 Gulanê de bi dawî bûbû û wek bersiva vê meşa min Hakî Karer di 18 Gulanê de ji aliyê komeke gumanbar bi navê ‘Stêrka Sor’ bi komploya Alaattîn Kapan hat şehîd xistin. Şehadeta Hakî Karer mîna aveke sar bi serê me de hatibû xwarê. Ev bûyerek welê bû rêveçûna dîrokê diguhert. Heye ku têkiliya koma gumanbar bi PDKê re jî, bi bermahiyên hin komên Tirkan û hin komên li ser navê dewletê radibûn re jî hebe. Ji lewra şerê me yê zêhniyetê pir bi lez berê xwe da komeke hedefên tevlîhev. Şerê me yê zêhniyetê pir zû ket wê xeterê ku bibe amûrê şerê maddî

Dem li 1’ê Gulana Stenbolê ya li Mîtînga Karkeran a tê de bi komployekê 37 welatî hatin kuştin û sûîqesta li dijî Bulend Ecewîtî rast dihat. Di wê demê de dîmenekî xirab ê şerê navxweyî li Tirkiyê xuya dikir. Di wan şert û mercan de em gihîştin biryarê ku kom bi lez partîbûyînê pêk bîne. Wek erk û wezîfeyeke dilsoziyê bi bîranîna Hakî Karer re min di Payîza heman salê de li Dîlokê Pêşnûmeya Bernameyê amade kir

Di PKK’ê de nirxên giranbiha di serî de Hakî Karer, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Xêrî Dûrmûş û Mahsûm Korkmaz bi hezaran hevalî ev her du şêwaz di zikhev de bi ahengekê û tevlîbûnekê meşandine. Ev tevlîbûna cewherî heta dawiyê ew kirine xwedî helwesta herî qehremaniyê. Li hemberî vê yekê, kesên ji dil tevlî nebûn, bi nefspiçûkî nêzîk nebûn, têra xwe nedan hewldanên teorîk û îdeolojîk timî hilkumîn, carnan komên ehbab çawiş ava kirin û carnan jî wek komên tasfiyeker û meylên çetewarî ber bi bayê ketin

Xusûseke duyemîn a bingehîn ew e ku divê were zanîn, xeta min a polîtîk ji helwesta demokratîk a xwezayî, ber bi helwesta têgihîştî û demokratîkbûyîna çalak ve gav avêtiye û bi gel re xwe gîhandiye hevdu. Pêwîst e were zanîn, di PKKê de saziya serokatiyê ya bi min temsîla xwe dibîne, xwe ji kulekî û hulkumandinên sosyalîzma reel û rizgariya netewî xilas kiriye û li xwe danayne berê xwe bide meylên jiyanê yên bûrjûwaziyê. Di rastiya Kurdistanê de xeteke polîtîk a demokratîk, wekhev û azad, ne bi şêweyekî teslîmiyetê, ne jî bi şêweyekî netewparêziyê yê li ser hîmê navend dewletê, hem di têgihîştinê de, hem jî di pratîkê de bi ser ketiye. Ya ji kadroyên PKKê tê xwestin ew e ku vê xeta polîtîk dawerivînin hinavê xwe û biginînin girseyan

Bi salane di derheqê şehadetan de em dixwazin wateyekî rast derxin holê. Şehîd nirxên herî mezinin û pêwîste neyên binpêkirin. Wesiyata wan berî her tiştî pêwîste were bi dest girtin. Min xwest ez li biranînên wan xwedî derkevim û bi wan ve girêdayîbim.

Min erka xwe ya girêdana bi biranîna rêheval  Haki Karer’re bi avakirina partîbûnê pêk anî. Ya bi heval Mazlûm’an re, Hayrî’yan re,Kemal’an re ev partî dana jiyankirin û bi derbaskirina welat pêk anî. Min wek şerê gelerî yê mezin da amadekirin.  Girêdana xwe bi Egîd’an re bi pêşxistina gerîla min pêk anî. Ev yek bi kokkir. Waye di van demên dîrokî de erkên ku min ji xwe re dane  diyarkirin û pêk anîne evin. Ma gelo hûn dibêjin qey pêkanîna van hêsanin? Na! karê cîhanê yê herî zor bû lê belê pêk hat.

Ma we jî di kesayeta xwe de bersiva şehîdan bi vî awahî da? Ji bo jiyana wan bûna bersiv, di cihê ku hiştin de berdewamkirin bi we re çiqas heye? Ev yek encax bi nirxên partîbûnê yên herî bilind ve bi girêdanê ve pêk tê. Ger hûn ji kevneperestiyên xwe yên berê dawerînin, hûnê bikaribin girêdana bi biranînê şehîdan re tevbigerin. Hûnê bikaribin bibêjin me biranînê wan pêk anî. Eve di heman demê de bi armanca wan yê herî mezin, hênceta wan ya jiyanê û bi hemû taybetmendiyê wan ve girêdan e. Mirinekî ne bi deyndarî û ne li ser bingehên şaşiyan bi rast fêmkirina partîbû pêk tê. Di fêmkirina terzê şerê partîbûnêre derbasdibe. Derveyî vê yekê çi rê nin e.

Attachment