Şehîd Lewend û Serhed

0Shares

Şervîn Serdar

Dema ku tu berê xwe didî nava rastiya vê têkoşînê hemû destanên qehrreman(leheng) çêbûne. Lê belê pir caran min xwestiye hê binivîsim. Lê na pênûs û lênûsk nekarîbû alîkariya min bikin. Mînak, wek heval Lewend û Serhed ew herdû heval jî ciyê xwe di nava destanên pir mezin û lehengtiyê girtin.

Herdû heval pir ciwan bûn. Him di hêla temen de û him jî di hêla tevlîbûna partiyê de. Herdû heval perwerdeya şervanên nû xelas dikin û demekî di nava pratîkê de dimînin. Dema ku şoreşa Rojava destpê kir herdû heval jî derbasî wê derê dibin. Di nava xebatê ciwanan de cih girtin

. Di nava wê xebatê de pir ciwanan ji bo YPG amade kirin. lê belê dema ku ez vê dibêjim, ez nikarim heyecana wan bînim ser ziman. Bi ruh û can xwe didane xebatên xwe. Heval Lewend û Serhed ji hêla hevaltiya xwe ve pir balkêş bûn. Herdû heval pir ji hevdû hez dikirin. Dema hevdû bidîtana ew dem jiyan pir bi hêzeke enerjîk xwe ava dibû wê demê. Ji ber ku herdû heval pir ciwan bûn. Tim û tim te di nava enerjiyeke pir mezin de didît.

Dema ku YPG ava bû, herdû heval derbasî wê xebatê bûn. Dema ku pêngava Serêkaniyê dest pê kir herdû heval jî ciyê xwe di nava wê pêngavê de girtin. Hevalê Levend tam ne di eniya pêş de bû. pir israr kir ku were eniya pêş. Sedema wê jî ew bû ku hevalê Lewend di zikmakî de lingekî wî seqet bû. tam nekarîbû xwe daxîne. Lê belê ew heval bi hemû israrê xwe kete eniya pêş. Ji xwe hevalê Serhed jî li wê derê bû. lê li wê derê hevalê Lewend û hevalê Serhed dikevin eynî eniyê û yek çeperê demekê herdû heval bi hev re şer dikin. Lê belê ew dijminê hov pir êrîş dikin li ser çepera heval Lewend û hevalê Serhed. Hevalan pir li berxwedanî dikin û heta dawiyê çepera xwe bernadin. Heval Lewend hate şehîd kirin. dema hevalê Lewend şehîd ket tam serê sibê bû. ji bo me windahiyeke pir mezin bû. Lê belê min di serî de jî got destanên pir qehreman di nava têkoşîna me de çêbûne. Yek jî destana heval Lewend û heval Serhed bûn. Hevalê Serhed jî rojek jî nekete navber hema sibeha din şehîd ket. Dema ku herdû heval şehîd ketin weke volkanekî di nava dilê şoreşa Rojava de çêbûn…  

Attachment